Edebiyat û Rewşenbîr

Lokman Polat

Edebiyat bingeha xwe ji zanînê digre. Ji xwe bê zanîn edebiyat nabe. Koka edebiyatê zanîne û edebiyat li ser vê koka zanînê şîn dibe. Nivîskarên edebî di gelek waran de zanane û xwediyê asoyeke firehin. Ew bi qasê ku dinivîsin sed qasê wê jî dixwînin.

Zanîn, zanatî, însanên zana di pêvajoya dîrokê de roleke girîng leyistine. Edebiyatvan û rewşenbîr di her demî de bûne wijdana gelê xwe, bûne peyivdarên gel. Her tim li dij neheqiyê derketine. Ji bo wê jî, di hemî demî de serê wan bi desthilatdarên dewletê re ketiye teşxelê. Rewşenbîr û nivîskar, hatine kuştin, hatine girtin, tehda dîtine, lêdan xwarine, lê ji dîtin û ramanên xwe venegeriyane, ji desthilatdarê sazûmanê re serî netewandine.

Însan û Siyaset

Kirdarê dîrokê însan e. Însan nebe dîrok nabe. Dîrok berhema çalakiya însanan e. Yê ku dîrokê pêk tîne û dinivîse însan e. Însan digehure û digehurîne. Guherandin pêvajoya xas ya însanan e.

Dijminê însaniyetê yê herî mezin nezanîn e, anku cehalet e. Feydeya însanên nezan nagîhîşe civakê. Mirovên nezan bi hal û hareketên xwe hem zirarê didin xwe û hem jî zirarê didin civakê. Kolonyalîst, dagirker, welatên ku dagir dikin, însanên wî welatî jî nezan dihêlin. Ew naxwazin însanên welatên bindest hişyar bibin. Ji bo li pêşîya sîyasetbûna mirovan bigirin astengan derdixin pêşberên wan. Lewra ew dizanin mirovên sîyasî dibin belayê serê wan.

Kolonyalîst dixwazin li gor qalibeke, yanê li gorê pîvanên xwe şexsiyeta mirovan biafrînin. Ev şexsiyet şexsiyeteke ji hêla sîyasî ve gelek paştamayî, nezan û tîpekî tirsonek e. Ev tîp însan -evet efendîmcî – Ezbenî- , -Emret komutanimcî – Ferman bike qomutanim- û -Baş ustune – Li ser çavan- ji xwe re kirine şêweya jiyanê. Dewletên dagirker dixwaze bi mirovên weha şikil bide civakê. Lewra civakekê ku ji mirovên tirsonek, menfeetperest, ji xwe bê bawer pêk bê pir hêsantir tê îdare kirin.

Dewletên Dîktatorî

Di rojhelata navîn de Kemalîzm, Partiya Baas, Îslamîya siyasî, Fundementalîstî, Xumeynîstî, dixwaze yek tîp mirov biafrîne. Li ser esasê Kemalîzmê, Baasê û Fundementalîzmê (Her wekî Xizbûllah û Talîban) dewletên ku hatine pêkanîn tu eleqeya wan bi demokrasîyê ve tuneye. Dewletên dîktatorîne û loma jî her tim dixwazin civakê li gorê pîvanên leşkerî, li gorê kultura mîlîtarîzmê perwerde bikin, mejiyên wan tevlîhev bikin, wan têxin nav jiyaneke leşkergehî. Bi vê şêweyî civakê di nav mehsereyek de hepis bikin, wan wek haceta mekîna guvaştinê pêk bînin. Mentalîteya van dewletên dîktatorî her tim şer dixwaze, bi şerên neheq, bi êrişên barbarî civakê ber bi felaketê ve dibin, şarezayiya rojhilata navîn dixin nav xeterê.

Kurd û Demokrasî

Di nav civaka kurdan de kultura nûjen/modern û ramanên demokratiyê heger ewqas pêşve neçûye sedemên wê di serî de ew welatên ku cîranên kurdanin û di nav pêvajoya dîrokê de Kurdistanê di nav xwe de perçe kirine, ew bûne sedem ku civaka kurd pêşve neçe. Lê dîsa jî dema mirov li kurdan û li gelên cîranên wan dinêre, kurd ji cîranên xwe bêtir sîyasîne, demokrat in, humanîst in, civaknas in, sosyal civakî ne.

Di nav civaka kurd de pêşveçûna ramanên demokratîk bi sancî dibe, lê di pêvajoyê de her diçe pêşveçûyîn heye. Li gor bîrûbawerîya min demokrasiya ku di nav civaka kurd de pêk bê, dê ji ya hemû welatên rojhilata navîn pêştetir be. Kurdistana başûr di vê rê de gaveke, û ez hêvî dikim ku ev gav hîn jî pêşve biçe û diçe jî.

Ji salên 1960î ta niha di Kurdistanê de însanên xas yên polîtîk her diçe zêde dibin. Zêdebûyîna însanên polîtîk ji bo doza kurdan tişteke pozîtîf e. Hişyarî û heşmendariya polîtîk ya civaka kurd ji bo berdewamkirina doza netewa kurd pêwîst e. Hebûna sîyasetmedarên kurd, kar û xebatên wan, pêkanîna tevgereke demokratîk û damezrandina partiyên demokratîk û neteweyî, di qada navnetewî de doza kurd germ digre, jîndar dike. Temînata doza têkoşîna netewa kurd, kurdên sîyasî, tevgera demokratîk, partî û rêxistinên netewî û demokratîk, komele û dezgehên çandî û girseyî ên netewa kurd bi xwe ne. Lê divê sîyaset bi zanabûn bê kirin. Bi hest û giyanên kurd û Kurdistanî bê meşandin.

Di meşandina sîyasetê de rewşenbîrên siyasî serî dikşînin. Ew roleke pêşewatiyê dilîzin. Ne tenê di karê siyasî de, di kar û xebata çandî, edebî, lêkolînî û hwd, di gelek waran de rewşenbîr tim li pêşin. Rewşenbîrê her miletî/neteweyî ji nava civaka wî miletî derketine û bûne wijdana civakê, bûne peyivdarên civakê. Pirs û pirsgirêkên civakî û netewî hanîne zimên. Li hemberê bûyeran reaksîyon nîşan dane, li hemberê zilm û tehda dagirkeriyê têkoşîyane. Însîyatîf pêkanîne, helwestên baş nîşan dane.

Xisûsiyeta Rewşenbîrîyê

Xisûsiyeta rewşenbîrîyê eve ku mirovên azadîxwazin. Asoyê wan fireh e, dîtin û ramanên azad diparêzin. Rewşenbîrekî bi fizîkî êsîr/dîl be jî bi ruh, bi bîr û bawerî, bi fikr û raman azad e. Helwesta wî rasteqînî ye, rexnegirî ye. Rexnegiriya wî ji bo berjewendîyên doza netewî, civakî, parastina heq û hiqûqa însanan e, parastina pir rengî û pir dengîtiyê ye.

Di welatên bindest de, wezîfeyên rewşenbîran piralîye. Berpirsiyariya wan ya netewî û civakî heye. Ew mecbûrin ku bibin şirîkê derdê gelê xwe. Pirs û pirsgirên netewayî, problemên gelêrî tînin zimên. Ji bo çareseriya probleman xwediyê pêşniyazanin. Ji civakê re rê nîşan didin. Di nav têkoşîna civakî û netewî de cîh digrin. Ji xwe dema mirov li komîteyên navendî yên rêxistinên siyasî dinêre, li serok û sekreterên partiyên siyasî dinêre hemû jî mirovên rewşenbîr in. Ji xwe heger însanek rewşenbîr nebe, di hêla siyasî de zanîst nebe nikare siyasetê bi rê ve bibe, teoriya îdeolojiya siyaseta xwe pêk bîne.

Gelek rewşenbîrên siyasetmedar di gel siyasetê gelek karên hêja yên çandî, edebî jî dikin. Berhemên edebî diafirînin, lêkolînên civakî dikin, dîtin û ramanên teorîk pêk tînin. Kar û xebata entelektuelî dikin. Kar û xebatên weha piralî pêşveçûna civakî bi lez dixe.

Helwesta rewşenbîrî

Di nav civakê de wezîfe û berpirsiyariya rewşenbîran gelek e. Ji bo pêkanîna berpirsiyariya rewşenbîrî, helwest girtin pêwîst e. Helwesta rewşenbîrî divê di serî de li ser bingeha azadiya fikrî, ramanî be. Parêstina azadiya fikrî helwestekî prensîbî ye. Tersê vê tevgerandin, hareketkirin ji sexsiyeta rewşenbîrî re dest nade. Sexsiyeta rewşenbîrî azad fikrandin û azad hareketkirin e. Ew li gorê emir û fermanan hareket nake û divê neke jî.

Sexsiyeta rewşenbîrî xizmeta gel û welatê xwe de her tim amade ye. Lê ew ji desthilatdariya dagirkeran re, ji partiyên nedemokratîk re, ji kesên dîktator re tu car xizmet nake û divê neke jî. Sexsiyeta rewşenbîrî bi Xwedayên sîyasî bawer nake û li hemberê wan helwest werdigre.

Rewşenbîrî hêsan nîn e. Herkes nikare bibe reşenbîr. Însanek dibe ku siyasetvan be, nivîskar be, mamoste be, zimanzan be, lê nayê wê maneyê ku ew rewşenbîr e. Divê were zanîn ku her nivîskar rewşenbîr nîn e. Çawa ku her rewşenbîr nivîskar nîn e, nayê wê maneyê ku her nivîskar, her kesê ku çîrok, roman û helbest dinivîse rewşenbîr e. Hinek kes/kesayetî hene ku yek pirtûkek jî nenivîsîne lê rewşenbîr in.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *