Gelo dinya li hemberî nîjadperestîya Tirkan çima bêdeng e?

İbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Dîroka nîjadperestîyê gelek kevn e. Mirov dikare bibêje ku dema mirovatî çê bû, ew hîs û hesta nîjadperestî jî pêk hat. Di nav pêvajoyê û hevdeman de reng û naverokek nû qezenç kir. Di encamê de nîjadperestî, desthilatdarî, civateke li derveyî xwe biçûk dîtin, li ser civata ji derveyî xwe hikûmkirin e. Civateke xûrt û xwedîyê derfetan, civata derveyî xwe kolekirin e; çand û ziman û hemû hêjayîyê wê civatê bişavtin û ji holê rakirine.

Ew nîjadperestî di dema kolonyalîzma klasîk de û kolonyalîzma nû de, di qonaxa emperyalîzmê de bû xwedîyê naverokek cûda.

Bi taybetî jî piştî dewletên neteweyî piştî Şoreşa Fransayê ya 1789an ava bûn, Dewletên Neteweyî yên kolonyalîst û emperyalîst nîjadperestî bi awayekî gelek sîstemîk û gelek bêsînor û bêdad meşandin. Ji bona ku li ser welatan desthilatdar û serwer bin, nîjadperestîya bêsînor bi kar anîn.

Wek tê zanîn, nîjadperestîya Emerîka jî li hemberî reşîka bi navûdeng e û gelek kevnar e.

Li hemberî nîjadperestîya li Emerîka jî têkoşîneke gelek dijwar hatîye dayin.

Bi taybetî jî Reşikan ji bona ku mafên xwe qezenç bikin piştî sala 1950yî têkoşîneke bêhempa meşandin. Serhildan û boykot pêk anîn.

Martin Luther King li Emerîkayê li dijî nîjadperestî tevgereke bêîtiatkar ya sivîl meşand. Li Waşîngtonê bi 250 hezar  însanan meş li dar xist. Di serhildana sivîl de “Xeyeleke min heye” bû sembola serhildanê.

Encama ev têkoşîna Reşikan di sala 1964an de li Emerîkayê Qanûna Cûdenaxwazî hat pejirandin.

Lê li Emerîkayê her çiqas ji bona ku nîjadperstî ji holê rabe, gelek qanûn û peymanên civakî hatin çêkirin jî; lê dîsa jî dawîya nîjadperestî nehat. Reşik di civata Emerîka de bûn hemwelatîyên duyemîn.

Her sal bi sedan Reşik bi destê polîsan hatin kûştin. Di van rojên dawî de jî Reşikekî hemwelatîyê Emerîkayê George Floyd bi awayekî gelek barbarî û wandalîst bi destê polîsan hat kûştin.

Di destpêkê li hemberî polîsan muameleyek hiqûqî jî nehat meşandin. Loma jî li Emerîkayê serhildanên Reşikan dest pê kir. Pişt re jî sipiyên Emerıka jî beşdarî serhildanan bûn. 

Baş bû ku serhildanên li dijî nîjadperestîya li Emerıkayê, di tixûba Emerîkayê de nema. Li hemû dinyayê û bi taybetî jî li welatên Anglo-Sakson û welatên yekîtiya Ewrûpayê serhildan û xwepêşandanên gelek mezin hatin li darxistin.

Ew ji bona mirovatîyê helwesteke baş û bi hêvî ye.

BÊDENGIYA DINYAYÊ LI HEMBERî NÎJADPERESTÎYA TIRKAN…

Welatê me  Kurdistan hatîye parçe kirin. Welatê me hatîye parve kirin. Neteweya me li welatê xwe bi awayekî aşîtî û însanî  ji bona azadî û rizgarîya xwe xebat dike. Li hemberî têkoşîna azadî û rizgarîya welat û neteweya me dewletên dagîrker qetlîaman dikin.

Deng ji dinyayê dernakeve.

Neteweyên Yekbûyî dibêje ku ez li dinyayê ji hemû welatan û neteweyan berpirsim, li hemberî vê neqehîyê û qetlîaman deng dernexist û nûha jî deng dernaxe! 

Yekîtiya Ewrûpayê, dibêje ku em hewza demokrasî, maf û azadîyan e, ew dengê xwe dernaxe. Platformên însanî û demokrat yên navneteweyî dengên xwe dernaxin.

Li dinyayê ji derveyî neteweya kurd, neteweyekî  bêdewlet nemaye. Kurd dewleta xwe dixwazin, dinya, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê piştgirî nakin.

Kurdan li Başûrê Kurdistanê bi rêya demokratîk a refêrandûmê biryar da ku dewleta xwe ava bikin. Bi piştgirîya Emerîka û dewletên Ewrûpayê pêşiya vê hat girtin û rê li ber îşgala bajarê dilê kurdan Kerkûk hat vekirin.

Li ser kurdan nîjadperestîyeke gelek xûrt tê meşandin. Çand û ziman û muzîka  kurdan ji holê tê rakirin, deng ji dinyayê dernakeve.

Neteweyên xwedî dewlet û li Kurdistanê desthilatdar û serwer in, neteweya kurd biçûk dibînin û dinya deng dernaxe.

Dewletên nîjadperest dibêjin ku ziman û çanda kurdî ji bona perwerdeya hevdem têrî nake, dinya dengê xwe dernaxe.

Kurd ji bona ku ji zimanê xwe û ji çanda xwe û ji muzîka xwe re bi awayekî gelek xwezayî xwedî derdikevin, tên kûştin

Dinya dîsa bê deng e.

Li Tirkiyeyê gelek ciwanên kurd ji bona ku li zanîngehan ji hêjayîyên xwe yên milî û mafên xwe yên demokratîk re xwedî derketin/derdikevin hatin kûştin û tên kûştin.

Wek Şerzad Kûrdê Batmanî.

Gelek kes û ciwanên kurd ji bona ku muzîka kurdî guhdar dikin tên kûştin.

Di van rojên dawî de ciwanên Kurd yên Ji Patnosa Agriyê Bariş ÇAKAN ji bona ku muzîka kurdî guhdar kir, encama êrîşeke nîjadperest û bi destê gelek Tirkan hat kûştin. Him jî bi awayekî gelek barbar û Vandalîst hat kuştin. Bi kêran hat kûştin.

Vê bûyerê jî careke din derxist holê ku nîjadperestîya Tirk çiqas xûrt û li ser kurdan domdar e.

Nijadperestîya Tirkan li dijî hemû hêjayîyên milî yên kurdan e. Hemû hêjayîyên kurdan tune qebûl dike, ji bona ku wan hêjayîyan ji holê rabin nîjadperestîyeke kolonyalîst 100 sal in ku didomîne.

Nîjadperestîya Tirkan, ne bes nîjadperestîya dewletê ye. Nîjadperestîya Tirkan, bi destê dewleta nîjadperest û kolonyalîst, bi destê îdeolojîya fermî ya dewletê bû nîjadperestîyeke civakî.

Hezar mixabin nûha Tirk bi tevayî nîjadperestî dimeşînin. Loma jî bes dewlet ne û civata Tirk jî encama zihniyeta xwe ya nîjadperestî kurdan dikûjin.

Li hemberî nîjadperestîya polîsê Emerîkayê li dijî Reşikan, dunya radibe ser lingan. Lê ji bona Kurdan û ji bona ciwanê kurd Barış ÇAKAN bê deng e.

Ji bona vê yekê divê em kurd ji xwe re û ji doza xwe re xwedî derkevin.

Divê em Doza Bariş Çakan bikin dozeke neteweyî, lê xwedî derkevin.

Ji bona ku ew kesên nîjadperest ku Bariş ÇAKAN kûştine, bên girtin û bên darizandin em xebat bikin.

Diyarbekîr, 12 Haziran 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *