Çend Numûneyên Nejadperestîyê ji Kitêba Moltke

Siddik BOZARSLAN

Feldmareşal  H. von Moltke, di salên 1836-39an da digel Ordîya Osmanîyan li gelek herêmên Kurdistanê gerîyaye. Ew, di şerê Almanya û Fransayê yê 1870yî da fermandarîya ordîya Prusyayê kirîye û bûye Mareşal. Min pêwistî dît ku gelek çavdêrîyên wî wek wesîqe li vir pêşkêşî we hêjayan bikim. Guman tune ku her numûneyek ku li Kurdistanê xwe nîşan daye, numûneyên nejadperestî û hovîtîyê ne. Ewil di derbarê bacê da em li çavdêrîya Moltke binêrin:

”Hereketa Mehmed Paşayê Kurd gelek baş çûbû. Piştî hatina topan pênc roj paşê Kele mecbûr maye ku teslîm bibe. Tendurustîya kitayan pir baş bûne, birîndar gelek hindik bûne û hema bêje hemî kurdên tifaqdar bûne û ew jî wek zaîyat (windabûn) nedihatin hesibandin. (Feldmareşal H. von Moltke, Türkiye Mektupları, Remzi Kitabevi İstanbul s. 189)

Bala mirov tê kişandin ku Moltke ji fermandarên Osmanîyan hîn bûye ku Osmanî kurdan naxin şûna zilaman û qedrê însên nadin wan. Her çiqas navên kurd hebin jî di esasê xwe da li cem Osmanîyan tu qîmeteke wan nîne. Kurd tenê, dema pêwist be dibin eskerên wan û di şeran da tên kuştin û bacê jî didin hukmê Bab-i Alî ya Stanbolê.

”Mal, tije alav bûn ku bi îhtîmalek ji gundên derdorê anîbûn wan kom kiribûn. Esker ji wê derê bi genîmetên mezin vegerîyan. Suwarîyek bi awayeke samîmî ji min tika kir ku ez bi serê hespê wî bigrim. Min bi ya wî kir heta ku ew bêrîkên xwe tije kirin.

… Ez çûm nik (cem, ber) Hafiz Paşa. Genîmet û hêsîr dianîn wê derê. Zilam û jinên birînkirî yên xwînî, ji bebikên qumatekê heta ji her temenî zarûk, guh û serîyên jêkirî. Van hemîyan, yên wan dianîn 50-100 quruş bexşîş distandin. Çavkanîya mukavemeya kurdan, tirsa eskerîyê bû ku heta hetayî bû.

Erzaqên me bol bûn, mîh û bizin li pey me anîbûn, bi deveyan jî birinc û ard anîbûn. Çend roj berê jî ji Ereban çendsed deve bi dest xistibûn…” (eynê eser r. 192- 193)

”Hemî Kurdên ku ez bi wan ra peyîvîm, ew ji kîjan çîn û tebeqe bin ferq nake, ew jibo du tiştan gilî û gazinên xwe dikin: Bac (vêrgî) û komkirina eskeran. ”

”Eger îro dewlet jibo lazimîya xwe, alavên çandinîyê yê donimek bixwaze; piştî wê cotkar divê di bedêla deh doniman da yazde donima çinandinê bajo. Belam erdên kêrhatî jibo ajotin û çandinîyê bi têra xwe heye, lê wek li gelek herêmên me jî hatîye dîtin; bi karanîna xebitandina hemî hêzan ku zêdetir çandinî bi dest bixe, ji wê merhaleyê hê dûr e. Lê nuha eger cotkar di buharê da qatek zêdetir erd bajo, wê çi bibe? Di payîzê da wê ew cotkar du qat zêdetir bacê bide. Jibo vê yekê ye ku hema her kes dizane ku dema li ba wî pir hebe, wê zêde bide, loma ew li malên xwe rudinin û tenê li gora pêdivîyên xwe diçînin û qîma xwe pê tînin… Bi vî awayî eger civandina vêrgîyan bidome, qet ziraat nikare bi pêşkeve û sen´at jî  jê xisar dibîne..” (eynê eser r. 195)

Di derheqê eskerîyê da jî Moltke weha dibêje:

”Di vî derbarî da bajarê Sêrtê wek mîsal dikare were nîşandan ku jibo hin kesayetan çawa dibe barê giran. Piştî zeptkirina vê derê ji alîyê Reşît Paşa ve, jimara nufûsa ku hat tespîtkirin weha bû: 600 musulman û 200 reaya – Di Sistema Osmanîyan ya axê da ew wek serf an nîvserf dihatin hesibandin ku ne xwedanê erdê (axê) bûn; lê, tenê ew dikaribûn wekî îcare çinandina axê bikirana.- Ji nav vê nufûsa musulman jibo cara ewil 200 ( %5-6 dike) kes jibo eskerîyê hatin komkirin. Yanê di nav sê salan da nufûsa wan dakete 400î. Tam di vê wexta ku ez hatim vê qesebayê; dîsa ji wan hat xwestin ku 200 eskerê dî jî bidin. Loma hemî xort revîyane çîya û li nav bajêr tenê kal û zarûk xuya dikin.

Xetayê ku li vir çêdibe, eskerîya demdirêj û parvekirina vî barî bi awayek ne wekhevî ye. Eskerîya 15 salî, tê maneya heta hetayê ku hemî jîyanê digire. Kurd zu dizewicin; jin û zarûkên wan û yên jibo eskerîyê ji malbatên xwe dûr dikevin, van tiştan qedereka reş jibo wan nîvîsîye ku yan terka erdê xwe bikin, yan jî li hember wê bi şerê çekdarîyê rawestin.

Divê em heyîr nemînin ku nobedarên derdora ordîgehê berê wan li hundûr e ne ku li derve ye da ku dijmin bişopînin. Dîsa divê mirov heyîr nemîne ku hema her roj hin ji eskerîyê direvin (firar dikin), hem jî jibo radestkirina kesekî kaçax 250 kuruş pere tê dayîn.” (Eynê eser, r.197)

Li herêma Xerzanê di gundeke kurdan da Moltke bûye şahidê qetlîameke Osmanîyan ku ew weha neqilê ser kaxid kirîye:

”Eskerên ku çavsorî li dijê gundîyan dikirin, yên ku li hemberî wan derketin, hemîyan gullebaran kirin. 400- 500 gundîyên kurd hatibûn kuştin. Eskeran xwestin ku qasî 50 jinên kurd digel xwe bibin, ew jî di ava çem da xeniqîn.

Ji van sê hevokên Moltke ku li jor raxistîye pêşberî me, mirov têdigihîşe ku eskerên Osmanî destdirêjîya keç û jinên gundîyan kirine û gundîyan jî acizbûna xwe nîşan dane û li ser wê acizîyê gundîyên bêçek ji alîyê eskerên Osmanî ve hatine gulebarankirin û kuştin. Bi tabîreka rasteqîn, tam hovîtîyek qewimîye ku di encamên wê hovîtîyê da 400-500 gundîyên kurd hatine kuştin. Ew 50 keç û jinên kurd ku eskeran xwestine digel xwe bibin û tecawuzê wan bikin; di rê da wan xwe avêtine ava çem û xeniqîne û bi vî awayî şexsîyeta xwe parastine. Balkêş e ku eskerên Osmanî dema davêjin ser heremên kurdan ku xwedêgiravî xortên kurd bicivînin û bibin eskerîyê; lê di wan hewildanên xwe da, ew cinawir destdirêjî û êrîşan dibin ser keç û jinên me û qetlîaman pêktînin.

”Paşa xwestibû ku ez jî beşdarîya vê hewildanê bikim. Divê ez îtîrafê bikim ku ew ji min ra gelek lêhatibû. Ev jibo herbê ne ercîya ye ku marîyan li me bikin, ev ji serî heta binî wehşetek e. Digel bi hezaran heywanên mezin 600 kesên dîlketî jî anîn. Nîvê êsîran zarûk û jin bûn. Kurekî 6- 7 salî bi gulleyê birîndar bûbû. Nûha gulleyeka ku ji laşê wî derxistin, li pêşîya min sekinandî ye û xilasîya vî kurikî îhtîmaleke mazin e. Jinên birîndar jî hene, lê hebûna zarûkên ku bi singuyan (qeseture) birîndar bûne, li ser vê hareketê (hewildanê) ronayîyeke tal radixîne ortê. Duh êvarê seet pêncan da hê lokmayek nan jî nedabûn wan rebenan ku rêwîtîyeke dirêj û bi zehmet derbas kiribûn û ji hal ketibûn. Li gundên wan bixwe jî jibo wan ard tunebû. Belam hesp û qantirên me genimên wan ên xweşik xwarin, xilas kirin.”(knd r 198)

Jibo rewşa Farqînê (silvan) jî Moltke weha dibêje:

Nêzîkî sibehê em gihan Miyafarqînê ku demek navenda qiralîyeta ermenan Tigranokerta bû. Lê li hundûrê bajêr tenê xirabe û şopên teze yên bermayîyên şerê wêrankirinê yê demek berê mabûn, xuya dikin. Ev îstîla, ne tenê bi hezaran çekdar her weha bi hezaran jin û zarûk bûne qurbanî, bi hezaran gund wêran bûne û heyîyên ku bi keda salan çêbûbûn, hemîyan tune kirîye.” (eynê eser r. 200)

”Li Konya, Ankara û Malatyayê 40 hezar eskerên sîpahî û redîf kom bûne. Ev tam felaket e, hem jî felaketeka dualî ye. Ji ber ku hukumet mecbûr e van kesan wek esker xwedî bike û bacê jî ji wan nestîne. Bazirganîya wan, sin´etê wan disekine, erdên wan ên ajotin û çandinîyê beyar dimîne, zarûzîçên wan di nav sefaletê da perîşan dibin… Di nav eskerên me da di dereceyeka bilind da mirin çêdibin. Ez dê van bûyeran qeyd bikim: Di nav alaya pîyadeyê ya hassa 3.yem da, di 12 mehî da 1026 kes mirin, yanê nîvê quweta tevayî. Lîvaya hassa ya redîf ku ya Muhtar Paşa ye, di 4 mehan da 800 esker winda kir, ev jî di 12 mehî da dike 2400, yanê nîvê mewcûda eskeran. Zaîyata (kêmbûn, mirin) herî hindik, di lîvaya Kurt Mehmet Paşa da ye ku di seyahata me ya biçûk jibo çîyayê Xerzan da çêbû, mirin digel birîndaran zaîyata tevayî 200 kes bû. Hemî alayên ku mane, ji ber nexweşîyê windabûneka mezin dane. Eger ez bêjim, di nav saleka aştîyê da me ji sisêyan yekê hêzên xwe binerd (yanê defin) kirîye, muhaqeq ez ji rastîyê paş ve mame.

Di nav van şertan da ji ber ku îkmal hema hema bi tevayî bûye barê Kurdistanê, komkirina eskeran ji alîyê meqamên dewletê ve bi awayeka ku davêjin ser gundan, pêktê. Wer gund hene ku di nav wan da xort û yên bikaribin kar bikin, nemane. Divê mirov beşdarîya vê nêçîra însanan bike û bibîne ku çawa destên wan girêdayî ne û bi awirên hêrsbûna kînê (nefret) li derdorê dinêrin, mirov di nêrînên kîndarîyê yên van eskerên nû da dibîne ku jibo pêşedemê wê çawa nefreta vî gelî çêbe. Di pêşedemê da wê nufûsa musulmanan kêm bibe, serweta millî biqede û çavkanîyên ku diherikin jî zuwa bibin.

Hebûna ev hêza eskerî ya giring, li ser wîlayetê jî wê tedayê bike. Cîwarbûna van kitayan û van meşan, peydakirina xwarin, êzing, heywan û êmên wan, hemî li ser pişta xelkê bûne bar… Me vê zivistanê bajarê Malatyayê yê girîng bi tevayî dagir kir, me yek malek jî ji xwedîyê wê ra nehişt; xelkê wê derê neçar man ku herin gundên derdorê û cîyên sitarbûnê jibo xwe peyda bikin. Ji ber wê ye ku bajarek ji serî heta binî bi tevayî vala dibe. Ez van tiştan dinivîsim ji ber ku komkirin û cîwarkirina hewqas zêde esker dibe semedê zirarên pir mezin ên xirakirin û wêrankirinê.”(Moltke,knd242

Ji ber vê bûyera ku Moltke nivîsîye, dema ordîya Osmanî di zivistana 1838-1839an da dest dane ser malê xelkê û zivistanê li wir derbas kirine, bajarê Malatya di carek da xirab dibe û wek em ji Beşê Malatya ya Ansiklopediya Yurt (welat) da jî dixwînin; xelkê wê derê ji neçarîyê çûne 10 km dûrê Malatya kevin li alîyê rojavayê wê, li herêma Aspuzu ku li wir rez gelek bûne, ji nû ve li wir cîwar bûne, bajarek ava kirine ku Malatya îroyîn ev e. Ordîya Osmanîyan, piştî ku ji Malatyayê diherin bo Şerê Nizipê, êdî xelk naxwaze vegerin ser malên xwe; ji ber ku ew der bi tevayî wêran bûye.

Wek di vê bûyerê da bi awayeke vekirî dertê meydanê, bajarek ku bi ked û xweydana bi hezaran kes hatîye çêkirin, di şevek da dikare badilhewa here û xelkê neçar jî nikaribe tiştek bike da ku bajarê wan xirab nebe, wêran nebe. Guman tune ku ew civata ku belayên weha werin serê wan, ew zu bi zu nikarin di warê çandinîyê da, di warê sen´et û abûrîyê û civakîyê da bi pêşkevin. Di encamê da jî ew civat di nikaribe di warên medenîyetê da jî qasî civatên ku xwedîyê dewletê ne û rêvebirîya xwe bi xwe îdare dikin, pêşkeve. Encameke bêdewletbûnê jî ev malxirabî bi xwe ye.  (Yurt Ansiklopedisi, Beşê Malatya,  s. 5418)

”Nîspeta mirinê hewqas zêde bû ku, em wexta li vir man, me nîvê pîyadeyan binax kir. Tijekirina cîyê wê, hema hema tevayî dibe barê ser pişta Kurdistanê. Xelkên gundan, direvîyan ser çîyan û hêzên ordîyê jî digel kuçikan (segan) pey wan ketibûn jibo girtina wan. Yên ku bi dest diketin, piranîya wan zarûk û seqet bûn. Van kesên ku wê nû bibûna esker, zimanê zapitên xwe jî nizanibûn û ji alîyê fermandarên xwe ve muameleya koleyan didîtin…” (Eynî esrer, r. 262)

One thought on “Çend Numûneyên Nejadperestîyê ji Kitêba Moltke

  1. NAMEYÊN MEREŞAL MOLTKÊ Û MAKALA Birêz Mamosta Sıddîk BOZARSLAN

    Birêz Mamosta Sıddîk BOZARSLAN bi navê (Çend Numûneyên Nejadperestîyê ji Kitêba Moltke ) roja 20.07.2021ê malpera netew ê da neşir kir.
    Destê wî sax bî.
    Min makala Mamosta bi hurguli xwend, fotokopîyê wê danî ser masa xwe û piştra min dİ malpera netewe yê de peyda nekir, yanê min winda kir. Daxaza min ew bû ku di bine maqala cenabê wî da şoreve ( yorum) bikim. Dîsa jî bila malpera netewe vê şoreveya min dane bine makala Mamosta Sıdik BOZARSLAN.
    Cara pêşîn ku bi navê “Türkiye mektupları” pirtuka Mereşal Moltkê sala 1968ê li pirtukxana hepsa Antalya kete deste min. Wisa li xweşê min hat ku min ji hevalan ra digota “ -Hêjaye ku meriv salek li vê hapse razê ji bo ku rastî vê pirtukê bê”.
    Min her mereqa diroka Kurd û Kurdistanê dikir a. Ew gotina ku xistibûne sere me Kurdan “ Kurd di dîrokê da nebûne dewlet “ wisa cîyê xwe girtibû ku car caran te hew dît 2 Kurdên xwendevanên ji xwe razî behsa têkilîyê Kurd û Osmaniyan bi tene bi bêjeya “ bîâtê ” izah dikiran û nedigotan “bîât “ jî çîye.
    Salên 1963/64ê Mamosta M. Emin Bozarslan “Dewleta Kurd ya Merwaniyan” werdigeranda zimanê Tirkî, ez li Postexana nawendê ya Amedê Têlgrafçî bûm, min bi 10 tiliyan cihaza têlgrafê dinivisanda, daqtiloya min quwetli bû, min nivîsarên Seyda jêra carcaran daqtilo dikira, dîsa jî min baş nizanîya ka ev dewlet çewa dewleta Kurde û zimanê dewletê çî ye.

    Gotina ku dibêjin “ di dîrokê da Kurd nebûne dewlet” pir li zorê min diçu. Min rojek ji Rehmetîyê Seîd Elçî pirs kir ka çewa di tarixê da weka 5000 salın Kurd li ser axa xwe dijîn û nebûne dewlet, Xwedê jê razî cewabê kê wisa da min ku gumana min ji binî reş bû ço. Got: “- Bûne dewlet, ango nebine dewlet ne giring e. Realite ewe ku Kurd weka miletêk hene û li çar perçeyên Kurdistanê dawa dewletbûna xwe dikin.”… Erê,ez jî hewçend dizanim lê, ji Mîr Bedirxan, Şêx Ubeydullah heya Şêx Seîd Efendi ki rabuye seri hildaye ji terefê dijminan va hatine tünekirin, gelo ev gotina ku “ Kurd nabine dewlet “ dijminan wisa xistiye sere me ku baweri ji Kurdan ra çênabî? Gelo bê bawerîbûne ku ev tişt naçe serî. ?
    Nameyên Mereşal Moltkê jî bê ku behsa heq û huqûqê Kurdan bike ango ev belengazîya ku anîne sere miletê Kurd, weka tişteke normal bî, di serda derbaz dibuya, lê Ji ber ku di sala 1836ê da hê artêşên Hukumetên Kurdistanê hebûn ku ew hukumet di kanunnameyên Osmaniyan da heya 1850 yê jî nehatibûne betalkirin, – heta piştî têkçuna Bedirxan beg û Ezdinşêr jî, Osmani lêgeriyan ku Eyaleta Kurdistanê tenzim bikin – ji ber vê yeke behsa Mîran derbaz dibuya. Moltkê gava behsa hêzên Osmaniyan dike giraniya Mîrên Kurdan jî dihejmêrê, navê Mîr bedirxan, Seîd beg û çendên din diborînê, di serda jî gava behsa Paşayê Rojkan dike ku dibêje “ ji Muşê filankesê Mubarek jî hate hawara me” mana vê ne ewe ku ew Mîr, Ew Beg û Paşa bê artêşin, artêşên wanên Suwarî helbet ne talankerin lê ji artêşa Hassa ya Osmaniyan şervantir û şarezatirin. Çî bextreşîyeke, çî şermezariyeke ku Botan û Rojkan diçine ser Sasonê, hele hele Mîrê Muşê, paşayê Hukumeta Rojkan û bi eslê xwe ji eşîra Bilbasan diçe ser wê hukumeta Sasonê ku ew Hukumet û hukumata Bedlisê bi arikariya 24 eşirên Rojkî 1000 sal bere gava hatibûne avakirin, rola Bilbasiyan nîvenîv div ê avabûnê da hebû. Yanê sala 1836ê her weka ku Kurdistaneke bê otorite, bê Mîr û wezîr û artêş ji dest ketîye û li ser navê “ Nîzam û tenzîma “Cedîd” yanê nûjen, nîzameke cerdevan li hafa çavê Yuzbaşî Moltkê van cinayetan dike, xema wî ne Kurdin, tozek ne razîbûna xwe nişan dide ka bo çî Osmani hevçend wehşî ne.

    Ew pirtuka ku li Kıtapxana Antalyayê bû ji terefê Türkiye İŞ BANKASİ yê va hatibû neşirkirin. Ew çap ji hemî çapên ku piştra li weşanxaneyên Tirkan hatine çapkirin baştir bû.Ev pirtûka ku berêz Sıddik Bozarslan makala xwe jê girtîye wisa xuya dike ku bê sansor e. Bi taybet komkujiyên bêperwa û jin û keçen Kurdan ku weka xenimet digirin dibin ez di wê pirtuka hepsa Antalyayê da rast nehatibûm.

    Anekdotêkê min bi Mela Ebdirrehman Uçeman va heye ku ew seydayê zana û hêja tiştan pir bi hurgulî dixwenda û ji ber ku dizanê ez jî bi hurgulî dixwînim carcaran ji dihata li ber min disekiniya, eger pirtuka di deste min da li gor kêfa wî buya çend pirsan ji min dikira, min imtihan dikira û exleb digota “- Başe başe qubanê, tû dixwînî “.
    Rojek hat ku ev pirtuka Mereşal Moltkê di deste min da ye. Got: “ Ezê 2 pirsan ji te bikim. 1- Mereşai Moltkê Bîrecikê bi çî navî tînê ziman? Min got: “ Mereşal Moltkê gava di şerê Nizîpê da behse bîrecikê dike dibêje “Kela Bert ê”. Got: “Tamam”. 2- Gava ji Sêwerekê tê ku biçe Diyarbekir, li Qerejdaxê nameyek dinivisînê, wê dere çewa terif dik e: Min got: “- Dibêjê ‘ben şimdi bir taş çölündeyim’.( yanê ez nuha li çolistaneke keviran, beran da me) Got: “- Temam qubanê, bi rastî tû dixwînî ”.

    Ezê Nuha şoreveya xwe kurt bibirim. Bi tene ew berevaniya min ya ku min bi Tirkî da mehkema Antalya yê, û bû pirtuk, tişta ku min di behsa zilma wan da wê wehşeta di zemanê Osmaniyan da, ji vê pirtuka Mereşal Moltkê çend mînakan daye dixwazim bi Tirki weke orijinal danime jêr:
    “ Bu iddiayı kanıtlamak için 1834-1840 döneminde Nizam-i Cedit askerlerine öğretmenlik yapmak için gelen ve fakat Kürdistan TEDİP harekâtlarında yer alan Alman Mareşalı Moltke den bir örnek verelim:
    “- Kürt Mehmet Paşa’nın komutasındaki süvari birlikleri, beyler, ağalar ve adamlarıyla evvela Sait Bey Kalesine saldırıyorlar. Bu amansız saldırıyla Sait bey teslim oluyor. Barış antlaşması kurulmuş bir çadırda Sait Bey ile Mehmet Paşa arasında Kürtçe olarak başlıyor. Sait Bey’in cesaretine ve emin davranışlarına hayran kalan Moltke, bu olayı şöyle dile getiriyor:
    “- Kürt Mehmet Paşa harekâtı pek uygun geçmişti. Topların erişilmesinden 5 gün sonra kale teslime mecbur edilmişti. Kıta’ların sıhhi durumları mükemmeldi. Yaralı pek az idi. Ve hemen hemen hepsi müttefik Kürtlerden idi. Bunlarda zayiattan sayılmazdı.” Diyor ve büyük bir sefere hazırlık yapıldığını ilave ediyor.
    Tabii bu sefere Sait Bey’de katılıyor. Oda hükümet safına geçmiştir. Bedirhan Bey, Mut paşası, Şirvan Beyi, Sait Bey, ağalar ve halife için çarpışanlar, Garzan dağları seferinde, hükümet kuvvetlerinin yanında yer almışlardır. Ayrıca, Erzurum valisi, Diyarbakır’dan Hassa Süvari Alayları, 19.Piyade Alayının da bu kuvvete ilave ederseniz harekâtın önemini daha iyi anlarsınız. Bu büyük kuvvetler ne Çaldıran ne de Malazgirt meydan Seferine çıkıyorlar. Moltke nin tabirine göre Kürdistan in kalbine doğru ilerleyecekler ve Hazzo ile Muş arasında kalan mıntıkada yeni bir Kürt katliamına başlayacaklardır. Şimdi Moltke yi dinleyelim:
    “ – Gerek askerlere gerekse müttefik kuvvetlere -yani Kürtlere- bu mıntıkada yaşayanların yezidi yani şeytana tapanlar olduğunu telkin ettiler. Müslümanların Yezidilere olan nefretini de bu sefere katarsak, mıntıkada yapılan zulmün şiddetini varın siz düşünün.” “
    Bu mıntıkanın Vapora köyüne askerlerimiz bayır aşağı Allah Allah sesleriyle iniyorlar. Kaçmak isteyenlerin çoğu süngülendi. Diğerleri sapa yollardan kaçıp kurtuldular.” Ben bu maceraya katır sırtında iştirak etmiştim. Evler, yakındaki köylerden getirilen şeylerden tıklım tıklım doluydu. Askerler oradan ganimetlerle dolu dördüler. Bir süvari benden samimiyetle atını tutmamı rica etti. Bende o ceplerini dolduruncaya kadar dediğini yaptım. Fakat yukarıda hala ateş edildiği için köyde kalmak hiçte hoş bir şey değildi. Nihayet dayanan bir ev kaldı. Köyün reisi adamlarıyla bu eve sığınmıştı. Bu adam için dünyada kurtuluş yoktu. Çünkü af bekleyemezdi. Bu sebeple sadece canlarını pahalıya satmak istiyordu. Bu sırada tepenin üzerinde seyreden Hafız Paşanın yanına gittim. Oraya ganimetleri ve esirleri getiriyorlardı.” “Kanlı yaralılar içinde erkekler ve kadınlar, memedekilerden itibaren her yaştaki çocuklar, kesik başlar ve kulaklar…. Kürtlerin sessiz ıstırabı, kadınların umutsuz feryatları yürekleri parçalayan bir manzara teşkil ediyordu. Bütün bu zulümlere karşı Emir-ul Müminin Hazretlerinden Garzan Dağları seferinden dolayı Hacı Esat Efendi vasıtasıyla orduya taltif nameler geliyor ve ziyafetler veriliyordu.” (1)

    Carek jî ji Mamoste Sıddiq BOZARSLAN sipas dikim ku vê wersyona ku ez taze rast hatim wewrgerande Kurdî û parva kir.

    NOTEJÊRÊK:
    Min niyete ku hebek li ser helwesta xwendevan û akademisyenên me rawestim û gelo gava behsa zilma piştî 1820ê tê kirin, bo çî rewşa wê rojê nanırxînin, mesela bo çî Kurd mecbur bune ku her Kurdistaniyek bibe mukelefê 15 sal eskeriyê û bac û vergi û zeriba bê pîvan. Osmaniyan bo çî vê qeleşiyê, vê bêbextîyê bi kurdan ra kir? Dewletên mezin yên wê deme Osmaniyan kapand; ango dewşirmeyên ku her car dixwestan statuyên Kurdistanê tesfiye bikin weka ku emre wakî bikin vê zilmê bi Osmaniyan dane kirin? Lewra ev tiştên ku di navbera 1820 û 1850 yê da, di van 30 salan da anine sere Kurdan, eşkere dihata dîtin ku Osmani darê di bin xwe da dibirin. Gelo akademisyenên Kurd bi çavekê bê teref wê kengê tifaka Kurd û Osmaniyana ku 333 sal bi qencî dabor bû, çira piştra ev tifaqa ku hatibû girêdan bîra Osmaniyan neket û Mirek, Şêxêk ango Rewşenbirêkê Kurd vê yeke nanî bira wê dewlet ê? Û ya herê ecêb ewe ku naynine bîra xwe jî. Bi sedan pirs tene bîra min.
    Li gel rêz. 21.07.2021 – Ankara
    Şakir Epözdemir
    ( 1 ) – Türkiye Kürdistan demokrat Partisi 1968 Antalya davası Savunması – Şakir Epözdemir – Pêri yayinevî 2005 – sayd-fa 21-22 – İstanbul.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir