Di civata Kurd de bext û bawerî û asêbûna li milkên Ezîdîyan!

Berî bi demekê pênc partî û rêxistinên Kurdistanî (PAK, Pêlkurd, PSK, PDK-Bakur, TDK-Tevger) yên hevkar, bi hevre li ser rewşa Ezîdîyên Mêrdîn û Batmanê lêkolîn kirin, bi Ezîdîyên Almanya û Kurdistanê re civîn li darxistin, rapor amade kirin û piştre daxuyanîyek belav kirin. Di daxuyanîyê de, doza ku divê Ezîdî vegerin ser mal û milkê xwe tê kirin.

Çend  gundên Ezîdîya ku li derdora Midyat û Bişêrîyê mabûn, ji ber şerê pkk û dewletê, gundên xwe terk kirin û çûn Almanya. Piştî “Demajoya Çareserîyê” destpêkir, beşek ji Ezîdîyan xwestin vegerin warê xwe. Lê mixabin ev Ezîdîyên xanî û erdê xwe bi emanet dabûn dost, cîran û mezinên gundan, vana xîyanet bi wan re kirin û dest danîne ser milkê wan û lê asê bûne. Tevlî ku beşek jê mahkemeyên dewletê, biryara dana milkê wan daye jî, lê hukumet û sazîyên dewletê yên pêwendîdar alîkarîya wan nake û milkê wan radestî wan nake.

Ne tenê Ezîdî, lê gelek merivên Kurd yên ji yek olê û mirovên hev, heta bi hinek bira û pismamên hev jî dest datînin ser mal û milkên hevûdu û bi şûnde nadin; carna jî ji bo mal û milk hevdû dikujin!

Di civata Kurd de, berî bi 40-50 salî û wê de, rûmet û qîmetekî mervantî, malbatî, destbirakî, dostanî, heval û hogirîyê hebû. Mirovan ji ber xwe fedî dikir; namûs û şeref, bext û bawerî, soz û sond, kefîltî û heqî ji bo mirovan gelek girîng bû.

Lê her ku dem pêşde  diçe, ev rûmetên bi normên ku bi qapana civatê dihatin pîvan û civat li hev diediland ku cîh û giranîya her merivekî li gor van rûmet û mezîyatan dihat xwanêkirin, xera bû û yek bi yek ji hole rabû!

Sebeba vêya ya herî girîng, ji derve xerakirina tevna civata Kurd e. Ev xerabûn bi projeyên Îttîhat-Terakkî dest pêkir û ji alî Komara Kemalîst ve, ji nuh de dagîrkirina Kurdistanê, hilweşandin û belavkirina civata Kurd e.

Piştî qetilkirina rêvebir, rewşenbîr û mezinên civata Kurd, hemû kes û malbatên pêşkêşî û rêvebirîya civata Kurd dikirin, fermana wan hat rakirin, koçberî warên bîyanî hatin kirin, birçî û xizan hatin hîştin!

Ji gelê Kurd yên li warê xwe ma jî bi qedexe û yasayên ku hemû rûmetên wan ji holê rake, dest bi tade û çavsorîyek hovane hat kirin. Ya herî xerab jî ziman, cil û berg û medreseyên Kurdî hatin qedexekirin! Dema Seyid Riza û kurê wî Reşik, birin sêdarê jî fotêr û şewqê Ewropî ku kirin sembola Kemalîzmê dan serê wan! Li dibistanan, leşkerîyê û di nava cavtê de mirov hînî bêbextî û muxbirîyê kirin.

Her derbeya leşkerî, bû egerê êrîş, tede û herifandinên hovane yên li dijî rûmet û hebûna neteweya Kurd. Piştî Cûnta Leşkerî ya 1980`yî û şerê pkk û dewletê, valakirina bi hezaran gund û bê plan û bê îstîhdam zêdebûna serjimara bajaran û koçberîya metropolan û penaberîya Ewropa, civata Kurd bêtir ji hevde xist, xizan, neçar û bêpişt hîşt!

Ev zêdetirî çil salî ye ku civta Kurd di bin mercên awarte û şer de dijî, loma tevlî civata Kurd, hemû rûmetên wê yên ehlaqî, netewî û çandî jî derbek mezin xwar. Pkk jî bi dewletê re yek zerar gîhand Ezîdîyan û civata Kurd. Heger pkk rûmet bidaya civata Kurd, divîyabû stratejî û taktîkên xwe li gorî berjewendîya Ezîdîyan û bi giştî ya neteweya Kurd biguherîya. Ya din jî divîyabû pkk di tevgera nav xwe de jî rûmet bidaya ziman, çand û ehlaqê civata Kurd!

Helbet ji alî mêtikarîyê ve, xistina sîstema sermîyandarî li Kurdistanê ya bê plan û bê pîvan, ji alî din ve xizanî û bêkarîya gelê Kurd, bi xwe re qeyranek aborî anî. Bû egerê ku giranîya civatê, li Enedolê bibe karkerên demsalî û karkerên rezerv yên ked-erzan.

Ev rewşa civata Kurd, bûye egerê hilweşandin, belavbûn û atomîzebûna civat û malbata Kurd. Loma civatê normên xwe yên manewî û çandî jî wenda kirîye. Manewîyata civata Kurd, bext û bawerîya mirovên Kurd li hember hev, êdî hêdî hêdî wenda û tune dibe!

Destbirakî: di civata Kurd de, Xweh û Biraktî an Destbirakî, di nava mirovê Kurd de girêdanek gelek girîng û xurt bû! Di gelek rewşan de, ji xweh û biratîya ji dê û bavekî jî bêtir, ji hev re alîkarî û fedakarî dikirin. Berjewendîyên hevûdu wek yê xwe didîtin! Ji bo hev mirin jî didan çavê xwe.

Mervantîya eşîr û malbatê: piranîya merivên Kurd, li her derê û li hemberî her alozî û tengasîyê, merivên ji malbat û ji eşîra xwe diparast in. Gava di şerekî yan di tengasîyê de, yekî merivê xwe neparasta bê şeref û bênamûs dihat hesêb û ji alî civatê dihat şermezarkirin û tecrîtkirin.

Terîqet: kesên endamê yek terîqetê yan dergahî ba, hevûdu wek birayê axretê dihesibandin û di her warî de, wek bira li hev xwedî derdiketin.

Cîrantî: piranî, cîran xwedî têkiliyên dostanî bûn. Ciranan, di gelek warê jîyanê de alîkarîya hev dikirin. Li malekê çi pêwîst ba, ji mala din dixwest yan deyhn dikir. Cîranê halxweş, bi piranî şîva xwe bi cîranê xwe re par dikir. Gava pêwîst ba, mala xwe, pez û dewarê xwe û zarokê xwe disipart parastina cîranê xwe.

Kirîb/Kirîv: bi piranî di nav dîn û mezhebê cuda de çêdibû, lê di nav malbatên ne ji eşîrekê de jî çêdibû: Zarokên xwe di dawa hev de sunet dikirin! Wê gavê ew her du mal dibûn xuşk û bira û merivên hev û mara zarokên wan jî li hev nedihat birîn. Ew her du mal, di şahî û şînan de, di her tengasîyê de alîkarîya hev dikirin.

Hevaltîya leşkerî û Feqetî: hin meriv li leşkerîyê yan li medreseyan ku feqetî dikirin, hevdu nas dikirin û ji hev hez dikirin. Piranî heta mirinê dost û heval diman û di her warî de li ber barê hev radibûn.

Şirîkatî û rastmalî: gelek malbatên ku bi hev re bi rêya, pez, dewar, çandinî û bazirganî, bi hev re şirîkantîyek rastmalî yan nîv bi nîv dikirin, bext û bawerî didan hev û wî kara bi hev re bi duristî dibirin serî!

Mervantîya zewacê: bi piranî zewac di nava merivan yan çînên civatê de pêkdihat. Malbat bi berdêlî yan bi qelen, zaroyên xwe bi hev dizewicandin. Giranîya malbatan, ne meriv bana, zewac wek pêwendîyek merivantîyê û dostanîyê dihesibandin; loma wek lêziman di her warî de alîkarîya hev dikirin.

Gelo ji van pêwendîyên nav civata me, yên wek çand, edet, ehlak ku girêdayî bext, bawerî û dilsozîya mirovan e, çiqas li jîyanê maye!? 19.04.2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir