Giringîya Teoriya Ehmedê Xanî di Mem û Zînê da

Siddik BOZARSLAN

Aladar û Pêşrewê Doza Azadîyê 

”Welatê me Kurdistan, yekemîn car di 17yê gulana 1639an da bi Peymana Qesra Şîrîn bûye du parçe. Parçeya mezin ketîye bin hukmê Dewleta Osmanî û parçeya biçûk jî bûye para Dewleta Sefewî (Îran). Balkêş e ku her du dewlet jî musulman bûn, kurd jî musulman bûn û fikra dînî fermanrewa bû. Yanî di navbera wan her du dewletan û kurdan da yekîtîya dînî hebû.  Lê belê Ehmedê Xanî yê gewre ew yekîtîya dînî, yanî musulmanîya kurdan û her du  dewletên serdest, wek semedek jibo bindestîya gelê xwe qebûl nekir; digel ku yekîtîya dînî  hebû jî, wî jibo gelê kurd azadî û rizgarî ji binê destê wan dewletan xwest û daxwaz kir ku kurd jî wek wan bibin xwedîyê dewleteka serbixwe.

”Ehmedê Xanî, ne tenê nivîskar û hozan û zanyar bû; lê belê di eynê demê da bîrewerekî rewşbîn û dûrbîn bû jî. Wî wek mirovekî bîrewer, bala xwe da rewşa Kurd û Kurdistanê; dît ku welêt meydana hespên her du dewletên (Osmanî û Îran) zordest e, gel jî di binê nîrên wan dewletan da dîl û bindest e. Wek bîrewerekî welatevîn û neteweevîn, ew rewş qebûl nekir; li dijê wê rewşê û wê bindestîya gelê Kurd derket; xwest ku rîya azadîyê nîşanê gelê Kurd bide; hêz da xwe ku bala gelê Kurd bikişîne ser wê rewşê û fikra neteweevînîyê di nava gel da belav bike.

Eşkera ye ku gelekî bindest, berî her tiştî divê ku bîr bi şexsîyet û pênasîya (huwîyet- kimlik- nasname) xwe ya neteweyî bibe, bawerîya xwe bi hebûn û heqê xwe bîne, jibo desxistina heqê xwe jî ji têkoşînê ra amade be.

Xanî, ev rastî dît û zanî ku bê hişyarkirin û serwextkirina gel azadî bi dest nakeve û mirov nikare bigîje rizgarîyê. Hişyarkirin û serwextkirina gel jî divîya ku bi zimanê gel bûya, bi Kurdî bûya. Di wê dewrê da û di binê wan mercan da, nivîsîna bi Kurdî bi serê xwe bûyereka neteweyî bû. Wek ku tê zanîn, di wê dewrê da hozan û nivîskarên Kurd eserên xwe bi Erebî yan bi Farisî yan bi Tirkîya Osmanî dinivîsîn. Ji ber ku Erebî zimanê dînî bû, Farisî û Tirkîya Osmanî jî zimanên her du dewletên fermanrewa (hakim, egemen) bûn, rûmet tenê ji wan zimanan ra hebû; ew awa bûbû adet, bûbû tore.

Bi wî awayî, ji zimanê Kurdî ra çu rûmet nedihat dayîn. Kesê ku bi zimanê Kurdî binivîsîya, derdiket derê wê toreyê û di nava xwedî û parêzdar û hevalbendên wê toreyê da cî nedigirt; bi peyveka dî, di binê baskên wan her du dewletan da cî jê ra tunebû. Jibo avêtina gaveka wisa jî bawerîyeka xurt û cesareteka temam pêwist bû. Ew bawerî û cesaret jî di dilê kêm kesan da hebû. Aha Ehmedê Xanî, yek ji wan kêm kesan bû, yek ji wan mêrxas û bawerdaran bû ku li dijê wan mercan û wê toreyê rabû, li dijê wê rewşa dijwar derket; hem alaya azadîxwazîya Kurd û Kurdistanê, hem jî alaya zimanê Kurdî bilind kir û bi Kurdî deng li gelê xwe kir.

Gerçî berî Xanî jî hin hozanên Kurd ên qedirbilind ên wek Melayê Cizîrî (1407- 1481), Feqîyê Teyran (1307- 1375 ) û Elîyê Herîrî (400 Hicrî, 1009, 1010- 1078 – Mîladî)  helbestên xwe bi zimanê Kurdî nivîsîbûn û bi wî awayî rûmet dabûn zimanê xwe yê neteweyî; lê belê Xanî di nuqteyeka gelek giring da ji wan hozanên gewre qetîya; ew nuqte, fikra zadîya gelê Kurd û rizgarîya Kurdistanê bû.

Xanî qîma xwe tenê bi nivîsîna bi zimanê Kurdî nanî. Wî xwest ku bi zimanê Kurdî alaya doza azadîxwazî û rizgarîxwazîya Kurd û Kurdistanê bilind bike û wê rê nîşanê gelê Kurd bide. Bi wê fikrê û bi wê amancê, xwest dastaneka neteweyî ji gelê Kurd ra biafirîne û di wê dastanê da salixê dewleteka Kurd a serbixwe, salixê neteweyekî Kurd ê azad, salixê Kurdistaneka rizgar bide.

Aha ew dastana gewre ”Mem û Zîn” e ku di dilê her Kurdek da cî girtîye û bi derbasbûna zeman bûye dastana neteweyî ya neteweyê Kurd…” (M. E. Bozarslan, Mem û Zîn, r. 22-23)

”Em pê dizanin ku di çarçoveya modern da fikra welatevînî û neteweevînîyê bi Şorişa Fransiz ra hatîye cîhanê ku ew di 1789an da qewimîye. Bi peyveka dî ew nêzîkî sed salî piştê nivîsîna ”Mem û Zîn”ê teqîyaye. Hingê mezinayîya Ehmedê Xanî bi awayekî zelaltir derdikeve meydanê û tê ber çavên mirov. Loma em bi hêsanî dikarin bêjin ku bavê fikra Kurdevînîyê û neteweevînîya kurd Ehmedê Xanî ye. ”Li pêşberê xatira wî ya bilind û li pêşberê navê wî yê gewre, em serê xwe bi rêzdarîyeka bêsînor ditewînin.”

Zimanzanê Kurd Celadet Alî Bedirxan, di heqê vê dûrbînîya Xanî da weha dinivîse:

”Xanî di wextekî welê de rabû ku – berîya nuho bi sê sed û neh salan – (li vir şaşîyek heye, di şûna 309 salî da divê rastîya wê 246 sal be- Siddîq- li gora 1941an) ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hişyar nebûbûn û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo katolikî an protestanîyê dikuştin. Di heyameke welê da Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra Kurdanîya xwe biribû û ji Kurdan re gotibû  hon berî her tiştî Kurd in, rabin ser xwe, dewleteke Kurdî çêkin û bindestîya miletên din mekin.” (Hawar, hejmar 33, r. 9, 1 çirîya pêşîn 1941, nivîskar ev nivîsar bi nasnavê xwe ”Herekol Azîzan” nivîsîye.)

Celadet A. Bedirxan, careka dî li ser dûrbînî û pêşbînîya E. Xanî weha dibêje:

”Xanî ew mirov e ko gava xelkê Ewropayê hevûdin jibo dozên mezhebî dikuştin, li miliyeta xwe hişyar bûye; dil kirîye û xebitîye miletê xwe jî hişyar bike û wî bigehîne azahî û serxwebûnê.” (Hawar, hejmar 45, r. 7, 20 hezîran 1942)

”Fikra neteweevînîyê û welatevînîyê di sedsala XX. da ji zana û xwenda û xwendekarên Kurd ra ne xerîb bû ango ne jî nekifş bû. Belam ew fikir, ji zana û bîrbir û hozanê Kurd ê nemir Ehmedê Xanî ji netewê Kurd ra, xasma ji xwenda û zana û xwendekarên Kurd ra mîras mabû.

”Ji ber vê mîrasa ku rûmet û qedrê wê nayê pîvan û nayê wezinandin, hêja ye ku Kurd tim û tim bi Xanî bipesinin û îftîxar bikin; ne tenê ji ber ku Xanî esereka wek ”Mem û Zîn”ê afirandîye û ji neteweyê Kurd ra dîyarî kirîye, lê her weha jî ji ber ku wî di sedsala XVII. da fikra neteweevînî û welatevînîya Kurd avêtîye meydanê û bîr-bawerîya Kurdîtîyê belav kirîye. Xanî, neteweyê Kurd layîqê bindestîyê nedîtîye û weha gotîye:

”Ez şaş mame di hîkmeta Xwedê da

Kurd di hebûn û dewleta dinê da

gelo çima û ji ber çi mane bêpar

hemî ji ber çi bûne bindest û stûxwar!”

”Xanî, kan û serçavîya derd û kulên Kurdan di bindestîyê da, çare û havila xilasîya wan ji wan derd û kulan jî di rizgarîyê da dîtîye.:

”Eger hebûya jibo me padîşahek

Xwedê liyaq bidîya jibo wî kulahek

û bihata dîyarkirin jibo wî textek

eşkera eşkera dê vebibûya jibo me jî bextek

bi dest biketa jibo wî tacek

bê guman ji me ra jî dê çêbibûya rewacek 

wî dê xemxwarî bikira li me bêkes û sêwîyan

dê em derxistina ji destê bêesl û liştok û çavbirçîyan

dê xalib nebûya li ser me ev Rom

em´ê nebûna kavil û wêran, kund dê li me nebûna kom 

em´ê nebûna belengaz û xizan, bindest û  binferman

zorbirî û stûxwarên Tirkan û Eceman.”

”Ji ber ku wê demê li her derê cîhanê kargêrîya welatan û gelan di destê şah û padîşah û mîran da bûye û rejimên komarî û demokratik hêj nehatibûne, Xanî jî li gora rewşa wê demê ji Kurdan ra padîşahek daxwaz kirîye û xweserîya gelê Kurd di binê kargêrîya padîşahek da fikirîye. Ew fikir li gora rewşa wê demê normal û adetî bûye. Mirov nikare wê fikrê ji wî zana û bîrbirê nemir ra bike kêmayî.

Xanî, bi nivîsîn û belavkirina fikra Kurdîtîyê û serxwebûnê jî qîma xwe nanîye; her weha rîya rizgarîya Kurdistanê jî numandîye, bi peyveka dî, awa û rîya rizgarîya welat jî dîtîye û nîşan daye:

”Herçî kesê ku dest avêt şûr bi têkoşîn û xîret

wî xist destê xwe bi mêranî, dewlet. 

Lewra wek bûkek e ev cîhan

Di destê şûrê tazî da ye hukm û ferman ”

Lê belê, jibo destbirina şûr yekîtî divê. Divê ku gelê Kurd bi tevayî û yekîtî dest bibe şûr. Xanî li ser vê şolê jî sekinîye û weha gotîye:

”Hevgirtin û yekîtîya me hebûna eger

û em hemî li pey hev biçûna eger 

Rom û Ereb û Ecem bi temamî

hemîyan dê ji me ra bikira xulamî  

me dê bi tevayî pêkbanîna dîn û dewleta xwe

me dê bi dest bixistina zanîn û hîkmeta xwe

Hingê dê ji hev bihatina kifşkirin peyv û gotin

kesên xwedîhuner û hêgin jî dê bihatina bijartin.” (Eynê eser, r. 22- 25)

”Li vir, divê em li ser nuqteyek çend rêz binivîsîn û wê nuqteyê zelal bikin. Ew jî, ew her du malik in ku Xanî di wan da gotîye ”Rom û Ereb û Ecem bi temamî / hemîyan dê ji me ra bikira xulamî”. Dibe ku ev peyv ji alîyê hin kesan ve şaş bê famkirin û bi wê şaşfamîyê bê gotin qey Xanî bi wê peyva xwe nejadperestî û rehkarî kirîye yan jî xwestîye ku Rom û Ereb û Ecem ji Kurdan ra xulamî bikin.

Lê belê daxwaz û xwezîya Xanî ne ew bûye ku Rom û Ereb û Ecem ji Kurdan ra xulamî bikin. Wî li vir awayê mubalexeyê bi kar anîye û bi wî awayî xwestîye ku giringîya yekîtîyê bide zanîn; xwestîye bide famkirin ku mirov dişê bi yekîtîyê bigîje amanca xwe, tewr tiştên bêmikun jî bi destê xwe bixe. Wek ku kesek bêje ”eger ev qas diravên min hebin, ez´ê bikarim welatek bikirim”, mana wê peyvê ne ew e ku  bi rastî welat bi diravan tên kirîn û firotin; her kes dizane ku çu welatek bi diravan nayê  kirîn û firotin. Mesela, di beşê 8´an da dema qala Mîrê Botan kirîye û pesnê wî daye û gewretîya wî nîşan daye, weha gotîye:

”Rom û Ereb û Ecem jê ra bûbûn binferman

Meşhûr û navdar bû, bi navê Mîrê Botan”.

Her kes dizane ku Rom û Ereb û Ecem ne di binê fermana Mîrê Botan da bûne. Lê belê Xanî bi wê peyvê xwestîye hêz û gewretî û xurtîya wî bîne ber çavan. Dîsa di wî beşî da weha gotîye:

”Di bihişta wî da horîyên wî gelek bûn

Xizmetkarên di huzûra wî da jî melek bûn”.

Di wî beşî da dema pesnê rindîya Sitîyê û Zînê daye, weha nivîsîye:

”Rûmeta wan horî û perîyan nedihat pîvan û wezinandin

Lewra her du jî ji nûra Xwedê hatibûn afirandin  ”

Wek ku eşkera eşkera dixuye, di van malikên jorîn da jî awayê mubalexeyê hatîye karanîn. Hozên, jibo ku rindîya her du xuşkan bigihîne tepelê, ew şibandine horî û perîyan û gotîye ”ew ji nûra Xwedê hatibûn afirandin”.

Ev awayê mubalexeyê ji alîyê gelek hozanan ve hatîye karanîn. Mesela, hozanê Kurd ê nemir Melayê Cizîrî di helbesteka xwe da di heqê bêinsafîya yara xwe da weha gotîye:

”Bêmirwetê dil herişand 

Şîşên di sor tê da kişand

ker kir ceger, xwey lê reşand

atêş li ser danî, Mela”.   

Wek ku dixuye, Melayê Cizîrî bi van malikan xwestîye zulm û bêînsafîya yara xwe bîne ber çavan û salixê dijwarîya wê bide; ne ku yara wî bi rastî wisa anîye serê wî.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *