Êdî dema hilweşandina vê rejîma hov hatîye!

Rejima Îran ya despot û nîjadperest, li nav xwe û dervî xwe sîyasetek êrîşkar û hegemonîk dimeşîne. Ji alîkî ve li hember gelên bin destê xwe sîyesetek bi darê zorê ku wan bike Faris û mezhebê Şîa û ji alî din jî dixwaze alema îslamî têxe bin kontorola xwe. Ji bo ku destdirêjîya nava dewletan dike û di qada navnetîwî de karên terorîstî bi rêve dibe, projeya çekên navokî pêşde dixe û ji cîhana medenî re dibe xeterek mezin, rastî pêşgirtin û cezayên navnetewî jî tê! Aborîya Îran, ne ji bo xizmetguzarîyê, lê ji bo bi çekbûn û parastina rejîma xwe xerc dike. Loma niha rejîma Îran, di nava qeyranek giran ya aborî û sîyasî de ye.

Li hember gelê Kurd û hemû gelên nav xwe, sîyasetek asîmîlasyonê û mezehebperest dimeşîne. Ziman, çand û bawarîyên dervî qanûnên şerîeta rejîmê, di bin qedexe û zordarîyek hov de ye. Li îranê, bi taybetî li Kurdistanê bêkarî û xizanî, di rewşek gelek xerab de ye. Di serî de gelê Kurd û hemû gelên Îranê, di warê jîyana aborî, sîyasî û çandî ji rewşa xwe ne razî ne.

Rejîma Îran, ji bo gelê Kurd çavtirsandî bike û serî bide tewandin, roj tune ye ku li ser sînoran kolberek neyên Kurştin, roj tuneye ku Kurdek neyê îşkencekirin yan dardakirin. Dewleta Îranê, li cîhanê jî êdî wek dewletek terorîst tê naskirin; kuştina Aburahman Qasimlû û ya Dr. Şerefkendî û hevalê wî û gelek sûîkastên muxalifên xwe, terorîzmek navnetewî dimeşîne û ji mafên mirovan û qanûnên navnetewî re rêz nagire. Îro Îran, rasterê destdirêjîya nava gelek dewletan dike; terorê îxracî Herêma Kurdistanê, Iraqê, Yemenê, Lubnanê, Sûrî û gelek derê din dike.

Îran, hebûna dewleta Federal ya Kurdistan bi du sebeban ji xwe re xeter dibîne; loma jî bi tundî êrîşî vê herêmê dike. Ji bo dixwaze gelê Kurd yê bin desthilata xwe tune bike; lê hebûna desthilata Başûr, li dij vê sîyasetê mînak û astengek e; ya din jî dixwaze hêzên Kurd yên Rojhilat ku bi rêxistin û çekdar in ji holê rake, lê li herêma Kurdistanê tên parastin!

Ev rejîm, ji bo ku nikare pirsgirêkên nava xwe yên aborî, sîyasî û civatî jî çareser bike, sebeba pirsgirêkên xwe hêzên navnetewî û bi taybetî hêza Kurd destnîşan dike(!) Loma bi dron û mûşekan êrîşî herêma Kurdistanê dike; êrîşî wargehên partîyên Rojhilatê Kurdistan ku li Başûrê Kurdistan bi cîh bûne dike; tevlî jin û zarokên wan bombebaran dike. Gefa dagîrkirina Başûrê Kurdistan dixwe.

Qetla Jîna Emînî, bi taybet ji bo gelê Kurd û piştre hemû gelên Îranê, dilopa dawî ya tahamulkirinê bû û li dij rejîma hov bû pirîska serhildanê! Bi girsebûn û belavbûna xwepêşandanan re rêvebirên rejîmê ketine tirs û xofa têkçûnê. Loma pêşandar bi terorîstî û sîxurîya dijminê rejîma xwe ya navnetewî tawanbar kir û li her derê dest bi şîdetê û kuştina xwepêşanderan kirin.

Partîyên Kurdistana Rojhilat jî qetla Jîna Emînî bi tundî şermezar kirin û ji pêşander û serhildêran re piştgirîya xwe dîyar kirin, bangî gelê Kurd û yên Îran kirin ku grevan bikin û berxwe bidin. Weke ev partîyên Kurd berpirs û rêberê van pêşandana bin, rejîmê bi hemû hêza xwe êrîşî wargehên wan kir, bi dehan pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistan tevlî jin û zarokên wan şehîd kir! Ev jî bû sebebê ku hemû cîhana medenî wan şermezar û lanet kir.

Îro li her çar perçê Kurdistan û li hemû cîhanê Kurd rabûne ser pêyan, meşîn û pêşandanan dikin, piştgirîya xwe ji bo gelê xwe û hemû serhildêr û berxwedêrên Îranî nîşan didin û banga piştgirîya cîhana medenî ji bo van gelan dikin.

Dewleta Îran, mîna berê wê bi kêfa xwe êdî nikaribe gelê Kurd bikuje. Nema kare hovîtî û qatla xwe veşêre. Êdî dema hilweşandina vê rejîma hov hatîye.

Em zanin ku ji dema Kurdistan hatîye perçekirin û heta îro, nakokîyên dewletên serdest çi dibe bila bibe, li dijî gelê Kurd xwedîyê yek helwestê ne û di nava yekîtî û hevkarîyek eşkere de ne. Yek armanca wan heye; ew jî tunekirina gelê Kurd e.

Ji bo rizgarîya gelê Kurd, hevkarî û yekîtîya partî, rêxistin û hemû sazîyên Kurd yên cîhanê pêwîst e. Divê yekîtîya hêza Kurd armanca me ya sereke be!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *