Kombûna Hizba Demokrat û Komele, Rêkxistina Kurdistaniye Hizba Komonîsta Îranê

Roja Pêncşemiyê 9ê Sermawza 1402an a rojî, li doma kombûnên pêş de, şandekî PDKî, bi serperestiya rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda birêveberiya Giştî a Hizba Demokrat, tevî Komele, Rêkxistina Kurdistaniye Hizba Komonîsta îranê, bi serperstiya rêzdar Îbrahîm Elîzade, Sekertêrê Giştî ê Komelê, kom bûn.

Di vê kombûnê de çendîn mijarên girîng weke rewşa siyasiye Îranê û eger û pêşhatên siyasî, rewşa kurdistana Îranê û hewcehiya hevdengî û xortkirina alîkariya di navbera hêzên pêşkevtinxwaz li pêxema pêşxistina xebata berheqe xelkê Kurdistanê, helwesta Hêzên siyasî li hember zext û givaşên rejîma Îranê bi armanca bertengkirina xebata siyasiye Hizbên Siyasiye Kurdistana Îranê li Herêma Kurdistana Îraqê û herwisa xortkirina alîkariya di navbera wan herduk hizban li ser pirsên girînge siyasî, kevtne ber bas û berhevdanê.

Herdûk Hizb li ser piraniya wan mijarên ku kevtne ber bas, helwest û raya wan gelek ji hev nêzîk bû. Lewma herduk alî hevrabûn ku civatgeha Îran û Kurdistanê li qonaxekî dijvar de derbas dibe, û hewceye pêka qasê bername û stratêjiya siyasî a hevpar, em bikarin arîşên di navbera opozîsyonê nehêlin û girîngiyê bidne karê hevpar ku ev hewcehiya li Kurdistanê çend qad zêdetire.

Derheq bi rewşa part û aliyên siyasiye Rojhilatê kurdistanê ên li Başûrê Kurdistanê, herduk alî hevra bûn ku hem alîkarî û hewahengiya zêde digel Hikûmeta herêma kurdistanê bête kirin, û hem jî li çwarçêwa parastina berjewendiyên bilinde tevgêra şoreşvanî û nîştmaniye Kurd li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, rê bi rejîma Îranê neyête danê ku bikare derbê li peywendiya siyasî û meînewî a herduk parên netewa Kurd li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bide. Bo vê armancê herduk alî bi hevahengî digel hêz û aliyên dinê yên Rojhilatê Kurdistanê dê cehdê bikin wan pirsan digel aliyên têkildar bi ji hevdu têgiheştinê û diyalogê çareser bikin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *