ŞERÊ EŞQA DEMOKRATÎKKIRINA TIRKÎYÊ Şerê Ak Partî û PKK pirsgirêka Neteweyî paşçav dike

ŞERÊ EŞQA DEMOKRATÎKKIRINA TIRKÎYÊ

Şerê Ak Partî û PKK pirsgirêka Neteweyî paşçav dike

 

B Baran

Gava ku meriv dikeve nav şênîyek Kurdistanê, çi gund yan jî bajar be, şênîyek mezin yan jî piçûk be,  dîmen nayê guhertin.  Her cîyê ku avayîyek dewleta Tirk lê hebe bi gelek alayên Tirkîyê ve xemilandînin.  Her qulûbeyek hêzên asayîşa mêtinkar bi gelek alayan ve hatine xemilandin.  Bi zorê bi meriv didin zanîn ku ew serdestin, mêtinkarin û em jî bindestin û welatê me Kurdistan mêtingehe. Li sere her kolanî nîşanên rewşa şer li berçavanin.  Ji xwe deverên şerê malkambaxîya kolanan, wêrankirin û kavilkirênên bajarên Kurdistanê dilê meriv ditevizîne. Hovîtîyek çawa li wan deveran pêkhatîye nayê pesinandin…

Dewleta Tirk ji avabûnîya xwe ve ji her hawayên çalakîyên mafparêzî û guhertinan re teror û kiryarên terorîstî gotîye. Wan qet li lênêrîn û haweyên çalakîyan li berçav negirtine, bi hindikayî haweyên liberçavan weha bû ye. Ev rewş li gora partî û kesên desthilatdar negurîye, ji ber ku ev polîtîka mêtinkarî ya dewletê bi xwe ye! Ev rewş, demên ku wan bixwe jî çalakî û çalakvanan ava kiribe jî di rû de qet negurtîye!

Çawa ku îro jî gava ew teror û terorist dibêjin,  hema van navan li dû hev rêz dikin; FETO- PKK-PYD-DHPC-TIKO … hwd.  Ewçend demagojî tê kirin ku; maf, huqûq, dadwerî,  rêvebirinî, ked, gel, neteweyetî, mafêmirovan, talan, wêrankarî, zindan û hwd qet nayê rojevê…  Kî weka wan nerame û nepeyive  jî  hevalbendê terorîstan e!

Ji alîyê PKK ê ve jî rewş neguhertî ye. Tofana demagojîyê û xirecira propagandayê li her kolanên welat û weşanan dagirtî ye! Polîsê Erdoğan, dewlata AkPê, dîktatorîya Erdoğan, demokrasîya Tirkîyê, Rojava, hevalbendê wî Barzanî, berxwedan, şehîd, Apo ûhwd…   Tu dibê qey Ak Partî û Erdoğan ji ser nîr bikevin û Berzanî jî ji hole rabe tu pirsgirêk welat û cîhanê namîne!!!… Her tişt çareser dibe.  Kî jî weka wan nebêje hevalbendê Erdoğan e!

Mafê netewayetî, mafê çarenivîsê, dewletbûnîya Kurdistanê û wd qet nayê rojevê. Hebe tunebe demokratîk netewe, demokratîkkirina Tirkîyê, azadîya Apo, ji  ser nîrxistina Erdoğan çareserîya her tiştî ye…

Di nav ew çend demagojî û xirecira propagandayê de mafê kurd, neteweya Kurd, mêtinkarîbûnîya Kurdistanê, çarenivîsa neteweyî, ziman li ser axa xwe desthilatdarî qet nayê rojevê…

Tenê hejmara kuştîyan girînge ji me ewqas, ji wan ewqas hatine kuştin , ew kuştîyên xwe vedişêrin, ew bêçarene, ew ketine tengasîyê, em serketîne, em weha ne û ew wehane…..

Maf ne girîng e, netewe negirîng e, kî ji bona çi şer dike negirîng e, lê her kes ji bona demokratîk kirina Tirkîyê şer dike, dikuje, tê kuştin!  Her yek xwe heskirîyê DEMOKRATÎKKIRINA TIRKÎYÊ DIBÎNE û YÊ HEMBER LI DIJ DEMOKRATÎKKIRINA TIRKÎYÊ DIBÎNE! Xwîn, kuştin talankirin, wêrankirin hemî ji bona vê eşqa mezine! 06-07-2017

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *