ÎNSANÊ HÊJA Û WELATPERWER ŞEWKIYÊ ŞÊXBIZINÎ JIYANA XWE JI DEST DA…

Îbrahîm Guçlu

Şewkî Ozkan, îro li Fransa-Parîsê jiyana xwe ji dest da.

Ew kurdekî welatperwer yê Anatoliya Navîn e.

Ew welatperwerekî hêja û rewşenbîr bû. Di ciwantiya xwe de beşdarî Tevgera Rizgarîxwaz ya Kurdistanê bû.

Ew ji bajarê Xeymanêyê û ji eşîreta Şêxbizinî û ji malbateke navdar ya herêmê ye.

Ew di sala 1952-an de hatibû dinyayê. Di malbatê û herêmê de zarok û ciwanekî hezkirî bû.

Bavê wî Apê Îsmet kurdekî welatperwer bû. Dostê Partiya Karker ya Tirkiyeyê ( TÎPê) û PDK a Tirkiyeyê bû.

Li Enqereyê kesekî maldar û xwediyê Otelekê bû.

Wî, Kurdperwer û kurdên sosyalîst li Otela xwe dikir mêvan û li Otel a wî civîn pêk dihatin.

Min, ew malbata dema ez xwendevanê lîsê bûm li Enqereyê , nas kirin.

Dema li Zanîngehê bûm jî, pêwendiyên me gelek xurt bûn.

Ew dema li Zanîngeha Dîl û Tarîxê bû, dest ji zanîngehê berda, çû Fransa-Parîsê.

Li Parîsê zanîngeh xwend û qedand.

Ew li Fransayê û bi taybetî jî li Parîsê, ji penaberên Kurd re alîkarekî gelek baş bû.

Damezrênêrê Enstituya Kurd ya Parîsê ye. Wî demekî mezin ji Enstituyê re berpirsiyarî kir.

Di Enstituya Kurdî de xebatkarekî gelek çalak bû û ji gelek projeyên mezin yên Kurd re serokatî kir.

Ew kesekî rewşenbîr û di derbarê Dîroka Kurd û Civata Kurd de xwediyê zanyariyeke dewlemend bû.

Ew dost û hevalekî min ê baş bû.

Em wek malbat jî gelek nêzikî hev bûn.

Li Ewrupayê jî pêwendiya me xurt û domdar bûn.

Piştî ku em vegeriyan Tirkiyeyê û Kurdistanê jî, pêwendiyên me bi hev re domand.

Ew 3 caran hat Diyarbekîrê tevayî bajarên heremê seredanî û ger pêk anî.

Beriya 2 salan jî hat bajarên Serhada Bakurê Kurdistanê. Ew 3 rojan jî li Tetwanê bû mêvanê me.

Wî ji mehekê zêdetir li Kurdistan ger kir.

Ew wek nexweşê pençêşerê jî bû, her dem dilê wî bi Kurdistanê re bû û dihat li Kurdistanê digeriye.

Ez bi mirina wî gelek xemgîn im.

Serê malbat û dostên wî, miletê kurd sax be.

Diyarbekîr, 05. 02. 2026

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *