EZ, SEROKÊ ŞAXA DIYARBEKIRÊ A HAK-PAR-Ê VASIF KAHRAMAN, ENDAMÊ MECLÎSA HAK-PAR-Ê AHMET KAYMAK, EM ÇÛN ZIYARETA ENDAMÊN ENKS-Ê YÊN KU LI RÛHEYÊ Dİ GRÊVA BİRÇÎBÛNÊ DE BÛN…

Wek tê zanîn, endamên ENKSê yên Kobaniyê duho ( 23. 09. 2016), Lİ rûHEYê û di Şaxa HAK-PARê de dest bi grêva birçîbûnê kiribûn.

Armanca wan: Li dijî zûlum û zordayî PKK/PYDê li ser gel û li ser xebatên ENKSê, ji bona girtiyên siyasî bên berdan e..

Em (EZ, SEROKÊ ŞAXA DIYARBEKIRÊ VASIF KAHRAMAN, ENDAMÊ MECLîSA HAK-PAR-Ê AHMET KAYMAK),  jî  îro (24. 09. 2016), ÇÛN ZIYARETA ENDAMÊN ENKS-Ê YÊN KU LI RûHEYê DI GRÊVA BİRÇÎBÛNÊ DE NE. 

Me, piştgiriya xwe bi zelalî ji wan re diyar kir. Di heman de  me,  ji TRT KURDî û çapemeniya ENKSê re jî bîrûreyên xwe diyar kir. 

Wan pirsî me bersîv da. Me pirsî wan bersîv dan mijarên girîng yên siyasî. 

Ew gelek kêfxweş û bi moral bûn. Di armanca çalakiyên xwe de gelek bi bawer û zelal bûn. 

Hêviyuek wan ya xûrt hebû ku dê biserkefin. 

Ew di baweriyê de ne ku Rejîma Baasê, PKK/PYD ji çalakiyên sivîl, demokrat, rewa pirr pirr ditirsine. 

Qelebelixeke gelek baş li wir. Ji her beşa civatê însan li wir bûn: Zarok û mezin, jin û mêr, keç û xort, kal û ciwan. 

Qelebelixê li meydana çalakiyê, sosyolojiya civata kurd diyar dikir. 

Ciwanên kurd hatin “ey raqip pêşkêş” kirin. Me herkesî bi hev re ey reqîp xwend. 

Pişt re stranên kurdî pêşkêş bûn. 

Em çend saetan  bi wan re man . Em jî, ji cıvata wan gelek kêfxweş bûn. Bi moreleke bilind ji wan veqetiyan. 

Ez dûbare dikim ku Em hemû kurd jî baş dizanin ku PKK/PYD li Rojavayê Kurdistanê bi Baaasê ve dîktatoreyek totalîter piştî sala 2011an ava kirin û li ser gelê me zûlm û zordarî dimeşînin. Heq û hiqûqên kesayetî û kollektîf bin bê dikin. Mafên mirovî diperçiqînin. Azadiyan ji holê radikine. 

Loma divê gelê me yê li Bakûrê Kurdistanê, rewşenbîr û siyasetmedarên welatperwer, rêxistin û partiyên siyasî, rêxistinên sivîl yên milî, rojname û televîzyonên kurd  ji çalakvanên ENKSê re piştgir bin. 

Îbrahim GUÇLU

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *