Herêmeke Almanyayê rê nade ku Kurdên Êzidî werin dersînorkirin

Eyaleta Schleswig-Holsteina Almanyayê biryara rawestandina dersînorkirina koçberên Kurdên Êzidî da.

Parlamentera herêmê Seyran Papoya li ser lîsteya Xirîstiyanên Demokrat li nav parlamentoya herêmê projeya ragirtinê pêşniyar kir û bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

Piştî dengdanê Seyran Papo ji bernameya Diyasporayê re axivî û bangî herêmên din ên Almanyayê jî kir ku heman tiştî bikin.

Cîgira Serokwezîrê Herêmê û Wezîra Xweguncandinê Amîna Toure jî piştgiriyê dide vê biryarê.

Wê ji Diyasporayê re eşkere kir ku çima ev biryar pêwîst bû û çima ew herêma Almanyayê nahêle ku Kurdên Êzidî werin dersînorkirin.

Parlamenter Seyran Papoyê diyar kir ku sala 2022yan Parlamentoya Federal a Almanyayê bi piştgiriya aliyên ku di hikûmetê de cih digirin û Fraksiyona Demokratên Xirîstiyan û CSUyê, komkujiya Êzidiyan wekî komkujî nas kir.

Rewşa herêma ku Kurdên Êzidî lê dijîn hîn jî aloz e û motîfên qewimîna komkujiyê jî hîn li holê ne.

Parlamenter Seyran Papoyê anî ziman:

“Hîn jî ew metirsî heye ku wekî Êzidî te mîna Xwedênenas bihesibînin û bikujin. Her wiha bêyî xwesteka xwe, li ser welatên cuda yên Rojhilata Navîn hatine dabeşkirin.

Loma em hewl didin alternatîfekê pêşkêş bikin ku li gorî qanûnên koçberiyê yên Almanyayê Êzidî mafê rûniştinê bistînin û êdî netirsin ku dê werin cezakirin.”

“Me çek dan Pêşmergeyan”

Parlamenter Seyran Papoyê li ser Kurdên Êzidî û rewşa wan da zanîn:

“Wekî em dizanin sala 2014an terorîstên DAIŞê Êzidî komkuj kirin û gelek Êzidî hatine ba me û hevkariya wan hat kirin û mafê rûniştinê standin.

Piraniya Êzidiyên ku hatine vir, jin û zarok in û ji ber zext û gefên zêde yên wan mal û malbatên xwe terikandine û reviyane.

Li Berlînê jî me ji bo piştevaniya wan û pêşîlêgirtina DAIŞê çek dan Pêşmergeyan û her wiha şerekî pir qehremanî li dijî DAIŞê hat kirin.

Îro jî li Parlamentoya Schleswig-Holsteina Almanyayê û me wekî partiya CEDOyê biryar da ku kesên ji 2014an ve hatine vir û mafê rûniştinê bistînin.”

Parlamenter Seyran Papoyê diyar kir ku ew û frakisyona xwe di wê baweriyê de ne ku divê ew bêyî tirsa derbiderkirinê, ji bo paşeroja wan hêviyeke zelal jî nîşan bidin Êzidiyan biparêzin.

“Em wan biparêzin”

Parlamenter Seyran Papoyê anî ziman:

“Sala 2023yan hemû frakisyonên cihê yên Parlamentoya Almanyayê biryar da ku Komkujiya Êzidiyan nas bikin.

Mixabin em niha dibînin ku li hin herêmên Almanyayê Êzidî xembar dibin û wan dişînin.

Loma me biryara mayîna wan da û hêvîdar im herêmên din ên Almanyayê jî heman biryarê bidin.”

Cîgira Serokwezîrê Herêmê û Wezîra Xweguncandinê Amîna Toureyê jî li ser rewşa Kurdên Êzidî got:

“Me wekî aliyên pêkhênerên hikûmetê li pêşniyara we kolaye û me lê nihêrî da ku zanibin em dikarin çi bikin li eyaleta me.

Loma hefteya çûyî min nameyek ji Wezîra Navxweyî ya Federal a Almanyayê Nancy Faeserê re nivîsî û jê xwest ku bila em Êzidiyan wekî eyalet di eyaleta xwe de bihêlin.

Li gorî qanûnên me, em wekî eyalet nikarin biryareke wiha bidin û divê hikûmeta federal jî razî bibe. Loma ez gelekî kêfxweş im bi piştgiriya ku Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê da me ku piştgiriyeke mezin bû.”

Amîna Toureyê her wiha anî ziman:

“Bêguman em dixwazin li eyaleta xwe piştevaniya Êzidiyan bikin û wan biparêzin. Wekî eyalet mafê me heye ku em heta sê mehan vê yekê bikin û piştî vê divê hikûmeta federal piştgiriya me bike.

Hêviya me ew e ku Êzidî bikarin li eyaleta me û li Almanyayê bi aramî û di ewlehiyê de bijîn ango dersînorkirina wan were ragirtin.

Divê asoyeke wan a zelal hebe û çareseriyek ji bo vê li ser asta hikûmeta federal û parlamentoya federal jî were dîtin.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *