Em Komkujîya 1ê sibatê şermezar dikin!

 

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê     (TDK-TEVGER)
Tevgera Demokratîk a Kurdistanî      (TDK-TEVGER)
Kürdistan Demokratik Hareketi         (TDK-TEVGER)
Kurdistan Demokratische Bewegung (TDK-TEVGER)
Democratic Movement of Kurdistan  (TDK-TEVGER)


Di 20ê adara 2003an de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi mutefîkên xwe ve bi destêwerdana leşkerî mudaxeleyî nava Iraqê kir û di encamê de desthilatdarîya dîktatorê mezin Saddam Husên hate rûxandin.

Mudaxeleya DYAyê, piştî mudaxeleya Yugoslavyayê ya herî mezin bû û bû sedema tirsa dîktator û dewletên dagîrker. Lewra prensîba Neteweyên Yekbûyî (NY) ku rê ne dida mudaxeleya nav dewletên endam, bi mudaxeleya Yugoslavyayê û Iraqê ve êdî hêvîyek ji mazlûman re û tirs jî ji dîktatoran re peyda bû.

Başûrê Kurdistanê, ji sala 1992an ve bi parastina hêzên navneteweyî li ser beşekî mezin ji xaka xwe desthilatdar bû. Bi rûxandina desthilatdarîya Saddam Husênî ve Başûrê Kurdistanê di tayînkirina qedera Iraqê de dibû biryardêr.

Destkeftina Başûrê Kurdistanê bi rûxandina desthilatdarîya Seddamî ve, dewletên dagîrker bêtir tirsand. Hêzên tarî yên dewletên dagîrker û dîktatorên herêmê, dest avêtin kiryarên terorîstî û komkujîyê. Wan bawer dikir ku ew dê bikaribin bi van metodan destkeftîyên Başûrê Kurdistanê têk bibin û pêşîya mudaxeleyên din asteng bikin.

Yek ji van kiryarên terorîstî, di 1ê sibata 2004an de piştî rûxandina desthilatdarîya Saddamî bi 10 mehan, li Hewlêrê paytexta Başûrê Kurdistanê rû da. Di vê bûyerê de101 kesên gorbehişt jîyana xwe ji dest dan û nêzî 200 kesî jî birîndar bûn. Miletê Kurd vê kiryara roja reş û terorîstên Ensar El Îslamê û hêzên palpiştên wan şermezar kirin.

Ev êrîşa terorîstî, wek kiryarek komkujîyê hatibû organîzekirin. Lewra beşek ji endam û serkirdayetîya PDKê û YNKê, di şahîya cîyê cejnê de amade bûn. Bi vê bûyera terorîstî endamê polîtburoya PDKê Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah û gelek kesayetîyên Kurd yên endamên PDK û YNKê jîyana xwe ji dest dan.

Di ser vê bûyera terorîstî de 18 sal derbas bûn; lê hîna jî ew wek îro, di hiş û ramanên neteweya Kurd de dijî û zindî ye. Bersîva vê bûyera terorîstî bilindkirina tekoşîna ji bo serxwebûna Kurdistanê û hevgirtina hêzên neteweyî yên Kurdistanê ye.

Em TDK-Tevger vê kiryara terorîstî dubare şermezar dikin. Ruhê pakrewanên vê bûyerê şad bin. Ew dê herdem di dil û şiûra miletê kurd de bijîn.

Bijî yekgirtina neteweyî ya Kurdistanîyan û bijî serxwebûna Kurdistanê.

Tevgera Demokratîk a Kurdistan

(TDK-Tevger)

1ê sibata 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *