Gelo “Ji Kurdan re dewlet ne pêwîst e”!?

Gelê Kurd, ji dema ku di dîrokê de, wek dewlet desthilatdarîya li ser xaka xwe wenda kirîye, ji alî hêz û dewletên barbar û dagîrker, rastî êrîş, talan, kuştin, wêranî, koçberî, birçîbûn û perîşanîyê hatiye. Heta îro jî bi gelek awayî vê herifandin û felaketê dijî.

Îro pkk, wek partîyek îlegal û çekdar, hdp jî wek partîyek legal û bi pkk ve girêdayî û hemî partî, rêxistin, sazî û komelên bi pkk ve girêdayî dibên: ‘‘ji bo gelê Kurd dewlet xerab e, em li dijî dewletê ne; em dewletên heyî al, sînor û meclisên wan qebûl dikin! Lê em ditekoşin ku van dewletan demokratîze bikin!‘‘

Em ferz bikin ku bi rastî hin endamê van partîyan bawer kiribin ku wê dewleta tirk demokratîze bikin û biguherîne(!) Ev partî, bila dengê hemû Kurdan û çepgirênên demokrat bistînin, dê karibe ji sedî çendê endamê meclisê bi dest bîne? Dê tu demê karibe, bi serê xwe bibe hukumet? Dê karibe raferandûmê li darbixe û makezagonê biguherîne? Dê karibe vê dewletê ji nîjadperestan, çeteyan û mafya veqetîne, bike dewletek demokratîk û dadwer?

Hete ev dewlet hilneweşe û ji nuh de li ser heq û hiqûq û prensîpên demokratîk ava nebe, di nava çerxên vê dewletê de sîyasetê bike û bêje ezê vê dewletê reforme û demokratîze bikim, ev perdekirina rêstîyê ye! Rêvebirên hdp vekirî dibên ku ‘‘em partîya Turkîye ne. Em li gor qanûnê Turkîye sîyasetê dikin û em wek partî namzetê rêvebirîya Turkîye ne!‘‘ Ji bo dengê Kurdan jî bigire, xwe li nav Kurdan jî wek partîyek Kurd rêdide.

Lê herkes zane ku dewleta tirk, bi hebûn û hemû qanûnên xwe, dewletek nîjadperet, yekperest e(yek al, yek ziman, yek milet) û li ser tunekirina gelê Kurd avabûye. Qanûna asasî, ya avakirina partîyan, ya hilbijartinan û sondxwarina gelwekîlan, hemû li gor nîjadperestîya tirk û înkara gelê Kurd û gelên din sazbûye.

Di vê rewşê de, partîyek li gor qanûnîyeta dewleta tirk têkeve hilbijartinan û biçe meclîsa tirk, ew partî yekser dibe partîya dewleta mêtinkar û nîjadperest. Çimkî namzetên wê partîyê ku ji bo meclisa tirk tên hilbijartin, ji bo ku mazbeteya endamtîya wê meclîsê bistînin, divê berêberê sonda ku wê dewletê meşrû dike, tenê wê ji bo neteweya tirk xizmetê bike û wê bi makezagona ku nîjadperestîya tirk diparêze girêdayî bimîne, li ser namûs û şerefa xwe sond dixwe. Loma ew wekîl, êdî ne wekîlê gel e, lê wekîlê wê dewletê ye. Qaşo ji alî gel ve hilbijartin jî dibe lîstika şanoya demokrasîyê.

‘‘Dewlet ji Kurdan re ne pêwîst e. Hişê Kurdan têrî dewletbûnê nake. Dewlet pergalê zordarî, newekhevî û xerabîyê ye.‘‘ Ev encamê lêvedanên propaganda îdeolojîya mêtinkarên nîjadperest û zordar in ku armanca wan serwerîya xwe li ser netewe û walatê Kurd bidomînin. Sebeba pkk/hdp û hin Kurdên din ku dij dewletabûna Kurd helwest digirin jî li ser navê Kurd, bi alîkarî û xwîna zarokên Kurdan, ketine xizmeta mêtinkaran; bi mêtinkaran re ketine hewildana ku çawa bi lez civata Kurd asîmîle û dewşirmeyî (entegreyî) van neteweyên serdest bikin û têxin xizmeta dewletên mêtinkar.

Serok Mesû Berzanî dibê: ‘‘ew dibên: `serxwebûn ne baş e`; madem serxwebûn nebaş e, ji bo we çima baş e! Gelê Kurd di gelek qirkirinan re derbas bû. Li hember DAIŞê jî me xwe parast. Em li welatê xwe serwerbûn, huzûr hat welatê me. Em naxwazin êdî xwîna gelê me bê rijandin. Bi referandûmê dixwazin çarenûsa xwe dîyar bikin. Dewleta Kurd, dê huzûr û parastinê ji Êzîdî û Mesîhîyan re jî bîne!‘‘

Erê heta ku neteweya Kurd serbixwe nebe , wek dewlet xwe bi rêxistin neke, ji tahlûka qirkirin, koçberî û birçîbûnê xelas nabe; mixabin wê neteweya serdest jî bi demokrasî û azadîyê şa nebin û hûrgelên li Kurdistanê jî dijîn nekevin ewlehî û hizûrê!

Dr. Sosyolog İsmail Başikçi, li ser rewşa Kurd û Kurdistanê, lêkolînên sosyolojîk kirîye û bi dehan pirtûk nivîsîye. Ji bo zanîyarîyek rasteqîn diparêze û zanyarekî bi xîret e û rastî parastîye 17 sal di girtîgeh û hefsên Turkîye de razayî. Beşikçi dibêje ku ‘‘heta neteweya Kurd nebe xwedîyê dewleta xwe, ji gelê Kurd re, di tu warî de ewlekarîya jîyanê tune ye, bi rastî ne xewdîyê mal û milk û serwetekê ne jî; her kêlîya ku serdestên mêtinkar biryar bidin, her tiştê xwe wenda dikin; heta ne xwedîyê jîyana xwe ne jî. Heger Kurd bi rêya sazîyên dewleta xwe ziman, çand û dîroka xwe neparêzin, dê wek netewe bihelin û tune bibin.‘‘

Îro li dunyayê, her netewe an kêmneteweyek wek otonom, federal, konfederal yan dewleta serbixwe, bi rêxistin nebûbe, mahkûmê asîmîlasyon û tunebûnê ye.

Tu îdeolog, sosyolog, sîyasetvan û rewşenbîrê durust û xwedî ûjdan, nikare îdîa bike ku îro li ser ruyê dunyayê ji neteweyekê  re rêxistin û rêvebirîyek wek dewletê, ya azad û serbixwe ne pêwîst e. Hela tew herêmek ku çand û bawerîyên serdema navîn lê serwer be; ji alî dewletên mêtinkar, nîjadperest, totalîter, otorîter, teokratîk û dîktator bê rêvebirin, ji neteweyek wek ya Kurd re dewlet wek nan û av pêwîst e. 24.10.2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir