Hevserokên nû yên Komeleya Mafên Mirovan hatin hilbijartin

Oya Ersoy û Cîhan Aydin wekî hevserokên nû yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hatin hilbijartin.

Civîna 22yemîn a Lijneya Giştî ya Asayî ya ÎHDyê îro Enqereya li paytexta Tirkiyeyê bi dawî bû.

Di Civîna 22yemîn a Lijneya Giştî ya Asayî ya ÎHDyê de Oya Ersoy û Cîhan Aydin wekî hevserokên nû hatin hilbijartin.

Her wiha piştî civînê daxuyaniyek hat belavkirin û tê de behsa girîngiya rêbazên aştiyane û çareseriya demokratîk a doza Kurdan hat kirin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *