Amnesty: Divê Netewên Yekgirtî lêkolîn li komkujiya 1988an a li Îranê bike Wêneyên hejmarek ji girtiyên siyasî yên ku di sala 1988an de ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve hatine darvekirin.

Wêneyên hejmarek ji girtiyên siyasî yên ku di sala 1988an de ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve hatine darvekirin. Wêne: twîtera Amnesty.

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty Intrnational) daxwaza encamdanan lêkolînan li ser komkujiya sala 1988an li Îranê kir.

Lêkolera Navdewletî li Amnestyê, Reha Behrênî got, bi hezaran girtiyên siyasî li Îranê di sala 1988an de rastî kuştinê hatine, û hikûmeta Îranê ne amade ye, ku ti agahiyan li ser vê buyerê eşkere bike.

Bi gotina Rêxistina Lêborîna Navdewletî, zêdetir ji 5 hezar girtiyên siyasî di wê komkujiyê de ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatibûne kuştin.

Ev heyama 30 salan e, ku malbatên qurbaniyan herwiha ew kesên rizgarbûyî daxwaza dadperwerî û rasteqîniya wan bûyeran dikin, lê xebatên wan ji aliyê desethelatdarên Îranê ve rastî astengî û givaş, girtina neyasayî û zordariyê dibin.

Pêştir çendîn caran aliyên opozisyona Îranê jî ragihandibûn, ku hikûmeta Komara Îslamiya Îranê di sala 1989an de derdora 6 hezar girtiyên siyasî bêyî dadgehîkirinê û di rewşeke tarî û nediyar de gullebaran û îdam kirine.

Aliyên opozisyonê û herwiha malbatên hejmarek ji wan girtiyên siyasî yên li Îranê diyar kirine, ku hikûmetê termê wan kesan radestî malbatên wan nekiriye û heta niha jî cihê veşartina wan nediyar e û tevî derbasbûna 30 salan bi ser wê bûyerê, hêj jî Tehranê ne amade ye, ku cihê veşartina wan girtiyên siyasî yên îdamkirî eşkere bike.

Pêştir kurê Ayetullah Elî Muntezirî, ku di demên destpêkê yên desthilatdariya komara îslamî ya Îranê de cîgirê rêberê wê demê yê Îranê Ayetullah Xumêynî bû, çend dosya û fayleke dengî li ser wê bûyerê belav kiribû û gotibû, ku bavê wî li dijî wê komkujiya li hember girtiyên siyasî bûye û nerazîbûna xwe gihandibûye rayedarên pilebilindên komara

http://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/iran/061220181

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *