Komek hunermend û rojnamevan li dijî êrîşên mûşekî yên Îranê peyamek belav kirin

Hejmarek nivîskar, hunermend û rewşenbîrên Kurd li dijî êrîşên mûşekî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser Herêma Kurdistanê peyameke hevpar belav kirin.

Helbestvan û nivîskar Îskender Zirar îro 20ê Çileya 2024an ji K24ê re ragihand, zêdetir ji 150 nivîskar, hunermend, rojnamevan û rewşenbîrên Kurd li dijî êrişên mûşekî yên pasdarên Îranê li ser Herêma Kurdistanê, peyamek îmze kirin.

Îskender Zirar li ser naveroka peyama xwe got wiha ye: “Axa ku navê wê Kurdistan e, ya min û hevwelatiyên me ye, çawa ku miletekî din berevaniyê li ax û welatên xwe dikin, em jî wek Kurd, rewşenbîr, hunermend û nivîskar li dijî her cure gef û êrîşan li ser bajar û welatê xwe ne.”

Got jî: “Ev erkê herî biçûk ê rewşenbîrên Kurd e û ti peywendiya bi ti îdeolojî ayn partîyekê re nîne, tenê ji bo Kurdistanê.”

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *