Siddik BOZARSLAN
Giardano Bruno jî di heqê lêkolîna xwe ya jibo ezman (asîman) çêkiribû; ew jî bi heman awayî hatibû şewitandin (1600). Jibo Giardano Bruno weha tê gotin: ”Ew mirovekî pir zêde biaqil bûye.” Analizeke / nirxandineke weha jî heye: ”Li Misirê di dema Fîrawnan da bi navê Anemis xanimeka pispora matematikê hebûye ku hatîye behskirin. Ev xanim weha gotîye: ”Hûn çi qas fîravunên bilind çêdikin, çêkin, hûn dîwarên wan çi qas qelind /stûr çêdikin, çêkin, rê û odeyên wan hûn çi qas zêde dikin, bikin, ew mirovekî/a ku hun li wir datînin, hûn nikarin jîyanê bidin pê (yanî wî /wê zindî bikin). Hûn çi qas dixwazin wî / wê mirovî mumya dikin, bikin, lê hûn nikarin can (rih) bidin pê.” Ji ber van dîtin û gotinên xwe ew xanima pispora matematikê, ji kokê ve hatîye qetilkirin. Piştî wan tarîxan li dinyayê bi hezaran kesên zêde biaqil, ji ber wan sedeman hatine kuştin, şewitandin, gulebarankirin…
”Tê gotin ku li dinyayê jimara kesên zêde biaqil li gora nufûsa dinyayê derdora %5 e.. Eger kesên wek Annemis, Miguel Servetus, Giardano Bruno nehatibûna şewitandin (kuştin), ev jimare dikaribû bilind bibûya jibo %35.” Di Serdemanavîn da hemî jinên ku bi fizik û kimyayê ra mijul bûne, bi bahaneya ”falker”, ”cadu” hatine şewitandin.


