Sekreterê giştî yê Hîzbûllah a Lubnanê Naim Qasim bangî Erebistana Sa’ûdiyê kir û got:
Qasim, axaftina xwe di salvegera yekem ya bîranîna rayedarê di asta bilind de yê Hîzbûllahê İbrahim Akıl ku di 20ê Êlûna sala 2024an de hatibû kuştin de xwe kir.
Qasim, di axaftina xwe ya ku ji bo TV yê şand de got ku piştî Îsraîl li Qatarê xist, hedefa Îsraîlê ya li herêmê Filistin, Lubnan, Urdin, Misir, Sûriye, Iraq, Saudi Arabistan, Yemen û Îran e. Qasim got ku çekên di destê Hîzbûllahê de ne, ne ji bo ti welatekiye lê tenê ji bo Îsraîle û got:
“Zora ku bidin ser bexwedanê, tenê di berjewendiya Îsraîlê de ye. Eger berxwedan nebe, wê dewletên din bikevin talûkê.”
Her çendîn Lubnan dibêje divê çek tenê did estê artêşê û dewletê de bin jî Hîzbûllah çekên xwe danayne û xwe wekî dewletekî di nav Lubnanê de dibîne. (PK)


