Cano AMEDÎ
Li gorî zanyarîyên akademik narsîst bi cureyên paranoyê û rastiya berovajîkirî yê dixwaze herkes pesnê wî bide û li ser dest bigire. Narsîst bûyeran li gorî paranoya xwe pênase dike û ev yek dibe sedem ku têgihîştina wî ya rastiyê berovajî bibe. Ew agahiyan bi awayekî tevlihev û bi şêweyekî bêwate rîya fêmkirinê asê dike, serûbin dike û piştre pêşkêşî civatê dike, da ku xwe wekî “zanayekî mezin” an “xwedî nêrîneke felsefî ya mezin” nîşan bide. Lêbelê, ew kesên ku wî fêm nakin bi zimanekî biçûkxistî wekî “kesên vala û nehewce” rexne dike. Ji ber wê hertim bi gilî û gazindeyên “hûn min fam nakin” yên hemberî xwe tawanbar dike.
Kesên narsîst di fikir û têkiliyan de bê îstîqrarin û ne xwedî pîvanên mirovahîyê ne. Mirov li gel wan wekî amûrên ku dikarin li gorî berjewendiyên xwe yên bikaranînê, têne dîtin. Ew xwe bi gotina “Ez” weke navend îşaret dikin û qet cîh nadin têgeha “em”. Ev yek nîşan dide ku ew ji çandek demokratîk bêpar in. Lê di heman deman û di hemû platforman de hevoka “demokratik” li ser zimanê wan sar nabe. Hemû şêweyên têgeha “demokratik” ji bo berjewendî û konfora wan in. Di heman demê de, têgeha “demokratik” li gel têgehên cuda bi kar tînin û dikarin bê fedî pesnê têgeha “dîktatorîya demokratik” jî bikin. Di perestgehên kor û tarî de ev hişmendî weke atmosferek pîroz tê dîtin û tu kes nikare dijber derkeve.
Li şûna ku pirsgirêk bi hewldanek hevpar, bi nêrînek hevbeş were çareser kirin, kêsên narsîst hêz û desthilatdariya xwe ya bê sînor derdixin pêş û nêrînên xwe li ser derdora xwe û civakê ferz dikin. Dîrok daye îspatkirin ku kesên dîktator xwedî meylek narsîst in, xwesteka wan a kontrolkirina her tiştî, li gorî berjewendiyên xwe tayin dikin û dixwazin herkes li gorî nîşankirina wî sînorî tevbigere.
Bi kurtasî, kesayetek narsîst kirasê serdestiyê li xwe dike û bi rîya dîktatorîyê, ewlehî û tirsên xwe yên kûr vedişêre, xwe weke fîlozofê ser erd û bin erd nişan didin/dide. Ev maske an kirasê derewîn, wî di nav çerxek westandinê de dihêle, hem ji bo xwe hem jî ji bo derdora xwe mekanîzmak derewan ava dike; ji bo bi bandor û bi hêz bibe rehmet li ruhê Joseph Goebbels dixwînin û bi derewên xwe şad dibin. Çerxa berjewendîyan, pêla hêvî û xwestekan bilind dike û rê li ber mêrga derewan xweştir dike, berê xwe û piştre herkesî bi derewê xwe bawerkirin dide û kirasê pîrozîyê, lê zêde dike. Ev jî bandorek efsûnî, sirî û kûrî li hev zêde dike.
Ji ber vê yekê ye ku kesên narsîst xwe efsûnî nişan didin, lê ew qels û tirsonek in. Narsîst, li şûna ku dest bide hêza ku jê ditirse, bi biçûkxistina kesên nêzîk ên ku nikarin zirarê bidin wî, bilind dibe. Narsîst, bûyeran li gorî paranoya xwe pênase dike. Narsîst, wêjeyê li gorî kêfa xwe bi awayekî nezelal, bi tênegiştinek zehmet, bi fêmnekirinek şolî û bi awaza “zanayê mezin”, “nêrîna felsefî ya mezin” pêşkêş dike. Lê tevî tiştê ku wî nivîsandiye an gotiye bi îdiaya “aqilekî bilind” pêşkêş dike, dîsa jî bi awayekî bilind, heta heqaretwarî, serhişk, bê edeb û bê exlaq nêzî “kesên ku wî fêm nakin, lê kûr nabin, vala û nehewce ne!” dibe.
Narsîst pir dixwaze ku xwe bilind bike. Ew difikire ku ew pir zêde, yanî bêhempa, bi qîmet e, û yên ku wî bilind nakin, wekî nankor, dijmin, ketî û heramzade an jî dijber dinirxîne. Narsîst newêre kesên ku di civakê de xwedî hêz û ber bi çav in rexne bike. Berevajî wê, ew bi wan re li hev dike, heta hinek kesan bi xwe re dike dost û heval û wekî mertal bikar tîne da ku pêş bikeve. Her tim li ser keda derdora xwe dimeşe û ked-xwar e, ked-diz e.
Narsîst, li şûna ku pirsgirêk berfireh nebin û xebat û ramana girseyan bibe bingeha hêzeke maddî, bi awayê dîktatorî û bi hêvîya civak û girseyên heyî serî li ber wî deynin tevdiger e. Bi tevgerên ku hêza xwe ji murîd û peyayên digire, an jî dixwaze nîşan bide ku çiqas bi hêz, xwedî qûdret û bêhempa ye, diaxive. Di kesayeta narsîst de “Ez” heye û tu carî tevgera “em” nîne. Narsîst ne xwedî çandek demokratik e, lê di heman deman de dibin sîwana hevoka “demokratik” de rûreşîya xwe vedişêre û bingehek pûç peşkeşi civakê dike.
Narsîst xwe di navenda her tiştî de bi cih dike û berjewendiyên wî bi “Ez”ê ve girêdayî ne. Dîktator narsîst in. Narsîst bi dizî şer dike û tu carî naxwaze bi xwe re rûbirû bimîne. Di kesayeta narsîst de di fikir û têkiliyên wî de lihevhatin nîne. Mirovên derdora wî tenê ji bo bikaranînê ne. Bi kurt û kurmanci tevî hemû pesindana xwe, kesên narsîst li hember zorê teslîmkar in.
Di heman demên dijwar de Narsîst/Dîktator, hostayê têkçûnê, paleyê xirabkirinê û revokê dozê ne. Di heman deman de rê û rêbaza wan, “felsefe” û paradigma wan li ser manîfestoya teslîmbûnê dimeşe. Bi qasî ku tirsonek e, ewqas jî kedxwar û fêlbaz e.
Dîktatorên di dîrokê de cîh girtine, kêm zede tev xwedî karekterek hevbeş in û narsîstên rûreş in…
Di heman deman de ên wan li ser lingan digirin kerîyê çêrandinê, aktorên propagandaya reş û bandora medyayek bê wîjdan û bê exlaq rê li ber xirabîyan geş dike û derî ji dîktatoran re vedike. Lê heta astekê hêz, qewet, kerîyê murîdan dikarin wan li ser linga bigire, lê belê demek şunda hebûna rastîyan, hişyarbûna civakê, weke xalîça ji bin lingên wan bêt kişandin, hertim dibin rûreşê dîrokê…
07.02.2026 Cano Amedî

