Dostê Kurdan Avram Naom Chomsky -1-2

Dr.Maruf YILMAZ

⦁     AVRAM NOAM CHOMSKY kî ye?  

   ”Divê Kurd tenê baweriya xwe bi çiyayên xwe bînin”
            “Divê Kurd ji bo serxwebûnê bibin yek”
            “Yek ji dersên herî zelal ên dîrokê ew e ku maf nayên dayîn, bi zorê têne bidestxistin (girtin).
 
Dostê Avram Noam CHOMSKY zimanzan, feylesof, mantiqzan, şirovekarê siyasî, rexnegirê civakî, parêzkarê dadmendiya civakî û bi eslê xwe Cihû- Amerîkî ye. ”Divê Kurd ji bo serxwebûnê bibin yek” û yekitiya xwe pêk bînin”.  Dostê kurdan, yek ji feylesof û zimanzanê herî navdar ê cîhanê ye.  Li gorî CHOMSKY referandûma serbixwebûna Kurdistanê rewa ye û di prensîpê de jî referandûm rast e. Ew bi lêkolîn û xebatên xwe yên zimannasiyê tê naskirin. Ew wek ”bavê zimannasiya nûjen” tê zanîn û ew di heman demê de yek ji damezrînerên zanista zanînê ye. Ez li vir dubare dikim. CHOMSKY mirovekî piralî yên zanistiyên cûda, ew feylosof, mantiqkar, çalakvan, bîrmend, zimanzan, rexnegirê siyasî, dîroknas, nivîskar û wek rewşenbîrê herî girîng ê cîhanê tê pejirandin. Ew di 95 saliya xwe de qiseta axaftin, nivîsandin û xwendin ji dest bide û dev ji xebatên xwe berdide. Di sala 1967an de Noam CHOMSKY bi gotarekê di New York Revuew of Bookê de ku siyaseta derve ya Amerîkî rexne dike,  wek rexnegirekî sereke derket holê û rastiyan got.  Dema ku gelek akademisyenên bêdeng diman, wî dengê bilind dikir û got; ”berpirsiyariya rewşenbîran di nav xwe de gotina rastiyê û eşkerekırına derewan e. Noam CHOMSKY di 95 saliya xwe de wek dengekî girîng di tevgerên antîkapîtalîstiyê de dimîne. Avram Noam CHOMSKY di sala 1928an de li Philadelphiayê ji dayik bûye û ew yek ji zimannasên herî navdar ê sedsala 20an e. Teoriya wî hebûna pergaleka rêzimana gerdûnî ye ku wekî beşekê ji mîrata genetîkî ya bûyina mirovî/mirovê ye. ”Divê em li lehengan negerin, em li ramanên baş bigerin. CHOMSKY bi dijberiya xwe ya siyasî ya li dijî hemû dîktator û monarşiyên heyî tê naskirin.  Di 16 saliya xwe de lîse qedand û di demeka kurt de li Zanîngeha Pennsylvania´yê tomar kir û li wir di mijarên cihêreng ên zimannasî, felsefe û matematîkê de serketî bû.  CHOMSKY di salên 1960î de dijberiya xwe ya li dijî tevlêbûna Amerîkayê/ Dewletên Yekbûyî ya li ser ”Şerê Vietnamê”  diyar kir û piştgiriya xwe  ji bo mafên sivîl û çarenûsa gelê Vîetnamî  eşkere kir.  CHOMSY dixwaze ku felsefe, anarkosendîkalîzm û rastiya wî di pêşerojê de bi ser bike. 
Keça CHOMSKY Aviva 20ê Avrêlê (nîsan) ya sala 1957an ji dayûk bûye, niha profesor, koodinatora lêkolînên Amerîkaya Latîn li zanîngeha “Salem State College, Massachusetsê” ye û ji bilî vê jî berê profesora alîkara lêkolînên Zanîngeha Hardvardê bû. Aviva profesor, dîrokzan, nivîskar, çalakvana Amerêkî û keça mezin a zimanzan û çalakvanê siyasî Noam CHOMSKY e. Ew li Amerîkayê ji dayik bûye û navê dêya wê Carol Chomsky e. Navê hevjina Noam CHOMSKY ya din Valeria Wasserman bû û ew di sala 2014an de koça dawî kir.

Rastiyên pêwîst û girîng ji malbata Chomsky:
1. Navê tam û rast: Avram Noam Chomsky
2. Zarokên Chomsky: Aviva, Diane, Harry
3. Dêûbav: Wîllîam û Else
4. Pîşe: teorîsyenê ziman û nivîskarê siyasî
5. Jidayîkbûn: 7ê Çileya Pêşîna sala 1928an
6. Hevjin: Carol Dorîs Schatz (koça dawî 2008)…
7. Perwerde: Zanîngeha Pennsylvania û Zanîngeha Harvard´ê.
8. Pirtûk û xebatên hilbijartî: ”Syntactik Atructures” 1957, ”Faful Triangle” 1983, ”Manufacturing Consent 1988…
9. Mijara sereke: rêzimanê genetîf, dîroka zimannasiyê, dengnasî/fonolojî, felsefeya ziman, nivîskariya siyasî…

 “Yek ji dersên herî zelal ên dîrokê ew e ku maf nayên dayîn, bi zorê têne bidestxistin (girtin)”.
 “Divê Kurd tenê baweriya xwe bi çiyayên xwe bînin”
“Divê Kurd ji bo serxwebûnê bibin yek” 
“Divê Kurd yekitiya xwe pêk bînin ji bo serxwebûna Kurdistanê”
             “Armancek heye ku mirov dîrokê berevajî bike û bide xuyakirin, ew beşek e ku mirov fêr dibin ku ew nikarin tiştekî bikin, ew tenê li benda mirovekî mezin e ku were ji bo wan  bike.”
”Civat çiqas azad be, bikaranîna hêzê jî zehmetir e”.
             “Welatekî belengaz nî ne, tenê sîstemek heye ku nekariye desthilatdariya welatê xwe birêve bibe.
”Gel çiqas azad bibe, ewqas jî serî li tirs û propagandayê dide”.
”Bê wekhevî demokrasî pêk nayê”.
”Divê em li lehengan negerin, divê em li ramanên baş bigerin”.
”Azadiya bê derfet diyariya Şeytan e û dayîna derfetên wisan sûc e”.

2. Jiyana bav û dêya  Noam CHOMSKY 

Bavê Noam CHOMSKY ji ber Şerê Cîhanê yê yekem ji Rûsyayê direve Amerîkayê û li wir di dibistanên cihûyan de mamostetî kir. Bi gotineka din, di sala 1913an de xwest ku ji xizmeta artêşa Rûs û eskeriyê xwe dûr bixe, berê da Amerîkayê û li wir wek mamoste li dibistanên seretayî yên cihûyan de xebitî. Noam CHOMSKY bi kevneşopiyên Cihûyan di malbata xwe ya demokratîk de mezin bû. Noam CHOMSKY pîşeya bav xwe bidomîne da ku çandeka mirovahiyê wenda nebe. Wezîfeya we kurdan jî wek ya wî ev e ku em mîrateya bav û kalên xwe bidomînin da ku çandeka mirovahiyê wenda nebe. Bavê Avram Noam CHOMSKY, Wiliiam (Ze´ev) Chomsky di sala 1897an de li Kupolê li parêzgeha împaratoriya Rûsyayê ku niha erdê Ukrana´yê ye, hatiye dinê. Ew 15ê Çileya paşîn a sala 1897an de ji dayikê bûye û di 19ê tebata sala 1977an de koça dawî kirîye. Wî di 81ê saliya xwe de koça kir, lê mîrasa wî ji nifşên nû re ma. Navê wî yê din Ze´ev bû. Piştî demekê fînansekirina xwendina xwe ya li Zanîngeha Johns Hopkinsê bixwe da û dest bi xwendina zanîngehê kir. William Chomsky piştî demekê diçe Philadephiayê li wir dibe rektorê dibistana olî ya Îsraîlî. William Chomsky mirov pir germ, nerm, dilsoz û lîberal demokrat bû û girîngiyeka mezin dida perwerdekirina mirovan da ku mirov di ramanên xwe de azad, serbixwe û bi dilxwazî beşdariya xwendin û çalakiyan bibin. Jiyan ji bo her kesî/herkesê bi watedar û nirx be. Di 19ê tebata sala 1927an de, Wiliiam (Ze´ev) Chomsky bi Elsie Sumonifky re zewicî. William 29 salî bû û Elsie 23 salî bû. Elsie Sumonifky1906an li Amerîkayê bi cîh bû û li wir mezin bû. Ew jî mamoste bû û li Gratz Collegê dersê dida. Du kurên wê hebûn. Noam CHOMSKY zimanzan û David Elî Chomsky doktor bû. Sala ku hevjina William Chomsky mir, ew bi Ruth Schendelê re zewicî. Wlilliam (Ze´ev) Chomsky di 19ê tîrmeha sala 1977an de li mala xwe ya li Philadelphiayê mir. Dema ku ew mir 81 salî bû û niha kurê wî Avram Noam CHOMSKY 95 salî ye. Pirtûka CHOMSKY ya herî navdar, bi zimanê Îbranî ye û ev pirtûka herheyî di sala 1957an de hat çapkirin. Dayîk û bavê CHOMSKY koçberên Cihûyên Aşkenazî bûn. Navê bavê CHOMSKY Wîllîam bû û ew di sala 1913an de ji bo ku xwe eskerî/leşkerıyê dûr bixe ji Rûsyayê reviya, hat Amerîkayê, ba ”Dewletên Yekbûyî”. Dema ku William hat li Amerîkayê bi cîh bû û ew li Bakktimiresê, Sweatshopsê xebitî. Dayika CHOMSKY li Rûsyayê ji dayîk bû û li wir bû mamoste. CHOMSKY li malbateka Cihûdî ya xwende, pirzimanî û pirçandî mezin bû.  CHOMSKY di zaroktiya xwe de  hînî zimanê Îbranî bû û di nav çanda Cihûyan de bû xwedî ramanên kûr bû. Ew beşdarî nîqaşên malbatî yên li ser siyaseta sîyonîzmê bû, tevgera navneteweyî ya ku piştgirî dide pêşveçûna neteweya Cihû û serbixwebûna wê dixwest. CHOMSKY dêûbavên xwe wekî ”demokratên tîpîk binav dikir, lê kesên din û xizmên wî, bavê Noam CHOMSKY wek çepgirê siyasetê nas binav dikirin.

3. Rêzimanê genetîf, rêzimanekî transformasiyon û qaîdeyên hevpar 

Avram Noam CHOMSKY bi teoriyên cûda yên zimannasiyê re eleqedar bû û li Zanîngeha Harvardê xwend. Ew di navbera salên 1951 û 1955an de xwendekar bû. Gotara wî ya yekem a akademîk, ”Sîstema Analîza Hevoksaziyê” bû. CHOMSKY di sala 1955an de wekî alîkarê profesorê li Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusettsê dest bi kar. Li wir pirtûka xwe ya yekem bi navê ”Structures Syntactic” çap kir. Rêzimana veguherîner, rêzimaneka transformasiyon e, di sala 1957-an de bi weşandina pirtûka “Structures Syntactic” ya Noam CHOMSKY dest pê kir û derbasî nav rûpelên dîrokê bû. Rêzimana Chomsky, rêzimana ku hemû hevokên rêzimanî yên zimanî çêdike û di pratîkê de tê bikaranîn e. Li gorî tenê celebê mirovan dikare bi fêrbûna ziman fêrî danûstandinê bibin. Bi teqlîdkirin û dubarekirinê mirov fêrî ziman nabe. Dema zarok dest bi dengkirin û axaftinê dikin, ne bi dûbarekirin an fêrbûnê, lê bi çalakkirina yekîneya xwe ya biyolojîk fêr dibin. Pêşveçûna ziman bi taybetmendiyeka serbixweyî ve girêdayî ye. Li gorî zimanzan Avram Noam CHOMSKY di avakirina hemû zimanan de taybetî û qaîdeyên hevpar hene. Ev qaîde xwezayî ne, ji sîstemeka gerdûnî û prensîpan pêk tên.  Noam CHOMSKY bawer dike ku  mirov bi xwezayî, bi karê xwezayî ve  girêdayî ye. Faktorên derveyî hene ku di mezinbûn û pêşveçûna hemû organîzmayan de rola xwe dileyizin. Sê faktorên herî girîng hene: pêkhateya genetîk, bandora hawîrdorê û qanûnên xwezayê çawa dixebitin. CHOMSKY destnîşan dike ku di cewhera mirovan de kokên bingehîn hene…Ev dîtina wî ji hêla fîlozofê rûsî Peter Kropotkîn  ve hatiye nîqaşkirin û ketiya rojeva cîhanê.

Ramana CHOMSKY li ser nîqaşa Gramera kognîtîfê çi ye?
Gramera  kognîtîf çi ye? Rêzimana avakirinê çi ye? Semntîk çi ye?
Rêzimana derûnî çi ye? Zimannasiya CHOMSKY li ser çi ye?

4.Transformasiyona rêzimanî û rexneya rêzimana gerdûnî

Gramera  Gerdûnî çi ye? Gelo rexnegirên teoriya CHOMSKY hene?

Teoriya Noam CHOMSKY a ”Rêzimana genetîf”, gerdûnî ye. Teoriya wî ev e ku em hemû bi rêzimanên xwerû ên bîyolojîk ve hatin çêkirin/afirandin û ev yek pêşkeftina zimanê zarok an salmezinan hêsan dike. Ew bawer dike ku rêziman bi esasî di mêjiyê me de tê qaîdkirin/kodkirin û dikeve kûrahiya mêjî. Di bingeha xwe de teoriya wî ya ”rêzimana generatîf” ew e ku ku mirov çawa fêrî danûstandinê dibin, bi ramanê ku em bingeha zanina xwe pê ava bikin, divê hin zanyariyên bingehîn jixwe hebin da ku em zanyariyên nû ava bikin. 
CHOMSKY destnîşan dike ku taybetmendiya zarokan a di xwezayê de ziman e û ew bi zimanî ji dayikê bûne. Noam CHOMSKY  kî ye, rêzimana çêker û bandora teoriya wê çi ye?

14312782795-d5a9b7fb54-z-1.jpg

Noam CHOMSKY bawer dike ku rêzimana gerdûnî  ya çêkirî ku ji dayikbûnê ve di mêjiyên zarokan xwe de tê qaîdkirin/kodkirin. Li gorî teoriya CHOMSKY zarok bi qabîliyeta axaftinê ya cewherîya hundirîn tên dinyayê. Zarok dikarin strukturên ragihandinî yên zimanî fêr bibin. Teoriya ziman a CHOMSKY ji aliyê gelek zimanzanan ve tê rexnekirin û gelek pispor dibêjin ku ew teoriyek e ku faktorên girîng ên fêrbûn û hawirdora civakî li ber çavan nagire. Teoriya wî ya bidestxistina zimanî hem heyranî û hem jî rexne li xwe girtiye. Vebijarkên CHOMSKY çi ne? Armanca wî çi ye?  Rêbaza wî ya ji bo fêrbûnê çi ye?

Teoriya psîkolojiya CHOMSKY çi ye?  
Sê ramanên girîng ên CHOMSKY ev in:
1. Ya yekem ji van ramanan  ev e ku hiş (hizir)  zanînî ye, di nav xwe de rewşên derûnî, bawerî, guman û met dihewîne.
2. Ya duhem CHOMSKY angaşt kir ku taybetmendiyên herî girîng ên ziman û hiş di me de cewherî ne. Ji ber vê yekê awayê rêziman û zimanê me di pêşkeftina xwezayê têne avakirin.
3. Ya sêyem jî hişên zarokan kognîtîf e. Wekî encamek, Chomsky dev vê romanê  berdide ku pêvajoyeka din a kognîtîfê dikare bigihîje her agahdarîyê.  

Li gorî teoriya innantîst a CHOMSKY, ziman taybetmendiyek e ku her mirov hîna ji dayîkbûna xwe xwedî  derdikeve. Ev teorî bi tevahî li dijî behavirîzma Skinner e ji ber ku behaviorîzm dibêje ku ziman bi fêrbûn û dubarekirinê tê bidestxistin.  Parastina ziman ji peymanê girîngtir e.  Hizra CHOMSKY hem rast û hem jî xelet e. Bi dîtina min, îfadeyên zimanî  bi temsîlên derûnî ve girêdayî ne, lê ji bo hebûneka civakî ya mirov, pêdivê  ye ku ziman jî li ser tiştên li cîhanê be. Ji bo Noam CHOMSKY ziman ne navgîna ragihandinê ye. Ew di wê baweriyê de ye ku ziman bêhtir ji bo afirandin/avakirin û şirovekirina ramanan/hizran ye.

5. Avram Noam CHOMSKY, Ramanên Feylosofan û Dewleta Kurdî

Feylesof, profesor Avram Noam CHOMSKY dinivîse, dibêje: “rewşenbîr ew in ku di rewşekê de derew, sedem, plan û armancên veşartî yên dujminên xelqê eşkere dikin û analîzê dikin ji bo bikaribin plana dujminên xwe têk bidin. Li vir mijar Erdogan û Tirkiye ye. Feylesof, Prof. Slavoj ZIZEK jî li dijî terorîzma dewleta tirk û dashê-dewleta îslamê dûnyayê dihejîne û piştevanîya kurdan dike. Ez / Maruf YILMAZ bixwe li dijî hemû metodên zilm û zorê me.  Abdulah Ocalan di mijara dewletê de li hemberî ramanên Noam CHOMSKY, Engels û Marx e. Ew avakirina dewleta Kurdistanê red dike. Tu têkilîya vê redkirinê bi zanistîyê re nî ne. Tirkîye jî avakirina “Dewleta Kurdî” red dike. Feylesof, Prof. Noam CHOMSKY serxwebûna Kurdistanê rast û pêwîst dibîne. Abdullah Ocalan, Epikuros Platon, Sokrates, Aristoteles, Hegel, Kant û zanistên cîhanê jî nas nake, heke nas bike. Mijara dewletê her dem di felsefeyê de bûye beşeka girîngtirîn. Dewlet di dîrokê de ji alîyê feylesofên navdar ve hatîye gotûbêjkirin û saziyên wê hatin rexnekirin. Bi dîtina min, pirsgirêka dewletê, pirsgirêka gelên cîhanê ye. Pirsgirêkeke dîrokî ye. Tê zanîn ku feylesof Noam Chomsky, alim û zanistên cîhanê li ser mijara dewletê dixebite û di pirtûkên xwe de jî dinivîsîne. Chomsky li dijî hemû formên dewletên dîktator, monarşiyên cîhanê ye, lê di rewşa niha de ji kurdan re dewletê dixwaze. CHOMSKY bi dîtinên xwe yên li ser anarkîzm û anarkosendîkalîzmê tê naskirin. Anarşî ramana azadbûn û ji hukumeteka mezin a federal veqetandin e. Damezrênerê ramana siyasî ya anarşîst fîlozof Pierre-Josehp Proudhon e.  Dewleta ku ez dixwazin aqilê wê fîlozof in û bedena wê xelq e. Desthilatdariya herî baş û aqilane ya fîlozofan e. Fîlozof hem ji aliyê desthilatdaran û hem jî, ji aliyê gel ve bêkêmasî têne dîtin.  Hegel (2012) ji wisan dinivîsîne: “Tenê di dewletê de mirov xwedî hebûneke aqilane ye…”Platon di pirtûka xwe ya bi navê ”politheia” de behsa rêveberîya dewletê û rola feylezofan dike. Arîstoteles di xebata xwe ya bi navê ”Poliika” de bi pirsgirêka dewletê ve mijûl dibe û destûr û qanûnên Atînayê amade dike. 

Di Mem û Zîn a Ehmedê Xanî de romantîzma neteweyî ya avakirina dewleteka Kurdî heye. Di dema Antîka yewnanî de feylesofên mezin ên wek Platon, Arîstoteles û Sokrates hebûna dewletê pêwîst didîtin. Romantîzma neteweyî îfadeya hunerî ya neteweperwerîyê ye, wekî şaxeka neteweperest a romantîzmê ye. Ehmedê Xanî ji ”Dewleta Kurdî” zêdetir Îslam û çanda îslamê diparêze, lê Ferdousî çanda Îran, efsane, navên Îrana kevnar û cejnên neteweya xwe bi hawayekî hunerî hanî rojevê û neteweya xwe pê bilindtir kir. Lêkolînerên kurd kopîya yên tirk in. Di derbara Ehmedê Xanî de jî pêwîstîyên xwendekarên kurd bi teorîyên nû heye. Hacî Kadirê Koyî ku jîyana xwe li Stenbolê bi Bedirxanîyan re derbas kir, li cem vê malbatê Mem û Zîn a Ehmedê Xanî jî xwend û yek ji sembola  neteweperstîya kurd Hacî  Kadirê Koyî ye. Ramana neteweyî ya Şerefxan Bîtlîsî, Ehmedê Xanî, Celadet Bedirxan û Hacî Kadirê Koyî avakirina bingeha neteweperestiya kurd e.

Lêkolînerên Huner û Mirovayetî di sala 1992an de ragihandin ku CHOMSKY  zanist û feylosofê  zindî yê herî navdar ê cîhanê bû.  Tenê Marx, Shakespeare, Arîstoteles, Platon û Freud bêhtir hatine xwendin. CHOMSKY di şerê Vîetnamê de li dijî Amerîkayê dest bi xwepênîşandanê kir. Di sala 1967an de Noam CHOMSKY li dijî Pentagon, Washington DC, tevî rewşenbîrên din ên di nav xwepêşanderan de meşiyan, çalakvanê siyasî Marcus Raskîn, CHOMSKY (bavê Noam CHOMSKY), nivîskar Norman Mailer, helbestvan Robert Lowell û çalakvanê li dijî şer Sidney Lens, xwepêşanderê aştiyê Dagmar Wilson û Dr. Benjamin Spock li wir  bûn û li dijî şerê Vîetnamê bûn. Navdartirînê cîhanê yê ronakbîr Stephen HAWKING e. Avakarê Microsoft Rick Bowmer digel Bill Gates xwediyê 10, 5 milyar dolar in. Çend kesên ronakbîr ev in:  James Woods mirovekî navdar e û ew leyistikvan e. Richar G. Rosner nivîskar e û ew di van salên dawîyê de bi Jimmy Kimmel re kar dike. Ji bilî kesên jorîn navdartirîn ên cîhanê ku bûne mîjaran lêkolîneran ev in: Carl von Linnê, Aristotes, Napoleon, Julis Caesar, Platon, William Shakespeare, Albert Einstein, Dalai Lama…

   6. Trump, Erdogan, CHOMSKY,  terorîzma  navneteweyî ya dewletan û Kurd

Rewşenbîrê Cihû – Amerîkî Avram Noam CHOMSKY Erdogan wek serokekî tehlûke, xeternak û kurdkuj dibîne. Rexneyên Erdogan li dijî wî û rewşenbîrên din e, ji ber ku ew piştgirî didin neteweya kurd li Tirkiyê û li beşên din. CHOMKY vexwendnameya Erdogan a ji bo serdana Tirkiyê red kir û got:  ”heke ez biryara çûna Tirkiyê  bidim, dê  ne li ser vexwendina Erdogan be, dê li ser vexwendina mûxalifên leheng ên gelê kurd  be ku bi salan e di bin êrîşên giran de ne”. Akademisyenê Amerîkî Cihû-Noam CHOMSKY îdia kir ku Erdogan di mijara terorê de standarên dualî bikartîne û ji bilî vê jî Erdogan alîkariya DAIŞê kirîye. Wî daxwaz kir ku dewleta tirk dev ji komkujî, kuştin, zilmkirin,  zîndankirin û sirgûnkirina gelê Kurd berbide. Erdogan li hemberî rexneyan helwesteka çawa nîşan da? Dema ku dewleta tirk akademisyenên rexnegirên siyaseta kurd digire, hingê Avram Noam CHOMSY ji akademisyen û neteweya Kurd  re xwedî derdikeve. Erdogan li dijî helwesta CHOMSKY derket û wî bi tohmeta propagandaya terorê binav kir. Her serokkommar an serokdewlet dibêje em aşitıyê dixwazin. Hîtler jî aşitiyê dixwest. Lê aşitiyê çawa?

Noam CHOMSKY zimanzan, feylesof, zanyarê zanînê, dîrokzan, çalakvanê siyasî û yek ji rewşenbîrên herî bibandor ê cîhanê ye. Ew profesorek li Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusettsê ye.  Avram Noam CHOMSKY zimanzan, feylesof, mantiqzan, şırovekarê siyasî, rexnegirê civakî, dîroknas, çalakzan û parêzkarê dadmendiya civakî yê Cihû- Amerîkî ye. Gelek lêkolîner wî wek ”bavê zimannasiya nûjen” bi nav dikin. Ji aliyê îdeolojîk ve, Avram Noam CHOMSKY xwe bi anarkosendîkalîzm û soyalîzma azadixwaz re digihîje hev. Ji piçûkatiya xwe ve bi anarşîzmê re eleqedar bûye. Di şaristaniya me her tişt de ji bo ku em ji propagandaya siyasî bawer bikin hatiye sazkirin, lê ramanên weha dikarin zirarê bidin mîrasa çanda me ya rewşenbîrî û mirovahiyê. Li gorî CHOMSKY pêşeroja mirovahiyê û terorîstên herî mezin ên cîhanê mijareka girîngtirîn e. Terorîzma çanda siyasî Îran bixwe ye. Li cîhanê gelek dewletên terorîst hene. Lê belê Îran dewleteka terorîst e, wek ku hikumetên rojavayî û medyaya cîhanê bi heqî îdia dikin, lê Tirkiye û Sûriye jî dewletên terorîst in. Dîtinên CHOMSKY li ser Bakurê Sûriyê di dema Trump de pir balkêş in. Li gorî wî Trump rê da Tirkiyê ku Bakurê Sûriyê dagir bike. Biryara Trump a ji nişka ve xîyaneteka din a Amerîkayê ye.

Bavê Avram Noam CHOMSKY û zarokên xwe li Kopel, herêma Grodnoya Rûsyayê dijîyan. Noam CHOMSKY di 7ê Çileya Pêşîna sala 1928an ji dayikê dibe.  Dr. William CHOMSKY û hevjina xwe Elsie Simonofsky di sala 1913an de ji Phiaadelphia, Pennsylvania, Rûsyayê reviyabûn û hatibûn Amerîkayê. Bavê Noam CHOMSKY ji leşkeriya Rûs ditirsîya û ji ber vê yekê reviyabû hatibû Amerikayê û li wir bicîh bû. Piştî demekê li Zanîngeha John Hopkînsê xebitî û bû mamosteyê dibistanê yê zimanê îbranî. Demek derbas dibe, dihizre, dixwaze vegere welatê bav û kalan; pir bêriya welatê xwe dike ji lewre digel hevjina xwe berê xwe didin welatê bav û kalan, welatê xwe ya Civata Mihveh Îsraelê û li wir Dr. William CHOMSKY dibe rektorê dibistanê. Dr. William CHOMSKY di sala 1955an de dest bi Koleja Dropê dest bi lêkolînên Cihû kir û di ber de jî dersa zimanê îbranî dida. Ew di 1969an de li Gratsê bû teqawît bû. Lê mîrasa wî berdewam dike, kurên wî Noam CHOMSKY, David CHOMSKY û nebiyên wî didin ser şopa wî û berdewam dike.  Di siyaseta cîhanê de maf û cihê bihêztir CHOMSKY e. ji ber ku ew digel kurdan û gelên bindest ku ji bo mafên xwe yên neteweyî/mirovane têdikoşin e. CHOMSKY ji bo cîhaneka însanîtir û azadîxwaz têdikoşe. Lî gorî wî em di demeka herî dijwar û xeternak de dijîn.  Li dûnyayê gelek neteweyên wek kurdan hene ku ji hemû mafên xwe 
bêpar in.
Dûmahîk heye
22.06.2024, Stockholm

   DOSTÊ KURDAN AVRAM NOAM   CHOMSKY- 2

 “Ziman ne pêwenga ragihandinê ye, ziman jibo afirandin û şirovekirina ramanan e”.

  “Em di mêjiyê xwe de bi ziman ji dayikê dibin”.

  1. Ziman çi ye?

Ziman ne pêwenga (amûr)  ragihandinê ye, ziman jibo “afirandin û şirovekirina ramanan e”.  Jibo CHOMSKY ziman ne pêwengek e.

Yek ji çewtiyan ew e ku erka bingehîn a zimanê we wekî pêwenga (amûrek) ragihandinê ye. Li gorî CHOMSKY ne wisa ye. CHOMSKY  di wê baweriyê de  ye ku ziman bêhtir jibo “afirandin û şirovekirina ramanan e”. 

Hindav, rêûrêç, perwerde, konferes û ramana CHOMSKY bi piranî li ser zimanê mirovan, demokrasî û lîberalîzma nû ye.  Qabiliyeta axaftina zimanî, taybetmendiyeka biyolojîk e û di hemû jîngehên me de roleka bingehîn dileze. Ziman ravekarê ku mirov xwediyê wê dîrokê ye, ji aliyê din ve cihêrengiya çandî û serkeftina biyolojîk bi xwe ye. Bi gotineka din, ziman dîrok, mîras çand, kevneşopî û awayên jiyana gelê xwe yê bêhempa hildigire. Ziman hilgirê mîrasa, çandî ye û nêrîna hevpar a gelê xwe ya li ser jîyan û nirxan nîşan dide. Ziman zanyarîyên cûda li ser xweza û cîhanê vediguhêze.  Ziman xwedanê taybetmendiyeka bingehîn e, ku ji aliyê biyolojîk ve jî yekta ye. Nimûneya herî zelal ev rêza hejmaran e: 1, 2, 3, … Ev ne prensîbek e ku zarok fêr dibin, lê ew di pêkhateya me ya genetîkî de ye, heye. Qabiliyeta zimanî di nav taybetmendiyên sereke yên mêjî de ye.

 

CHOMSKY (1957) dinivîse:

 

  • Mirov bi zimanê xwe ji dayîka xwe dibe û zimanê me bêsînor e.
  • Mêjîyê mirovî hatîye bernamekirin (programkirin) jibo fêrbûna zimanî.
  • Rêziman bêsînor û xwedîyê qanûnên giştî û gelemperî ye.
  • Mirov bi îmitasîyonê fêrî ziman nabe, ji ber ku hemû fêrî ziman dibin.
  • Hemû zarok kêm-zêde di heman rê de derbas dibin.
  • Bêyî ku mirov li dersxanê de perwerde bibe.
  • Fêrbûna zimanî, fêrbûnek taybetî ye…

 

Pirsa sereke: Koda kognîtîvê çi ye?

 

 1.1 Pîaget û egosentrîzma zimanî

  Li gorî wî hizir, (raman) zimanî diwelidîne/diafirîne. Lê Vygotskij berevajiya wî dibêje. Ziman hizrê diafirîne, lê herwisan jî hizr zimanî diafirîne. Pêşdibistan, zarokxane û dibistan rola duhem dileyizin- Li gorî vekolînên zanyariyên dê û bav, mal, xwişk û birayên zarokî/zarokê roleka bingehîn dileyîzin û dûvre jî pêywendiyên wî/wê digel derûdora  wî/ wê rola duhem dileze.  Li gorî min sê xal girîng in:

  1. Mamosteyekî/mamosteyeka aktîv/çalak
  2. Xwendevanekî/xwendevaneka çalak
  3. Hawîrdorreka aktîv çalak

 

Pîaget zimanê egosentrîzma zarokan parve dike ser sê koman (kategorî): Dubarekirina peyvê (bebe, ma-ma, da-da). Monolog: zarok bixwe re dipeyve, bixwe peyvmend e. Teoriyên Vygotskij di derbarê perwerdeyê de balkêş in. Ew lîstin û yarîkirin zarokî/zarokê bi hevalê/hevala wî/wê re wek pêvajoyeka (prosesek) civakî dibîne. Pêywendiyên zarokî/zarokê bi zarokên din re pir girîng e.  Bi dîtina min hevhizriyên (hevfikir, hevsengî) ku di navbera perspektifa psîkoanalîtîk û perspektîfa kognîtîvê de hene, ew e ku Sigmund Schlomo Freud û Jean Pîaget pêşveçûna zarokan de qonaxên cûda de dabeş dikin, li wir zarok gav bi gav zanînên nû fêr dibin heta ku şayan an zanîna ramanê bi dest bixin. Pîaget di wê baweriyê de ye ku ramana zarokî/zarokê di çar qonaxan de tê dabeşkirin û ew wek li ser pêlekan (derince,nerdiwan, gav bi gav) têne avakirin. Li gorî wî ramana zarokî/zarokê bi têgihîştin û jêhatbûna biyolojiya lêhayî û motorîkê ve girêdayî ye. Vygotskîj bawer dike ku zarok jibo fêrbûnê divê beşek jı çarçoveyeka cıvakî û çandî be.  Freud wek Erîk Hombergur Erîkson di wê baweriyê de ku pêşveçûna zarokan bi xwestina wan dibe, lê Erîkson zêdetir balê dikişine ser pêşveçûna zarokî/zarokê ya serbixwe û azad. Ew  giraniya xwe dide ser kamilbûna biolojoya hundirîn a zarokî/zarokê û çawa d pêşveçûna wî/wê de bandora xwe dihêle.  Erîkson behsa nasnameya zarokan a civakî (sosyal) dike. Li gorî Erîkson zarok bi rêya înteraksiyon û lîstik xwe nas dikin. Dema ku mirov behsa pêşkeftina zimanê zarokî /zarokê bike, lîstik faktora herî girîng e ji ber ku zarok bi rêya lîstikan zanîn û ziman fêr dibin. Erîkson wek CHOMSKY bawer dike ku qonaxên cûrbecûr bi rêkûpêkeka diyarkirî  pêk tê ku jibo hemû mirovan hevpar e. Nasnameya  zarokî/zarokê  bi têkiliya di navbera bandorên  biyolojîk, civakî (sosyal) û çandî de pêş dikeve.

  • Teoriya natîvîstîyê (Avram Noam CHOMSKY).
  • Teoriya sosyalkontruktîvîstiyê Lev Vygotskij
  • Teoriya behavîyorîstiyê (Burrhus FreddErîk Skînner)
  • Teoriya kamilbûnê ya (Arnold Gesell) – Zarok dibe kirde/subjekt û salmezin/mamoste dibe bireser (objekt).
  • Teoriya kognîtîvê (Jean Pîaget) zarok kirde (subject) e.
  • Teoriya psîkoanalîsê/derûnnasî (Sigmund Schlomo Freud)
  • Teoriya sosyalbehavîyorîstiyê/teoriya psîkososyalê (Erîk H. Erîksson)
  • Nasnameya Otobiyografîk- “ez bixwe xwe diafirînim” 2015-2024 (Maruf YILMAZ)

 

Fîlozof, prof. Ludwig Wittgensteîn (2014) di zimanê de du cureyên têkiliyan de ji hev vediqetîne, mînak, kevokeka sereke û ya ne sereke (duyem). Li gorî armanca felsefeya zimanî zalalkirina ramanan e. “Armanca felsefeyê zelalkirina Ramanan e”.  felsefe ne hînkirin e, çalakıyek e. Felsefe bı rastî divê  tenê bi poesî/helbestvaniyê ve mijûl bibe.

 

”Sînorên cîhana min, sînorên zimanê min e. Cîhan her tişt e. Cîhan tevahîya rastîyan e ne ya tiştan e. Cîhan bi rastîya xwe û bi rastîyan ku ew hemû rastîyan pêk tê dîyarkirin an îspapkirin. Ji ber ku cîhan tevahîya rastîyan dîyar dike ka çi ye û çi ne. Rastîyên me di qada mantiqî de cîhanê pêk tînin. Cîhan di rastîya de krîstalîze bûye…” (Wittgensteîn, Ludwig (2014).  Wittgensteîn zimanzan, fîlozof û profesor e.

 

  • Jidayikbûn, pitik û zarok

 

Hemû pitik (zarok) li hemû welatan ji destpêka dayikbûnê ve digirîn/diqîrin. Ji zarokan re derfet tê dayîn ku hemû dengên zimanên cîhanê pêş bixin. Zarok di hawîrdora ku lê mezin dibe de zimanê ku tê axaftin hîn dibe. Têgihîştin nayê wê wateyê ku zarok xwedî dîtin, bihîstin û hestên xwezayî ne. Têgihîştin û di mêjîyê zarokî /zarokê de cih digire. Zarokên pitik têgehên fîzîkî ne û xwedî ziman in. Pitik rêziman nabihîzin, rêzeka peyvan dibihîzin û qaîdeyên hevoksaziyên zimanên xwe hîn dibin. Zarok an ciwan hînî ziman dibin, bêyî zehmetî. Ew di demeka kurt de fêrî zimanekî dibin. Ciwan an zarok jibo hînbûna zimanê xwe bi xwe hîn dibin. Li hemû cîhanê, zarok pêşî fêrî rûniştinê dibin, dûvre çarlepekî /li ser dest û çokan diçin (xwe bi erdê re dikişin); dimeşin (diçin) û baz didin. Divê em ji bîr nekin ku zarok ji hev cûda ne. Hemû zarok di heman peyvan de ne lê cûda ziman fêr dibin. Taybetmendiya cureyî heye, mirov (însan) tenê xwedî cureyên zimanê xwe ne. Zarok bi kêmasî ve bi lez û bez bixwe ziman fêr dibin. Li gor CHOMSKY, ku mirov bibêje ziman ne cewherî ye, ew e ku mirov bibêje ku di navbera neviyê min, kevir û kerguhî de ferq nî ne. Bi gotineka din, heke hûn kevirek, kerguhek û neviyê min bigirin û wan bixin nav civatekê ku mirov li wir bi îngilîzî diaxivin, ew her sê jî fêrî îngilîzî dibin. Heke tu ji vê yekê bawer bikî, wê demê tu bawer dikî ku ziman ne cewherî ye. Lê heke tu dihizrî (difikirî) ku di navbera neviyê min, kerguh û  kevir de ferq heye, wê demê tu dihizrî ku ziman xwezayî ye.

 

  1. CHOMSKY, Erîkson, Freud, Pîaget û Vygotskîj

Avram Noam CHOMSKY zimanzan, feylesof, mantiqzan, rexnegirê civakî, parêzkarê dadmendiya civakî û bi eslê xwe Cihû- Amerîkî ye. Ew wekî bavê zimannasiya nûjen hatiye binavkirin. Naveroka teoriya wî zêdetir li ser ”Gramera transformasiyon” (gramera veguherîner), felsefeya ziman, felsefeya analîtîk, zanista kognîtîvê û zanista kompîturê ye. Li gorî wî, em bi zimanekî çêkirî ji dayika xwe bûne, tenê pêwîstîyên me bi hawîrdoreke pozîtîv be, heye, jibo pêşveçûna zimanê dayîkê.

Zarok çalak û subjekt (Vygotskîj 1981; Perwer, 1987; Maare 1989; Yilmaz, 2007) e. Li gorî wan jî zarok bi derûdora xwe re aktîv e. Pîaget qala asîmîlasîyon û accomodasîyon dike. Ligorî wî însan hewil dide, xwe dihêşine ku di derbarê dinya û hawîrdorê de serwext bibe û hawîrdora xwe nas bike, têbigîhije. Zarok dixwaze serborî, tecrûb û zanyarîyên nû bi rêya asîmîlasîyonê fêr bibe. Li vir ez qala asîmîlasîyona sîyasî nakim. Nûçe û zanyarîyên zarokî/ê nû li ser yên kevn zêde dibin, bêyî ku yên kevn bên guhartin û windakirin. Zarok dixwaze hînî tiştên ku di derbara hawîrdora wî/ê de hene, hîn bibe û jibo vê yekê jî, serê xwe diheşîne. Accomodasîyon tê wateya ku nûçe û zanyarîyên kevn li gorî zanyarîyên nû diguhirin. Bi gotineke din, acomodasîyon tê wateya ku zarok dixwaze di derbarê cîhan û hawîrdora xwe de hînî înformasîyonên nû bibe. Ji ber vê yekê jî, zarok “întegre” dibe û di şûna tiştên kevn de, tiştên nû fêr dibe. Fêrbûn encama çalakîyên wî/ê ne. CHOMSKY antîteza Pîaget û Vygotskîj ye. Li gorî CHOMSKY zarok objekt e, lê Pîaget û Vygotskîj tersê wî dibêjin. Mirov dikare di navbera Pîaget û Vygotskîj de sûntezekê çêbike, ji ber ku her du jî, bi çavekî aktîv li zarokî/ê mêze dikin. Ramaneka bingehîn di nêrîna behavîorîstîya Skînner de ev e ku ziman bi teqlîd û xurtkirinê dest pê dike.  Dema ku zarok dibê “dayê” an “bavo”, dê û bav şad dibin, ev jî dibe sedem ku zarok teqlîda xwe bidomîne, dêûbav teqlîdê xurt dikin û di dawiyê de zimanek pêş dikeve. CHOMSKY ev hizir (fikir) bi tevahî red kir.

CHOMSKY (1957) dinivîse, dibêje gramatîka zarokî/ê bêsînor û gerdûnî ye. Her zarok bi zimanê xwe yê çêkirî, ji dayîka xwe dibe û herwisan jî, xwedîyê mekanîzma fêrbûnê ye, bêyî îmîtasîyona derûdora xwe bike. Teorîya rêzimana CHOMSKY tê wateya ku zimanê zarokan, xwedîyê qanûnên gelemperî ne û kêm-zêde hemû rêziman dişibin hevûdu. Zarokê/a nû ji dayikbûyî dixwaze digel dayika xwe “komunîkasîyonê” (danûstandin) çêbike. Ev zarokê/a nû ji dayikbûyî dixwaze danûstandinê çêbike. Ev danûstandin bêyî ku ew zimanê xwe bikarbîne, pêk tê. Nimûne: deng derxistin, mizemiz kirin, girîn… CHOMSKY qala pêşveçûna zimanê zarokî/ê dike, berîya bikarhanîna peyva zarokî/ê ya yekemîn. Yanî di hundirê zarokî/ê de zimanekî veşartî yê din heye. Li ba Pîaget û Vygotskîj  zarok subjekt e. Mirov dikare di navbera Pîaget û Vygotskîj de sûntezekê bibîne, ji ber ku her du pedagoj jî, bi çavekî aktîv li zarokî/ê mêze dikin. Li gorî wan zarok bi derûdora xwe re aktîv e.  Vygotskij, L. (1981) dibêje ku hemû mirov bi fonksiyonên bingehîn, têgihîştin, bîranîn û hişmendiyê ve têne dinyayê.  Hawîrdor û jîngeha zarokan di pêşveçûna zimanê wan de roleka girîng dilîze.  Pîaget û CHOMSKY di derbarê pêşveçûna zimanê hundirîn a zarokan de nîqaşeka balkêş kiribûn.

B.F. Skînner bawer dikir ku zarok bi şertê operantî fêrî ziman dibin. Teoriya CHOMSKY dibêje ku zarok xwedî şiyan an zanîna biyolojîk a fêrbûna ziman in. Teoriya pêşveçûna ziman a Pîaget pêşnıyar dike ku zarok hem asîmîlasyonê û hem jî adaptasyonê bikar bînin da ku ziman fêr bibin.  Teoriya Vygotskîj a pêşveçûna ziman bi rêya sosyalînteraksiyonê û qada  pêşkeftına nêzik (ZPD) ve pêş dikeve. Ya  ku ferqa di navbera tiştê xwendevan dikare bêyî alîkarê bixwe bike û tiştê ku ew  dikare bi alîkariyê bike, diyar dike-

Pitik bi zanîna tevahiyê ya cîhanê ji dayikê dibin û ew xwedî xwedîyê têgina objektan in. Zarokên pitik têgehên fîzikê û pitik xwedî ziman in.

Kurteya ramana bingehîn a CHOMSKY, 1959; Skînner 1957) ev e:

Ya yekem, wî got, ka dêûbav, hawîrdor çawa û çend caran tevgera zimanê pitikan xurt dikin, di nav çandên cûda de pir cûda dibe. Lê dîsa jî, zarok di heman temenî de fêrî axaftinê dibin, bêyî ku ferqê çand û asta fêrbûnê hebe.

  • Ya duyem, ya ku dêûbav rêziman an zimanê pitikan (zarok) xurt dikin ne rêziman, lê naverok e. Reaksiyona dayikê ya jibo “dayê ew erebe” ew e ku pêlîstoka zarok hilde, ne ku rêzimana zarok rast bike. Heke rêziman neyê xurtkirin, behavîyorîzm nikare rave bike ka zarok çawa rêzimana rast fêr dibe.
  • Ya sêyem, ziman afirîner e. Ziman ramanên nû vedibêje û heman raman bi awayên cûda dikare were vegotin. Em her roj hevokên avaniyên zimanî yên ku me qet negotiye, tînin ziman.
  • Ya çarem, di dawiyê de, mînakên zarokên ku mezin bûne hene di nav şert û mercên dijwar (depresyon) de mezin bûye û ziman pêşnexistine. Li gorî teoriya behavîyorîzmê, divê ew jî wek her zarokekî din bi fêrbûna “operantî” zimanekî pêş bixin, lê li gorî CHOMSKY ev ne  gengaz (mimkûn) e.

 

Bi tevayî, Avram Noam CHOMSKY bawer dike, ev pêşniyar dike ku şiyana zimanî ya mirov cewherî ye. Ziman nikare bibe encama hînbûna operantî.  CHOMSKY ji wê wêdetir diçe û Prof. Dr. Skînner rexne dike ku bi tenê ne zanistî ye. Skînner qet bersiva rexneyên CHOMSKY neda. CHOMSKY ji vê wêdetir diçe û teoriya Skînner rexne dike ku bi tenê ne zanistî ye. Gelek lêkolîner digotin ku Skînner reyalîst e û ew nikaribûn behavîyorîzma wî qebûl bikin. CHOMSKY natîvîst e û li gorî wî  ziman xwezayî, kok, eslê hindirîn û biyolojî ye. Ji lewre fonksiyona zimanî ya mirovan di xwezayê de ye. Carl Gustav Jung û Noam CHOMSKY bawer dikin ku strukturên di derûniya ku zimanên mirovan çêdikin di hemû zimanên gelan de heman ji prensîban pêk tê. Platon Arîstoteles, Descartes, Leibniz û Kant mirov bi zanînê tê dinyayê, herçend bi awayê cûda mirov bin, hin zanîn û hilgirtina zanînê ji dayikê dibe. Ziman, giyan û laş çawan bi hev ve girêdayî ne? Giyan çi ye û çawa bi laş ve girêdayî ye?

Modela qonaxê ya rewşenbîrî ji aliyê Pîaget ve damezrandin û li ba wî zarok subjekt e. Konstruktîvîzma Pîaget´î radîkal e. Pîaget dibêje:

  • Proses û pêşveçûnên zarokî/ê bi pêngavên zarokî/ê ve girêdayî ne.
  • Pêşveçûn- mekanîzma cîhana zarokî/ê ya bi giştî girêdayî ye.
  • Girîngîya bîyolojîyê jibo pêşveçûna zarokî/ê, rola xwe dileyîze.
  • Zarok li gorî rewşa xwe ya xwezayî ji dayika xwe bûye, û bi hawayekî pêngavî fêrbûnê zimanê xwe dibe. Pêşveçûna zarokî/ê bi salên zarokî/ê ve girêdayê ne.

 

Vygotskîj (1981) dinivîse, dibêje dîtinên Pîaget tê wateya ku zarokî/ê zanyar e, tê wateya ku zarok bi hawîrdora xwe ya bi sosyal û kulturê ve hatîye pêçandın. Ziman û kultur bandora xwe li ser pêşveçûnên kognîtîvê yên zarokî/ê dihêlin û zarok hem “ji hundir”, “der”, ji derve ve û hundirî ve pêş bikeve. Pêşveçûna zarokî/ê encama danûstandina zarokî/ê digel hawîrdorê, bi taybetî ji dêûbav, xwişk, bira û mamoste rolên xwe yên mezintirîn dileyîzin. Hewes û întresa Vygotski jî wekî ya Pîagetî ye. Lê li gorî Vygotskîjzarok zimanê xwe bi înteraksîyonê hîn dibe. Dîyalog zimanê zarokî/zarokê çêdike.

  1. CHOMSKY û Rêzimana bêsînor/rêzimana gerdûnî

Rêzimana bêsînor/rêzimana gerdûnî ku zimanên mirovane, bi qasî ku cûda cûda ne, hin wekheviyên bingehîn parve dikin û dikarin prensîbên cewherî yên ku ji zimanî re yekta ne ve girêdayî bin, ku di kûrahiyê de zimanekî mirovane heye (CHOMSKY 2000: 7).  Rêzimana CHOMSKY koka xwe ji felsefeya rasyonalîstiyê werdigire. Li gorî CHOMSKY, ku mirov bibêje ziman ne cewherî ye ew e ku mirov bibêje ku di navbera neviyê min, kevir û kerguh de ferq nî ne. Bi gotineka din, heke hûn kevirek, kerguhek û neviyê min bigirin û wan bixin nav civateka ku mirov bi îngilîzî diaxifin, ew her sê jî fêrî îngilîzî dibin, ne rast e. Ditîna min, kurd bi zimanê ji dayikên xwe bûne. Ku mirov bibêje ziman ne, cewherî ye, lê tê wê wateyê ku ferqa kurdî, tirkî û erebî tune ye. Teoriya natîvîst a CHOMSKY di fêrbûna zimanî de girîngiyê dide biyolojiyê. Li gorî vê teoriyê, zarok di hişê xwe de bi zanîna xwe ya fêrbûna zimanî têne  dinyayê. Zanîna zarokan di avakirina hevoksaziyê an lêvkirina peyvan de tê dîtin. Herçend rêzimana bêsînor be jî, her ziman rêzek û qaîdeyên peyvên xwe yên taybet heye. Di derbarê rêza peyvan de agahdariyeka zelal tune be jî, zarok dîsan jî dikarin çend peyvên zimanî fêr bibin. Teoriya natîvîst a CHOMSKY dibêje ev delîlek e ku mirov xwedan zanîna xwezayî ya fêrbûna zimanî ye.  Bavê rêzimana bêsînor CHOMSKY e ku ew dibêje hemû mirov di mêjiyê de bi komeka rêzikên bingehîn ên hevoksazî û rêzimanî têne dinyayê. Ji van qaîdeyên bingehîn re rêzimana bêsînor (rêzimana transformasyon) tê gotin.  Pirsa min: Qanûnên xwezayê li gorî kîjan prensîban tevdigerin?   

 

Çi cureyên  zanînê hene? Em dikarin li ser zanîna ji dayikbûnê çi zanibin?

Maruf YILMAZ:Her tiştê ku heye, bi xwe ye an jî di tiştekî de ye. Tiştê ku bi tiştekî din nayê têgihîştin (fahmkirin), divê bixwe jî were têgihîştin…”

Ziman dîrok, adet, kok, esl, urf, kevneşopî û awayên ramana gelê xwe yê bêhempa hildigire. Ziman hilgirê mîrasa çandî, civakî û nêrîna hevpar a gelê xwe ya li ser jîyan û nirxan nîşan dide. Ziman zanyarîyên cûda li ser xwezayî û cîhanê vediguhêze. Ziman wekî sîstemekê ye û ew li ser takekesî (kes, îndîvîd) ye. Ziman di ser kesî/kesê re ye û li her cihê jê zêdetir rola xwe dileyîze… Elementa bingehîn a sîstema zimanî, peyv, bêje û ferheng (Yilmaz, Maruf, 2007: 6) e.

 

Teoriya CHOMSKY kom dibe ser van xalan:

Zimanên cîhanê: hemû zimanên mirovan hin taybetmendiyên xwe parve dikin.

Hevgirtin: Zarok têkiliyên cûda avadikin, lê li ser heman rêzimana bêsînor digihîjin hev.

Xizanî ya teşwîqê: Zarok zanyariyên cûda di warê têkiliyan de bixwe werdigire.

Struktur û rêziman: Zarok dizanin ku kîjan struktur ên bê rêziman in.

 

  Heke mirov bi çavekî rexnegirî li teoriya CHOMSKY mêze bike, pênaseya ziman a CHOMSKY ew e ku wateya peyvan bikaranîna wan ve tê diyarkirin. Heke mirov bi çavekî rexnegirî lê mêze bike, ev teoriya wî bê wate ye ji ber ku wateya peyvê di hundirê xwe de heye. Gotarên siyasî yên CHOMSKY di lêkolînên wî yên zimannasiyê de   têne dîtin. Ew carna retorîka siyasî, propaganda û lêkolînên zanistîyê tevlihev dike.  CHOMSKY li ser şaristaniya li dijî û barbariyê û kokên terora dewletan dinivîse. Bi taybetî li dijï barbarên îslamîst û neteweperestên Tirkiye, îran, Îrak û Sûriyê dinivîse. Li gorî wî, divê cîhana medenî li dijî van barbaran şer bike. CHOMSKY ji me re agahdariyek dide ka saziyên civakê çawa dixebitin. Mezinbûna newekheviya li cîhanê, destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li ser axa Kurdistanê nirxand. Hînbûna zimanê dayikê di mêjiyê zarokan de pêk tê. Ew zimanê xwe yê yekem ji dayikên xwe werdigirin. Li gorî hin lêkolîneran, ev teorîya ziman ji nêrîneka derûnnasî ya çend kesayetên navdar bûn pêk tê, wek Skînner (behavîyorîst), Pîaget (kognîtîvîst/kontruktîvîst), CHOMSKY (natîvîst), Vygotskîj (sosyalkonstruktîvîst/sosyalînteraksiyonîst), Erîk H. Erîksson (teoriya sosyalbehavîyorîstiyê/teoriya psîkososyalê)… Di encamê de, zarok hewceyê hawîrdoreka avaker û danûstendina civakî ya erênî ne ku ji zarokan re dibe alîkar ku ew bêhtir zimanê xwe hîn bibin. 

 

Li gorî dîtinekê:

 

  • Hevkariya civakî û pêşkeftina çandî: Lêkolîner bawer dikin ku şarezayiya zimanê mirovan di warê civakî de pêşketiye.
  • Bandora genetîkî: Ziman dibe ku di encama mîras û hawîrdora heyî de derketibe. 
  • Guhertinên ziman û cihêrengiya çandî: Guhertinên ziman bûne sedem ku komên mirovên xwedî heman ziman li dûrî hevûdu dijîn, hêdî-hêdî meyla axaftinê ji hev cûda dikin. Berê kurmancî û soranî zaravayekî bûn, niha du zaravayên cûda ne. Rewşa goranî an zazakî hê xerabtir e.

 

 Bi dîtina min, zimanên ku li Hindistan û Îranê tên axaftin wek gelek zimanên hind ewropî ji heman malbatê ne û koka hemû zimanên hindî-ewropî Sanskrîtî û Avesta-hindî-Aryanî ye. Zimanzan dibêjin ku di navbera latînî, yewnanî, sanskrîtî, avestayî / kurdî de hin wekhevî hene. Em dizanin ku yek ji zmanên zimanê herî kevn Sanskritî ye. Di zimanê Avesta û Sanskritî de çend hezar peyvên hevpar hene û ji hêla rêzimanî ve jî dişibin hevûdu.

 

  1. ENCAM

Ziman dîrok, mîras çand, kevneşopî û awayên ramana gelê xwe yê bêhempa hildigire. Her çiqas feylosof Avram Noam CHOMSKY nivîsên siyasî, dîrokî û yên mayin nivîsîbe jî, pêşeya wî ew e ku ew zimanzan û ” bavê zmanzanên nûjen e”, ji aliyê din ve ew feylosofekî piralî,  pirzimanî, pirçandî û xwedî zanyariyên cûda ye. Jixwe divê feylosofekî xwedî zanyariyên cûda be. Li gorî CHOMSKY, ziman ne tenê pêwengeka (amûrek)  ragihandinê ye. Wî  bawer kir ku ziman di serî de pêwengek e jibo avakirina ramanan e, ne tenê jıbo ragihandinê an danûstandina bi  kesên din re ye. Nêrîna CHOMSKY tekez dike ku ziman xwedî naverokeka kûrtir e. Ew di vê baweriyê de ye ku ziman bêhtir jibo“afirandin û şirovekirina ramanan e, lê her tiştê  ku mirov dike, dikare jibo ragihandinê were bikaranîn. Dema ku zarokek dest bi avakirina dengan dike, ew ne bi dubarekirin an fêrbûnê, lê bi aktîvkirin yekîneya wergirtina xwe dike. Pêşkeftina ziman taybenmendiyek e ku ji hişmendıyê  serbixwe tevdigere. CHOMSKY diyar dike ku zanîn û jêhatiya zarokekî(zarokekê ya ji dayikbûnê ya zimanê wî/wê ye. Bi gotineka din, ziman bi serê xwe ne pêwengek, belkî ji şayan an zanîna me ya cewherî ye ku em jê  têbigihîjin (fêm bikin) û bikar bînin. Ev nêrîna wî tekez dike ku fonksiyonaeka zimanî ji veguhestina hêsan a ragihandinê kûrtir e. Ziman ji peyvan zêdetir kûr e. Nêrîna CHOMSKY li ser rêzimana bêsînor an rêzimana gerdûnî çi ye? Pêşkeftına ziman bandoreka çawa li pêşkeftina mirovan kirîye?  Di derbarê koka zimanî de teoriyên din hene? Pêşveçûna mirovan ji çend aliyan ve ji pêşveçûnên zimanî bandor wergirtiye. Em di mêjiyê xwe bi ziman ji dayikê dibin, çêdibin.

 

Teoriya CHOMSKY a Rêzimana bêsînor ev e:

  • Rêzimana bêsînor/rêzimana gerdûnî – cure (awa) 0
  • Rêzimana hesas a kontekstê/zimanekî hestyar a kontekstê – cure 1
  • Rêzimana azad, serbest a kontekstê – cure 2
  • Rêzimana birêkûpêk – cure 3

      Em di mêjiyê xwe de bi ziman çêdibin. Em di mêjiyê me de rêzimaneka me ya cewherî heye.

 

Gotina min a dawî ew e ku du aliyê zimanî hene. Yek jê şiyana me ya axftinê ye, ku di mêjiyê de wek biyolojî dimîne. Ya duhem jî ziman wek pergaleka civakî ye, tişta ku dihêle ku mirov li hev bikin ka çi di ziman de tê wateyê da ku em ji hev têgihîjin. Hemû nivîskarên kurdên Bakur çavkaniyên tirkî û erebî bikartînin, ez vê yekê rast nabînim. Kurdên bakur derewên wan bi gotinên din dubare dikin.

 

Maruf YILMAZ: Kes nikare tiştekî hînî kesî/kesê bike. Ya herî rast, kes bixwe fêr dibe. Bi guhertina awayê ramana xwe, zanîna nû ava dike; takekes (ferd) zanînê xwe bixwe bi dest dixe. Pêşî bê hînbûn, paşê bi hînbûnê. Hûn nikarin zanînê jêbirîn bikin û wê tune bikin. Di mêjîyê me de bişkojka tunekirin an “jêbirinê” nî ne. Lê belê, em dikarin zanîna xwe bi guhertina awayê ramana xwe biguherînin.

 

  1. Çavkanî û referans

ANoam CHOMSKY, Nom (1957) Syntaktisk struktur. Haag: Mouton.

Noam CHOMSKY, Noam (1959: 35). A. review of B.F. Skînner. Language.

CHOMSKY, N. (1968). Språk och sinne. Harcourt. Bace och Word New York.

CHOMSKY Noam (1998). Vår kunskap om det mänskliga språket. Översättninga av Jan Hedenrud: Alhamrabra: Furuhund.

Wittgenstein, Ludwig (2014). Tranctatus logico-philosphicus. Wergera ji zimanê almanî: Sten Andersson. Weşan: Norstedts Stockholm. Orjînala çapa almanî: 1921

Wittgenstein, Ludwig (2009). Filosofiska undersökningar

Skînner, B. F. (1957). Verbal behavior.

Maare Tamm (1989). Batnets tankevärld, Essente studium Akademiförlaget: Göteborg

Vygotskij, L. (1981). Psykologi och dialektik, en antologi I urval av Hydén, L-C. Stockholm: Nordstedt förlag

Perwer, P (1987). Barnet Och det talade språket: Lund     

Vygotskij, L. (1981). Psykologi och dialektik, en antologi I urval av Hydén, L-C. Stockholm: Nordstedt förlag.

Pia Björklid Siv Fischbein (1996). Det pedagogiska samspelet: Lund

YILMAZ, Maruf (2007) pedagojî, Jîndan: Stockholm Stockholm, 2007

YILMAZ, maruf (2005). Modersmålslärares och deras elevers uppfattningar om modersmålsundervisningen i skolan. Barn- och ungdomsvetenskap examensarbete.

Hemû çavkanî hatine nivîsandin.

Stockholm

14.07.2024

Maruf YILMAZ, zimanzan, Dr.doktoreya fexrî

                                                                                             

Têbinî: Baweriya min bi çavkanî û referansên tirkî nayê, ez tenê çavkanî û referansên ewropî, bi taybetî yên swêdî bikartînim. Bi sedan pirtûk û tezên tirkî yên li ser kurdan, li ba min hene, lê bi qasî pênc qurişan baweriya min bi wan nayê. Hemû kopiyayên hevûdu ne, sexte ne û ev kopiyayên hanê di mêjiyên kurdên Bakur de mentalîteta kemalîzmê afirandine.  Hezarî  carî bexşînin, lê divê ez bibêjim: Gelek kurdên Bakur ji min hez nakin, mîna ku ez destên jinên wan bim. Di derbarê min de agahdariyên ne rast belav dikin. Bi rastî hin kurdên Bakur ehmeq in.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *