Gramer û Rastnivîsîna Kurdî /Laleş Qaso bi Reşo Zîlan re hevpeyvîn

REŞO ZÎLAN

HEVPEYVÎN

Min di sala 1997an de bi rêzdar Reşo Zîlan re li ser zimên ev hevpeyvîn kiribû.

Laleş Qaso:
Birêz Reşo, demek dirêj e ku di warê pêkanîna du tîpên elfabeya kurmancî
de, li bakurê welêt dubendiyek heye. Li aliyekî PSK û hin rewşenbîrên kurd
bi awayê bêkumik û niqte û li aliyekî jî temamê kurdistaniyên ku bi latînî hîn
bûne bi hawayê kumik û niqte dinivîsînin.
Gelo nivîsandina bi hawayê bêkumik û niqte, di warê li hevdukirina
dengan, avakirina kîtan û hwd. de çewtiyeke rêzimanî bi xwe re tîne yan na?

Reşo Zîlan:
Pirsa elfabeyê ne pirsa rêziman e. Ji ber ku elfabe tiştekî cida ye û rêziman
tiştekî cida ye. Rêziman ew qayide û qanûn in, ku zimanek bi xwe li ser ava
bûye. Heger rêziman ji bo zimanekî ne hatibe nivîsandin, mirov ji aliyê zanista
zimên de lê dinihêre; hin qanûn û qayideyên zimanan hene, wan dide ber xwe
û li gor wan li rêzimana wî zimanî dikole; paşê qayideyên avabûna wî zimanî
derdixîne meydanê. Lê heçî elfabe ye, ew zêdetir nîgar in, resim in ku ji bo
her dengî cida cida hatine danîn û ji deng derbasbûna ser kaxezê ye. Gava tu
dipeyivî, tu dengan bi kar tînî; hin endamên laşê xwe bi kar tînî; paşê deng
derdikevin derve û tu wan dibihîzî. Bi vî awayî ziman dibe navgîn. Lê gava ku
ne bi deng be, tu wan tiştên ku dibêjî birjînî ser kaxezekê, vêca ji te re nîgar
gerek in. Ji bo her dengê ku ji devê te dertê, divê ji bo wan, tu resimekî bibînî
û yek bi yek li ser kaxezê nîşan bidî. Vêca ji ber hindê dixwazim vê pirsê zelal
bikim:
Bi guhartina elfabeyê yan jî çend tîpan rêziman xerab nabe. Rêziman wek
xwe dimîne. Lê elfabe xerab dibe.
– Yanî em dikarin bibêjin ku di guherandina du tîpên elfabeyê de rêziman
xerab nabe?
– Belê xerab nabe. Heta ku tu guhartinê di rêziman bi xwe de nekî, rêziman
wek xwe dimîne. Guhartina elfabeyê tesîrê li ser zimên nake.
– Bi rakirina niqte û kumikê, gelo zimanê kurmancî dikare nêzîkî zimanê tirkî
bibe? Bibexişîne, berî argumentên ku tu yê pêşkêş bikî, ez hêvî dikim ku tu pêşî
erê yan na bibêjî û dû re têkeve vê meselê.
– Heger tu wek “erê yan na” bersivê bixwazî, ez hêvîdar im ku tu gotinê bi
rengekî din şirove nekî.
– Na na, rica dikim, wilo nefikire. Di vê kasetê de tu çi bibêjî ez ê wê
binivîsînim.
– Ez dibêjim erê. Lê ez mecbûr im ku vê yekê hinekî zelal bikim. Heger parekî
miletê kurd ê mezin ne di bin destê tirkan de bûna, li welatekî din, li cihekî
din bindest bûna, min ê bigota na. Vêca ji ber ku parekî me î mezin di bin destê
tirkan de ne, gava ku guhartina tîpekê bê pêşniyar kirin û ew tîp bi xwe di
zimanê tirkî de hebe, ez dibêjim erê dikare bibe sebebê guhartina dengên
kurdî. Ji ber ku her zimanek li gor xwe xwedî dengekî ye. Gava tu bala xwe
nedî van qîmetan, wê çaxê problem mezintir dibe. Heger tu bixwazî grafemeke,
ango nîgareke ku ji bo zimanê tirkî hatiye danîn têxî zimanê kurdî, kurd ku
tirkî dizanin dê wê grafemê bigirin û wek ku di zimanê tirkî de tê bi lêv kirin,
di zimanê xwe de jî bi lêv bikin.
– Belê kurd vê grafemê(u) bi hawayekî û tirk jî bi hawayekî din bi kartînin.
– Ji aliyê bilêvkirinê de piçek şaşî heye. Ji ber ku em wê wek (u)ya tirkî
nabêjin. Ji ber ku di kurmancî de bi hawayekî giştî dengê wek(û)bes di hin
devokan de heye. Lê wekî din ew (u) ye. Wek gava tu dibêjî gund(g-u-n-d),
kurd(k-u-r-d). Lê heçî (u)ya di tirkî de ye, ew ji ya me dirêjtir e, mîna (û)ya
me ye. Wek “uzun”.
Heger tu bala xwe bidî vî cîlê nû, ku bêhtir di bin tesîra tirkî de mane û kurdî
dipeyivin, tu yê bibînî ku bi rastî ev deng hêdî bi hêdî dikevin bin tesîra tirkî.
Mesele bala xwe bide kurdên Entabê, Sêwasê û hwd. di wir de ew deng hêdî
hêdî tê guhartin. Kurdên ku cîla nû ne, nikarin xweşik bibêjin kurd. “Kiirt”
an jî “Kiird” dibêjin. Eva ha jî nimûneyeke gelekî baş e. Naxwe gava ku
zimanekî serdest hebe û zimanekî din bindestê wî zimanî be, mecala xwendin
û nivîsandina wî zimanî tunebe, zimanê serdest dikare tesîra xwe li ser hin
dengên wî zimanê bindest bike. Nimûneyeke din:
Paşgira (istan). Kur d vê paşgira ha tucarîwek (îstan) bi lêv nakin. Yanî kurd
nabêjin Kurdîstan, Gulîstan, Afganîstan û hwd.
-Çawa dibêjin?
– Dibêjin Kurdistan, Gulistan, Afganistan, Bulgaristan û hwd. Wisan e yan
na?
– Wisa ye belê kurdên ku asîmle bûne Kurdîstan, Gulîstan û hwd. dibêjin.
– Birayê min, asîmlasyon ji çi tê? Yek ji nexwendebûna zimên, dudu ji
serdestbûna zimanê tirkî, sisê ji pûtepênedana zimanê xwe tê.
– Mesele yekî wek min ku hîn baş nizane bi swêdî, gava ku yekî kurd
dipeyive ez ji swêdiyekî bêhtir di swêdiya wî de digihêm. Ez vê yekê jî bi deng
ve girêdidim. Yanî dengê wî ê kurdî di têgihiştina min de dibe alîkar.
– Na, ew ji sebebeke din tê. Gava mirov hînî zimanekî din dibe, berî her tiştî
mirov bi zimanê xwe dihizire û paşê wê di mejiyê xwe de werdigerîne zimanê
din û wisan dibêje. Ji ber vê yeka ha tu wek mirovekî kurd gava kurdekî ku
bi swêdî dipeyive, tu jê çêtir fêm dikî. Yanî hizirkirina te û wî yek e. Lê gava
tu wan hizirên xwe ji yekî swêdî re bibêjî û yê swêdî ew fêm ne kir, mana xwe
tu şaş dibêjî.
– Belê dîsa jî bi dengê xwe ê kurdî dibêjim. Ez ê nikaribim (a-b-d) ya swêdî
wek swêdiyekî bibêjim. Di vir de gerek dengekî me î taybetî hebe.
– Belê. Yekî kurd (a)ya xwe li gor xwe û yekî swêdî jî li gor xwe wê dibêje.
Lê gerek tu vê bidî ber çavên xwe: Tu behsa kîjan zimanî dikî? Heger swêdî be,
wê gavê jî divê tu guh bidî yê swêdî, tu rîayetî gotina wî bikî û wek wî bibêjî.
Heger te wek kurdiya xwe got, wê çaxê jî te mala wî zimanî xerab kir. Ne tiştekî
rast e. Gava tu bixwazî zimanekî rast û durust bipeyivî, divê tu ji her alî de
hewl bidî xwe, mirovên ku wî zimanî çawan dipeyivin wek wan bipeyivî.
îcar di bersivê de ji bo kumik û niqtê min gotibû erê, yanî divê kumik û niqte
wek xwe bimînin. Xetereke mezin e ku bên guhartin. Çimkî gava wek ku tirk
dixebitînin ev her du tîp hatin guhartin, çi ji alî kvalîtetê û çi ji alî kvantîtetê
de wê nêzîkî yên tirkî bibin. Û ev yeka ha ji bo zimanê me ne tiştekî rast e.
Argumenta ku tirk (b) dibêjin û (b) dinivîsînin, kurd jî (b) dibêjin û (b)
dinivîsînin ji bo kumik û niqtê derbas nabe.
-Çاima?
– Ji ber ku (b)ya kurdî û (b)ya tirkî ji aliyê fonolojîk de ji hevdu ne ewqasî
cida ne. Xeter tê de tune ku em bibêjin ev deng wê di wextekê de bibe dengê
tirkî yan têkeve bin tesîra tirkî. Lê ferq di navbera (i-î)ya kurdî û ya tirkî de
heye.
– Ew ferq çi ye?
– Ji aliyê qîmetê, kvalîtet û kvantîtetê û kurtbûn û dirêjbûnê de ferq heye.
Tu (î)ya xwe bi şiklekî û tirk (i)ya xwe bi şiklekî din dibêjin û dinivîsînin. غ
(î)ya kurdî ji (i)ya tirkî dirêjtir e.
– Her tiştê me kurdan ji ê xelkê dirêjtir e.
-Na.
– Mesele (a-o) ya me ji (a-o) ya tirkan dirêjtir e.
– Na, divê mirov ji aliyê fonolojîk de lê binihêre bê ka qîmetê wan çiqas e
ne çiqas e. Dibe hin ferqên piçûk hebin.
-Lê dibe ku tesîrek mezin lê neke.
Tiştekî din heye:
Ji aliyê dengê (a-e) de mirov di hin devokên kurdî de dibîne ku ew (a)ya tê
gotin, ne (a)yeke durust duruste. Yanî ne sedî sed (a)ye. Ne sedî sed (e) ye. Bûye
dengekî ku di navbera (a-e)yê de ye.
Bi kurtî dixwazim bibêjim eger (a)ya
kurdî û (a)ya tirkî mîna hev be jî xeter tê de nîne. Ji ber ku guhartinek mezin
nayine meydanê. Lê heçî (i-î) ye, ew guhartineke mezin tîne meydanê. Tiştekî
din:
Tirkan hetanî çend sal berê û heta niha jî, hin tirkên ku dixwazin wê
orjînalîteya zimanê xwe biparêzin, (î)ya dirêj ya îranî û erebî bi hawayê kum
dinivîsin.
– Mesele?
– Mesele gotina “maden” û “madenî” Gelek tirk hene niha jî gava
dinivîsînin bi hawayê kumik “madenî” dinivîsînin. Ji ber ku maden gotineke
ne bi tirkî ye. (I)ya ku tê paşiyê wê dike rengdêr û ew rengdêr bi xwe di zimanê
erebî û farisî de heye.
– Belê îro tirkan ew işaret rakirine û ew tîpa ku bi wî dengî dirêj dihate
xwendin dîsa dirêj dixwînin.
– Belê, ew mirovên ku dixwazin tam û lezeta zimanê xwe bibînin, sedî sed
welê dinivîsînin. Ji rexekî din ve, cîla kevn her bi kumik dinivîse.
– Baş e birêz Reşo, taybetmendiya kumikê ku tê ser hin dengdêran û nayê
ser hin dengdêran çi ye? Gelo ev kumik tiştekî îlmî ye?
-Çima hûn dev diavêjin rehmetiyê C. Bedirxan. Di gelek zimanan de kumik
heye heyran. Çima hûn bi tenê yên kurdî digirin û berê xwe nadin hin zimanên
din yên ewrûpî? Li hin zimanên slavî temaşe bike. Di zimanê romanî, çekî,
portûgalî, spanî, frensî de hin işaret li ser vokalan hene. Çima hûn van
zimanan nadin ber çavên xwe? غ we berê xwe bi tenê daye kurdî û dibêjin;
“Çima li ser tîpên me kumik hene?” Heger di elfabeya latînî de tîpek din
hebûya, ew keys bida me ku me bikaribûya (ê)ya xwe pê nîgar bikira, me yê
ew daniya. Kumik ji ber hindê ye. Rehmetî C. Bedirxan temaşe kiriye ku diva
bû ferqê têxe navbera (e-ê)yê. Heger tu ji aliyê fonembûnê de lê binihêrî, ew ji
hevdu cida ne. Her yek maneyeke xwe dide. Wek nimûne; (em) tiştek e û (êm)
tiştek e. îcar rehmetî fikiriye ku dê çawan bikaribe vê bide xuya kirin. Temaşe
kiriye ku baştirîn tişt ew e, ku nîşanekê bide ser (e)yê. işareta frensî jî
hilnabijêre; a kum hildibijêre. Ew jî ji ber ku di elfabeya transkrîpsiyona
zimanên rojhilatî de kumik, ji bo dirêjkirin û bilindkirina vokalan dihête bi
kar anîn. Pir jî baş fikirîye. Xwedê kiriye ku elfabe wê çaxê hatiye danîn! Heger
îro bihata danîn, gelek kurmancên me dê tiştên weha bi misogerî bidana bin
pêyên xwe. Gava tu dikî tiştekî bikî, gerek e ku tu berî her tiştî li çand, kultur
û tarîxa xwe jî binihêrî. Vî camêrî wisan kiriye. Ji bo vê jî layiqî destmaçîkirinê
ye. îcar sebeba ku kumik daniye ser sê vokalan, ji aliyê kvantîtet û kvalîtetê
de ji bo ku ji yên din cida bike.
– Belê ez dixwazim dîsa vegerim ser (i-î). Wek ku tirk bi van her du tîpan
dinivîsînin, em jî binivîsînin çima nabe?
– Ma ne min di serî de jî gotibû. Heger para bêhtir a miletê kurd ne di bin destê
tirkan de bûya, min ew talûke ne didît. Lê ji ber ku em di bin destê wan de ne,
dê ew deng bi rêya tirkî qîmeta xwe ya orjînal winda bike. غ di gelek tiştan
de jî wê çaxê mane dibe ku bê guhartin. Paşê çima, yanî îllahî em mecbûr in
elfabeya xwe nêzîkî ya tirkan bikin! Çima ma em mecbûr in ku em her tiştên
xwe bikin wek yên tirkan. Çima wextê ku ez bi kurdî dinivîsînim îllahî bi tirkî
bifikirim û bi kurdî binivîsînim!
Birayê min, wisan nabe! Divê em kurd bigihên qenaetekê: Yan em ê wek kurd bimînin, yan em ê bibin tirk û yan jî em ê bibin tirkekurd. Çi ye! Tu dibî tirk, dev ji kurdîniya xwe berdidî, wek gelek kesan, tu dibî tirkekî zelal û paqij. Wê çaxê jî ser seran û ser çavan. غ
ez ê dîsan jî hirmeta te bigirim. Yan tu dimînî kurd û hebûna miletê xwe
diparêzî, ziman û kultura wî diparêzî, eva ji bo te serbilindî, şeref û fexr e. Lê
tu çima rêyek din derdixî ber xwe, tu dibî tirkekurd û di nav kurdîtî û tirkîtiyê
de diçî û têyî! Çima tu ê temaşeyî elfabeya tirkî bikî û elfabeya xwe jî bikî wek
ya wan! Gava ku miletek di bin destê miletekî din de be, divê hewl bide ku bi
her tiştî xwe ji wî miletê serdest cida bike. Divê rabûn û rûniştina xwe, ziman,
çand û kultura xwe biparêze. Baş e, gava tu wan neparêzî, sibehê ez ê çawan
bikaribim ji te re bibêjim ku ka çi tiştê kurdan ji yên tirkan bi ferq e!
– Belê ezbenî C. Bedirxan bixwe dixwest ku elfabeya xwe nêzîkî a tirkan
bike.
– Di destpêkê de wî camêrî hizir kir ku elfabeya xwe li gor elfabeya zimanên
Ewrûpî çêbike. غ wisan çêkir. Paşê mecbûr bû ku biguhirîne. Ji ber ku di sala
1928an de tirkan dev ji elfabeya erebî berdan û bi ya latînî nivîsandin. Vêca
dît ku piraniya miletê wî di bin destê tirkan de ye; heger weha be, elfabeya wî
dê li Tirkiyê bibe tiştekî pir xerîb. غ ev dibe ku bibe sebebê ku kurd bi hêsanî
nikaribin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Ji ber vê yekê dev ji (ş)ya ku bi
du konsonantan dinivîsî berda. Herweha dev ji (ç)ya ku bi du konsonantan
dinivîsî jî berda û hwd. Ew grafemên ku tirkan ji bo (ş)ya xwe danîbûn, wî
jî qebûl kir. Ji ber ku qîmetek ne diguhart. Herweha (ç) jî.
– Belê wek fonem (ç) û (ş)ya me jî ne wek a tirkan bû ma ne ji xwe.
– Belê, dît ku ferqeke mezin nake, welê danî. Lê pir tiştên din parastin. غ
(î) û (i) parastin. Kesên ku behsa rehmetî Mîr Celadet dikin û dibêjin;”ev her
du tîp di xwandin û nivîsandinê de tevliheviyê derdixînin. Heger ew sax bûya,
dê sedî sed ew biguhartana û bikirina wek yên tirkî …” ji bîr dikin ku Mîr
Celadet di sala 1951ê de û Mîr Kamûran Bedirxan jî di sala 1978an de çûn
rehmetê. Van her du camêran jî pêşketina zimanê tirkî bi dirêjahiya jîna xwe
de didîtin. Herweha herduyan baş bi tirkî jî dizanîbûn. Wan bi xwe çima
guhartineke wilo li gor dilê hin began ne kirin? Yanî (i-î)ya kurdî ne kirin wek
yên tirkan. Gerek mirov li ser bersiva vê pirsê raweste!
– Gelo ne ji ber meseleyeke teknîkî bû ku wan camêran (i-î)ya xwe ne kirin
wek a tirkan?
– Na na, mesela teknîkê ne rast e. Di wan deman de Sûrî di bin destê
Fransayê de bû. Fransiyan li Şamê çapxane vekiribûn. Di wê çapxanyê de
mekineyên ku jê re dibêjin entertayp (makîneyên ku gule dihelîne û pê tîpan
dinivîse) hebûn. Di wan entertaypan de (ç, 1) hebûn. Yên din jî hebûn. Heger
bixwestana dikarîbûn ev her du tîp (i-î) bi awayê ku tirk dinivîsînin
binivîsandana. Belê nenivîsandin. Ne meseleyeke teknîkî bû. غ heçî pirsa din
e, ku nizanim dê filan tîp di navbera filan û filan tîpan de winda bibe, xuya
neke û hwd… Hema bi kurtî, cihê pêkenînê ye.
– Belê C. Bedirxan di vir de dibêje ku;”… No, ji ber ko (i) bê niqte di nav
herfên (u-n-m) û di pêş û paşê hin herfan de tevlî wan dibe û ji wan derxistina
wê dikeve dijwariyê. “
– Ev tişt di destpêka salên 1930خ de hatine gotin û nivîsîn. Wê çaxê zanista
zimên ne wek îro pêşdeçûyî bû. Gelek tişt hatin guhartin. Hingê zanîna
insanan di derheqa zimannasiyê de ne wek îro kûr bû. îcar rehmetî jî wê çaxê
wisan dîtiye, wisan hizir kiriye û nivîsiye. Nayê wê manê ku eva ha sedî sed
tiştekî zanistî û rast e. Gava mirov temaşeyî hin zimanên din dike, dibîne ku
eynî ew tişt, di wan zimanan din de jî hene. غ yên wan tucarî di navbera du
konsonantan de winda nebûne. Heger rehmetî gotibe jî, dîsa bi hirmeteke
mezin û bêsînor xwe dixim bin pêyên wî, lê ez vî tiştî tiştekî zanistî û rast
nabînim. Eva ha ne argumentekî ilmî, rast û durust e. Heger wisan ba, wê çaxê
jî diviya bû gelek miletan di elfabeya xwe de guharîn bikirana. Yanî divê em
dev j i tirke-kurdiyê berdin, yan bibin xwemalî yan jî bibin dereke ango biyanî.
Ji van herduyan divê em yekê ji xwe re hilbijêrin. Dev ji polemîkan, ku
nexweşiyeke bêdawûderman e, berdin. غ bi baweriya min divê mirov li hin
nimûneyên din jî temaşe bike û wan ji xwe re bike nimûneyeke baş.
-Mesele?
– Mesele zimanê katelanî. Gelo tu dizanî bê ev feqîrên katelanî çendî hewl
didin da ku zimanê xwe ji zimanê spanî biparêzin! Yanî niha gava em kurd
zimanê xwe ji zimanê tirkan biparêzin, navê me dibe şovenîst û nîjatperest!
Lê gava ku yekî wek nimûne katelanî vê yeka ha bike, em pesnên wan vedidin
û jê re li çepikan dixin! Bala xwe bidêyê, bingeha zimanê sirbî û xirwatî yek
e. Ji bo xatirê Xwedê, ka îro ferqa di navbera van her du zimanan de çi ye!
Ji te dipirsim?
– Ez nizanim.
– Di navbera wan de ferqeke wek kurmanciya Ruha û Diyarbekirê heye.
Dibe ku hîn jî piçûktir be, wek a Ruha û Siwêrekê be. Lê îro her du alî jî vê
ferqa ha, perçeyek ji zanava ango huwiyeta xwe ya neteweyî dibîne. Bila ev
ji me re bibe nimûne. Ez pir bi xurtî li dij nîjatperestiyê me. غ herwisan ez hej
xelkê van dewletan jî dikim. Naxwazim ku kesek binê van gotinên min
bikole. Lê ez dibêjim madem ku em ê kurd bimînin, tiştên me ên xweş hene
divê em biparêzin. Hema eva ha jî (bilindek) yek ji wan tiştan e.
– Yanî tu dibêjî ji C. Bedirxan ev tiştji me re maye, û ji bo kurdan bûye wek
tiştekî milî gerek em pê nelîzin?
– Ezbenî milîbûn, helbet camêr ji serî heta binî milî difikirî. Bi bahweriya min
wî pir bi xurtî pêyên xwe danîne erdê; di hin tiştan de israr kiriye û ne xwestiye
ku kurdî wisan bibe tirkekurdî. Bala xwe bidêyê, heger wî gotin çêkiribin jî, pir
hindik tirkî fikir kiriye. Camêr bi tirkî baş dizanîbû. Çima bi tirkî fikir ne
kiriye û gotinên kurdî li gor wê çênekirine. Bi zimanê hindo-ewropî fikir kiriye
û paşê gotin çêkirine. Ji bo ku zimanê wî birîndar nebe, gotin li gor qalibên
zimanê xwe danîne.
Ez li vir dixwazim ji te re bîranîneke xwe vegêrim.
Sala 1972an bû, hinga ez li bajarê Berlînê bûm. Rehmetî Mîr Kamûran
Bedirxan hate vî bajarî. Ez çûm balefirgehê pêrgîniya wî, min ew anî û li
mêvanxaneyekê bi cîh kir. Di delîveyekê de me li ser vê meseleyê jî sohbet kir.
Lê berî her tiştî dixwazim bibêjim ku di wê demê de zanîna min a zimên li gor
îro tiştekî din bû. Min ji rehmetî pirsî; “Ez benî berî niha bi çend salan li
Tirkiyê hin tişt bi kurdî derketin.” Bi kurtî, min gramera rehmetî Kemal
Badilî, elfabeya mamoste M. E. Bozaslan û pirtûka rehmetî Dr. Şivan wek
nimûne ji Mîr Kamûran re behs kir. Di bersiva xwe de wî weha got:
“Birazî, ev ne tiştekî rast e. Min û birayê xwe me bi salan li ser van pirsan
kar kiriye. Ez û xanima xwe pêkve, em 15, 16 zimanan dizanin. Gava em li
ser pirseke kurdî dixebitin, em bala xwe didin van zimanên din jî. Li gor
serbêjinga îro, em dikarin bibêjin ku ji me çêtir mirov nînin ku bikaribin li vê
pirsê hûr bibin. Ez vê wek şaşiyekê mezin dibînim! Ew guhartin, ew şiklên
nivîsînê, ew elfabeyên ku hatine danîn, ez tiştekî rast nabînim. Çima em ê
elfabeya xwe bikin wek ya tirkan?”
Vêca tiştên weha helbet, gotin bi gotin, pir zehmet e ku bête bîra mirovî.
Lê ez dikarim sedî sed te piştrast bikim ku weha hate gotin. Gotinên rehmetî
ji min re gelekî hêja bûn. Maneya wê ji bo min pir girîng bû!
– Yanî tu dibêjî Kamûran Bedirxan li dij rakirina kumikê bû?
– Belê. Wî dixwast ku hin taybetmendiyên miletê me jî hebin.
– Birêz Reşo wek tê zanîn, vekîta her zimanî li ser bingehekî ilmî ava dibe.
Belê ji ber ku elfabe ji xemla dengan pêktê, aliyê wê ên estetîk û pedagojîk
girîng e! Tu li aliyekî hem hîç amanê nadî guherandina tîpeke elfabeya C.
Bedirxan, li dij guherandina (i,î) ya kurdî di kovara Bergeh hejmara 8an
rûpelê 81 ê de dibêjî:
“Heta ku pirsa Kurdistanê ya siyasî nehête çareser kirin, neteweyê Kurd
nebe xwedî dewleteke serbixwe û gişt Kurdan di bin alaya xwe de kom neke,
realîzebûna vê mebestê pir dijwar e. Di vê pirsê de, pirsgirêkek ne bi tenê
nîgarkirina foneman e. Lê pirsgirêka herî aloz, helbijartin û li ser biryar
dayîna elfabeyekê ye. Ango latînîyan erebî? Rewşa siyasîya ku îro neteweyê
Kurd tê de ye, jê re rewa tête dîtin, sê elfabeyên cihê cihê li wî mecbûr kirine;
erebî, latînî û kîrîlîkî. Kurt û kurmancî; guhartina wê bi ser darê mala xwe
bûna neteweyê Kurd ve girêdayî ye. “
غ li aliyê din jî tu bi xwe li gor rêbaz û destûrên gramera C. Bedirxan
nameşî. Di vî warî de tu hin pêşniyaran tînî û digel Enstîtuya Kurdî ya Parîsê
van pêşneyaran pêk tînî. Tu di derbarê zimên de di kovara Bergeh hejmara 4,
5 û 6an de “Reformek pêwîste” dibêjî û tu reformê dikî. Mesele tu di derbarê
hin lêkerên du perçe, di derbarê neyinî, di derbarê parkîtan, di derbarê
dengdaran, di derbarê bêjeyên ku di kurdî de homograf in, di derbarê çi
navdêr çi regndêr gir û hûrek nivîsandina navên netewî û hwd. de wek C.
Bedirxan nafikirî û nanivîsînî. Bi dîtina min guherandinên ku di bendên jorîn
de hatine kirin, hilweşandina gramera C. Bedirxan bi xwe ye.
Di rewşek wilo zîz û dijwar de, çendî ilmî dibe bila bibe, guherandina vekîta
C. Bedirxan gelo wê wek çi fêdê bide me? غ ji bîr neke ku te bi xwe,
guherandineke wilo ancax bi otorîteya miletê kurd a siyasî dikare bibe, niv
îsiye. Tu çima gramera C. Bedirxan diguherînî?
– Berî her tiştî dixwazim vê pirsa siyasî piçekî zelal bikim.
Bi bahweriya min çawan ku pirsa kurdî pirseke siyasî ye û çareserkirina pirsa
kurdî jî bi siyasetê ve girêdayî ye. Ez mesela zimanê kurdî jî di eynî çarçoveyê
de dibînim. Pirsa kurdî pirseke siyasî ye û helek siyasî jê re divê. Yanî kurd
bibin xwedî dewlet. Bi çi şiklî dibe bila bibe, otonom dibe, federatîf dibe,
konfederatîf dibe xem nake. Yanî kurd bikaribin xwe bi xwe îdare bikin û
otorîteyeke xwe a merkezî çebikin. Vêca em ê hemû silavê li wê otorîteyê bikin
û têkevin bin emrê wê. Ew otorîte bila meseleya zimên hal bike. Wek ku tê
gotin;”Bê lam û cîm” hertişt di bin emrê otorîteyê de bê kirin. îcar gava ku
otorîteyek wisan çêbû, ez bahwer dikim ku ew otorîte dê ji mirovên zimannas
grûbekê pêk bîne û bibêje; Kerem bikin, hûn li ser elfabeyê biryarê bidin. Bi
elfabeya çînî hûn dixwazin? Baş e ser çavan. Elfabeya çînî li welatê me dibe
elfabeyeke mecbûrî, herkes pê dinivîsîne. غ paşê jî pirsgirêkên din ku bi zimên
ve girêdayî ne. Çi aliyê gramerî çi aliyê vokabîlerî û gencîna peyvan ve be û
hwd. ew grûb dê biryarê bide.
– Yanî tu dibêjî di roja îro de guherandina elfabê û çareserkirina temamê
pirsgirêkên zimên bi otorîte siyasî ve girêdayî ye?
– Belê.
– Baş e tu çima vê guherandinê dikî?
– Bi hawayê ku rehmetî Mîr C. Bedirxan nivîsîbû, demeke dûr û dirêj ewqas
tişt derneketin. Lê piştî salên 70yî nivîsên kurdî piçekî bêhtir bûn. Ji aliyekî din
ve li Sovyeta berê, li hin deran, di hin dibistanan de zimanê kurdî dihate
xwandin. Niha xweş nayê bîra min, lê ez bahwer dikim ku dê di sala 1936an
de be, li Rewanê kongreyeke kurdnasan pêk hat. Di wê kongreyê de biryara
ku dê devoka Rewanê bibe devoka edebîya kurdan hat wergirtin. Bi bahweriya
min ew biryareke pir çewt bû. Ji ber ku rehên wê biryarê ne digiha dîroka
miletê me. Devoka Cizîra Botan bingehek bû ji bo kurmanciya me. Diviya bû
wê kongreyê jî ew devok berdewam bikira. Belê ne kirin.
Vêca di wê reforma ku tu dibêjî de min behs kiriye. Min ew reform ne ji ber
ku min xwe zana didît, ji ber hin pêwistiyan, tevlihevî pirtir nebin pêşniyar
kiribû. A din; divê em ji bîr nekin, gava ku hin bingehên nivîsînê hatibûn
danîn, sal salên 30î bûn. Di wan çaxan de zanista zimên tiştekî din bû. Tiştên
ku rehmetî Bedirxan pêşniyar kiribûn, dibe ku diwan çaxan de tiştine maqûl
bin. Lê bi wext re me dît ku hin tişt hin probleman derdixînin. Mesele tiştin
jê bi temamî li dij zanista zimên in. Wek nimûne; dubarekirina dengdaran.
(Serast-serrast). Gava em vê gotinê analîz dikin, em dibînin ku gotina serrast
ji du gotinan pêk hatiye. Yanî (ser-rast). îcar gava ku mirov van her du gotinan
li hev siwar dike, li gor zanista zimên nabe ku yek ji van gotinan tiştekî xwe
winda bike. Çimkî mane tê guhartin. Gava min (serast) xwand, (se) di
kurmancî de yanî kûçik/kûtî, rast jî, li vir ango durust. Lê kurmanc nabêjin
(serast), (serrast) dibêjin. îcar tiştê ku rehmetî Mîr C. Bedirxan gotiye tiştekî
din e:
Şede, yanî şidandina tîpên di gotinekê de. Şede di zaravayê kurmancî de
tune. Rast e, tune. Ev ji bo zimanê erebî ye. Di erebî de mm, nn, 11, ss û hwd.
tên ba hev. Gava ku kurd van dibêjin wek ereban naşidînin. Şidandin di
zimanê erebî de taybetmendiyek e. Di zimên de tu mecbûrî rehên gotinê
biparêzî. Heger tu gotinê wek heyî neparêzî, ji aliyê zimannasiyê de tu ê têkevî
şaşiyeke mezin! Ji aliyê analîzê de tiştekî pûç derdikeve. Min ev gotiye.
Rehmetiyê Bedirxan di vî warî de şaşî kirine. Eynî tişt ji bo parkîta (xurtxurtir)
daye. (-Tir) pirtikeke ji bo danberheviyê ye. Dîsa heger ji gotinê fonemek
biçe, gotin bê qîmet dibe. (Xurtir) nabe. Ji ber ku (xurt) û (ir) nîne. Ya rast ev
e, (xurttir).
Ku em bên ser pirsa neyîniyê:
Di vî warî de mantiqek, konsekvensek, di nivîsara rehmetî C. Bedirxan de
nîne. Li ku derê bi hev re, li ku derê ne bi hev re nîne. Di nivîsandinê de ji bo
hin deman ango tempûsan cida cida dinivîsîne. Lê ji bo hin deman jî bi hev
re dinivîsîne. Ev ne tiştekî mantiqî ye. Divê em nivîsandinê zelaltir bikin ku
mantiqek tê de hebe. Yan bi hev re, yan ne bi hev re. Ez bi vê yekê re me. Di
ya rehmetî Bedirxanan de kêmasiyeke mezin heye; mantiq nîne. Di fêrkirinê
de pir zehmetiyê derdixîne. Mirovên ku nû dest bi xwandin û nivîsandinê
dikin dibêjin; “Ev gotin li vir çima bi hev re ye û li vir çima ne bi hev re ye?”
Bi rastî min tu bersiv nîne.
– Mesele?
– Mesela (ez nakim) bi hev re ye û (ez ne hatim ) ne bi hev re ye û hwd, her
du jî formên neyîniyê ango negasyonê ne, lê demên cida cida.
-îzaheta vê liba C. Bedirxanheye. Diformê erînî ên lêkeran de gava pêşgira
(di-bi) hebe, pêşgira negasyonê (ni-ne-na) cihê wan digire. Nimûne:
Ez nakim – ez dikim, ez nizanim – ez dizanim, ez ê bixwim – ez ê nexwim
û hwd. Icar lêkerên erînî ên ku ne li gor qayideyên jorî nin negasyona wan cihê
tê nivîsandin. Nimûne:
Ez hatim – ez ne hatim, min dît – min ne dît, ez çûm – ez ne çûm û hwd.
– Belê ev hemû jî (n-ni-ne-na-) ji rehekê diçin. Ji (ne)yê diçin. Ji bo vê yekê
ferq di navbera (ne – na) de nîne. Her du jî ji bo neyinîkirinê ne.
– Wilo ye ne wilo ye ew tiştekî din e, belê di vî warî de li ba C. Bedirxan
mantiqek heye. غ a din jî problema min ne ev e. Ez tiştekî din dixwazim. Di
meseleya nivîsandinê de qaos heye. Di vî warî de C. Bedirxan hin qûral danîne
û em li gor qûralên wî nameşin. Ez wek yekîji redaksiyonê nikarim bi nivîsa
tu kesî bilîzim. Qaşo ez jî redaksiyonim. C. Bedirxan di nav kurdan de wek
otorîte hatiye qebûl kirin. Hinekî jî divê ku mirov ji aliyê siyasî û civakî de li
meseleyê binere. Di reformên ku tepêşkêş kirine ez jî bi te re. Belê ezbenî kurd
ne hazirên van reforman e. Gelo çend kurd wek otorîte te qebûl dikin?Ji destê
vê tevliheviyê moralê xwendin û nivîsandin û xwepêşxistina zimên bi min re
nemaye. Ez nema dizanim binivîsînim. Nivîsên min yek yekê nagire. Kekê min,
ji bo selameta zimanê xwe divê em li C. Bedirxan vegerin.
– Ezbenî berî her tiştî divê ez tiştekî bibêjim. Dibe ku dilê gelek kesan pê
biêşe. Ez dibînim, ew mirovên me yên ku bi kurdî dinivîsînin di gelekan de
bingeha xwandin û nivîsandina kurdî nîne. Mirovê ku mektûbekê dinivîsîne
mixabin dibe nivîskar. Vêca mirovên weha, wek te jî got, tiştekî şaş dinivîsînin
û dibêjin,” Dest medin nivîsa min!” Bi ser de jî xwe zimanzan û kurdîzan
dibînin. Bi rastî alozî û tevliheviyeke mezin heye!
– Mesele di tewanga jimarnavan de yek 90-an, yek 901, yek 90’î, yek 90-
î û hwd. dinivîsîne. غ C. Bedirxan jî îzaheta ku em ê bi vî awayî, (90î)
binivîsînin kiriye. Gava tu ji wan re dibêji,”Tu çima wilo dinivîsînî?” Ew ji
dibêje, “Tercîha min ev e!” Kuro tercîha te çawa ev e! Ma tu reyisê vî zimanî
yî?…
– Wek C. Bedirxan rast e. Tewanga 90î nêr e. غ divê pêve bê nivîsandin.
Nabe ku tewang jê cida be yan jî ew bi apastrofê yan bi tiştekî din bête
veqetandin.
Tiştekî din dixwazim bibêjim. Ez rexneya te ser serê xwe û ser çavên xwe
qebûl dikim. Berî ku min ew nivîsara bi navê “Reformek pêwîst e” nivîsand,
ez pir li ser fikirîm. Min li dor sê, çar mehan hizir kir ku gelo ez binivîsînim
yan nenivîsînim? Lê belê min ji bo xwe wek mecbûriyetekê dît, ku ez
binivîsînim. Dîtina min ew bû. Divê ew bend li ber me nebin ku em nikaribin
dîtinên xwe bibêjin, awirên xwe bidin diyar kirin. Lê mixabin berî ku ez wan
tiştan binivîsînim, kovar û rojnameyên kurdan bi awayê ku hîç eleqeya wan
bi rehmetî Celadet Beg re tune be, dinivîsandin. Tu dixwazî ez nimûneyekê
bidim te?
-Na.
– îcar gava ku şaş hate nivîsandin, ez mecbûriyeta ku rexneyê lê bigirim di
xwe de dibînim.
– Ez dixwazim vê gotinê ji devê te bibihîzim: Şêst û pênc sal e ku elfabe û
gramera C. Bedirxan, çewt rast, di nav kurdan de hatiye qebûl kirin. Em divê
li gor destûrên wî bimeşin. Tu çi dibêî?
– Ezbenî min di gramera wî de guhartin ne kiriye. Heger hûn nivîsarên min
welê şirove bikin, hinga hûn bêbextiyeke mezin li min dikin. Bi a min ji
gramera rehmetî C. Bedirxan baştirîn gramer nîne. غ ez dikarim pir bi rehetî
bibêjim, dê kêm camêr derkevin ku bikaribin ji wê çêtir gramerekê binivîsînin.
– Belê tu bi xwe li gor gramera wî nanivîsînî.
– Gramer tiştek e û rastnivîsîn tiştekî din e.
– Na. Rastnivîsîn beşekî gramerê ye. Bi hev girêdayî ne.
– Bi hev girêdayîbûn ne rast e, du tiştên cida cida ne.
– Baş e ji aliyê rastnivîsînê de tu çima wek C. Bedirxan nanivîsînî?
– Di rastnivîsînê de kêmasiyên rehmetî C. Bedirxan hene. Gava berê min
got ku, di hin tiştan de mantiq nîne. Rehmetî giranî nedaye ser rastnivîsînê.
Wî bêhtir giranî daye ser gramerê. Ji bo wê jî pêwîstî bi kemilandina
rastnivîsînê heye.
– Bêguman ziman karekî akademîk e, helbet emê pê dakevin. Belê bêku em
ji rastnivîsîna C. Bedirxan dûr bikevin. Rastnivîsîn di vê rewşa îro de bûye
pîvanek girîng. غ ev pîvan li ba C. Bedirxan heye.
– Rehmetî C. Bedirxan ji bo gramerê qayide danîne lê ji bo rastnivîsînê
qayide û qanûn danenîne.
– Danîne.
– Na, dananîne. Dibe ku li gor te welê be. Axirê rê bide min da ez tiştekî din
jî bibêjim, yan na, dê kêmasî hebe. Ez gava ku li vê pirsê temaşe dikim, ez
dinihêrim bê ka ji aliyê zanistî ve û ji aliyê pedagojîk ve çawan e. Bê ka
zaravayên din bi çi awayî ne. Yanî zaravayê xwe çawan xistine rastnivîsînê.
Ez dibînim hin tiştên ku di şerha rehmetî C. Bedirxan de hene, tiştine ne rast
in…
– Ezbenî kaset diqede û me dawî li gotina xwe nanî.
– Dibe ku piştî bîst salên din yan jî sed salên din eva min rast derkeve. Di
zimên de nabe perçeyên ku digihên hev, ango morfem, ji xwe fonemekê winda
bikin…
– Baş e gava di vî warî de semîner li darkevin tiştekî çawa ye?
– Baş e, lê me çend zimannas hene?
– Ezê jî dîsa bibêjim tevliheviyek mezin heye. Bi çi hawayî dibe bila bibe divê
ev tevlihevî rabe. Pîvanek lazim e. غ ev pîvan jî li ba C. Bedirxan heye. Em
ê wek wî binivîsînin ka heta bê çawa dibe.
– Ser seran ser çavan. Bila em ê hemû wek wî binivîsînin. Belê birayê min
vê jî nakin. Xwezî bikirana. Tiştekî zêde min ne gotiye. Tev de du, sê tişt in.
Bila bê minaqeşe kirin. Tu dikarî pir bi rehetî ji min re bibêjî ma tu kî yî! Ez
pir razîme ku herkes ji (a)yê heta (z)yê wek wî binivîsîne û wek wî bibêje. Bila
tu kes nebêje “bi Xwedê li ba me weha nayê gotin.” Em ê, herkes, wek wî
bibêjin û binivîsînin. Mezinahiya C. Bedirxan yek jê di vir de bû: Gava ku wî
gramer nivîsand sedî sed neda ser rêya botiyan. Çima? Ji te dipirsim?
– Kurdistanî difikirî.
– Helbet! Mezinayî di vir de ye. Di gel ku devoka Cizîra Botan bingeha
klasîkên me bû, wî dît ku hin tiştên botiyan ji bo gramereke giştî giran e û li
gor botiyan ne çû. Wî dît ku gotina; “Min pere hebe” ji gotina”Min pere
hebîtin” xweştir û kurtir e. Wisan qebûl kir û danî. îcar kî ji me camêran
dikare vê camêriyê bike û dev ji devoka xwe berde! Ez ji te dipirsim kî dikare?
– Pêşî tu giraniya xwe deyne. Yanî ji me re bibe mînak.
– Evên ku kitêb nivîsandine, ez rica dikim ku gotina min bi şiklekî çewt neyê
fêmhkirin. Gava ez rûpelekî ji kitêba wan dixwînim, ez tê digihêm bê ji ku derê
ye, ji kîjan heremê ye, ronakbîriya bi çi zimanî ye. Çima, ji ber ku bi israr e.
Bi tenê li gor zimanê hewş û mala xwe diçe. Lê mirov zimên ne ji bo bi tenê
hewş û mala xwe, lê belê ji bo miletekî dinivîsîne. Divê berî her tiştî em ji vê
çarçoveya teng derkevin û bi kurdistanî hem lê binihêrin û hem jî binivîsîn.
Ji aliyê gramerî de pirsên me yên pir mezin hene! Di radyo û televîzyon,
rojname, kovar û hwd. de gramerê rezîl dikin. îcar gava ji wan re; “Heyran
hûn çima wilo dikin?” tê gotin, “Em li gor C. Bedirxan dikin!” dibêjin.
– Tu dixwazî ji wan re çi bibêjî?
– Ez hêvî dikim ku ew berî her tiştî Hawarê, Ronahî, Roja Nû, Stêr, Memê
Alan û hwd. bixwînin. Hem jî çend caran. Gramera kurdiya kurmancî
bixwînin, hînî qayide û qanûnên zimanê xwe bibin… Bi xwandina van
berhemên ha ez bawer dikim ku dê ew kurdiya xwe serrast bikin.
– Birêz Reşo, li himber asîmlasyonê tu dixwazî çi bibêjî?
– Bi rastî li perçê welatê me yê herî mezin, kurdî di bin talûkeyeke mezin de
ye! Asîmlasyoneke pir xurt û dualî heye! Ji aliyekî de dewlet bi awayekî
sîstematîk û ji aliyekî de jî kurd bi xwe xwe asîmle dikin. Ev zimanê me yê delal
pir bi xurtî dihele! Ew dayik û jinên me yên ku em bi kurdiya wan serbilind
dibûn, niha zimanê wan yan têk çûye, yan jî têk diçe! Her kurd li hember vê
asîmlasyonê gerek li ser pêya raweste Her kurd berê divê zimanê xwe baş hîn
bibe…
– Birêz Reşo, ji bo vê hevpeyvînê careke din sipas dikim. Dibe ku min hinekî
tu aciz kiribe, bibexişîne.
– Ez jî sipas dikim. Bawer bike ez bi vê hevpeyvînê kêfxweş bûm 

 

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *