Destkeftinên xwe em bi yekitiya neteweyî dikarin biparêzin..

Îro li Şengalê miletê Kurd û temama mirovayetiyê di îmtehaneke dîrokî de derbas dibin. 
Birayên me yên Êzidî, di binê xeteriya jenosîdekê de ne. DAİŞ ê Şengal dagir kiri ye. Bi sedan kes kuştî he ne. Bi hezaran kes bi çiyayê Şengalê ketine;birçî ne, tî ne û bi nexweşiyan ketine. Bi dehhezaran kes di nava bajêr de di destê DAİŞ ê dîl ketine.
Eve trajediyeke mirovayetiyê ye. Divê Yekitiya Netewan, Yekitiya Ewrûpa, Dewletên Misilman û hemû saziyên sivîl û hukmî yên cîhanê bêne di hawara gelê me yê Êzidî ve; divê rê li ber vê wahşetê, rê li ber vê hewla jenosîdê bê girtin. Cîhana ku rê li ber vê jenosîdê negire, dê bi rûreşiyeke ku sedan salan neyê ji bîr kirin, hustû xwar be.
Hemû miletê Kurd yên li her çar perçeyan, yên li temama dinyê dijîn, divê bi temama hêz û hebûna xwe, bi yekitiya xwe ya neteweyî divê rê li ber vê jenosîdê bigirin.Divê Şengal nebe rûreşiya me hemû Kurdan. Divê Şengal nebe birîneke ku bi sedan sala neyê pêçandin.
DAİŞ ê bi hêzeka mezin, bi çekên gelekî qurs û pêşketî, êrîşî Şengalê kir. Di wê gave de, hêz û çekên pêşmergeyî têra vê hêza dijminî nedikir. Li gel vê jî hinek kesên ku ji heş û aqil û bawermendiya pêşmergetiyê dûr bûn, mixabin di êrişa ewil de li berxwe nedan û vekişiyan.
Serokê Herêma Kurdistanê Rezdar Mesûd Barzanî, soz da miletê Kurd û gelê me yê Êzidî ku dê lêpirsîneke tund di derbarê wan kesên ku li berxwe nedane bê meşandin. Divê lêpirsîneke berfireh bê kirin. Beriya êrîşê, di dema êrîşê û piştî êrîşê de rewş çi bû divê bi her awayî bê ronkirin. Belê, piştî vê biryara Rêzdar Mesûd Barzanî jî, bizzabit wî bi xwe wekî Fermandarê Giştî yê Pêşmerge, serpereştiya operasyona bidestxistina Şengalê kiriye. Bi dehhezaran pêşmergeyên qehreman îro gav bi gav bi xwîn û can û dilê xwe axa pîrozî Kurdistanê û Şengalê li dij wan terorîstên qirêj yên DAİŞ ê diparêzin, ji wan paqij dikin.
Divê em xeletiya hinek kesan nekin xeletîya hemû pêşmerge û rêveberên Kurdistanê. Ew îro îspat dikin ku dê vê xeletiyê telafî bikin. Divê kes bi dilqirêjî, bi dijminatî êrîşî pêşmergeyan û Hikumeta Kurdistanê nekin. Divê em giş li gel wan bin. Divê li her çarperçeyên Kurdistanê , hemû Kurd li gorî îmkan û zanebûn û kêrhatina xwe piştgiriya rizgarkirina Şengalê bikin. Ez bawer dikim ku dê Şengal bi qehremanîya pêşmergeyên Kurdistanê û bi hemahengî û yekgirtina hêmû Kurdên cîhanê bê rizgar kirin.
Gava ku DAİŞ ê Mûsil di 10 ê hezîranê de bides xist, min wê gavê di bi navê ‘’Qîmeta destkeftinan gava ku destkeftin ji dest diçin tê zanîn’’ nivîsek nivîsî bû. Min ji xwe re ‘’fantaziyek’’ çêkiribû.. Min xewnek dîtibû. Di xewnê de DAİŞ Hewlêrê dagir dike. Qetlîam û trajediyeke mezin peyda dibe…
Mixabin ew xewna ne li Hewlêrê, lê piştî wê nivîsa min nêzî 40 rojekî, li Şengalê bû rastî. Ew tiştên ku min di wê xewnê de dîtibû, îro li Şengalê tê serê gelê me yê Êzidî… Ez dixwazim vê nivîsê careke din jî bînime bîra we… Ev nivîsa di gelek malperên Kurdî de hatibû belav kirin….. 07.08.2014

‘’Qîmeta destkeftinan gava ku destkeftin ji dest diçin tê zanîn
2014-06-28
Mustafa Özçelik
Gava ku DAİŞê dest danî ser Mûsilê û bi sedhazaran mirov, bi jin û zarok û yextiyarên xwe ve bi çolan, bir rêyan ketin; salên 1988ê, 1991ê û ew karesatên enfal û Helebçe û yên din hate bîra min.
Bifikirin ku eynî tişt bi serê we bê hûn ê çi bikin? Ez bi xwe nuha li Hewlêrê dijîm. Piştî xelkê destpêkir ji Mûsilê reviyan, min xwe xist şûna wan. Min ji xwe re fantaziyek çêkir.
Min xewnek dît. Di xewnê de ez dibinim ku DAİŞê avêtiye ser Hewlêrê. Di nîvê şevê de, ez û hevjîna xwe û herdu zarokên xwe em bêyî ku mecal hebe ku karibin tiştên xwe, erebeya xwe, eşyayên mala xwe rahêlinê, em bes bi kincên xwe ji malê derdikevin û bi çolan dikevin.
Bi me re ew cîranên me, zarok û genc û jin û yextiyarên wan jî bi çolan dikevin. Ez li wan dinerim. Hinek ji wan bi tena pîjema nin. Van cîranên me xelkê Hewlêrê ne. Di nav wan de mirovên hal û wextê wan baş jî hene, yên feqîr û hejar jî. Gelek caran me sohbet dikirin. Rexneyên gelek tund û hişk li Hikûmeta Kurdistanê, li pêşmergeyan, li rêveberên Hikûmetê dikirin. Hin rexneyên wan bi heq bûn; lê gelek jê jî bêînsafî bûn. Min her ji wan re digot, rexne û nerazîbûnên we çi dibe bila bibe, divê hûn zanibin ku ev destkeftên we, ev azadiya we hemû jî bi xêra pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê ye. Divê hûn qîmeta wan zanibin. Gelek caran hatiye serê we. Gava hûn bêxwedî bin, dê herdem karesat û felaket bêne serê we.
Belê, bi şev e, em bi rêyan ketine. Ew gêncê cîranê me yê 25 salî bi awayekî ji hevketî bi me re dimeşe. Halê wî yê du roj berê hate ber çavê min. Di jeepa Toyota Land Qurusera xwe de, bi berçavika xwe ya reş ya Ray Ben ê, bi wî porê xwe yê bi modêla ‘’hevy metalê’’, bi wan kincên Versace ve ne zanîbû li ku dijî, ne jî zanîbû bû bav û kalên wî ji çi badîreyan gihîştine van rojan. Îde bi vî halê xwe ve jî henekê xwe, tevzê xwe bi pêşmergeyan, bi Hikumeta Kurdistanê û destkeftinên heyî dikir. Min carina jê re digot, ev erebeya te jî, ev porê te jî, ev kince te jî; bi xêra xwîna sedhezaran şehîd û pêşmerge û rêveberên Hikûmeta Kurdistanê ne. Lê gotinên min ji guhekî diketê, ji yên dî derdiket.Tew mêrê meta wî hebû, yekî feqîr bû. Şifêrî dikir. Her ku behs vedibû, digot, ‘’na na Kaka dema Seddamî ji vê demê çêtir bû’’. Ew bê wîcdaniya wî mû li canê min dikir şûjin.
Nuha ez dibinim, di nîvê şeve de, ew gêncê me bi wê şîlaqa çavên xwe, bi pîjemayê xwe, bi porê xwe yê gebûle, cixareya xwe dikêşe û bi çongên şikestî dimeşe. Rûyê wî ji tirsê bûye wek qeşûfê.
Em gelekî meşiyane, em ji Hewlêrê bi dûr ketine. Hewlêr ketiye deste DAİŞê. Êdî em westiyane. Ronahiya rojê jî xwe berdaye nav şax û baxçeyên Şeqlawayê. Mesîf ango Pîrmam û Şeqlawa di destê Hikûmeta Kurdistanê de, di destê pêşmergeyan de ne. Em bi hezaran kes di nav Şeqlawayê de bela wela rûniştîne. Pêşmerge û xelk bi awayekî seferberîye, nan û av û xwarinê ji me re tînin.

Dikandarekî li ser rê, televîzyona xwe anîye ber deriye dikanê ku bila xelk karibin lê temaşe bikin. Deng û bas di televîzyonê de, behsa DAİŞê û ‘’qanûn’’ û kiryarên wê dikin. DAİŞê li Hewlêrê temama dikanên berberan girtiye. Berber qedexe kirine. Nabe ku tu kes porê xwe bi modelên ‘’kafiran’’ çêbikin. Kişandina cixareyê qedexe kirine. Nabe ku tu jin bi porê vekirî, bi kincên ne li gorî ‘’şerîetê’’ be derkevin derve. Temaşekirina lihîstokên Kupaya Futbolê ya Cîhanê, Mondîalê qedexe ye. Ala Kurdistanê qedexe ye. Di dibistanan de kurdî qedexe ye. Hemû hotel û restaûrant hatine girtin.

Pêşmerge û rêveberên Hukûmeta Kurdistanê, xelkên sivîl bi sedan, kom bi kom li ber çavên herkesî têne kuştin. Parlemena Kurdistanê hatiye îşgal kirin. Hatiye tar û mar kirin. Hemû tabela û qiteyên li ser dikanan yên bi kurdî hatine şikandin, hatine qedexe kirin. Çûyina Parka Samî Evdirrehman û li wir seyran û kêf û dîlangirtin qedexe ye. Family Mall û Majidi Mall û hemû Mall hatine tar û mar kirin; hatine girtin. Xwediyê wan dikanan hatine girtin, hinek ji wan hatine kuştin. Bi hezaran erebeyên ku xelkê li dûv xwe hiştine ketine destê DAİŞê. Bi milyonan dolar pere, zêr û mal û milkê xelkê giş ketine deste DAİŞê. Li Ayn Kawayê, gelek mirov ji ber ku xiristiyan in hatine kuştin..
Min li çavên wî gêncê cîranê me nêrî. Serê xwe bera ber xwe da. Bi fediyekê, wekî sûçdarekî li min vegeriya. ‘’Kak Mistefa ê tu biheq derçû’’… Min tiştek negot… Bes min serê xwe hejand. Dê û bavê wî jî li min nêrîn. Bavê wî got ‘’Rast e Kek Mistefa… nuha ne seyareyên(erebeyên me) me yî Monika, ne ew xaniyên me yên wekî qonaxan, ne ew pere û zêrên me, ne ew cil û bergên me, ne îş û bînayên me, ne jî ew xewên me yê şêrîn man….Xwedê pêşmerge û hikûmeta me li serê kêm neke… Xasetên ev zarokên me yên nivşên piştî salên 1990î qet û qet qîmeta van destkeftan nizanîbûn ku ew çawa bi dest ketine…’’ Min hîna cewaba wî cîranê xwe nedabû min dît di televîzyonê de, li Hewlêrê Malikî cilê eskerî wergirtiye, bi generalên xwe ve ala Kurdistanê ji ser banê binaya Serokwezîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dadixe… Ma ne DAİŞ bû yên Hewlêr dagir kiribûn?… Ji aliyekî ve DAİŞ, ji aliyekî ve Malikî li Hewlêrê ne… Malikî dibêje ‘’Erbil axa Iraqê ye… Ew ê bixwaze welatê me perçe bikin, divê zanibin ku dê vê carê Enfal jî ji wan re kêm be’’…peyamnêrekî din yê telewîzyona DAİŞ ê, li Hewlêrê, li ser rêya Kesnezanê nûçeyeke din belav dike. Ev çi ecêbe? İzzed El- Dûrî yê alîkarê Seddam Huseyînî, li ser rêya Mûsilê, li ber seytareya Hewlêrê rawestiyaye. Alaya Iraqê ya dema Seddam Huseyînî di destekî wî de ye, şûrekî mezin jî di deste din de ye. Pê li sere yekî kiri ye. Bi Erebî dibêje ‘’Kurdê Pîs’’ û bi wî şûrî sere wî kesî jêdike. Berê wî mirovî bi aliye me ve ye. Weh , ma ev ne mêrê meta vî gêncê me ye? Belê welehî ew e. Yê hate şerjêkirin ew bû. Bi rastî jî ez li ber ketim. Mirovên wî yên li cem me ne, bi qêrîneke ji dil digirîn…Û ew gotinên wî tê bîra min…’’na na Kaka dema Seddamî ji vê deme çêtir bû’’…..Hîna ez di wê matmayîbûnê de me, keça min a biçûk Baharê ez şiyar kirim….’’Baba rabe ji min re televîzyonê veke’’… Min çavên xwe vekir… Ez hîna jî di wê xewnê de me… Min ji hev dernexist… Ew tiştên min dîtin çibûn… Lê bi maça keça xwe re ez bi serxwe ve hatim… Min fêm kir ku ew xewn bû… Ez di nav xuhdanê de mabûm…
Belê îroj bi xêra pêşmergeyên qehreman, bi xêra Hikûmeta Kurdistanê li başûrê welatê me gelê me di bin ala Kurdistanê de bi awayekî azad dijî. Divê hemû miletê Kurd û bi taybetî jî ew gêncên nivşên nû, qedir û qîmeta van destkeftan û qîmeta wan kesan baş zanibin ku destkeftan diparêzin. Ew pere, mal û milk û zêr û kêf û xweşî; bi xwîna şehîdan û bi canfedayiya pêşmergeyan û bi yekitî û biryardariya rêveberên Kurdistanê, bi awayekî azad li ser axa hemû Kurdistanê tê parastin. Helbete ku ev yeka nayê wê maneyê ku ev e bibe sebebê bêedaletî, neheqî û bêserûberiyê. Divê rexne û mixalefet hebe. Lê divê her kurdek karibe wê mêzîna rexne û dijminatiyê, bi aliyê dijmanatiyê ve xera neke.
Divê Kurdistan bi serfiraziya ala rengîn, bi azadî û bi xweşiya civatê ber bi konfederalî yan serxwebûnê ve bimeşe ; cîhê şanaziyê ye jî , vaye îro bi Hikûmeta xwe ya yekgirtî bi ber vê armancê ve dimeşe. Bi yekgirtina hemû kurd û kurdistaniyan dê ev meşa li her çar perçeyên Kurdistanê jî belav bibe. Ev e êdî ne temenîyek an xeyalek e; ev e rasiteyek e.’’

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *