Îro heftemîn salvegera biryara encamdana referandûma Serxwebûna Kurdsitanê ye

Îro 07.06.2021 heftemîn salvegera biryara rêveberiya siyasî ya herêma Kurdistanê ya ji bo birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê ye.

Roja 7ê Hezîranê 2017ê bi serpereştiya Serok Barzanî rêveberiya piraniya partiyên siyasî û nûnerên pêkhateyên li başûrê Kurdistanê civiyan. Di wê civîna li ser daxwaza Serok Barzanî pêkhat de, rêveberên partiyên siyasî û nûnerên pêkhateyên Kurdistanê biryar dan, roja 25.09.2017ê referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê pêkbê.

Roja 25.09.2017ê wek cejn û karnavalekî netewî bû ji bo Gelê Kurdistanê û gel li hemû bajar û bajarokan çûn ser sandoqa dengdanê û piştî encam jî hatin aşkera kirin sedî 93 xelkê Kurdistanê deng ji bo serxwebûna Kurdistanê da.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *