HRW: Heger lêpirsîn li ser Îranê neyê kirin dê zêdetir êrişî Hewlêrê bike

Rêxistina Human Rights Watchê (HRW) di raporeke xwe de ragihand ku di encama êrişa bi mûşekên balîstîk ên Îranê ya li Hewlêrê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da.

Rêxistina Human Rights Watchê (HRW) raporeke derbarê wêraniya êrişên Îranê ya li ser mala Pêşrew Dizeyî belav kir ku amaje bi dîmenên Rûdawê daye.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) ragihand piştî ku mala Pêşrew Dizeyî hat armanckirin, demjimêr 05:05an sîstema parastina esmanî 3 dronên grûpa Berxwedana Îslamî ya Îraqê li derdora Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ku leşkerên Amerîkî lê dimînin teqandin û di encamê de geşt bi demkî hatin rawestandin.

Derbarê êrişa ser mala karsazê navdar Pêşrew Dizeyî, lêkolera Îraqê ya Human Rights Watchê Sara Sanbarê got:

“Tevî îdiayên Îranê yên derbarê êrişê de, dîrokeke dirêj a kuştinan û armanckirina sivîlan li deverên niştecîh ên Herêma Kurdistanê ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve heye.

Nebûna lêpirsîna qanûnî ya ji bo kuştina sivîlan a ji aliyê Îranê ve, dê di paşerojê de bibe sedema êrişên zêdetir.”

Di raporê de herwiha hatiye gotin ku Supaya Pasdaran a Îranê yekser berpirsyariya êrişê girt ser xwe û got ku wê “navenda sîxuriyê ya Mossadê” kiriye armanc.

Di raporê de hat gotin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew gotinên ku dibêjin dezgeha îstixbarata Îsraîlê li Herêma Kurdistanê heye, bi temamî red kir û ragihand ku ew êriş ji bo êrişkirina ser Hewlêrê hincet in û binpêkirina eşkere ya serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê ye.

“Dê bibe sedema pêşveçûna zêdetir a aloziyan”

Lêkolera Îraqê ya Human Rights Watchê Sara Sanbarê herwiha anî ziman:

“Li ser jiyana sivîlan û aramiya welat nabe ku Îraq bibe meydana pêşbaziya derve. Ev gav tenê dê bibe sedema pêşveçûna zêdetir a aloziyên herêmê û kuştin û wêraniyê.”

HRWyê di rapora xwe de bi Nasir Tehsîn Nûrî (31) re ku mala wî çend kîlometreyan dûrî mala Pêşrew Dizeyî ye axiviye, wî diyar kiriye ku şeva êrişê ew ber raketinê bûye û got:

“Lê saet 23:30ê min dengê teqîna yekem bihîst. Dengê wê ewqasî bilind bû ku min got qey kesekî êrişî mala min kir û derî şikandiye. Paşê ez derketim derve ku bibînim çi diqewime, min dengê teqîna duyem û sêyem bihîst. Mal dihejiya.”

Nasir Tehsîn Nûrî diyar kiriye ku wê şevê dengê gule reşandinê jî hatiye û aniye ziman:

“Ez nizanim kê gule direşandin lê ji du aliyan ve bû. Kurê min tenê 11 mehî ye, pir ditirsiya.”

Piştî van êrişan, Wezareta Karên Derve ya Îraqê balyozê xwe yê Tehranê vegerand û bi awayekî fermî giliyê Tehranê li Encûmena Asayişa Navdewletî kir.

Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî rojekê piştî êrişê çû mala Dizeyî û got ku tu delîl nehatine dîtin ku mala wî wek baregeha Mossadê hatibe bikaranîn.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *