Helbestvanê neteweyî Cegerxwîn berîya 37 salan jiyana xwe ji dest da…

Îbrahîm GUÇLU 

Cegerxwîn, helbestvanekî navdar û neteweyî yê Kurd û Kurdistanê ye. Beriya 37 salan (22.10.2021) jiyana xwe li payitetexta Swêdê Stockholmê ji dest da.

Cegerxwîn wek helbestvanekî nemir dihat hesap kirin, mirina wî, li hemû beşên Kurdistanê û di nav hemû kurdên dinyayê de bibû sedema şokekê. Loma jî wefata wî di vê rojê de, li her beşên Kurdistanê bû şîna neteweyî. 

Piştî mirina helbestvanê neteweyî Cegerxwîn jî, ew qet nehat ji bîra kirin. Loma jî her sal, di salvegera wefata wî de, ciyê ku kurd hene, ew bi bîr hat. Îsal jî (2021) helbestvanê neteweyî bi bîr hat. Di derheqê wî de, bi deh hezaran peyam û nivîs hatin belav kirin. Di çapemanîya kurdan ya niviskî de, di radyo û telewîzyonên kurdan de, bû mijareke girîng. Di derbarê kesayeta wî û helbestên wî û têkoşîna wî ya neteweyî de, gelek şirove hatin kirin.  

 

SERPÊHATIYEKE TÊR Û TIJÎ Û BI HEREKET Û BI TÊKOŞÎN

Jiyana helbestvanê neteweyî Cegerxwîn, bi gotina gel, têr û tıjî, bı hereket û bi têkoşîn derbas bû. Ew di jiayana xwe de heta mirina xwe bê westan ji çand, ziman, edebiyat, helbestvanî, dîroka Kurdistanê xebat kir. Gelek berhemên hêja nivîsand. 

Bi taybetî ciwanên kurd û bi giştî gelê kurd, bi xebat û helbestên wî, bûn xwediyê şiûra neteweyî. Bi xebata wî, ji çand, dîrok, edebîyad û helbesta kurdî hez kirin. 

Helbestên Cegerxwîn, di medresan de, di dil û serê mele û şagirtên olî, feqeyan de geş bû. 

Lewra wî bi xwe di medresan de, zimanê kurdî û edebîyata kurdî û qlasîkên kurdî xwendibû û bi wan perwerde bibû. 

Ew di nav hemû beşên Kurdistanê û kurdên dinyayê de, bi navûdeng bû. Her kurdekî ji wî hez dikir. Ew bi xwe li dijî axatî, begitî, eşîretî bû. Lê axa, mîr, beg, serokeşîrên Kurtdistanê jî, ji wî hez dikir. Lewra ew helbestvanê her kurdekî bû û netewetya kurd bû. 

Ew hezkirina kurdan ya ji bo helbestnanê neteweyî, piştî wefata wî jî kêm nebû, zêdetir bû. 

Helbestvanê neteweyî, bes bi dîrok, ziman, edebîyat, helbesta kurdî re têkildar nebû, ew di heman dem de têkoşerê tevgera neteweyî ya kurdistanê bû. Ew li hemû parçeyên Kurdistanê beşdarî xebata neteweyî bibû. 

Ew beşdarî Tevgera neteweyî ya 1925an bû. 

Ew ji hemû serhildanê neteweyî yên Kurdistanê re, li hemû beşan bû şahîd. 

Wî êşa neteweya kurd heta mirina xwe parve kir. 

Qetlîam û qirkirinên li hemberî  neteweya kurd pêk hatin, di dilê wî de birîneke mezin vekir. 

Cegerxwîn mirovekî civakî bû, ji civatan pir hezdikir û rêzgirtin ji gelê xwe re dikir. Tim ew tevî şahîyan dibû. Cegerxwîn bê tirs û bi awayekî vekirî doza mafê gelê xwe dikir û pirsa kurdî li her derê gengeşe dikir.

 Ew bi gelê xwe tim serbilind bû. 

Tevî temenê wî yê mezin beşdarî hemû meş û xwepêşandanan dibû. 

 

Gelo helbestvanê neteweyî Cegerxwîn kî ye, lewra wî gotiye ku “em kî ne?”, em ji nêzîk ve meze bikin… 

Cegerxwîn, bi navê Şêxmûs di sala 1903 an de li gundê Hesarê hêla Mêrdînê ji dayik bûye. 

Birakî wî bi navê Mele Xelîl hebû û xwîşkek wî jî bi navê Asya hebû. 

Hîna ciwan bû, dê û bavê xwe wenda kir. 

Li Hesarê, li cem Xoce xwendina Quranê qedand. Piştî ku hinekî mezin bû ,li gundê Bêdermemo li cem M. Seîd dest bi xwendinê kir.

 Di sala 1920 an de, li Diyarbekirê, çûye xwendegeha olperestîyê, piştre ji bo xwendina xwe li gelek ciya gerîyaye û di 8 salan de xwendina xwe qedandîye. 

Li bajarê Amûdê li cem Mele Ûbeydulah xwendîye û piştî ku Mele çûye ser dilovanîya xwe , Cegerxwîn Li cem birayê wî Mele Fethulah xwendîna xwe qedandîye û îcaza xwe wergirtîye.

 Cegerxwîn, li her çar perçên Kurdistanê, ji bo xwendinê gerîyaye û derd û êşên gelê xwe yê Kurd baş naskiriye û di sala 1924 an li ser destê Şewqî Begê erxenî hestên netewî li cem çêbûye. 

Piştî şoreşa Şêx Seîd, dest bi xebata xwe ya netewî kiriye û bi navê Cegerxwîn daketîye meydanê.

 Di sala 1928 an de bi keça xalê xwe şûkiriye re zewicîye û bûye melayê gundê Hazda jorî.

 Di sala 1936 an de li gel hin gundîyan, du gund bi navê (Çêlek û Cihenem) avakirin, lê ji ber şer û pevçûna di nav gundîyan de, Cegerxîn vedigere Amûdê û di Sala 1937-1938 an de li gel hevalên xwe Nadiyek- komeleyek ji ciwanên Kurd re avadikin û kar û xebateke netewî ji bo ciwanên Kurd têde dikin .

 Lê Fransizan, komela wan li ser daxwaza Tirkiyeyê girtin û nehiştin berdewam bikin.

Sala 1946an Cegerxwîn mala xwe barkiriye bajarê Qamişlo.

 Di wê salê de, Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate avakirin, her weha kete nav rêxistina Xoybûnê.

 Cegerxwîn ji bo pirsa netewî gelek kar û xebatên cûr be cûr kirin e û helbestên bi coş nivîsandin e.

 Di riya van helbestan û civatên ku li mala xwe çêdikirin, pirsa Kurdî bi berfirehî belavkiriye û li dij sitemkaran bi coş rawestîyaye . 

Cegerxwîn pişt re, ji bo bicîkirina armancên xwe û ji bo pirsa Kurdî û bidestxistina mafê netewa xwe, nêzîkî komûnîstan bû û bû serokê tevgera Aştîxwazan.

 Wî û malbata xwe, gelek perîşanî û belengazî dît. 

Ji lewma, gava ku armanc û daxwazên wî yên ji bo Kurdayetîyê bi cî nebûn , ji komûnîsta dûrket û bi hin hevalên xwe re wek M. Şêxmûsê Qerqatî û Mele Şêxmûsê Şêxî, Benda Azadî avakirin.

 Lê piştî bihîstin ku rêxistineke dî heye, berî çend mehan ava bûye rêxistina xwe fesix kirin û bi Partiya Dîmoqrat ya Kurd re ya ku nû avabibû, bûne yek û di komîta navendî ya Partiyê de cî girt.

 Cegerxwîn, dîsa bi coş kar û xebata xwe berdewam kir. Lê piştî ku Rewşa Sûrî ne xweş bû û Cegerxwîn ji alîyê desthilatê tim hat binçav kirin, biryar da ku biçe İraqê.

 Sala 1958an, sînor bi dizî derbas kir û çû Kurdistanê û piştre diçe Bexdayê.

 Cegerxwîn 3 salan, li gel malbata xwe, li Bexdê dimîne. Li wir dibe Mamosteyê zimanê Kurdî, zeravê Kurmancî, li zanîngeha Bexdayê û programekî jî di radioyê de beşê Kurdî pêşkêş dike.

 Di Sala 1962an de, desthilat a İraqê, biryara derketina wî ji Iraqê dide. Êdî ew û zarokên xwe vedigerin bajarê Qamişlo. 

Li Sûryayê, gelek caran tê girtin, yek ji wan caran dikeve zîndana Mezê; piştre wî nefîkirin bajarê Swêda, nav Durzîyan. Lê dawî vedigere Qamişlo nav zarokên xwe û herdem bin çav dimîn e. Tevlî wilo jî civata wî tim digerîya, pirsa kurdî dihat gengeşekirin û helbestên wî di her malê de dihatin xwendin.

 Di sala 1958 an de dibe endamê komîta navendî ya Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurd li Sûryayê û heta dawîya jiyana xwe, endametîya xwe berdewam dike. 

Di Sala 1969 an de, Cegerxwîn diçe Kurdistana İraqê, tevlî Şoreşa kurdî ya bi serokatiya M. Mustefa Berzanî dibe. Salekê li wir dimîn e, vedgere Qamişlo.

 Çend salan dimîne û di sala 1973 an de Cegerxwîn berê xwe dide Libnanê, çend salan li wir jî dimîne dîwana xwe ya sisiyan “Kîme Ez” û çîroka Salar û Mîdya çap dike. 

Di Sala 1975 an de, vedigere Sûriyeyê û kar û xebata xwe ya netewî, siyasî û civakî didomîne. Lê dîsa desthilat wî dixe binçav, êdî vê carê berê xwe dide welatê Swêdê da ku berhemên xwe li wir çap bike.

 

 Pênc salan li wir dimîne, hin berhemên xwe çap dike û li gelek welatan digere. Welatên ku Cegerxwîn li wan geriyaye ev in:

 -Di sala 1980 de, çûye Elmanyayê (kongreya Riya Azadî),

 -Careke dî diçe Elmanya yê 

-Sala 1981-11-20 çûye Nerwêcê 

-Careke dî diçe Norwêcê

 -1982-03-18 çûye Parîs û Belçîka ji bo Newrozê 

-Sala1983-02-27 careke dî diçe Ferensa yê beşdarî vekirina Înstîtûta Kurdî li Parîsê dibe. 

-Sala 1982-10-17 çûye Lenîngradê cem Qenatê Kurdo.

 – Cûye welatê Nêmsayê (Ewûstûryayê) jî.

 Di jiyana wî de gelek serpêhatîyên wî hene, lêveger jêre divên. 

Piştî ku Cegerxwîn hin ji pirtûkên xwe çap dike dixwest vegere welêt.  

Wî bi coş ji bo vegerê xwe amade dikir, lê negihîşt ku bi saxî vegere Qamişloya xwe ya rengîn û di 22-10-1984 an de li bajarê Stockholmê çû ser dilovanîya xwe. 

Li gor daxwaza wî ya ku berê ji malbatê re gotibû, Cegerxwîn li hewşa mala xwe li Qamişloyê hat veşartin.

 Kurd ji hemû welatan serdana wî dikin û civîn û şevên xwe yên kultûrî li ber serê wî dikin û wî bi gul û çîçekan pîroz dikin.

 Cegerxwîn du kur û pênc keç li dû xwe hîşt. 

Piştî çûna wî , keçek û kurek ji zarokên wî çûne ser dilovanîya xwe. 

Cegerxwîn ji nav me koçkir; lê ji bo me sermiyanekî mezin hîşt.

 

BERHEMÊN SEYDA CEEGERXWÎN

 Berhemên Cegerxwîn yên çapkirî.

 Dîwanên helbestan:

 1- Prîsk û Pêt Şam 1945

 2-Sewra azadî şam 1954

 3- Kîme ez? Beyrûd 1973 

4- Ronak Stockholm 1980 Weşanên Roja nû 

5- Zend-Avista Stockholm 1981 weşanên Roja nû 

6- Şefeq Stockholm 1982 Weşanên Roja nû

 7- Hêvî Stockholm 1983 Weşanên Roja nû 

8- Aştî Stokholm 1985 Weşanxana Kurdistan Roja nû

 9- Xoşxwan Dihok 2016 Çapxana Nalbend

 

 Çîrokên Cegerxwîn: 

1-Cîm û Gulperî Şam 1948

 2-Reşoyê Darî Şam û Stockholm 1956

 3-Salar û Mîdya Berûd 1973

 

Tarîx: 

1-Tarîxa Kurdistan (1) 1985 Weşanên Roja nû Stockholm

 2-Tarîxa Kurdistan (2) 1987 Weşanên Roja nû

 3-Tarîxa Kurdistan (3) 1999 Stockholm. Roja nû

 4 – Jînenîgariya min 1995 Stockholm. Weşanxana Apec

 

Ziman:

 1-Destûra zimanê Kurdî 1961 Bexda

 2-Ferheng yekem 1962 Bexda

 3- Ferheng diwem 1962 Bexda

 

 Yên din: 

1-şerfnameya menzûm Şerfxanê Bedlîsî Cegerxwîn ew bi helbest nivîsiye. Beyrûd Emîral 1997

 2- Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanî 1995 Stockholm. Apec

 3- Folklor a Kurdî

 4- Gotinên pêşiyan 1957 Şam Her û ha 29 niviştên Cegerxwîn yên ne çapkirî mane.

  

LI QAMIŞLIYÊ PÊŞWAZÎ Û REWRESME NEHATIYE DÎTIN 

Dema ku helbestvanê neteweyî Cegerxwîn jiyana xwe ji dest da,  ez  li Rojavayê Kurdişstanê û li Sûriyeyê li bajarê Şamê (Damascus) bûm.

Dema ku hemû beşên neteweya kurd bihîst ku helbestvanê mezin Cegerxwîn jiyana xwe ji dest daye, xemgînîyeke mezin çêbû. Li Rojavayê Kurdistanê şîna neteweyî û giştî dest pê kir. Her kes li bendî helbestvanê neteweyî Cegerxwîn rawestîyan. Şev û roj bûn yek. Her kurdek li ser piya bû.

Girêdayî wesayeta wî, hat zanîn ku ew dê bê Qamişloyê. Vê yekê hemû kurd kêfxweş kirin. Loma jî ji bona pêşwazîya wî amadekarîyeke mezin dest pê kir.

Beriya ku bê Şamê, ez û gelek siyasetmedar û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê û Apê Osman Sebrî em li belafirxaneyê li benda wî bûn.

Helbestvanê neteweyî Cegerxwîn şevê gihîşte belafirxaneya Şamê. Li wir jî me ew girt, em ji bona Qamişloyê bi rê ketin.

Me helbestvanê neteweyî di ser bajarê Helebê re bir Rojavayê Kurdistanê bajarê Kamişlo.

Dema em gihîştin axa Kurdistanê, sibe zû bû. Lê mamoste û xwendevanên dibistanan ji bona pêşwazîyê li ser riyan bûn. Mamosteyan û xwendevanên Kurdistanê bi cilûbergên taybet hatibûn pêşwazîyê.

Ji Hesekê ber bi Qamişlo ve meşa bi ereban mimkun nebû. Hemû seyarên welêt ji însana dagirtî hetibûn pêşwazîya helbestvanê neteweyî.

Hasekî gelek nêzikî Qamişloyê ye. Lê me bi saetan nikarî bigihîjin Qamişloyê. Wek ax û baranê însan hebûn li meydanê.. Dema ku em gihîştin Qamişloyê me dîtin ku ji derveyî nexweşan û zarokên dergûşê hemû kurd li meydanê ne.

Qamişloyê jî em bi nivîskar û mirovê Dozê Kurdistanê Hesenê Hişyar ê Serdî bi hev re meşiyan. Di meşê de nefes tengi çêdibû ji qelebalixê.

Dema ku em çûn baxçeyê mala helbestvanê neteweyî Cegerxwîn, mahşer hebû. Însanan li pişta hev siwar dibûn.

Ez dikarim bibêjim ku min heta wê rojê, rewresmek û pêşwazîyeke ewqas qelebelix nedîtibû.

Min wê demê, xwe bi xwe got ku xwazî Seyda Cegerxwîn yek sanîyekê zindî bibe vê qelebelixê bibîne, dê gelek bextewar bibe ku gelê kurd çiqas ji wî hez kirîye.

Wê demê, min carek din dît ku kurdan kesekî xwe yê gelek berhemdar, bi qiymet, qedirbilind, şaîrekî neteweyî yê mezin wenda kirîye. 

Diyarbekîr, 05. 11. 2021  

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir