Fîlma derhênerê Kurd Kazim Oz hat qedexekirin

Fîlma derhênerê Kurd Kazim Oz a bi navê “Oy’una Geldik” hat qedexekirin.

Wezareta Çand û GeÅŸtyariyê ya Tirkiyeyê nîşandana fîlma “OY’una Geldik” derhênerê Kurd Kazim Oz qedexe kir.

Senaryoya fîlmê ji aliyê Serokê Şaredariya navçeya Pulurê ya Dêrsimê Mustafa Sarigulê ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê jî Kazim Oz kiriye.

Di nav lîstikvanên fîlmê de, li gel Sarigul, Serokê Şaredariya Pulurê Muslum Tosun û Serokê Şaredariya Pêrtagê Ruhan Alan jî hene. Îlyas Salman jî di rola sereke de dilîst.

Dihat plankirin ku dahata ji fîlmê ji bo avahiya tesîsa paqijkirina avê ya li navçeyê û parastina Munzurê were bikaranîn.

Kazim Oz li ser hesabê xwe yê Xê qedexeya nîşandana fîlma xwe bi van gotinan ragihand:

“Mixabin vîzyona fîlma me ya ‘OY’una Geldik’ hat qedexekirin. Desthilat di sedsala 21ê de bi qedexekirina fîlmeke komedî, careke din lekeyek reÅŸ li dîroka xwe xist.

Em dê rêyên hiqûqî heta dawiyê bikar bînin ji bo ku fîlma xwe ya ku me bi salan xebat jê re kiriye, bigihînin temaÅŸevanên xwe.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *