Hîzbûllahê li Qubbeyên Hesin xist û Îsraîl bi fuzeyan êrîşê ser hedefên Hîzbûllahê kir

Piştî Îran dronan şand ser Îsraîlê, artêşa Îsraîlê bi fuzeyan ji hewa de êrîşê ser hedefên Hîzbûllaha Lubnanê kir. Lubnan jî seha hewayê ji bo balafiran girt.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên şer yên Îsraîlê bi fuzeyan li başûrê Lubnanê li Teyr Harfa, Alma eş-Şaab û Yarinê xistine. Çiqas hedefên Hîzbûllahê hene ketine ber êrîşa Îsraîlê.

Hîzbûllahê jî ragihand ku berya êrîşa Îsraîlê, bi dronên kamikazi (İHA) li sîstema hewayî ya Qubeyên Hesin ku Îsraîlê li Tel Nehmehê hêj nûh bicîhkiriye xist û paltformê perçe kir. Di daxwuyaniya Hîzbûllahê de hat ragihand ku bi temamî li platforma sîstema Îsraîlê xistine.

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *