Civîna Serokê Partî Azadî Kurdistan li Hollanda

Îro li komela Koç-Kak (Komela Çanda Karkerên Kurdistan), bi amadebûna berpirsê partî û rêxistinên Kurd yên her çar beşên Kurdistanê û bi amadekarîya rêkxistina PAK li Holenda, serokê PAK (Partîya Azadî Kurdistan-Rojhilat) Husên Yezdanpena civînek li darxist.

Husên Yezdanpena, bi gelemperî behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê û helwesta dewletên mêtinkar kir. Bi kurtasî behsa xebata Partîya xwe ya di warê siyasî û leşkerî kir.

Yezdanpena da xuyakirin ku Kurdistan, bi her çar parçeyên xwe ve yek welat e; erka her neteweperest û hêza Kurd ew e ku li kîjan beşî pêwîstî pê hebe, divê li wê derê bitekoşe!

Serkirde û Serfermandar hêja Husên Yezdanpena, bi girîngî da zanîn ku divê tu partî û hêza Kurd ji bo demokrasîya dewletên mêtinkar, xwîna Kurdan nede rijandin, ked û enerjîya gelê Kurd xerc nekin, lewra ewê ew xebat û xwîn vala here û tu feyda wê ji rizgarî û azadiya gelê kurd re tune be!

Bi berferehî behsa nasyonalîzma neteweyên cîhanê kir, loma nasyonalîzma netewa Kurd parast. Got ku Kurdistan serbixwe nebe, gelê Kurd dewleta xwe ava neke, di van mercên cîhanê de gelê Kurd wê negihê aramî, azadî û yekîtîya netewî!

Behsa şerê li dijî DAÎŞ û şerê li Pirdê û bi gelemperî fedekarî û qaremanîya pêşmerge kir, hebûn û rola Serok Barzanî ji bo gelê Kurd wek şensekê bi nav kir!

Bê cudahî, yekîtîya hemû sazî, dezgeh û hêzên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê parast. Got ku em wek PAK, ji bo hevkarî, yekîtî û yekrêzîya mala Kurd, ji her dan û standinê re amade ne!

Civîn, piştî pirs û bersivên dirêj bi dawî hat.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *