FAÎK BUCAK

SONDA MIRINÊ

Sonda me mirin e di rêya te de welat

Kefen û kirasên me ne, ferman û xeml û xelat

Xencî mirinê, dinê de bo me nebûye xebat

Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan

Em dîlîtîyê naxwazin, pir bi rûmet e goristan

Kal, pîr ser tirba kuştîya digirîne

Dil û kezewa wan gişka tijî kul û birîn e

Law, bûk hemû jî xwûn digirîne

Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan

Em dîlîtîyê naxwazin, pir bi rûmet e goristan

Em bi lorîka mirinê hatin pêçandin

Dêya, şûna şîr em bi xwînê mêjandin

Çirî, birano werin, welat çû, qedandin!

Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan

Em dîlîtîyê naxwazin, pir bi rûmet e goristan

                       Faik BUCAK

SEKRETERÊ GIŞTÎ Ê PDKT Ê DUDOYA

Avakarê PDKT û Sekreterê wê yê giştî yê dudoya Faik BUCAK, di sala 1919`an li gundê HADRO yê bi qeza Sêwregê ya bajarê Ruha`yê ve girêdayî ji dayik bû. Ji malek welatperwer ku rewşa wê ya aborê baş bû dihat. Dibistana sereta li Sêwregê, ya navîn û lîse li Ruha, Meletê û Amedê xwend. Di 1939 an dest bi Fakulteya Dadê ya Îstanbûl kir, di 1946 ji vira mezûn bû. Li Gurun, Antakya, Sêwas û Kozan`ê dadgerî kir. Di 1956 an de dev ji dadgerîyê berda, li Ruha`yê dest bi parêzerîyê kir. Faik BUCAK, şehîdê pêşî yê PDKT ye.

Salên 1920-1940, heyama serhildanên neteweyî yên ku li pey hev rûdidan. Piştî tevgera Dêrsimê ya ku berxwedana dawîn bû, li Kurdistana Bakur heyamek bêdeng û bêhis destpêkir. Dewleta Tirk, li hember gelê Kurd, sîyasetek cezakirinê dajot. Hebûna netewî ya Kurdan hatibû înkarkirin, her tiştê têkildarî Kurd û Kurdistan hatibû tunekirin û qedexekirin. Piştî temirandina tevgerên netewî yên wek Qoçgîrî, Agirî, Şêx Saîd, Dêrsim û yên din, bi sedhezaran Kurd hatin kuştin û Kurdistan hat wêrankirin. Beşek ji serokên Kurdan hatin dardakirin, beşek jî neçar man biçin dervî welat. Daxwazên gelê Kurd yên netewî, bi qirkirinên bi xwîn hatin temirandin, hema çi bigire gelê Kurd hat qutufandin. Li vî beşî, tevgera netewî ya Kurd, 20-30 salî ket bêdengîyekê. Loma heyama 1940-1960`î di dîroka tevgera Bakurê Kurdistan ya netewî-demokratîk de xwedîyê cîyekî taybet e.

Divê meriv Faik BUCAK û nifşê wî, li gorî mercên heyamek werê binîrxîne. Divê meriv Faik BUCAK û nifşê wî, doza Kurd û Kurdisatn, li ku be ji nû de bi naperûk û diranan kolan û pêşde çûn. Wek rewşenbîrên gelekî ku têk çûye hatîye çewisandin, çi bigire ji niv de ji serî de dest bi xebatê dikin. Ji ber vêna, heta tirsiybûn ku bi nasnameya xwe ya netewî derkevin holê. Doza Kurd, bi giştî di bin navê “Doza Rojhilat” diparastin. Bi vê rewşa xwe, rewşenbîrên vê heyamê, nifşekî ku salên 1970`an amade kirin û rêbertîya rewşenbîrên heyama nuh kirin. Bi xebatên xwe yên  sîyasî û çandî ku vê heyama bêdeng û bêhis rakirin ji mirovên herî bi bandor yên rewşenbîr û sîyasetmedar yek jê jî Faik BUCAK bû. Rola wî û rewşenbîrên mîna wî yê eslî jî divê di nava taybetîyên vê heyamê de lê bê gerandin.

Dema Faik BUCAK di 1939`an de, dest bi Fakulteya Dadê ya Îstanbûl kir, bi ramanên welatperwî dagirtî bû. Hatina wî ya vê hawîrdora nuh, danîna pêwendîyan bi dorhêlên welatperwerên Kurd û di demek kin de ji alî vê dorhêlê ve naskirina wî zAhmed nebû. Îstanbûl, mîna salên pêşî yên 1900`î, di vê heyamê de jî ji bo doza Kurd bû navendek sîyasî ya girîng. Faik BUCAK, li vê dorhêlê, di demek kin de, bû serokekî ji nava serikan. Bi Mustefa Remzî BUCAK, Yûsif Ezîzoglû, Zîya Şerefxanoglû û Mûsa Anter re Faik BUCAK, pêka pêşî ya ku ezmûna rêxistina veşartî dihat hesêb li vir avêt. Di salên ku li Îstanbûl ma, bi dorhêlên Tirk û Kurd yên pêşverû, welatperwer û demokrat re pêwendîyên baş ajot. Di çalakîyên ku ji alî dorhêlên Kurd yên welatperwer hatin li darxistin, bi çalak tê de cîh girt. Mirovekî xwedî înîsîyatîf, jêhatî û bi rêxistinkir bû. Damezirênerê Wargeha Xwendekaran ya Dîcle ku li Îstanbûl hat vekirin û rêxistinvanekî sereke yê çalakîyên sîyasî û çandî bû ku bi navê “Şevên Rojhilat” dihat li darxistin. Dema li Îstanbûl bû, di weşanên cûrbecûr de dest bi nivîsandinan kir. Piştre ji bo weşandina rojnameya hefteyî ya “Dîcle Kaynagi” (Kanîya Dîcle) ku ji alî Mûsa Anter ve hat derxistin alîkarîyên wî çêbûn.

Ji bo ku Faik BUCAK serokê bajarê Ruha yê partîya “CMKP” (Partîya Gundî Netew a Komarî) bû ku di doza 49`an de nehat girtin, piştî derba leşkerî ya 27 Gulan 1960`î bi 55 Kurdên navdar yên wê heyamê nefî “Kampa Sêwas”ê hat kirin. Ji wira jî bi “Qnûna Nefîyê a Taybet hejmara 105” li Balîkesîr`ê nefî hat bi cîhkirin. Faik BUCAK vê bûyera nefîkirinê, alîyên wê yên dadwerî, sîyasî, civatî û mirovî di broşurek bi navê “Em Pêncî û pêncan” de li tevaya Tirkî ji gengeşîyê re vekir. Di heman dem de ew hûqûqnasekî baş yê wê heyamê bû. Di derbarê vê kêşeyê de, di organên çapemenî û weşanên Tirk de nivîs nivîsand, roportajên wî hat weşandin. Di vê derbarê de, ket nava devjenîyên ku “MBK” kir armanc û heta bi dirêjî cûntakiran bû. Vê tekoşîna wî ya bi biryar, di vegera 55`an ya warên xwe rolekî girîng lîst.

Piştî qedandina cezayê nefîyê Faik BUCAK vegerîya Kurdistanê, li welatê xwe Ruha`yê bi cîh bû, li wir dest bi parêzerîyê kir. Di hilbijartinên 1965`an de ji “AP” xwe wek namzet dîyar kir. Ji ber kesayetîya wî ya welatperwer, namzetîya wî hat `veto` kirin. Faik BUCAK, wek namzetekî serbixwe beşdarî hilbijartinan bû, tevlî ku 17 hezar deng girt jî ji ber bêdadîya sîstema hilbijartinê, vê hilbijartina wenda kir.

Faik BUCAK, rewşenbîrekî Kurd yê neqane ê wê heyamê bû ku li Tirkî beşdarî tekoşîna demokrasîyê dibe, mil dide tekoşîna hêzên demokratîk yên Tirk. Bi vî alîyê xwe ew ne tenê li derdorên Kurd yên welatperwer dihat nasîn, di heman dem de sîyasetmedarekî ku ji alî derdorên Tirk yên pêşverû û demokratîk jî dihat naskirin.

Faik BUCAK, çareserîya kêşeya Kurd, mercê pêşî yê demokratîkbûna Tirkî didît. Lê ezmûn û çavdêrîyên wî yê heta wê rojê, bi wî da zanîn ku çareserîya kêşeya Kurd, ne pêkan e ku bi rêya partîyên sîyasî yên Tirk pêk were. Divîyabû gelê Kurd rêxistinîya xwe ya sîyasî a serbixwe ava bîke û ji bo paşeroja xwe, ew bi xwe biryar bide. Di mercên wê demê de, gelê Kurd, li Tirkî, bi rêyek yasayî û demokratîk bi rêxistinbûnek sîyasî û gehîştina mafên xwe yên neteweyî-demokratîk ne pêkan bû. Bi vê egerê, divîyabû ku li Kurdistanê partîyek sîyasî ya veşirtî bihata avakirin. Faik BUCAK, di demek ku gelek rewşenbîrên Kurd di nava rêxistinên çepê Tirk de cîh digirtin, ew rewşenbîrekî ku li Kurdistanê “rêxistinîya serbixwe” ji planê ramyarî derxist, derbasî piratîkê kir. Li hemberî qaşo rewşenbîrên çepgîr ku rêxistinbûna serbixwe wek “netewperestî û rastgîrî” didît û li ser vî asasî ew sûcdar dikirin, wî û derdora xwe ji ramanên xwe yên jê bawer tawîz nedan.

Di nava rewşenbîrên Kurd yê heyamên de, ramana avakirina partîyek Kurd ya veşartî, ji salên 1950`yan dihat. Tê zanîn ku di Bûyera 49`an de Zîya Şerefhanoglu û hinek hevalên wî, bi îdîaya ku di operasyonan de bi avakirina partîyek veşartî ku destûr û bernameya wê hatibû girtin, hatibû darizandin.

KDP-T, di dawîaya 1965`an de ava bû. Demek kurt piştî avabûna wê Faik BUCAK bû Sekreterê Partîyê yê Giştî.

Dewletê hîn ji serî de avabûna PDKT girîng dît, li hemberî kadirên partîyê yên avakir û serkêş ket nava tevgerê. Li gorî vê armancê MIT, ji hinek nakokîyên herêmê jî sûd wergirt, li hember Sekreterê Giştî yê PDKT Faik BUCAK, di 4 Tîrmeh 1966`an de, li herêma Karakoprî ya Sêwregê sûîqestek pêkanî! Av. Faik BUCAK, piştî ku li benzînxaneyekê, tevlî du kurên xwe di erebeya xwe de êrîşek bi çek lê hat kirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ruhayê, 5 Tîrmeh 1966`an şehîd bû. Li gorî daxwîyanîyên hevalên wî yên partîyê, derba Faik BUCAK ne ya mirinê bû, lê MIT`ê li nexweşxaneyê jî devjê berneda!..

Şehîdbûna Faik BUCAK, ji bo PDKT û tevgera neteweyî-demokratîk ya Bakurê Kurdistanê wendabûnek giran bû. Kuştina Faik BUCAK, li perçeyên Kurdistanê yên din jî xemgînîyek kûr da çêkirin. PDK-I, ji malbata Faik BUCAK û hevalên wî yên partîyê re mesajek sersaxîyê şand, li hember kuştina wî xemgînîya xwe ya kûr û ji gelê Kurd re sersaxî xwestibû. Ciwanên Kurd yên ku li bajarê Enedolê yên mezin dixwendin jî kuştina Faik BUCAK bi awayên cuda şermezar kirin.

Faik BUCAK, rewşenbîrekî heyamê yê xwedî zanînek berfireh, pêşketî û sîyasetvanekî ku li Tirkî dihat naskirin, kadirekî li Kurdistana Başûrêrojava, Lubnan û Başûrê Kurdistanê dihat naskirin û hezkirin, serokekî netewî yê heyamê bû. Mirovekî gelêrî û demokrat bû. Bi hizrên xwe yên sîyasî, meslekê xwe, hebûna xwe ya aborî ve, di nava gel de bû û gelê xwe li dor doza netewî bi rêxistin dikir. Ew, yekî ji alî dewleta Tirk ve bi taybetî hat hedef girtin.

Faik BUCAK, bi kesayeta xwe ya netewî û sîyasî re, ji alî çandî û folklorîk jî de welatperwerekî neqane yê heyamê bû. Dîrok, ziman, çand, edebîyat û folklora gelê xwe baş zanîbû û bi her awayî di jîyana xwe de vêya rê dida. Hostakî folklorê yê baş bû. Bi zaravê Kurmancî yê Kurdî, bi zimanekî zelal helbest dinivîsandin. Helbestên wî, ji ezmanê welatperweran ne dihat xwarê. Bi taybet helbesta wî ya bi navê “SONDA MIRINÊ”, ji devê welatperwerên Kurd wek Sondek Netewî derdiket.

Avakirê PDKT û Sekretêrê wê yê Giştî Faik BUCAK, yek ji serokê netewî, rewşenbîrekî welatperwer-demokrat û merivê sîyasetê yê ku ji alî gelê Kurd ve hatîye afiranin, di Tekoşîna Rizgarîya Netewîya Gelê Kurd de xwedîyê cîyekî bi şeref û rûmet e. Gelê Kurd, îro jî mîna doh wî di tekoşîna xwe de dide jîyandin.

Em, li ber bîranîna Faik BUCAK ya bi şeref, bi rûmet xwe ditewînin. Sonda wî ya bi navê “SONDA MIRINÊ”, di tekoşîna azadî û serxwebûnê de, sonda hemû welatperwer û ya gelê Kurd e jî.

GAZIN JI XWEDE 

Ne nan e, ne dan e, ne şîv û taştê
Ho rebîyo! Ev qas derd û bela jı ku tê
Dewlemendî li me girt êdîn em bûne xezan
Hiş serê me da nema, belê, mane gêj û nezan
Çavan jî bigre bila rohnayî bibe zulmet
Çi bikim pişka derd û xema para me ket
Ma nifir li me bûye kes pîbar nabe me ra
Heval silav nadin pirs nakin bav û bira
Rê li ber me wunda bû nizanim kuda biçim
Rebî! Tîna biecîm sekinîne li ber Çem.
FAİK BUCAK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *