Gava mirov berê xwe dide û li rewşa bakûrê welatê me dinêre, sed mixabin dimenek reşbîn derdikeve pêşberî me. Ji ber ku devleta metînkar, di sîyaseta xwe ya asîmilasyonê de bi ser ketîye û ji ber ku êdî oto asîmîlasyon destpê kiriye! “Kurd” êdî bi ziman çand û bi ala metînkaran serbilind dibin! Hejmarek mezin ya kurdên bakûr, êdî xwe weke beşek ji komara metînkar ya tirkan dihesibînin!..
Belê, siyaseta 40 salên dawî ku zêdetir bû sedema êş û kul û keseran; hêvîyên destpêkê, bûn sedema berdêlên giran: 5 hezar gund hate şewitandin, xerakirin û wêrankirin! Bi mîlyonan Kurd terka gund, bajar û welatê xwe kirin. Bi deh hezaran kes hatin kûştin. Bi deh hezaran kes hatin êşkence kirin. Li dor 15 hezar kurdên bijarte, yên di doza kurdî de têgihiştî, bi navên qesas ne dîyar hatin qetil kirin! Bi hezaran kes wenda bûn. Hêzên metînkar dest avêtin namûsa kurdan. Kurd mecbûr man ku xwe bavêjin tor û bextên neteweya serdest û li metropolên tirkan, li starekê gerîyan! Yên ku li bajar û metropolên tirkan dest bi jîyanek nû kirin, her yek ji xwe re karek û rêyek debarê peyda kir, gelekan ji zexta dewletê û tirsa nijadperestan, nema diwiribûn xwe li Kurdbûna xwe jî bikin xwedî û bi piranî vegera welat jî ji bîr kirin.
Van tiştên ku min li jor nivîsandiye êdî tesîra xwe li ser partî û rêxistinên Bakur jî kiriye. Êdî partiyên legal û îlegal ku heta duhî digotin, “em serxwebûna Kurdistanê dixwazin”, tevlî dezgehên sivîl îro doza ziman û mafê çandî yê Kurdan dikin! “Serxwebûn çîye, ev êdî ne karê aqila ye”(!) Gava tu di nava Kurdên bakûr de behsa serxwebûna Kurdistanê bikî, ew dê bi aqilê te dikenin! Ew êdî bi çavên dîna li te dinêrin!..
Belê, îro gava ku em behsa serxwebûna welatê xwe dikin, gellek alî weke dînan li me dinerin. Gelo gava ku em doza mafê netewayek ku parçe bûye û doza serxwebûna Kurdistanê bikin, em dîn û bê aqil in?. Heger weha be ez dîn û bê aqil im!
Ez dîn im: ji ber ku weke hemî neteweyên cîhanê doza serxwebûna welatê xwe dikim!
Ez dîn im; ji bo ku ez naxwazim bibim hemwelatîyê metînkaran ku bi hemî cûreyên hovane erîş dibin ser gelê min û welatê min dagîr kirine!
Ez bê aqil im; ji ber ku ez li dij bindestiyê û asîmîlasyona metînkaran xwedî bîryar im!
Ez dîn im; ji ber ku dagîrkeriyê û serdestîya metînkaran red dikim!
Ez dîn im; ji ber ku ez dizanim bav û bapîrên min, li ser vê doza pîroz li hemberî dagîrkeran serî hildane, berxwe dane û serê xwe dane, lê ji doza xwe tawîz nedane!
Ez dîn im; ji ber ku ji dewsa kemalîzma faşîst ya atatirkê dagîrker û xwînmij ve, ez rêya doza azadî û serxwebûnê ji Elîşîr, Şêx Seîdê Palo, Seyîd Rizoyê Dêrsimê û Îhsan Nûrî Paşayê Agirîyê fêr bûme!
Ez ekber dîn im; ji bo ku li hember zilm û zordarîya metînkaran (her çiqas hevalbendên min kêm bin jî) ez li ser rêya hemî şehîdên Kurd û Kurdistanê, bi serbilindî ji Ala Kurdistanê bahwer im!
Ez dîn û bê aqil im; rêya min, rêya herî bi zehmet ya mirovantiyê ye!
Ez dîn û bê aqil im; ji ber ku ketime dûv xewn û xeyalekê ku weke bav û bapîrên me, dê û dapîrên me gotine: “Mirin xweştir e ji bindestî ê!”
Erê Kurdo/ê jîyana bindest ya li gel metînkaran, bila ji we biaqilan re be(!) Û ez jî li dû xewn û xeyalên xwe yê bi bahwerîya doza Kurdistanek serbixwe û azad li hember bindestiya metînkaran dîn û bêaqil bim(!)
06.11.2018