Du peyvên li diji hevûdu: Yekîtiya Neteweyî û PKKê…

İbtrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Yekîtî, peyveke xweş e. Yekîtiya malbetekê, yekîtiya eşîretekê, yekîtiya partiyekê, yekîtiya rêxistinên Kurdistanê, yekîtiya neteweyî gelek xweş e. Hîç şik tune ye ku yekîtiya neteweya kurd, xweştir e. Yekîtî, derfetan û îmkanan zêde dike, hêzê mezin dike, çareseriyê hêsantir dike. Pêşiya nekokî û dijminitiya digre. Pêşiya birakûjî digre. Ji bona ku neteweya kurd bigihîje armanca xwe, pêwîst e û derfet jê re çê dike.

Em kurd û rêxistinên kurdan jî her dem ji yekîtî qal dikin, lê tu wext jî nikarin yekîtiyê çêkin. Hîç şik tune ye ku sedemên vê yekê hene. Yekîtî ji aliyekî de çandeke milî û demokrat e, ji aliyekî de jî divê şertên wê pêk bên.
Yekîtî, encama xebata kesan û rêxistinan û dezgehan e. Loma jî beriya ku ev encama derkeve holê, sedem bên tespît kirin û ew sedemên pozîtîf bên pêş xistin, sedemên negatîf jî divê ji holê rabin.

Em kurd vê yekê nakin, dema ku em dikevin tengasiyê, yekîtî tê aqilê me. Lê vê yekîtîyê jî nikarin pêk bînin.
***
Dema ku li Kurdistanê ji yekîtiyê qal bibe, du platform hene.
Platformek ew e ku li her beşekî Kurdistanê yekîtî li darxistin e.
Platforma duyemîn jî ew e ku li tevbayî Kurdistanê yekîtî li darxistin e.
Nûha ez dixwazim li ser yekîtiya neteweyî ya li Rojavayê Kurdistanê yanî li ser beşeke yekîtiya netêweyî ya Kurdistanê rawestim.

Divan rojên dawî de, bi taybetî jî piştî ku Dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê du bajarên me dagir kir, PKK/PYDê zêde qala yekîtî dike. Hawar dike. Ev yeka exlaqa PKKê ye. Dema bikeve tengasiyê ji yekîtî qal dike, lê dema ku derkete rehetiyê, wê demê êrîşî hemû rêxistinên Kurdistanê dike.
Kurdistan û bi taybetî jî Rojavayê Kurdistanê bi her awayî di qonaxeke girîng û krîtîk re derbas dibe. Em di vê qonaxê de carek din li ser yekîtiya neteweyî rawestin ku PKKê çiqas nêzikî yekîtiya neteweyî ye.

1-Rêxistinên neteweyî û serbixwe dikarin yekîtiya neteweyî ava bikin. Lê PKK rêxistineke azad û serbixwe nîn e. Bi dewletan re girêdayî ye. Xizmetî berjewendiya xwe ya grûbî û berjewendiya dewletên kolonyalîst û emperyal dike. Xizmetî berjewewendiya neteweyî ya kurd nake. Loma jî peyvên wê yên di derbarê neteweyî de heta ber derî derbas dibe.

PKKê ji bona di mijara yekîtiya neteweyî de gav bevêje, divê ev statu û qerektera xwe biguherîne.

2-PKK/PYDê her çiqas dibêje yekîtiya neteweyî jî, ew her demê li pêş yekîtiya neteweyî bûye asteng.

Gelo PKK/PYDê dê ji vê rewşê xelas bibe, an ji rewşê xelas nebe? Dê bi kurdan û rêxistinên Kurdistanê re yekîtî çê bike, an çê yekîtî çê nake?

Ev yeka pirsgirêkeke mezin e.

3-PKK/PYDê dema ji yekîtiya neteweyî qal dike, nabêje ku dê bi rêxistinên Kurdistanê re li ser bingeh û pîvana wekhevî yekîtiya neteweyî ava bike. Ew ji rêxistinan re dibêje, werin di bin sîwanan min de cî bigrin û bikevin bin bandor û desthilatdariya min. Xizmetî dîktatorî û hegemonyaya min bikin.

Di vê qonaxê de ku hewcedarî yekîtiyekê û alîkariyekê heye, berpirsiyarê PKK/PYDê di dawî de jî ev yeka gelek aşkere anî ser zimên.

Gelo navê vê yekîtiya neteweyî dibe, an jî parastina dîktatorî û hegemonyaya PKK/PYDê dibe?

4-PKK/PYDê îradeya gelê me li Rojavayê Kurdistanê xesip kiriye. Mîsyona xwe ya dagirkerî dimeşîne.

Gelo dema ji vî aqlî û û fikrî dev bernede, dê çewa yekîtiya neteweyî pêk bîne, di vê platforma pîroz a yekîtiyê de cî bigre?

5-PKK/PYD, li Rojavayê Kurdistanê dîktatorî û pergeleke apoîst stalînîst a komunal ava kiriye.

Ev pergela ku ji aliyê PKK/PYDê de ve li Rojavayê Kurdistanê avabûyî, li dijî demokrasî, pluralîzm, pirrêxistinî, yekîtiyeke hevbeş û wekhevî ye. Hegemonyayê diparêze û dixwaze dîktatoriyê bidomîne.

Gelo PKK/PYDê ji bona ku yekîtiya neteweyî ava bike, dê ji vê sîstemê dev berde, an dev ji vê sîstemê bernede?

6-Ji bona yekîtiya neteweyî, awayê têkoşîn û xebata neteweyî, awayekî civakî, însanî, rewa ye.

PKK/PYDê di xebat û têkoşîna xwe de metoda terorîstî bi kar tîne. Divê ji bona yekîtiya neteweyî dev ji vê metodê berde.

PKK/PYDê dê bikare di laşê xwe de vê guhertinê çê bike?

7-Yekîtiya neteweyî, bi armancên neteweyî tên ava kirin. Ji bona kurdan û rêxistinên Kurdistanê armanc: Dewletbûna Kurdistanê, azadî û rizgariya neteweya kurd e. Kêmtir in ji bona statuya federal xebat kirine.

PKK/PYD li dijî dewleta neteweyî ya milî ye. Li dijî federalbûnê ye.

Loma jî li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê jî derket (2017). Ji dagirkirina Kerkukê re alîkarî kir.

Gelo PKK/PYDê dê bi rêxistinên Kurdistanê re bi çi armancê yekîtiya neteweyî çê bike?

8-PKK/PYD, ji bona ku li dijî dewleta federe û dewleta serbixwe ya Kurdistanê yê, navê Rojavayê Kurdistanê guhert, kir “Bakûrê Sûriyeyê”.

Gelo PKK/PYDê dê vê şaşiya xwe bibîne, ji vê terîfa xwe ya Kurdistanê dev berdê, an dev bernede?

Heger PKK/PYDê dev ji vê terîfê bernede, ev tê wê wateye ku PKK/PYD ji bona rizgarbûna beşek erdê Suriyeyê yekîtî daxwaz dike.

Ew jî ne rast e.

9-Li Suriyeyê heta ku Rejîma Baasê û dîktatoriya heyî tasfiye nebe û ji hole ranebe, kurd û gelên Sûriyeyê nikarin bigihîjin mafên xwe.

Rêxistinên Rojavayê Kurdistanê ji destpêkê de daxwazkar e ku rejîma Baasê tasfiye bibe. PKK/PYDê li dijî tasfiyê ya rejîma Baasê ye. Bi destên Rejîma Sûriyeyê li Rojavayê Kurdistanê PKK/PYDê bû dîktator, li gel zilm kir, nêhîşt ku rêxistinên Kurdistanê xebatên xwe bimeşînin. Berpirsiyarên partiyan hepis kir, êrişî wan kir û ew kûştin.

Gelo PKK/PYDê di vê pirsê de amade ye ku hesap bide? Dê ji bona tasfiya rejîma Baasê xebat bike, an xebat neke?

10-PKK/PYD ji derveyî xwe hebûna rêxistinên Kurdistanê rewa û hiqûqî nabîne. Loma jî bi her awayî dijminitiya wan dike. Dema hêzek bixwaze ku yekîtiya neteweyî ava bike, divê ku rêxistinên Kurdistanê dost bibîneî, bi wan re di nav aşitiyekê de be.

Gelo PKK/PYDê amade ye ku ji rêxistinên Kurdistanê re dijminitî neke, bi çavekî wekhevî li wan mêze bike, êrişên li hemberî wan bide rawestandin?

Ew amade ye ku hesabê ev karên xwe yên xirab ji aliyê hiqûqî de bide?

11-PKK/PYDê li Başûrê Kurdistanê li gelek gundan û li Şengalê dagirker e. Di wê baweriyê de ye ku Şengal axa ereban e. Divê bi Hikûmeta navendî ya ereban re bê girêdan.

Gelo dema ku PKK/PYDê dev ji ev dagirkeriya xwe bernede, dê çewa bi rêxistinên Kurdistanê re yekîtiyeke neteweyî ava bike.

12-PKK/PYDê terorîstên Tirk û ereb û neteweyên din tijî Kurdistanê kiriye. Gelo amade ye ku wan ji welêt derxe?

13-PKK/PYDê li Kurdistanê ku ew dibêjin ku “Bakûrê Sûriyeyê” desthilatdarî bi ereban re parva kiriye, heta ereb zêdetir xwediyê desthilatdarî ne.

Gelo PKK/PYDê dê vê pirsgirêkê çwa çareser bike?

14-Pirtûk û kolanên li Kurdistanê bi slogan û wêneyên Ocalan hatine qirêj kirin.

Gelo PYDê amade ye ku vê qirêjiyê paqij bike û dev ji van şaşiyên xwe berde?

Amed, 14.11.2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *