Bi Mustafa Ozçelik re hevpeyvîn

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, pirsa hilbijartinên Parlementoya Tirkiye û serokkomariyê di rojevê de bi germî tê gotubêj kirin. Ji bo hilbijartina tifaqên cuda têne avakirin.Lê pirsa Kurd di rojevê de gelekî ne diyar e. Ji bo vê yekê me hinek pirs aresteyî serokê giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) birêz Mustafa Ozçelik kirin. Me xwest ku em dîtina wan di derbarê hilbijartinan de bizanin.

Pirsên Rojeva Kurd û Bersîvên Mustafa Ozçelîk:

Yên dilkarin bibin yek bila bibin yek; yên nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin, bila di nav dîyalogê da bin; yên nikarin di nav  dîyalogê da jî bin, bila dijminatîya hevdu nekin.

Mustafa Ozçelik

Rojevakurd: Gelo li gora baweriya we dê encama hilbijartinan çawa be? Dê encama hilbijartina çi bandora xwe li ser pirsgirêka Kurda hebe? 

Mustafa Ozçelîk: Heta nuha jî ne dîyar e ku ka hilbijartin dê di wexta xwe da çêbibin an na.

Hemû rapirsîyên hatine kirin wê yekê nîşan didin ku, dê Erdogan nikaribe careke din wek serokkomar bê hilbijartin.Ji ber vê jî, îhtîmala ku Erdogan berîya hilbijartinan  êrîşekê bibe ser Rojavayê Kurdistanê, yan jî li Qibrisê û li himberî Yûnanîstanê bi şêwekê şerekî gelekî hişk ê sar destpê bike, atmosfera şerî germ bike û bi vê hincetê rewşa awarte îlan bike û hilbijartinan demekê bipaşde bixe.Helbete ku ev îhtîmal dikare krîza Dewleta Tirkîyeyê kûrtir bike. Ji ber wê jî opozîsyona Tirkîyeyê û beşeke mezin ya sermayedarên navxweyî û yên derekî û dewletên wek Emerîka û Dewletên Ewropa, dê nerazîbin ku Erdogan hilbijartinan bipaşde bixe.

Belê , tiştê ku dixuyî, heger hilbijartin çê bibin dê Erdogan bi sernekeve û namzedê 6 partîyên opozîsyonê kî jî be, dê biserkeve. Ji bo guhertina Qanûna Bingehîn di parlamentoyê da bê guhertin, dengên ji 2/3yê parlamentoyê(ji 600 parlamenteran 400 parlamenter) lazim in. Lê li gorî rapirsîyên nuha têne kirin, dê AK Partî û MHP jî, dê 6 partîyên opozîsyonê û HDP jî nikaribin ji 2/3yê Parlamentoyê bidest bixin. Her çiqas sîstema serokatîyê, desthilatdarîyeke mezin dide serokomar jî, lê heger opozîsyon an desthilat nikaribin ji 2/3ê yê parlamentoyê bidest bixin, ev yeka  dê krîzeke nû bi xwe ra bîne.Heger alîyek ji 3/5an (360 parlamenter) bidest bixe, dê bikaribe ji bo  guhertina Qanûna Bingehîn referandûm  bê kirin.

Encamên hilbijartinê çi dibe bila bibe, li gorî bername û sîyaseta  Tifaqa Cimhûr û Tifaqa Milet a ku nuha tê meşandin, dê tu rêyê ji çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê ra veneke. Herweha di derbarê di Qanûna Bingehîna Tirkîyeyê da bicîh kirina nasnameya Kurdî, perwerdeya bi zimanê Kurdî û wek zimanê duyem fermîbûna zimanê Kurdî da jî dê tu gav neyên avêtin. Ango, heger em meseleyê bihêlin însaf û însîyatîfa Tifaqa Cimhûr û Tifaqa Milet,  hûn dev ji çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê berdin, dê daxwazên acîl ên miletê Kurd jî di Qanûna Bingehîn û di yasayên Dewleta  Tirkîyeyê da neyên bicîh kirin.

Lê heger namzedê opozîsyonê biserkeve, mimkun e ku, piştî hilbijartinê, atmosfera sîyasî hinekî nerm bibe, hinek sîyasetmedar û rewşenbîr ji hefsê bêne berdan, zextên li ser sosyal medyayê hinekî kêmtir bibin. Lê tiştê ku dixuyî dê  operasyonên leşkerî yên Dewleta Tirkîyeyê ranewestin.

Rojevakurd: Li Tirkiye bi navê ‘’Tifaqa Cumhur’’ û Tifaqa Millet’’ du tifaq hene, HDPê jî li gel hinek partiyên çepên Tirk tifaqek ragihand û herweha di serokatiya HDPê de bi navê ‘’Tifaqa Kurdistan’’ jî tifaqek heye. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin? 

Mustafa Ozçelîk:  Tifaqa Cimhûr di eslê xwe da tifaqeke stratejîk a Erdogan û dewleta kûr a Dewleta Tirkîyeyê ye. Dewleta Tirkîyeyê piştî temûza 2015an stratejîyeke nû da ber xwe. Heykelê vê sîyasetê jî ew bû ku ’’Divê Kurd li tu derê cîhanê tu destkeftinan bi dest nexin, destkeftinên heyî jî bipêş da neçin’’. Herweha heykelekî esasî yê vê stratejîyê ew bû ku, diviyabû, di rêvebirina dewletê da yekdengî hebûya. Ji ber wê jî sîstema serokatîyê derkete pêş. Dewleta Tirkîyeyê piştî temûza 2015an careke din şer destpê kir, sîyaseteke tûndtir ya  li dijî Kurdan da ber xwe û şer û dagirkirênên xwe, li Bakur û Başûr û Rojavayê Kurdistanê berfirehtir kir.PKKyê jî bi şerê xendek û barîkatan, bi çalakîyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê û bi midaxaleyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê, rê li ber vê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê xweş kir.Piştî şerê xendekan, şikesta hewla darbeya eskerî ya di 15ê temûza 2016an da, îlan kirina rewşa awarte û di referandûmê da pejirandina sîstema serokatîyê, her bingehê vê stratejîya Dewleta Tirkîyeyê ya nû xurtir kir.Erdoganî jî ev stratejîya , ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî û hizbî baş bikar anî.

Stratejîya ku nuha li ser navê Erdoganî  li dijî kurdan û li derveyî Tirkîyeyê tê meşandin, di eslê xwe da bi piştgirîya Tifaqa Milet jî hatîye meşandin. Di derbarê sîyaseta Tifaqa Cimhûr a  li ser dijîyatîya Kurdan da, dagir kirin û êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, tevgerên wê yên li  Lîbya, Rojhilatê Behra Sipî, Qibris û Yûnanîstanê da, tu îtîrazeke esasî ya  Tifaqa Milet çênebûye.Lê aşkereye ku Erdogan jî, gelek feyde ji vê mitabaqata li gel dewleta kûr dîtîye û AK Partî helbete ji bo berjewendîyên Dewleta Tirkîyeyê biparêze hatîye ava kirin. Lê di navbera salên 2002 û 2010ê da, li gorî dîyaloga ji bo endamtîya Yekitîya Ewropayê,  ji bo zimanê Kurdî hinek gav avêt û piranîya Kurdan jî van gavên AK Partîyê bi erênî nirxandin û piştgirîya van gavan kirin. Lê piştî temûza 2015ê, AK Partîyê dest ji vê sîyaseta xwe berda û  sîyaseteke tûndtir a li dijî Kurdan da ber xwe. Erdogan nuha dibêje ’’Me pirsa Kurd çareser kirîye, pirseke bi navê pirsa Kurd tuneye’’. Di bername, sîyaset, daxuyanî û deklerasyonên AK Partî û Erdogan da ji bo mafên Kurdan tu tişt naxuyî.

Tifaqa Milet jî bi navê ’’Sîstema Parlamenterîya Bihêzkirî’’  di hewla amade kirina Qanûneke Bîngehîn a nû da ye. Di reşnivîsên ku heta îro di vê derbarê da hatine amade kirin da, ji bo nasnameya Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurd yek gotin jî tuneye. Hinek pêkhateyên Tifaqa Milet, di hinek daxuyanîyên xwe da, ji bo behsa nasnameya Kurdî, perwerdeya bi zimanê Kurdî nekin;  bi zimanekî şêlû û bi gotinên gilover behsa ’’mafê zimanê dayikê mafekî helal e’’ dikin, lê di pêşniyarîya wan a Qanûna Bingehîn da qet behsa Kurdan û behsa zimanê kurdî nakin.

Tifaqa Milet, alternatîf û stratejîya duyem a Dewleta Tirkîyeyê ye. Beşeke dewleta kûr û aqilmendên Dewleta Tirkîyeyê, ditirsin ku ev sîyaset a ku, 7 sale, bi destê tifaqa dewleta kûr û Erdoganî ve  tê meşandin, êdî  dikare bibe sebebê têkçûna Dewleta Tirkîyeyê. Ango beşeke Dewleta Tirkîyeyê  dibêjin ’’Divê em vê stratejîya ku 7 sale tê meşandin hinekî rewîze bikin. Ev stratejî ji hedê xwe buhurî, rêya dîktatorîyeta takekesî xurt kir  û dikare zerareke mezin bide sîstema Dewleta Tirkîyeyê’’. Meriv dikare bêje ku, Tifaqa Milet, alternatîfa vî beşê Dewleta Tirkîyeyê ye ku dixwaze rê li ber têkçûna Dewleta Tirkîyeyê bigire.

HDP ya ku xwe wek ’’Partîyeke Tirkîyeyî’’ pênase dike, li gel 5 partî û rêxistinên çepên tirkan Tifaqa Ked û Azadîyê damezrand.

Tifaqa Ked û Azadîyê di deklerasyona xwe da; bêyî ku terîfa pirsa Kurd bike, bêyî ku behsa hebûna miletê Kurd û welatê wî Kurdistanê bike, bêyî ku behsa mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, behsa mafê bi xwe îdare kirineke sîyasî, milî, coxrafî ya li ser axa welatê xwe bike; di beşa ’’Pirsa Kurd’’ da sê gotinên gilover û nezelal û elastîk bikar tîne , dibêje ’’Emê pirsa Kurd bi rêyên aştîyane û demokratîk çareser bikin’’, ’’Mafê zimanê zikmakî’’, ’’Mafên gerdûnî yên nasnameyê’’.

Bi taybetî di hilbijartinên Serokkomarîyê da dengên kurdan dê tayînker bin. Lê mixabin ji ber ku Kurd li ser daxwazên xwe yên acîl wek terefekî tevnagerin, Tifaqa Cimhûr jî,Tifaqa Milet jî li himberî kurdan bi bêminetî tevdigerin. Bi taybetî Tifaqa Milet ji xwe ra dibêje ’’Kurd bi piranî ji Erdoganî gelekî acizin, ji ber wê jî ji bo ku ji Erdoganî xelas bibin her mecbûrin ku dengên xwe bidin me’’. Tifaqa Millet bi vê hişmendîyê , kurdan wek teerefekî mixatab nagire û li tu daxwazên kurdan xwedî dernakeve.

HDPyê di hilbijartina şaredarîyan a 2019ê da bi hinek partî û rêxistinên kurdan ra bi navê ’’Tifaqa Kurdistanî’’ tifaq çêkir.Di eslê xwe da ev ne tifaq bû; li beramberî serok şaredarî yan jî endamtîyeke encumena şaredarîyekê, hinek partî û rêxistinên kurdan, prensîbên xwe danîn alîyekî û piştgirîya HDPyê kirin.

Bi rastî jî cîhê pirsê ye ku, HDP ya ku xwe wek ’’Partîyeke Tirkîyeyî’’ pênase dike, ma dê çawa bibe pêkhate yan jî pêşkêşê ’’Tifaqeke Kurdistanî’’ ?

Piştî hilbijartinên şaredarîyan yên 2019ê, HDPyê hewleke nû destpê kir. HDPyê got ’’Emê bi hinek partî û rêxistinên kurd û Kurdistanî ra Tifaqa Kurdistanî ava bikin’’ û bi vê armancê hewlek destpê kir. HDPyê bangî PAKê jî kir, da ku PAK jî beşdarî vê tifaqê bibe.

Me wek PAK , wê demê, bi nivîskî bersîva HDPyê da û me got ’’Bi rastî jî cîhê pirsê ye ku, HDP ya ku xwe wek ’Partîyeke Tirkîyeyî’ pênase dike, ma dê çawa bibe pêkhate yan jî pêşkêşê ’Tifaqeke Kurdistanî’? Em dibêjin ne rast e ku HDP bibe beşeke Tifaqeke Kurdistanî. Heger partîyên Kurdistanî di nava xwe da Tifaqeke Kurdistanî ava bikin, paşê dikarin bi HDPya ku xwe wek ’Partîyeke Tirkîyeyî’ pênase dike bikevin nav dîyalogan. Ji ber vê sebebê emê beşdarî wê tifaqa ku hûn dixwazin ava bikin nebin’’.

HDP û hinek partî û rêxistinên kurdan ji sala 2019ê ve heta îro behsa ’’Hewldana Avakirina Tifaqa Kurdistanî’’ dikin; lê heta nuha jî ev tifaq nehatîye ava kirin, nehatîye ragehandin. Car caran bi navê vê ’’Hewldana Avakirina Tifaqa Kurdistanî’’ hinek daxuyanî têne belav kirin.

Rojevakurd: Gelo li gora we HDP nûnertiya Kurda li Tirkiye û bakure Kurdistanê dike? 

Mustafa Ozçelîk:  Ji bo ku partîyek bikaribe nûneratîya pêkhateyekê bike, divê di bername, sîyaset û gotar û çalakîyên xwe da bahsa hebûn û mafên wê pêkhateyê bikin û bêje ’’Ez nûnerê vê pêkhateyê me’’.

6 milyon Kurd dengên xwe didin HDPyê. Piranîya kurdên ku dengên xwe didin HDPyê , di dilê xwe da, bi wê nîyet û fikra ku HDP partîyeke kurdane , dengên xwe didin HDPyê. Lê HDP xwe wek ’Partîyeke Tirkîyeyî’ pênase dike. HDP bi xwe dibêje ’’Em nûnerên hemû gelên Tirkîyeyê ne’’. HDP nabêje em partîyeke Kurdistanî ne.HDP di bernameya xwe da dibêje ’’Tirkîye  welatê me yê hevbeş e’’, dibêje ’’Emê neteweke demokratîk ava bikin’’, dibêje ’’ Çareserî cimhûrîyeta demokratîk a Tirkîyeyê ye’’.  Baş e, ma van gotinên HDPyê naşibin gotinên ’’Yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’’ ku, heykelê esasî yên ava kirina Dewleta Tirkîyeyê îfade dikin.

Partîyeke ku di bernameya xwe da, bêyî ku gotinên şêlû û gilover bikar bîne, bi awayekî zelal  behsa miletê Kurd û behsa welatê wî neke; behsa mafê perwerdeya bi zimanê kurdî neke; behsa mafên wî yên kollektîf yên neteweyî, demokratîk neke; behsa mafê miletê Kurd yê bi statuyeke sîyasî, îdarî, milî, coxrafîk û neteweyî xwe îdare bike neke; bi serbilindî û bêyî teredut nebêje ’’Ez partîyeke Kurda me, ez Partîyeke Kurdistanî me’’; ma dê çawa bibe nûnerê kurdan, nûnerê gelê Kurdistanê?

Nifûsa giştî ya  Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê 85 milyon e.Nifûsa kurdan a li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê ji 25 milyonan zêdetir e. Li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê hejmara dengdêran 57 milyon in. Ji vana 17 milyon dengderên kurdan e. Beşdarîya hilbijartinan vaye 15 sale her li dora ji %85ê ye. Li gorî vê rêjeyê, ji 17 milyon dengderên kurdan,  nêzîkî 15 milyonên wan beşdarî hilbijartinan dibin, dengê xwe didin. Ji dengderên Kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê nêzîkî 6 milyon dengên xwe didin HDPyê, 9 milyonê wan jî dengên xwe didin AK Partî, CHP, Îyî Partî, MHP, Saadet Partîsî, Deva Partîsî, Gelecek Partîsî.

Helbete ku, ji ber sebebên cûr bi cûr,  HDP rû bi rûyî êrîşên dewletê dibe, gelek endam û rêvebirên wê têne girtin, qeyûm li ser beledîyeyên HDPyî têne tayîn kirin, parlamenterên wê têne girtin. Wek PAK me gelek caran ev êrîş û neheqî protesto kirine. Lê HDP bi sîyaset û kiryarên xwe ve, wek partîyeke kurdan tevnagere, xwe wek partîyeke Kurdistanî pênase nake. Heger wergirtina dengên kurdan ji bo nûneratîya kurdan bes kiribûya, wê gavê emê van 9 milyon dengên ku diçin partîyên wek AK Partî, CHP, Îyî Partî û partîyên wek wan çawa pênase bikin?

Rojevakurd: Heta wek vê gavê hun ne di nava Tifaqî de ne û we tu tifaq jî ranegihandiye.Di vê derbarê de hun di nava tevgerekî de ne ? Dîtina we di derbarêTifaqa de çiye?

Mustafa Ozçelîk:  Wek PAK ji destpêka damezrandina partîya me heta îro em li ser vê rêbazê xebatên xwe dimeşînin:Yên dilkarin bibin yek bila bibin yek; yên nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin, bila di nav dîyalogê da bin; yên nikarin di nav  dîyalogê da jî bin, bila dijminatîya hevdu nekin.

Li ser vê  rêbazê, di van 8 salên vê dawîyê da li Bakurê Kurdistanê çi hevxebat, hevkarî, tifaqeke neteweyî, niştimanî, Kurdî, Kurdistanî pêk hatibe; PAK her aktorekî esasî yê van xebatan bûye.

PAK,  li Bakurê Kurdistanê, bi sîyaset û helwesta xwe ya çêker a ji bo yekitî û tifaqan tê naskirin; ev herweha nîşana kultureke sîyasî ya nû ya PAKê ye jî.

Me wek PAK, PSK, TDK-TEVGER, di derbarê daxwazên acîl ên miletê Kurd  da xebatek destpê kirîye. Me di vê derbarê da li gel gelek partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetan hevdîtin pêk anîn.Nuha ev hevkarîya me berdewam e.

Lê aşkere ye ku pêwîstîya Bakurê Kurdistanê bi tifaqeke mayînde ya neteweyî, democratik, Kurdistanî heye.

Me di rojên 15-16ê Cotmeha 2022yê li Amedê Konferansa navxweyî ya PAKê li dar xist.

Di konferansa me da, rojeveke me ya esasî jî, li Bakurê Kurdistanê pêkanîna tifaqa neteweyî, demokratîk bû.Di vê debarê da dive em wek alîyên Kurdistanî gaveke nû bavêjin da ku tifaqeke bibiryardarî, biîstîkrar, çêker û mayînde ava bikin.Wek PAK, di vê derbarê da emê hewlên cidî bidin da ku ev hevkarî û tifaq bêne ava kirin.

Rojevakurd: Hun dikarin li gel HDPê bikevin nava ”Tifaqa Kurdistan” de yan helwesta we çiye?

Mustafa Ozçelîk:  Min li jorê hinekî behsa vê mijarê kiribû. HDP xwe wek ’’Partîyeke Tirkîyeyî’’ pênase dike; HDP nabêje ’’Ez partîyeke Kurdistanî me’’. Baş e, heger HDP ne partîyeke Kurdistanî be, ma gelo maqûl û rast e ku HDP xwe wek pêşeng, avakar û pêkhateyê esasî yê ’’Tifaqa Kurdistanî’’ bibîne? Me di sala 2019ê da jî ew pêşniyarîya HDPyê ya ku  gotibû ’’Em bi hevra tifaqa Kurdistanî ava bikin’’ rast nedît û em beşdarî wan xebatan nebûn. Îro jî em her li ser wê fikra xwe ne. Em HDPyê wek pêkhateyekî tifaqa Kurdistanî nabînin. Divê hemû partîyên Kurdistanî jî di vê derbarê da bi prensîb tevbigerin û em Tifaqa Kurdistanî ji naveroka wê dûrnexin, vî navî em şêlû nekin û zerarê nedin vî navê bi qîmet û rûmet.

Lê nuha em di Platforma Zimanê Kurdî da bi HDPyê ra kar dikin. Bi nasnameya HDPyê ya Partîya Tirkîyeyî, ji bo zimanê kurdî, ji bo nasnameya kurdî û mijarên ku em li hev bikin, em dikarin hevkarîyên cûr bi bûr li gel HDPyê pêkbînin.

Rojevakurd: Gelo hun platformek Kurdistanî ku li ser bingehê destxistina mafê rewa yê Kurdan wek pêwistiyekî dibînin? Ji bo vê çi pêwiste bê kirin? 

Mustafa Ozçelîk:   Em wek PAK di vê pêvajoya ku em tê da derbas dibin da, du pêwîstîyên   esasî destnîşan dikin.

Yekem: Li Bakurê Kurdistanê pêwîstîya sereke ewe ku, em li ser prensîbên neteweyî, niştimanî Navendeke Hevkarîyê ya Neteweyî, Demokratîk ava bikin.

Wek PAK em dibêjin,  li Bakurê Kurdistanê prensîbên esasî yên hevkarî û tifaqeke netewî, Kurdistanî ev in: Wek welatekî qebûl kirina hebûna Kurdistanê û hebûna miletê Kurd. Qebûl kirina xwe îdare kirina bi sitatûyeke sîyasî, neteweyî, coxrafî ya li  Kurdistanê. Qebûl kirina mafên netewî û demokratik. Rêzlêgirtin û pejirandina Alaya Kurdistanê û hemû nirx û sembolên neteweyî. Rêzlêgirtina maf û azadîyên hemû pêkhateyên netewî, etnîkî, dînî, mezhebî, siyasî, civakî yên li Kurdistanê.

PAK, li ser van prensîbên esasî amadeye bi  her dor û berê ra, bi her partî, tevger, rêxistin û grûban ra hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk, Kurdistanî pêk bîne û PAK  di vî warî da xwe berpirsiyar dibîne.

Herweha PAK amadeye li ser her daxwazeke netewî ya miletê Kurd bi her alîyekî re kar û xebat û hevkarî û dîyalogên pêwîst jî pêk bîne.

Pêwîstîya Duwem: Li ser bernameya daxwazên acîl ên miletê kurd, hevgirtina potansîyela herî berfireh a kurdan da ku em bikaribin TEREFê KURDÎ ava bikin, pêwîstîyeke miletê me ye. TEREFê KURDÎ, di mijara guhertinên qismî yên di Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê da  îro dikarin bêne kirin da, bibe nûnerê miletê Kıurd û bi Dewleta Tirkîyeyê ra bibe mixatab. Bi kurtayî em dikarin daxwazên acîl ên miletê Kurd weha terîf bikin: Nasnameya kurdî, perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî divê di Qanûna Bingehîn û hemû yasayên Dewleta Tirkîyeyê da bêne bicîh kirin. Qedexeyên li ser nave Kurdistanê û qedexeyên li ber partîyên bi navê Kurdistanê divê bêne rakirin. Azadîya fikrî, bawermendîyê, xwe îfade kirinê û azadîya xebata rêxistinî  di Qanûna Bingehîn da dive bêne garantî kirin. Divê Dewleta Tirkîyeyê pêwîstîyên hemû peymanên navneteweyî yên ku îmze kirine bicîh bîne.

Belê,  dive em xebata ji bo ava kirina Navendeke Hevkarîyê ya Neteweyî, Demokratîk û ya li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd ava kirina TEREFÊ KURDÎ, bi hevdu ra bimeşînin. Ev herdu pêwîstî ne alternatîfên hev in; hevdu xurtir dikin.

Ava kirina Navendeke Hevkarîyê ya Neteweyî, Demokratîk, li Bakurê Kurdistanê dikare bibe destpêka tifaq yan jî bereyeke berfireh, mayînde ya neteweyî, demokratîk, Kurdistanî.

Wek PAK,  ji bo peywendîyên bi alîyên Tirkîyeyî ra em du pêwîstîyan  dest nîşan dikin. Ji alîyekî ve, her çiqas ew hêz di nav  civata Tirkan da ne zêde bin jî, divê bi hêzên ku mafê çarenûsîya miletê Kurd diparêzin ra peywendîyên xurt bêne hûnandin. Ji alîyekî ve jî, divê bi hemû kes û hêzên li Tirkîyeyê azadiyê, demokrasîyê, edaletê, mafên mirovan, azadîya fikrî û rêxistinî dixwazin, diparêzin ra em di nav peywendîyan û dîyalogê de bin, hevkarîyan bikin. PAK amadeye bi parêzvanên mafên jinan, bi her kes û dor û bereke ku piştgirîya mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî dike,  li dijî qedexeyên  li ser zimanê kurdî  derdikeve, yên dixwazin mafên kurdan yên netewî, demokratîk werin dayin, yên dixwazin dawî li şer û li neyartîya kurdan were bê anîn ra, di nav  diyalogê de be û hevkariyê bike.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *