Cotkarên Amûdê: Rêveberiya Xweser ne nirxê ceh diyar kiriye û ne jî werdigire

Cotkarên Rojavayê Kurdistanê dest bi dirûna ceh kirine, lê gazinan dikin ku Rêveberiya Xweser ne nirxê ceh diyar kiriye û ne jî ji wan dikire. Cotkar dibêjin, Rêveberiyê di du salên borî de jî ceh ji wan wernegirt, ji ber wê jî bazirganan ev yek wek derfet dîtin û bi nirxekî erzan ji wan kirîn.

Dirûna ceh li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye û cotkarên Amûdê diyar dikin ku îsal rûberê bi ceh hatiye çandin ji yên berhemên din zêdetir e û tevî berhemê başê îsal ,lê ew çarenivîsa vê qebareya mezin ya berhemên xwe nizanin, ji ber ku hîn jî Rêveberiya Xweser nirixê ceh diyar nekirye û ji wan jî nakire.

Cotkar Mehmûd Delî dibêje: “Berhema îsal baş e, em cehê xwe diçinin, lê em nizanin emê çawa bifiroşin, ka kî dê wî bikire û îdare bike. Nirxê ceh ne xuya ye û ti kesî bersiva me nedaye. Îsal ceh ji genim zêdetir hatiye çandin, lê dema Rêveberî vî cehî nekire, ma ne divê rê bide me bifiroşin aliyên din.”

Pale jî gazinan dikin ku kirêya wan gelek kêm e û têra pêdiviyên wan yên rojane nake, daxwaz dikin alîkariya cotkaran were kirin da hinekî rewşa wan jî baş bibe.

Pale Îsmaîl Xelef: “Bi awayekî giştî, heqdestê pale beşa wî nake. Îro jiyan gelekî zehmet bûye. Mehê ez 500 hezar lîreyên sûrî werdigirim ku dike 30 dolar, ev jî gelekî kêm e. Rewşa cotkaran jî zehmet e û piştevaniya wan nayê kirin, ew nizanin dê çi bi sere vê berhemê were, divê nirxekî guncayî jê re were destnîşankirin.”

Di du salên bûrî de jî Rêveberiya Xweser ti nirx ji ceh re destnîşan nekirbû û ne jî ji cotkaran wergirtibû, lewma cotkar gazindan dikin ku çarenivîsa cehê wan ketiye di destê bazirganan de, ku ew jî vê yekê bi derfet dibînin û bi nirxekî erzan ji wan dikirin.

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *