ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe!

Min li ser PYD, TEV-DEM û desthilatdarîya PKK û helwesta YPGê, HSDê bi dehan nivîs û şîrove derxistine pêş û bi balkêşî li ser vê mijarê rawestîya me. Dost û hevalên ku bixwazin, di malperên wek „Nerîna Azad û Rûpela nû, Ria Taza, Netewe News“ de lêkolînê bikin, wê bibînin ku min çiqa sert siyaseta hebûna PKK li Roavayê Kurdistanê kirîye. Wê bibînin bê min çawa B. Roavayê Kurdistanê şopandîye, helwesta PYD û YPG rexne kirîye. Min her dûbare kirîye ku, PYD-YPG bi ya PKK bikin û di bin wesayeta PKK de Îradeya Roavayê Kurdistanê binpê bikin, wê Roavayê Kurdistanê bicarekê de têk here. Îro Kurd, li B. Roavayê Kurdistanê rû bi Rûyî vê rastîyê ne.

Çima min ev gotîye?

PKK, tevgerek bîyanî ye û ruhê kurdewarî pê re tine ye. Li ser îdeolojîyên dijminan wek Baasîzmê û Kemalîzmê hatîye avakirin û bîyanîyê çanda Kurdî, rûhê kurdperwerîyê, niştimanperwerîyê ye.

Sîyasetek demokratîk û piralî li cem PKK tine ye. PKK nikare civatên medenî îdare bike.Tevgerek milîtarî, totalîter, kujer û li ser esasên hilweşandina civatê hatîye ava kirin. Di stratejî û helwesta PKK de xurtkirina bandora „serokpârtîyê“ heye. Miletperwerî û niştimanperwerî li cem PKK tine ye; partîhezî heye li cem PKK. Berjewendîyên „Serok û partîyê“ li pêşîya berjewendîyên milet û welat in. Milet û welat, ji partîyê û xurtkirina rêbazîya serokatîyê re pergalên bikaranînê ne. Ev jî tê wateya yek serok, yek partî, yek hêz û yek armancê. Ev totalîterîzm bi xwe ye. Di vir de, mejûyê dîktatorî ya kemalîzmê û Baasîzmê, wek teorîyên çepgir û boyaxkirî derdikevin ber me. Hêla PKK a „çepgir“ xapandin e! Ti elaqa PKK bi çepgirîyê re jî tine ye.

Dema ku ev partî, li B. Roavayê Kurdistanê bicîh bû û bihêz bû, gav bi gav Îradeya Kurdên Rovayê Kurdistanê binpê kir.

Ji sala 2011an û virde; dest bi terorîzekirina girse û belakirina sîyaseta Kurdên Roavayê Kurdistanê kir. Destpêkê, bi terorkirina Mişel Temo, Ehmed Bedro, Emar Bedro destpê kir. Helbet berî van jî heye. Her ku çû terorîze kirina girse, bi bandorek metirsîdar destpê kir û bi dû de Nîzal Bedro, Dr. Şêrzad Hacî Reşîd.. heta 58 kesayetîyên bibandor, xwedî şexsîyet û di nav civatê de xwedî gotin, rewşenbîr da ber xwe. Li henber van bûyeran xwepêşandan lidar ketin û ev xwepêşandan li Qamîşlo, li Amûdê û li Serê Kanîyê hatin gulebaran kirin. Bi van bûyeran re, metirsîyek mezin ket nav girse û sîyasetmedarên ne bi PKKê re.

Li B. Roavayê Kurdistanê PKKê, her ku xurt bû, çek ket destê wê û bi bandor bû; girtin, revandin, kuştin, îşkence kirin, zîndankirina kurdan jî bi xwe re geş kir. Rewş gihîşt astek wilo ku; ji kesên ne PKKyî bin û di malên wan de posterên A. Ocalan tinebin, nebêjin „Bijî serok apo, Bi dil bi xwîn, bi can em bi te re ne ey serok, bijî PKK“; li ser wê axê jîyan ji wan re nema bû. Ya divê dev û guhên xwe, çavên xwe bigirtana, yan jî rîya welat terkirinê derdiket ber wan!

Bi sedan mirov hatin kuştin, hatin wenda kirin û hîn jî nêzî 400 kesî ji kurdên Roavayê Kurdistanê, aqûbeta wan ne dîyar e. Li ser navê „şoreşa Rojava“ dîktatorîyek hat pejirandin, ku bav nikarîbû li lawê xwe, bira nikarîbû li birayê xwe bigere, bipirse û aqûbeta wî hîn bibe. Di zîndanan de, di nexweşxaneyan de, cenazê kesên girtî bê raporên bijîjkan radestî malbatan dibûn. Textoran newêrîbûn raporan bidin malbatan!

PKK, îradeya Kurdên Roava girt destê xwe, di nav şer de gav bi gav li Roavayê Kurdistanê bicîh bû. Bi dehhezaran ciwanên kurdan li Şamê, li Reqa û İdlibê dan kujtin. Cîhên ku rizgar kirin radestî dewleta Sûrîyê kirin.

PKK, Li Roavayê Kurdistanê meşên girseyî li darxist û bi şîarên PKK meşîyan. Bahsa „şoreşek sosyalistî, jîyanek kantonî, komunî“ kirin. „Çep“ên marjînal yên tirkîye û Ewrûpa jî kişandin nav vê xapandinê. Derîyê xwe ji herkesî re vekirin, lê ji Kurdên ne ji wan re her tişt qedexe bû. Heta biryarên destdanîna ser mal û milkên kurdên ku ne ji wan jî derxistin.

Tam di vir de Tirkîye jî hêdî hêdî ev hebûna PKK li ser axa Roavayê Kurdistanê kir sebeb û Roavayê Kurdistanê tehdît kir. Her tehdîda Tirkîye bi bersîva „wê Rojava ji artêşa Tirkîyê re bibe wîetnam“ hat dan. Lê rastî ne wilo bû. Dema ku tirkîyê dihat, çend berik berdidan û bi paş de vedikişîyan. Ku hinek xortan berxwedan geş dikir, Qandîl mudahale dikir û bi paş de vekişandinê destpê dikir.

Tirkîye ji Carablûsê dest pê kir û gav bi gav, bajar bi bajarok, gund bi gund axa B. Roavayê Kurdistanê dagîr kir. Efrîn, Cereblûs, Grê Spî, Serê Kanîyê bi gund û herêman re hemû radestî tirkan bû. Ji Efrîn, heta Serê Kanîyê 80 ji % axa B. Roavayê Kurdistanê ji destê kurdan derket. Kurd gav bi gav bûn mahacir û di kampan de perîşan bûn, telef bûn.

Kesekî bersîva PKK, di astek bi bandor de neda û ne pirsî;

Ka „Şoreşa Rojava“?

PKK, nehişt ku li Başûrê Rojavayê Kurdistanê ênîyek Kurd û netewî avabibe. Ji dêlva bi kurdan re îktîdarê parveneke; „sîyaseta totalîter a gelan“ wek pergalekî avêt ber lingê siyaseta Kurd a netewî, rûhê netewî red kir û bi ereban re têkildar bû. PKK derîyê bicîhbûna di nav rêveberîyê ji kurdên din re qedexe kir û Ereb li ser axa Kurdistanê bicîh kirin. Kirin ku hejmara Ereban sê qat ji kurdan zêdetir bibe li ser axa kurdan.

Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, bê ku enîyek Kurdistanî ava bibe, di nav HSD de cîh girt û pêşî li muhalefeta xwe girt. Ji bona ku kirinên xwe veşêre nehişt ku „Pêşmergên Roj“ di nav HSD de cîh bigirin. Li ser axa Sûrîyê bû hêzek şer a wekaletê. Bû sebebê têkbirina bi destxistinên kurdan li Başûrê Rojavayê Kurdistanê. Kurdan % ji 80yi axa xwe jî wenda kir.

Berî ku PKK li ser wê axa Roavayê Kurdistanê bibe desthilatdar, hejmara kurdan 2 milîyon û 500 hezar bû. Niha, 800 hezar Kurd mane li ser wê axê û piranîyên vê hejmarê di kampên koçbera de, birçî, tazî, bê derman, bê av û bê elektrîk dijîn. Tebaqa rêveberîya xweser, di nav rantek mezin de kêfa xwe dike û zarokên kurdan jî di ber şerê wekaletê de tên kujtin. Lê roj bi roj jî cîh li wan teng dibe.

Ka îradeya kurdên Roavayê Kurdistanê?

ENKS, wek encûmenek netewî hat ava kirin. Her çiqas di warê zanistî û sîyasî de ev encûmen hat ava kirin jî, li henber van karesatên PKK, ku li Roavayê Kurdistanê pêk tanî û tîne, neçar û dest û ling girêdayî ma. Girtin, revandin, zîndan kirin, kujtin û teror kirina kambax dernexist astek zanistî û bala raya Kurd û raya giştî nekişand ser bûyerên ku li Roavayê Kurdistanê diqewimîn! Vê jî wêrektî dida PKK, ku bicarekê de vî beşê Kurdistanê bi girseyî teslîm bigire û berbi têkbirina kurdan de gavên hîn mezintir bavêje.

Hêzên „Pêşmergên Roj“ hatin damezirandin. Her ku ENKS bahsa vê hêzê, ku beşdarî parastina B. Roavayê Kurdistanê bibe kir, PKK devê tivinga „şerê birakujî“(!) nîşan de û ENKS jî rû bi rûbûna şer û erkên parastina xaka xwe neda ber çavan, bi paş de gav avêt!

Ji serî de rolê tirkan di şerê Sûrîye de zela bû:

 „Bila Kurd nebin xwedî statuyek siyasî, wekî din çi dibe bila bibe.“(!)

PKK bi her haweyî xizmet ji vê armancê re kir.

Her têkilî ji bona vê armancê hat bi karanîn.

Destdirêjayî ya Tirkîye li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistan û xwestina têkilîyan bi hinek hêzên Kurd re jî, li ser van hesaban, ku ji xwe re wek hêzên wekaletê bikar bîne, meşîya. ENKS ket nav vê têkilîyê û çavê xwe ji kiryarên tirkîyê, yên bi hêzên terorê re têkildar, li ser axa B. Roavayê Kurdistanê re girt û dernexist astek bilind. An jî di vî warî de rolê xwe nelîst.

ENKSê eynî tişt di nav „Encûmena Sûrîyê“ de jî kir:

ENKS, di nav muxalefeta Sûrîyê de jî cîh girt û bû beşek ji şirîkê hêzên vê encûmenê. Lê piranîya hêzên vê encûmenê bi Hêzên Tirkîyê yên paramilêter re axa rojavayê Kurdistanê talan dikirin, dikujtin û jin-mêrên kurdan direvandin. ENKS, li henber van kiryaran jî di nav Encûmena Sûrîyê de bi bandor sîyaset nemeşand û ji wir jî veneqetîya.

ENKS, di civînan de bi van hêzên ku dest dirêjî mal û namûsa kurdan dikirin re rûdinişt. Têkilîyên xwe yên navdewletî jî li henber kiryarên Tîkîyê û van hêzên bi ser muhalefeta Sûrîyê û Tirkîyê re têkildar bikar neanî. Têkilîyên xwe ji tirkîyê qutnekir û bu sebeb ku Tirkîyê her barbarîyê bi hêsanî li ser axa dagirkirî bimeşîne û bigîhêje armancên xwe.

ENKS, çawa li henber Hatina PKK û bicîhbûna PKK li ser wê axê bêdeng û bêbandor ma, çawa ev bêdengî bû sebebê binpêkirina îradeya wan li ser wê axa pîroz; Li henber Hêzên terorê û barbarîya dewleta tirkîyê, ku % ji 80 axa Kurdistanê wêran kir û demografîya vê axê diguherine jî bêbandor ma.

Li B. Roavayê Kurdistanê beşek pir mezin ji kurdan, ji kirin û karesatên PKK aciz bûn û piştgirî nedidan PYD û YPG! ENKS, ev derfet jî bikar neanî. Li B. Roavayê Kurdistanê Kurd, ji hebûna PKK aciz bûn û dijberî PKK û PYD bûn. Lê cîhekî ku ji wan re hêvîyê bide û pişta xwe pê ve girêbidin jî tine bû. ENKS wek encûmen, ev damara netewî nehonand û tenê hişt, ew bawerî neda wê beşa ku ji PKK aciz. Kir ku PKK îradeya vê girseya kurdperwer jî bi girtin, kujtin, revandin û zîndan kirinê binpê bike.

Niha li ser wê axê, bi destê PKK, Kurd tên revandin, tên îşkence kirin, tên zîndan kirin û tên kujtin. Kurdkujîyek li ser kurdan dimeşe. Pêşeroja B. Roavayê Kurdistanê bicarekê de ketîye astek metirsîdar.

Bi çavdêrîya Fransa û Emerîka; ev nêzî du salan e, di navbera hêzên bi ser PKKê û ENKS de hevdîtinan destpê kirîye. PKK, nahêle ku ji van dan û stendinan encamek netewî-Kurdistanî derkeve.

Kurdên Kurdperwer, yên nav PYD û YPG nikarin li henber PKK helwestek tûnd deynin û ji PKK re bêjin „ji axa me derkevin, bihêlin em pirsgirêkên xwe, birînên xwe bi destê xwe çareser bikin!“ ENKS jî hêvîyê nade vê grûbê ku bikaribe helwestê deyn e.

Mahkeme û dewletên Ewrûpa ji ber binpêkirina mafên mirovan û tawanbarên mirovî li ser axa B. Roavayê Kurdistanê xwe amade dikin ku PYD û YPG wek hêza terorê binav bikin û di derheqa rêveberên wan de biryarên girtinê bidin.

Lê hîn jî Beşek ji kurdên B. Roavayê Kurdistanê xwe bi „şoreşa Rojava“ dixapînin!

20.07.2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir