Îbrahîm GUÇLU
HUDA PARê di 15-16ê Sibata 2025-an de li Diyarbekîrê “Komxebata Çareseriya însanî ji bo Meseleya Kurd” li darxist.
Gelek siyasetvan, akademîsyên nivîskar, ûlemayên Kurd yên Îslamî, jin, ciwan hatibûn vexwendin.
Ez jî ji bona komxebatê hatibûm vexwendin.
Dema ez çûm salona komxebatê, wêneyên di salona komxebatê de hatibûn daliqandin/darve kirin, ji bona HUDA PARê Peyameke/mesajeke nû ya Kurd-Kurdistanî dida mirov.
Li aliyekî wêneyên serokên neteweyî: Şêx Seîdê Palewî, Selaheddînê Eyyubî, Seyîd Riza, Salih Begê Hênê, Xalid Begê Cibirî, Şêx Ûbeydûllahê Nehrî hatibû daliqandin.
Li aliyekî din jî wêneyê serokê civakî û çandî Êdebiyata Kurd yên mutefekkir: Seyîd Abdûlkadîr, Ûbeydûllahê Nehrî, Seîdê Kurdî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî hatibû daliqandin.
Beriya girêdayî “Meseleya Kurd” konsept bên peşkeş kirin, mafê axevtinê dabûn beşek mêvanan.
Di vê beşe de, pêşî li ser navê Rêxistinê Sivîl yên îslamî, Ulemeyekî Îslamî yê Kurd Mehmed Beşîroglu, Biraziyê Seîdê Kurdî axevtin kirin.
Pişt re bi dorê: pêşî Min, pişt re Orhan MÎROGLÛ, Altan TAN, Abdûlvahap EKÎNCÎ, M. Emîn EKMEN, Galip ENSARÎOGLÛ axevtin kir.
Ez di heman dem de du caran beşdarî telewîzyona HUDA PARê û telewîzyona Kurdistanê Kanal 8 û TRT KURDÎ bûm.
Pişt re jî Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya YAPICIOGLÛ axevtin kir.
******
Min nêrînên xwe di hemandem de derbarê Meseleya Kurd-Kurdistanê û Komxebata HUDA PARê de di herdu bernameyên Telewîzyona HUDA PARê û di telewîzyonên din de û di hevpeyvînên rojnameya û kovaran da diyar kir û şiroveyên berfireh pêk anîn.
Min di komxebatê de û di bernameyê telewîzyonan û hevpeyvînan de kurdî qise kir.
Nêrînên min anîn ser zimên, bi kurtî nêrınên min yên ji aliye raya giştî ya Kurdperwer û gele me ve li hemû beşên Kurdistanê û Kurdên dinyayê ve tên zanîn bû.
Min bi taybetî jî di axevtina xwe de diyar kir ku: Meselaya Kurd-Kurdistanê meseleya neteweyekî bê dewlet e, loma jî pirsgirêke hemû Kurdan e û hemû bawerî û sinifên civakî yên Kurdistanê û yên Kurdên bawermend û Îslamparêz in jî. Loma jî divê her kurdek wezîfeya xwe pêk bînin. Her Kurdek, fikren cuda yên Kurd û Bawermendên Kurd jî rêxistinên xwe yên serbixwe xebata xwe ya di derbarê Kurd-Kurdistanê de bimeşînin. Lê li hemberî hevdu şêdetê û çek bi kar nînin.
Neteweya Kurd û Kurdistanê hatine parçe kirin. Dewletên kolonyalist xwestine ku Kurdan ji holê rakin, lê nikarîne. Vê yeke jî derxistiyê holê ku Neteweya Kurd, neteweyekîbi hemû hêjayiyên xwe gelek xurt e. Neteweya Kurd xwediyê jiyanên olên cûda û mezhebên cüda ne. Loma Pêkvejiyaneke dewlemend û rengîn li Kurdistanê heye. Loma divê dewletên kolonyalîst ji me bitirsin, divê bizanin ku Kurdan nikarin ji holê rakin. Loma jî divê mafên neteweya Kurd nas bikin, dev ji îşgal û îlhakê berdin. Heger bernedin ew nikarin dijitiya neteweya Kurd ya li hemberî wan bitemirînin. Kurdperwer jî divê bi neteweya xwe bawer bikin û ji bona mafên neteweya xwe kar bikin.Divê hemû kurd û em bizanin ku Neteweya Kurd jî dê rojekê Dewleta xwe wek veqetandina Îsweçê û Norveçê, Çek û Slovakyayê ava bikin. Divê kurd bi sebir bin û di xebata xwe de domdar bin.
******
Komxebat bi Kurdî û Tirkî hat vekirin.
Di Komxebatê de di çar beşan û di 16 mijaran de Meseleya Kurd bi nêrînên plural hatin peşkeş kirin. Nêrînên ez pê re bûm û ne perê bûm hatin ser zimên. Loma şiroveyan wan nêrînên di komxebatê de de hatine diyar kirin, divê bi awayekî berfireh bên şirove kirin. Lê ne mijara vê nivîsê min e.
Zimanê komxebatê bi giranî Tirkî bû. Bes min, Mistefa Ebdî yê Rojavayê Kurdistanê, Ulemeyên Îslamî yên Kurd û moderator Parêzer Mehmed Aktarê mala Şêx Seîd Efendî di axevtina xwe ya destpêkê de kurdî qise kir.
******
Wek tê zanîn ji bona nasyonalîstên Kurd, her deme Meseleya Kurd-Kurdistanê, serxwebûn û azadiya Kurd-Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê bûye xebata stratejik û navendi.
Ev yeka qewimanbdineke gelek xwezayî bû. Lewra Nasyonalîzma Kurdan jî wek neteweyekî xweser û zelal hat pêşketin.
******
Lê ji bona Kurdên Sosyalîst û Kurdên Îslamî yanî ji bona Kurdên îdeolojîk pêvajo cûda bû.
Herdu tevgeran jî bi Tevgerên Sosyalîst û Îslamî yên neteweya serdest ya Tirk re qedera xwe kirin yek û di bin bandora Kemalîzmê û îslama Nîjadperest ya Tevgera îslamî ya Tirk de bûn.
Pêvajoya veqetandina Sosyalîstên Kurd, di navîna salên 60yî de ji Tevgera Sosyalîst ya Kemalîst û Şoven dest pê kir. Gav û gav pêş ket. Di sala 1969-an de bi avabûna DDKOyan û bi taybetî jî piştî sala 1974-an bi avabûna gelek rêxistinên sosyalist yên Kurd û Kurdistanê rêxistinên serbixwe yên Kurd-Kurdistanê ava kirin. Di xebata xwe de Serxwebûn û Azadiya Neteweya Kurd û Kurdistanê ji bona xwe kirin navend.
******
Ez ji destpêkê de him Tevgera îslamî ya Kurd û him jî HUDA PARê dişopînim. Dem-dem derfeta min bû ku ez di derbarê wan de şirove û analîzan jî bi nivîskî û di telewîzyonan de peşkeş bikim.
Loma jî gav bi gav guhertinên di nav wan de pêk hatine û pêk tên ji nêzik de dişopînim.
Pêvajoya veqetandina Kurdên îslamî ji Tevgera Îslamî ya Tirkan, dişibe pêvajoya veqetandina Sosyalîstên Kurd ji Tevgera Sosyalîst a Tirkan.
Min di Komxebata HUDA PARê de dît û tespit kir ku Wek Partiyeke Îslamî HUDA PAR, Doza Kurd-Kurdistanê di xebata xwe de dê bike navend.
Qebûl dike ku Meseleya Kurd-Kurdistanê, meselaya hemû Kurdan û hemû rêxistin û tevgerên Kurd-Kurdistanê ne.
Ev pêşketin û guhertineke erênî ye. Divê ji aliye kurdan û kurdpeweran û hemû rêxistinên Kurdistanê yên sekuler ve jî bê şopandin.
******
Ez di wê baweriyê de me ku ji bona vê yekê jî li dijî Komxebat û encamên Komxebata HUDA PARê jî reaksîyon û êrîşên nîjadaperest hatin rojevê.
Şewirmendê Serokkomar UÇUM ji dervayî exleqa siyasî û edebî, bi azadiya xweîfadekirinê û fikrî neeleqeder êriş kir. Êrîşa UÇUM, nîjadperestî û ji Kurd-Kurdistanê re dijminitî ye.
Ez helwesta UÇUM şermezar û protesto dikim. Divê hemû kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê jî UÇUM şermezar û protesto bikin.
Diyerbekîr, 19. 02. 2025
(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)