Kemal Tolan
“Weke em dibînin, bi dehan nivîskar, rewşenbîr, dîrokzanên xerîb û me Kurdan li ser dagirkirina welatê me, belabûn û asîmlebûna miltê me nivîsandin e. Kesê ku dîroka Kurdî nasdike, nav-dengê medrese, camî û dibistanên ku dagirkerên Kurdistan bi taybetî jî “mekteba eşîran“ ji bo zarokên mîrek, serokeşîr(beg) û axayên Kurdan vekirine, ne bihîstibe tûne. Gelek ji lêkolîneran vêga jî dibêjin, gava mîrek, serokeşîr(beg) û axayên Kurdan yên ku ji bo berjiwendiyên kesayetî û malbata xwe diçun digihîştine dujminên gelê xwe, dagirkeran pêşîn ew di xwandegehên artêş, “mekteba eşîran“ û mizgeftên xwe de, bi nîzam û zimanê desthilatdariya xwe perwerde dikirin. Ew ji bo pêwendiyên bi kes û xelqên ku hêja dîn anjî desthilatdariya wan nas nekirine jî, fêrî axaftina bi zimanê Kurdî dikirin.
Ez jî li goriya dîtina xwe dibêjim, gava ew xwandevanên zarokên mîrek, serokeşîr(beg) û axayên ku ji ol-nijada xwe dûrketî diahtine nav herêmên Kurdistanê, ewan di bin navê serleşker, amîr, zabit, walî, qaymeqam û berpirsyarê dewletê muxbîrtî dikirin. Ewan ji her desthilatdarî bêtir jî rişwet-baca zêde ji oldar, serokeşîr(beg) û axayên civaka ol û kêm netewên dinê standine. Zilm û zor li bav-kalên me kirine. Ewan hercar îdîolojiya dagirkeran di rêya dezgehên ragihandinên yên weke çapemenî, radio, tv, şanogerî, sînemayê û hwd. de beladikirin. Hemû kesên ku ne weke wan difikirîn, bi darê zorê koçberî deverên dinê û ceza dikirin. Qet giringî ne didane hasesiyet û şerefa civaka Êzdî, ol û kêm netewên dinê.
Bêguman, hinek serokeşîr(beg) axa, malmazin, olperest û kevneperestên Kurdperwer ne hevalên wan kesên ku ji bo berjiwendiyên kes, malbata xwe bûne muxbîr, muftî, keya, eza û bekçiyên nebiyên Jon Tirkan û ji wan menfaatçiyan ne razîbûne. Ez wan birêzan jî li virê bi hurmet bibîrtînim.
Lê gava ku, piraniya desthilatdar û bazirganên me Kurden Êzdî, Asurî, Misilman, Alewî, Yarasan, Ehlî-Heq, Şebek û hwd. zêde girîngî bidana bizava welatperwerî, nasnama xwe ya xwezayî û ew bi fatwa, nivişt, fahlik, çîrok û xewnên metîngehkaran nehatina xapandin, bipiştevaniya şaristanî û ola hukimdaran ne kirina;
wê
- Ecem(Farizi)an nikarûbuna dînê Zerdeştîyê li ser piraniya desthilatdarên Îparatoriya Medan ferz bikirina û hinek Kurdan jî ne gotina, „Zerdeşt (BZÎ 628-551) Pêxemberê me ye“.
- General, fîlozof û helbestvanê Yunan Ksênofon nikarîbûna di salên 570 yên beriya zayîna îsa(BZÎ) de tevî000 leşkerê xwe û Alesksanderê mezin(Eskenderê Çarqurne-Makedonî di BZÎ 331 de jî nikarîbûna dewlemendiyên Kurdistanê ji xwe ra bibirina û Kurdistan wêran bikin.
- Mihemedê kurê Abdallah nikarîbûna di sala 632 ya piştî zayîna Îsa(PZÎ) de li bazaren Qudisê, Mekê-Medînê û Ekazê bibûna Pêyxember. Kurdistan ji alîyê hêza îslamê ve ne dihate bindest kirin û kolonyalîstên ereb û farsî pêş ve neçûna.
- Xanedaniya Xelîfen Emewî û Abbasiyan nikarîbûna di salen 660-750 de Kurdan û herî zêde jî Êzdiyan bi zora şûr misulman bikirina.
- Xanedaniya Silatnên dewleta Selçûkiyan, wê nikarîbûna di şerê Malazgirtê yê sala 1071 de serokê artêşa Bizansî Romanos IV dîlbigrin.
- Bawermend, oldar, serokeşîr(beg) û axayên civaka Êzdiyan ji ber zilm-zora dagirkerên Kurdistanê, „zanyarê sofîgerîyê (tesewuf) Şêx Adî bin Misafir [1073 (1078) – 1162] de wek Xwedê û Tawisî-Melek ne dane xwanêkirin.“
- Selahedînê Eyyûbî, di şerê li dijî Xaçparêstan yê di sala 1169 PZ de ne dibû silatanê dewleta Eyyûbî.
- Nijadperestên Tirkan(nebiyên Oxizan û kurê Guran) nikarîbûna ji Asyaya navîn(Mongolanistan)ê derbasî nav Anatolya yê bivin û di 1200 de dewleta Osmanî bidamezirînin.
- Qanûnî Siltan Silêman nikarîbûna di sala 1534 de mîrîtiya herêma Soran, Bahdînan, Şengal, Heleb, Kilîs û Mereşê ji bin destên Mîrekên Êzdî derxîne.
- Kurdistan di sala 1639 de, bi Peymana Qasrî Şêrîn ji alîyê bisilmanen desthilatdaren dewleta Ecem(Safewî-Îran) û Osmaniyan ve ne bûna du perçe.
- 36 Silatnên Împaratoriya Osmanî nikarîbûna bi xêra propagandaya “biratîya dînî” ji salen 1200 heta 1922 li ser hukimdariya welatê Kurdistanê bimana.
- Mîr Mihemedê Kor mîrê Rewandizê, nikarîbûna Mîrê Êzdîxanê Elî Begê di sala 1832 bikuje, Reşit Mehmed Paşayê Osmaniyê jî nikarîbûna di şerê sofiyên Misilmanan û feqîrên Êzdiyan de, Êzdiyên li welatê Xaltiya qirbike, Bedirxan begê mîrê Cizîra Bota jî nikarîbûna di sala 1835 de bi xêra fanatîzma “biratiya dînî” bibûna „paşayê“ dewleta Osmanî, „Seyda-Melayê Kurdperwer“ û mîna paşayên Osmaniyê xiznên xwe bi xêra firotina jin-qîzên Êzdiyan yên ku li kuçe û soqaqên Cizîrê, Şamê, Kilîsê, Musilê, Tebrîzê, Bexdayê û hwd. dihatine firotan, ji malê Kurdên Êzdî û civatên din yên etnikî danegirtina.
- Desthilatdar û rêvebirên Osmaniyê nikarîbûna di sala 1859 de bi „qanûna xwedîtiya mal-milk“ hemû milkê Kurdên Êzdî û civatên din yên etnikî, bixine nav xizna dewleta xwe anjî bi qelêbine ser navên begên Kurd û fanatîkên biratiya ola Misilmanetiyê diparastin û navên ciîh-war, bav-kalên Kurdên Êzdî û civatên din yên etnikî ne dihatine guhastin.
- Piraniya Kurdên Êzdî yên ku li herêma Wanê, Qersê, Bazîdê û yên li hemû der dora tevaya çiyayê Araratê diman, di wextê cengên di navbera Împaratoriya Rûsiya yê û Tirkiyê (1768, 1877 û hwd.) de nereviyana nava Anatoliya navîn û dewleta Rusya yê.
- Leşkerên artêşa Rus, Ecem, Ereb û Osmaniyan(nebiyên Oxizan-, Alayên Abdul Hemîd û hwd.) nîkarîbûna heta îro hêjî endamên ne ji ol û netewa xwe ne qirbikirina.
- Mustefa Kemalê Selanîkî û nebiyên Oxizan(Tirkên nijadperest) jî di leystik, plan, xebat û têkoşîna “Komelên Parastina Mafên Huqûkî û Neteweyî”-(Müdafaa-i Hukuk-u Milliye Cemiyetleri) de bi ser nekevtina, Kurdistan cardinê di sala 1923 de bi Peymana Lozanê nebûna çar perçe û ewê heta îro hêjî bi xêra “biratiya îslamî” ne li ser desthilatdariya welatê me bûna.
- û hwd.
Weke ku min di van çend mînakan de daxwanê; eger piraniya mîrek, serokeşîr(beg) û axayên Kurdan ji bo berjiwendiyên kes, malbat û dînê xwe yê nû zilm-zor li mîrek, serokeşîr(beg) û axayên Kurdperwer nekirina û hestên dînê xwe yê nû di ser yê Kurdîtiya xwe da ne girtina, wê Kurdistan jî vêga mîna her welatekî rizgar bûna. Ez baş bawerim, lewma jî rêzdar Ahmedê Xanî, beriya sedsalan ji ber vê bêtifaqiya me Kurdan di „Mem û Zîn“ a xwe da weha gotiye:
„Ger hebûya me îtfaqek,
Vêkra bikira me înqîyadek,
Rom û ereb û ecem temamî,
Hemîyan ji mera dikir xulamî,
Tekmîl dikir me dîn û dewlet,
Tehsîl dikir me hukmet.
Ternir dibûn ji hev miqalet,
Mumtaz dibûn xudan kemalet.“
Hêvîdarim ku, rêvebir, rewşenbîr, berpirsyarên hemû dezgeh û rêxistinên Êzdîtî, Misilmanetî, Alewîtiyê û civatên din yên etnikî vê dijminantiya ku dagirkerên Kurdistanê, li ser navê parastina ola Îslamê, Ehl-î Beyt, netwiya Tirkî(bi taybetî jî Kemalîzmê), Erebî, Farsî û hinek Kurdên mejîşûştî xistine nava mejiyan nasbikin. Em bizanibin ku, em Kurd tev mîna sêvên ji darekêne* û em jî mêzîna baweri(dîn û dîtina siyasî)ya xwe di ser ya netewiya xwe de bilintir negirin û divê em jî weke rêzdar Osman Sebrî gotiye bibêjin:
”Em bira tev hemî bo çi ev gir û kîn
Sor û gewr, reş û zer em yek in tev bira
Hemiyan yek rê ye, yek raman, yek çira
Mesîhî, Mûsewî, Misliman hemdem in
Mecûsî, Yêzîdî tev kurrên Adem in
Me divê aşîtî naxwazin şer û bend
Bimirin koledar şerrxwazên dewlemend
Her bijî aşitî, aşitîxwaz bijîn
Serbilind, serfiraz her wekî baz bijîn“
Kemal Tolan 05.11.11
Berhevkarê kevneşopên Êzdîtiyê.