Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Platforma Ciwanên Serbixwe Kir

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Merd Baran Boskan, endamên Komîteya Birêvebir a Navendî ya PWKyê Yûsûf Aydin, endamên Meclîsa Partîyê ya PWKyê Nezîr Akat û Mûsa Ekîngen pêk hatî, roja 06.10.2024ê li Amedê seredana Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) kirin.
 
Serokê PCSyê Ferît Azad û rêvebirên PCSyê pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.
 
Heyeta PWKyê ji ber ji hevsê berdana rêvebirên PCSyê kêfxweşîya xwe anî zimên û piştgirîya xwe pêşkêşî PCSyê kir.
 
Heyeta PCSyê jî ji ber vê seredanê û piştgirîya PWKyê ya ji bo PCSyê spasîya xwe pêşkêşî PWKyê kir.
 
Heyeta PWK û PCSyê, pêwîstîya dîyalog û xebatên hevbeş yên hêzên neteweyî û girîngîya xebatên ji bo zimanê kurdî wek fikra hevbeş anîn zimên.
 
Hevdîtina heyeta PWK û PCSyê, di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.
Buroya Regehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *