Ez ‘’Alan’’ im, nuha li Cizîra Botanê ‘’Cemîle’’ me

Ez Alan im, nuha li Cizîra Botanê me, termê min di nav qeşayê de dilê dêya min disotîne.

Dilê min qerisî ye. Li Cizîra Botanê mirovahî li ber wê qerîsekê pûç bû ye, şewitî ye… Ez Alan im, ez vê carê ne li ber peravê me. Di sindoqekê de, bi lûleyên qerîsekan ve pêçayî me. Min navê xwe guhert, nuha ez Cemîle me…

Nevîyên Mongolan bûne ruhîstîn û li ser wê jî nahêlim ez dilê xwe jî bispêrim wê axa ku em giş dilê xwe tê de dihelînin.

Ez vegerîyam, lê haya we ji min tune bû.

Belê, ez Alan im…

Min li vê derê gelek hevalên wek xwe nas kirin. Ez nizanim ji ku nin, kî nin. Ez nizanim ez hatime kê derê jî. Lê cîhekî gelekî xweş e.

Ez zimanê hinekan ji wan qet nizanim. Lê tiştekî ecêb e, ez ji her tiştê wan fêhm dikim.

Yek ji Hîroşîmayê, yek ji Wîyetnamê, yek ji Helebçeyê û yek ji Dêrsimê ye. Ji gelek derên din jî zarokên wek min hene. Navê welat û bajarên xwe weha dibêjin.

Gotin ‘’Meriv li vê derê her wek xwe dimîne. Meriv mezin nabe’’ . Çi xweş e. Meriv mezin û qirêj nabe.

Dêya min wek her caran ez tenê nehiştim. Min zanîbû ew ê berîya min were vê derê…Va ye  sînga wê dîsa rûyê min difirkîne, disincirîne.

Kanî hûn li ku nin, ka ew ên rismê min saz dikirin ku peykerê min dihûnan. Ka ew ên hêsirên wan di nav wan pêlan de vedigevizî, hûn li ku nin?

Piştî ku min dît hûn giş ne wek hev in, min şerm kir, ji ber ku min gotibû ew girî, ew şîn, ew xem, giş şano bû.

Lê ma ka hûn li ku nin, ew ên dilsoz, ew ên mezelê min bi rondikên xwe av didan.. Ma va ye ez vê carê di nav vê qerîsekê de, ne dengê we dibihîzim û ne jî hêsirên dîya xwe yên li ser termê xwe his dikim.

Ka hûn li ku nin mirovno?

Ma çima hûn kor  in, çima hindik in yên dilê xwe di dilê min de biqerisînin; ma çima hûn lal in, ew ên li şûna dîya min ji min re bêjin cangorîya min?

Li vê derê, li vî cîhê ku ez hatimê, hevalên min hatin pêşewazîya min. Dilê xwe ji min re kiribûn egal û bi porê min ve kirin. Gedeya Helebçeyî got, ‘’ Tu dizanî, mirovahî  ji axê hatibû. Mirovahîyê pak û paqij çavê xwe vekiribû. Le di destê qirêjan de qirêj bibû, fetisî bû.’’

Min digot got qey mirovahîya qirêjbûyî  jî  ji ber şerma xwe, bi min re di wê deryayê de fetîsîbû. Dilê min  piçekî sivik bibû. Lê va ye li vir, li Cizîra Botanê, bi destê xwe yê qirêj  ew hûtê hanê careke dinê ruh pê de vegeriya ye.

Ez Alan im , nuha li Cizîra Botanê Cemîle me. Ez nuha li Cizîra Botanê, bi termê xwe yê di nav qerîsekan de dilê dêya xwe disotînim.

08.09.2015

Mustafa Özçelik

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *