Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştîvaniya Fransayê giring dinirxîne

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştîvaniya Fransayê giring dinirxîne

WED, 4 JAN 2017 12:58 | KRG Cabinet
   

Serokê Fransayê Francois Hollande û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Balafirgeha Hewlêrê, 2 Çile ya 2017

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serdana Serokê Fransa ji bo Herêma Kurdistamê bi serdaneka dîrokî daye zanîn ku “Francois Hollande yekem serok komar e li demê desthilata xwe du caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye”.

Sefîn Dizeyî li daxuyaniyeka taybet ji bo Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “serdana Hollande ji bo xuya kirina piştîvaniya Fransa bo Herêma Kurdistanê bû, bi taybetî li şerê dijî terorîstên DAIŞê”.

Ev yeke jî got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkarî û piştîvaniya serbazî, dîplomasî û mirovî yên Fransa ji bo Herêma Kurdistan giring dinirxîne”.

Serokê Fransayê Francois Hollande Roja 2 Çile ya 2017 li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsên pile bilind yên Herêma Kurdistanê  bi awayekê hêja pêşwazî jê re hate kirin û her wiha serdana Hêzên Pêşmerge li Çiyayî Zertik jî kir.

Serok Hollande û Serok Barzanî bi amade bûne berpisên her du aliyan civiyan û  behsa şerê terorê û operasiyona Musil û alîkarî yên Fransa ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî DAIŞ û pirsa koçberan û hin babetên din kirin.

Piştî civînê ji, konferanseka rojnamavanî saz kirin û Hollande xuya kir: “Em serbilind in bi vê erkê ku Pêşmerge heye û pêwîst e em  bi hev re ji bo nehêştina terorê kar bikin, ji ber ku ew ne tenê erkê Pêmerge ye, belkû erkê me hemûyan e”.

Her derbarê rola pêşmerge ragihand: “Heger Pêşmerge nebûya, zehmet bû navçe bihên rizgarkirin û DAIŞ têk biçûya”.

Hollande ev yeke jî got: “Fransa beşdarê operasyona rizgarkirina Mûsilê dibe û pêwîst e plana me ji bo pêşeroja Mûsilê hebe”.

Wezîrê Berevaniya Fransa Jean-Yves Le Drian û hijmarek berpisên din hevrê yên Serok Hollande ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê bûn.

Francois Hollande cara yekem li sala 2014 serdana Herêma Kurdistanê kir, her wek Serokê Herêma Kurdistanê ev serdan giring zanî û jê re got: “li demekê terorîstên DAIŞê êriş dikirine ser Kurdistanê, Serok Hollande serdana Hewlêrê kir”.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *