Esed ber bi çûyinêve diçe lê Kurdistan kuda dice?

Esed ber bi çûyinêve diçe lê Kurdistan kuda dice?

Rjîma mêtinkar û hov bi teqandina bombeya xwekujîyê di civîna ewlekarîyê ya BAASê de û bi sere Leşkerê Azad yê Sûrî di bajarê Şam û Helebê de bi haweyek leztir ber bi dawîyê ve dice. Rejîma BAASê di her katjimêrek de cîyek ji desthilatdarîya xwe hunda dike.
Wek tê zanîn jî bajarê Şamê û bajarê Helebê bingehên rêvebirîya Sûrîyê ne. Heleb bingehê aborîye û Şam jî bingehê polîtîka Sûrîyê ye. BAAS jî li van her du deveran jî gav bi gav desthilatdarîya xwe hunda dike. Ev jî rojên dawîya wan bixwe ye.
Ji ber vêjî Rejîma BAASê hema bêje ji hemi deverên bajarokên piçûk vedikişe. Cîyyên ku hêzên rejîmê bi giranî tunebe berdide. Bi vî hawî hema bêje tevahîya sînorê dewleta Sûrîyê bi Iraq û Urdunê re hatîye valakirin û ketîye destê hêzê mixalefetê.
Herwehe li Kurdistanê jî bajarên piçûk ji hêzên mêtinkaran tên valakirin. Jixwe ev li dora şeş mehane ku hêzên Rejîma BAASê li Efrînê nemabûn û ew dever dibin bandora PYD de hîştibûn. Ji Kobanî, Amûdê û Dêrika Hemko hêzên rejîma BAASê vekişîyane û niha Kurd li van deveran desthilatdarin. Her weha ji berêkîve rejîm mecbûr dibe vekişe…
Di ware sîyasî de gelek pirsgirêk di navbera rêxistinên Kurdan û PYD de hebûn. Van pirsgirêkan gelek caran di xwenîşandananê dijê rejîmê de derdiketin pêş û protestoyên dijê rejîma BAASê dihatin belavkirin Carcaran lêdan birîndarkirin û kuştin pêkdihatin…
Birêz Serok Barzanî mudaxeleya vê rewşê kir û Encumena Niştimanîya Kurd ên Sûrî (ENKS) û Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) hanîn cemhev. Dibin çavdêrîya Serokatîya Kurdistana Federal de dinavbera ENKS û PYD de Lihevhatinek hatçêkirin. Haweyên têkoşîn û xebatê, haweyên bihevre rêvebirinîya sîyasetê û hwd.
Alîyê PYD piştî serêhildanên li Sûrîyê, ku dibin nave Hêzên Parastina Gel (HPG) de hêzên çekdar bêpirsgirêk li Kurdistana Başûrê Rojava belavkiribûn û bi bêyî tu astengîyan li şûna hukumetê bi taybet jî li Efrînê karê parastinê û ewlekarîyê pêkdanîn!.. Ev jî dibû cîyê nerazîbûna partîyên Kurd li vî perçeyê Kurdistanê. Her weha ev dibû guftûgoyên nav serşhildarên Sûrîyê ku kurd hevalbendên Rejîma BAASê ne!
Di vê rewûê de ev demek dirêje ku ENKS jî bi xwe ve girêdayî hêzeke çekdar Pêşmerge amade dikir û hêjî ev amadekarî didome. Ev hêza hanê jî bi giranî ji xortên ku ji leşkerîyê direvin û ji xortên Kurdan yên dilxwaz û endamên partîyan pêktê. Her weha vê hêza hanê li Kurdistana Federal tên perwerdekirin.
Piştî van agadarîyan ez dixwazim rewşa gelê kurd ya niha çiye pêdeçûna wê bînim berçavan.
Divan vekişînên rejîma BAASê de û di mudaxeleya kurdan de, tê xwanê kirin ku vê lihevhatina navbera ENKS û PYD başnameşe. Şûna avakirina bîrûbawerîya bihev bêbawerî xwurt dibe.
Hêza PYD (HPG) sînorê navbera Kurdistana Başûr û Kurdistana Başûrê Rojava dibin kontrola xwede dihêle û mudaxeleya hatûçûna aborî û sîyasî dike. Ji xwe ji alîyê raya giştî ya Kurdî tê zanîn ku heta destdanîbûn ser Sekreterê Partîyek Kurd li vî Perçeyê Kurdistanê, tevî ku lihevhatinek di navbera wan û ENKS de hebûjî!
Niha jî tê gotin ku PYD (HPG) dixwaze bibe asteng li pêşîya hatina pêşmergeyên girêdayî yê ENKS ku ev demeke dirêje li Kurdistana Federal perwerde dibînin. Ev jî niha dibe egerê nerazîbûn û bêbawerîyek mezin dinavbera ENKS û PYD de.
Divê dema girêng ku çarenivîsa Kurdistana Başûrê Rojava tênivisandin de bêbawerî û jihevketin gunehkarîyek gelek mezin derdixe pêş.
Metirsîyek din jî di ware helwest û daxwazên Kurdistanê de jî derdixe pêş.
Di vê rewşa hanê de ku Sûrîye bi hindikayî ger zordan û lihevhatinek navneteweyî pêkwere dibe ku berbi rejîmek Federalîve here, yan jî wê perçe bibe! Pirsgirêka perçebûnîya Sûrîyê ji zûda tê peyivandin.
Ji ber erdnîgarîya Kurdistanê û rewşa heyî ya navçeyê û cîhanê: Bi bawerîya min di dema îro de ji bona Kurdan Dewletek Federal navendek sist (di navbera Erebên Sune – Erebên Elawî – Kurdistan) çêtire ji perçebûna Elawîyan û navendek hişk ya Erebên Sune! Bê guman daxwaza min vekirî gava ji destê me were li kîja deverê Kurdistanê dibe bira bibe Serxwebûn daxwaza mine! Lê di vê rewşê de ez bawernakim ku em kurd karibin li vî perçeyê Kurdistanê serbixwe bibin! Ji ber vê jî pêwiste ku em ji Kurdistanek Fedral jî danekevin!
Di warê hest û helwestên sîyasîde jî zelalîyek di navber ENKS û PYD de xwanê dike. Ji ber PKK li her perçeyek Kurdistanê weka soz û peyman dabe hinekan û nikaribe jê rizgar bibe! Ji gotin û xwestina Kurdistanek Federal yan jî serbixwe wek cinên ji hesin birevin weha jê direve! Ev jî pirsgirêkek mezine di nav hêzên kurdan de. Ev astengan dixe pêşîya lihevhatinan, avakirina bawerîya bihev, avakirina yekîtîya helwestên Kurdan!
Ez hêvîdarim ku hinek bandora Kurdistana Federal û hinek bandora xwestinên gelê Kurd li Kurdistana Başûrê Rojava û bi rawestana helwestek zelal ya ENKS hevahengîyek li ser dîyarkirina şîara KURDITANA FEDREAL li vî perçeyê welatê me!
21-07-2012
B. Baran

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *