HDP, Nûha Çima Aşiqê Rêxistinên Bakûrê Kurdistanê ye?

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimmguclu21@gmail.com)

Ez di vê nivîsa xwe de dixwazim li ser mijarek, girêdayî HDPê û di derbarê hilbijartina herêmî û helwesta HDPê de rawestim.

GELO PKK/HDP ÇIMA JI RÊXISTINÊN BEŞÊN DIN RE DIJMINTÎ DIKE, LÊ DI VAN DEMÊ DAWÎ DE AŞIQÊ RÊXISTINÊN BAKÛRÊ KURDİSTANÊ YE!..

Li Bakûrê Kurdistanê dema hilbijartinên giştî û herêmî dikevin rojevê, helwestên balkêş û minaqeşeyên gelek ji derveyî rêzê derdikevin holê. Gelek mirov jî li wan helwestan û minaqeşeyan bi awayekî xerîb mêze dikin. An jî gelek kes dibe qûrbana wan helwestan.

Hîç şik tune ye, piştî ku Tevger û Rêxistinên Bakûrê Kurdistanê, ji aliyê Dewlet û PKKê ve wek projeyeke hevbeş hat tasfîyekirin, hemû mijar li hewirdora PKKê dizîvire û tê minaqeşekirin. Bi taybetî jî di demên hilbijartinên giştî û herêmî de, di van salên dawî de hukumranîyeke PKKê gelek vekirî û bi zelalî heye.

PKK, ji serî de wek projeyeke dewletê hat avakirin. Armanca projebûna PKKê ew bû, ku PKKê li hemberî Tevger û Rêxistinên Kurdistanê operasyonê pêk bîne. Wan di nav demê de tasfiye bike. Lewra dewletê dît ku ji derve de tasfîyekirina tevgera kurd û rêxistinên Kurdistanê gelek zehmet e. Divê ji hûndir de tevger û rêxistinê Bakûrê Kurdistanê bihata tasfîyekirin.

Lê piştî salên 84an PKKê, ji bona tasfiyekirina tevgera milî ya beşên Başûr, Rojhelat, Rojava jî bû projeyek. PKKê bi xurtî di vê qonaxê de jî wezîfa xwe pêk tîne.

PKKê, bi çend babetan, wezîfeya xwe ya tasfiyeyê bi cî anî.

PKKê dema li Bakûrê Kurdistanê ava bû, rêxistin û partîyên Kurdistanê gelek xûrt bûn, bi gel re pêwendîyeke wan ya baş hebû, ji hemû beşên civatê endamên wan hebûn. Dema ku organîze dikir, bi deh hezaran însan derdixist qada xwepêşandana, gelek girseyî û kîtlewî bûn.

PKKê di destpêkê, girêdayî felsefeya xwe ya damezrênêr, hemû rêxistinên Kurdistanê dijmin îlan kir. Got, “rêxistinên Kurdistanê li pêş tasfiyekirina kolonyalîzma Tirk, asteng in. Heta ku ev rêxistinan tasfiye nebe, kolonyalîzm tasfiye nabe.”

PKKê, ev nerîna xwe jî di pratîkê de bi cî anî. Li hemberî hemû serok, berpirsiyar, endamên rêxistinên Kurdistanê şer kir. Bi sedan berpirsiyar û endamên rêxistinan kûşt. Serokê Kawayê Ferîd Ûzûn jî bi sûîqastê ji holê rakir.

Di nav gel de nekokî kûr kir, eşîretek li hemberî eşîreteke din da şerkirin. Bi vî awayî jî, hêzên milî yên civakî ji bona tasfîye bike xebat kir.

Heta ku rêxistinên Kurdistanê xurt bûn bi wan re dijminitî dikir û êriş dibir ser wan.

Lê dema ku hewcedariya PKKê çêbû, dest û lingên wan rêxistinan maç kir. Ew jî babeteke tasfîyekirina rêxistinên Kurdistanê bû. Lê piştî hewcedarîya xwe derbas kir, dijminatî bi rêxistina re kir.

Di encamê de dewlet û PKKê serkeftî bû. Piştî Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî, rêxistinên Kurdistanê, ji hêza wan îzole kirin. Lê ji bona ku ew dîsa nebe xeter, li hemberî wan şerê xwe domand.

PKK, hîn jî wê stratejîya xwe ya tasfiyekirina Tevger û Rêxistinên Kurdistanê li hemû beşan û li Bakûrê Kurdistanê didomîne. Lê li her beşê jî taktîkekê dimeşîne.

Li Başurê Kurdistanê, li Rojhelata Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê ji bona ku rêxistinên Kurdistanê xûrt in, li hemberî wan, di dereceya xwe ya dijminatî de kêmkirin tune ye. Bi taybetî jî, ji bona ku li Başurê Kurdistanê Dewleta Federe ya Kurdistanê tasfiye bibe, di nav hewildanên gelek xeter de ye.
Li Bakûrê Kurdistanê her çiqas tevgereke milî tune ye û rêxistinên Kurdistanê gelek qels in û xwediyê hêzeke civakî jî nîn in, dîsa jî, ji hebûna wan re jî tehemula wê tune ye, bi gelek taktîkan dixwaze wan bê fonksîyon bike û tasfîye bike.

PKK, bi taybetî jî nuha bi rêya hilbijartinan, dixwaze vê yekê bike. PKKê, li Bakûrê Kurdistanê siyaset û modela Baas a Sûriyeyê cîbicî dike. Kes û rêxistinan bertîl dike. Dema kes û rêxistin bertîl kir, ew li hemberî PKKê ditevizin û bêdeng dimînin.

PKKê, di hilbijartina dema kes û rêxistinan bertîl dike, di heman dem de kurdperweran, ew kesên ji wan re mixalîf û rêxistinan bêşexsiyet dike, bi xwe ve girê dide.

Lê ji aliyê din de jî, gelek kes û rêxistin jî, ji rewşê wezîfê derdixin, bi xwe diçin ber lingê PKKê.
PKKê jî bi wan dilîze.

Di hilbijartina giştî de xebateke vekirî ya PKK/HDPê nebû ku rêxistina bi xwe re girê bide. Rêxistinên Kurdistanê bi hev re xebata hilbijartinê dimeşandin. Hezar mixabin piştî demekê, ji derveyî HAK-PARê partiyên din bi xwe çûn ber lingên PKK/HDPê.

Gotin, “em dixwazin bi we re tifaq çêkin.”
Lê wan jî dizanî ku PKK/HDPê bi wan re tifaq çê nake.
Ji bona vê jî du sedem hebûn.
Sedema yekemîn, PKK ji tifaqa re girtî ye. Wek rêxistineke faşîst, otorîter, dixwaze, ku her kes û her rêxistinek îltîhaqî wê bike.
Sedema duyemîn, rêxistinên dixwestin ku bi PKK/HDPê re tifaq çêkin, xwediyê hêzekê nebûn. Ji aliyê dengan de tiştekî li PKK/HDPê zêde bikin, tune bû.
Di encamê de jî “tifaq” nebû.

Ji bona hilbijartina herêmî PKK/HDP di nav helwesteke gelek xerîb daye. Gazî rêxistinan dike, hem jî bi israr gazî rêxistinan dike, ku bi wan re yekîtî çê bikin.

Gelo tê zanîn ku PKKê li hemû beşên din ji rêxistinan re dijminatî dike.. Lê li Bakûrê Kurdistanê eşiqê rêxistinên Kurdistanê ye.

Gelo PKK/HDPê çima vê helwestê nîşan dide?

Lewra PKK/HDPê baş dizane, ku partiyên Kurdistanê ji alîyê dengan de tiştekî li HDPê zêde nake. Lê dîsa jî bang dike, ku bi rêxistinên Kurdistanê re yekîtî çê bike.

Du sedemên vê helwesta PKK/HDP heye.
Sedema yekemîn, dixwaze ji raya giştî re dîyar bike, ku ew hemû kurdan temsîl dike, hemû rêxistinên Kurdistanê li derûdora wê ne. Yanî ji aliyê psîkolojîk de dixwazin kurdan bi awayekî bixin bin bandora xwe.

Sedema duyemîn jî, PKK/HDP, difikirin ku dema rêxistin û partîyên Kurdistanê xweser û ji derveyî wan tevbigerin, dikarin di merheleyekê bibin hêz û ji gel alîkarî bigrin. Ew jî ji bona mîsyona wan dibe xeter.

Amed, 07. 12. 2018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *