Gideon Saar: Sûriye tenê bi federasyonê aram dibe

Wezîrê Karên Derve yê ÃŽsraîlê Gideon Saar li ser rewÅŸa Sûriyeyê got, “Sûriye tenê dikare aram bibe eger federasyonek ku xweseriyên cuda di nav xwe de dihewîne û rêzê li şêwazên jiyanê yên cihêreng bigire”

Her wiha Saar derbarê birêvebiriya nû ya Åžamê got, “Hikûmeta nû komeke terorîst a ÃŽslamî ya cîhadîst e ku ji ÃŽdlibê hatiye û bi zorê Åžam girtiye. Ew ji Elewiyan tolê distînin, zirarê didin Kurdan.”

Wezîrê Karên Derve yê ÃŽsraîlê Gideon Saar li Bruksela paytexta Belçîkayê doh beÅŸdarî civîna pêwendiyên ÃŽsraîl – Yekîtiya Ewropayê bû û bi berpirsên YEyê re civiya.

Ofîsa Gideon Saar li ser civîn û hevdîtinên bi berpirsên YEyê re daxuyaniyek belav kir.

Gideon Saar di civîna bilind ji bo birêvebirina pêwendiyên Îsraîl-Yekîtiya Ewropayê (YE) de hişyarî da ku sînorê bakurê Îsraîlê hîn gefa cidî ye li ser ewlehiya Îsraîlê.

Saar di axaftina xwe ya beriya civînê de soz da ku Îsraîl dê li ser ewlehiya xwe ya li sînorê Sûriyeyê ti tawîz nede û hişyarî da û got:

“Hamas û Cîhada ÃŽslamî li Sûriyeyê dixebitin ku eniyeke din a li dijî ÃŽsraîlê ava bikin.”

“Hikûmeta nû komeke terorîst a ÃŽslamî ya cîhadîst e”

Saar her wiha fikra ku rejîma li Sûriyeyê bi awayekî baÅŸtir guheriye wekî “bêmantiq” bi nav kir û wiha pê de çû:

“Hikûmeta nû komeke terorîst a ÃŽslamî ya cîhadîst e ku ji ÃŽdlibê hatiye û bi zorê Åžam girtiye.

Em hemû kêfxweş in ku Esed çûye lê divê em realist bin.

ÃŽslamî bi nermî diaxivin binêrin ka ÃŽran di sala1979an de çawa diaxivî. Lê her kes dizane kî serokê nû ye.”

“Zirarê didin Kurdan”

Saar her wiha amaje bi nûçeyên ku ÃŽslamîst bi tundî tola xwe ji kêmneteweyan distînin kir û got, “Ew ji Elewiyan tolê distînin, zirarê didin Kurdan.”

“Sûriye tenê dikare aram be eger federasyonek be ku xweseriyên cuda di nav xwe de digire û rêzê li awayên jiyanê yên curbecur digire.”

Gotinên Saar tenê çend rojan piÅŸtî wê yekê hatin ku Serokwezîrê ÃŽsraîlê Benjamin Netanyahu daxwaza “bêçekkirina tam ya başûrê Sûriyê” kiribû, û tekez kiribû ku ÃŽsraîl dê “tehemûla ti gefekê li ser civaka Durzî ya li başûrê Sûriyeyê neke”.

“ÃŽran gefa herî mezin e”

Her wiha Gideon Saar bal kiÅŸand ser vê yekê ku rejîma ÃŽranê û îhtîmala ku ew bigihêje çekên atomî, wekî “metirsiya herî mezin a li ser cîhanê” bi nav kir û got:

“Gelê Cihû ji dîrokê fêr bûye, dema ku dijminê te armanca xwe ya ji bo tunekirina te radigihîne, çêtir e ku tu baweriyê pê bînî.

Bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê Îranê ve bêguman dê bibe sedema pêşbaziya çekên nukleerî li Rojhilata Navîn.

Erebistana Siûdî, Tirkiye û welatên din dê tevlî bibin. ÃŽran bawer dike, wekî Koreya Bakur ku bidestxistina çekên nukleerî dê wê ewletir bike.”

Saar bangî civaka navneteweyî kir ku eÅŸkere bike ku eger rejîm bi bernameya xwe ya nukleerî berdewam be, “hebûna wê di xeterê de ye. Niha dema çalakiyê ye.”

“Derfetek heye ku Libnan ji dagirkeriya ÃŽranê azad bibe”

Wezîrê Karên Derve yê ÃŽsraîlê got, “Qelskirina dramatîk a Hizbulahê ji aliyê ÃŽsraîlê ve di encamê de bû sedem ku Esed êdî li Sûriyeyê ne li ser desthilatê be.

Derfetek ji bo guherîna erênî li Libnanê heye. Derfetek heye ku Libnan ji dagirkeriya ÃŽranê azad bibe û ber bi kampa Ereban a pragmatîk ve biçe.”

“ÃŽran bi alîkariya Tirkiyeyê hewl dide ku pereyan ji Hizbulahê re bişîne”

Li aliyê din Saar hiÅŸyarî da û got, “ÃŽran bi alîkariya Tirkiyeyê hewl dide ku pereyan bi qaçaxî ji bo Hizbulahê bişîne.

Eger artêşa Libnanê ji Hizbulahê bihêztir be, paÅŸeroja Libnanê dê çêtir be. Eger ne wisa be, dê di bin dagirkeriya ÃŽranê de bimîne.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *