Hovîtî li Gelîyê Zîlanê -Wan- (1930)

Siddik BOZARSLAN

Di 13yê temuza 1930yî da li herêma Zîlanê qirkirineke (jenosid) Tirk li ser gelê Kurd pêkhat. Di bin fermandarîya Fermandarê Kolordîyê Salih Paşa da bi balafirên Tirk herêma Zîlanê hat bombebarankirin. Bi dehhezaran eskerên Tirk herêmê dorpêç dikin; çûyîn û hatina herêmê tê qedexekirin. Çîya û banîyên herêmê, di bin agirê artêşa Tirk da tên dorpêçandin; di nav da ji bebikên qumatekê heta 90 salîyan, kal û pîr, mêr û jin, derdora 15 hezar kesên ku ji 44 gundan bûn, bi hev ve girêdayî tên gulebarankirin û Gelîyê Zîlan di carek da dibe gola xwînê.  Vê qetlîama bi hovîtîyî, eskerekî Tirk ku beşdarîya wê bûyerê bûye weha behs (qise) dike:

”Jin, zarûk û bebik jî di nav da hemî kesan, hemî gelên van gundên herêmê, bi hezaran însan, Newala Zîlanê tije kirin. Derdorên wan bi tifingên makineyî hatin dorpêçkirin. Li ser tifingên makineyî em, yanê eskerên ji rêzê hebûn. Destên me di tilîyên tifingan da, namluyên wan berbi xelkê ve amade bûn. Li piştî me erbaş (çawiş û onbaşî) ketibûn rêzê. Destên wan li ser tilîyên tifingan û namluyan ber bi me ve nîşan danîbûn. Li piştî wan jî, di rêza sisîyan da fermandar (zapit) bi demançeyên xwe yên guledagirtî rawestîyabûn. Eger me agir bernedana, wê erbaşan li me bireşandana, wan li me nedana wê zapitan li wan û li me bidana. Me tilîyên tifingan kişand. Bi hezaran gule di carek da li ser civata însên ku li newalê bûn, vereşîyan (hat reşandin). Qêrîna jin û mêr, zarûk, kal u pîr, ciwanan li her derê newalê belav bûbû. Demek paşê qêrîn û fîgana wan zivirî bûn nalîn û paşê nalîna wan jî hat birîn. Digel zilamên kal û ciwan, bi hezaran jin, zarûk, bebikên qumatekê, cesedên wan hemîyan di nav goleka xwînê da hat hiştin. Ji gur û qertalan ra bûn êm. Demek paşê bihn bi cesedan ket, hatin terikandin jibo pûçbûyînê. ” (Rûpelanu, 13.07.2018, Mesaja Buroya Ragihandinê ya PAK )

Di qetlîama Zîlanê da bûyereke hovîtîyê jî di navbera du esker û dayîkeka ducanî da derbas dibe. Du eskerên Tirk rastî jineka ducanî tên û wê digirin. Her du esker li ser zikê dayîka ducanî şert digrin. Yek dibêje di zikê jinikê da kurik heye û yê dî jî dibêje keçik heye. Li ser vî şertî zikê dayîkê didin ber qeseturên (xencer) xwe, jinikê diqelêşin. Bi vê wehşetê jinik digel bebika xwe canê xwe ji dest dide.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir