Divê Kurd Li Başûr Deng Nedin Xiyanetê BidinPDKê…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Li Iraqê hilbijartina parlamentoyê li dar xistin.

Li Tirkiyeyê, hilbijartina giştî ya parlamentoyê û hilbijartinaserokkomar li darxistın.

Li Iraqê hilbijartina parlamentoyê di 12ê Gulanê de; LiTirkiyeyê hilbijartina parlamentoyê û serokkomarî di 24ê Hezîranê de li dar xistin.

Herdu hilbijartin kurdan û kurdistaniyan raste rast eleqederdike. Lewra Parçekî Kurdistanê li Iraqê ye û federe ye. Parçeyekî Kurdistanê li Tirkiyeyê, kolonî û neteweya kurd jihemû mafên xwe bêpar e.

Loma wek min di qelek meqeleyên xwe yên din de diyar û analîz kiriye; hilbijartina li Iraqê û hibijartinên li Tirkiyeyê jibona kurdan û Kurdistaniya xwediyê du qerekterên cûda ne.

Li Tirkiye dewlet na ya kurdan e. Dewleta neteweya tirk e. Encama , parlamento , parlamentoya kurdan nîne. Kurdli Tirkiyeyê hilbijartinê bes ji bona parlamentoyeke biyanî û jibona ku têkoşîna milî ya Kurdistanê bikeve wek platformekê bikar .

Li Tirkiyeyê kurd bi partiyên xwe beşdarî hilbijartinê nabin. Partiyeke Kurdistanê ya ku ji gel piştgirî digre, girseyî, hêza ya temsîla siyasi, civakî û sosyalojiyê bike , tune ye.

PKK/HDPê partieyeke Kurdistanî û kurdî nîne. HDPê yekê gelek aşkere diyar dike. kurd bi zorê dixwazin HDP wek partiyeke kurdan nas bikin, piştgirî bikin.

li Iraqê kurd û kurdistanî di dewleta federal de beşdarîhilbijartinê dibin. Dewlet him dewleta neteweya ereban û him dewleta kurdan e; him dewleta hemû kêmneteweyan e. Parlamento federal e. Loma parlamentoya kurdan e. Kurdû kurdistanî ji bona parlamentoya xwe beşdarî hilbijartinêdibin.

Kurd û kurdistanî bi partiyên xwe beşdarî hilbijartinê dibin.

Li Kurdistanê 25 lîste û gelek partî beşdarî hilbijartinaparlamentoya federal dibin.

Ji bona kurd û kurdistanî bi xûrtî di parlametoya federal de temsıl bibin, diviya ku partiyên Kurdistanê bi lîsteyekê û bitîfaqekê beşdarî hilbijartinê bibûyana. Her çiqas PDKê ev yeka xwest û ji bona tîfaqeke hevbeş ya partiyên Kurdistanêxebat kir, bi serneket.

Ji bona serneketina tîfaqa Kurdistanê hîç şik tıune ku geleksedem hene. Bi taybetî sedemên girîng pêwendiyan partiyanbi dewletên cîran û bi taybetî bi Îranê re ne. Di hemadem de ev pêwendiyan di xiyaneta 16ê Oktobira 2017an ku di encam de Kerkuk hat îşgal kirin. Ji aliyê din de  gelek partiyênKurdistanê ji PDKê re dijminitî dikin. Naxwazin ku PDKê xûrtbe. Kurdistanîbûnê bi her awayî biparêze.

Partiyên Kurdistanê çiqas xûrt biçin parlamentoya federal, hîç şik tune ye kuı ewqas di berjewendiya neteweya kurd û kurdistaniyan de ye.

Bi taybetî bi xûrtî beşdarbûna PDKê, zêdetir xizmetîberjewendiya Kurdistanê dike. PDKê ji bona stabîlîzekirinafederalîzmê, bi kirina demokrasiyê ku demokrasîfederalîzm baş nameşe, nikare bi tenduristî bijî.  Bi bi kirina makezagonê girîng e.

Qasî van xalan pirsa girîng ew e ku divê parlamenterên kurd û Kurdistanê encama referandûma serxwebûna Kurdistanêbiparêzin ku kurdistaniyan di referandûmê de biryara dewletavakirinê dabû.

Deweletbûnê raste rast PDKê dikare  biparêze.

Gelek berbijêr û namzetên PDKê diyar dikin ku diparlametoya federal de: “Li encamê referanduma serxwebûnêxwedî derkevin û li Bexdayê behsa serxwebûna Kurdistanêbikin. Ev mafek rewa gelê Kurdistanê ye û miletê kurd ji % 93 biryara xwe daye ku dewleta xwe ava bikle. Referandum wek tapuyeke ji bo serxwebûna Kurdistanê.”

Partiyên din bi piranî diyar dikin ku “referandum bi israraserok Barzani pêkhat û ev yek sedema aloz bûnaKurdistanê û sedema şerekî di navbera Hewlêr û Bexdayêde.”

Ev partiyan rast dibêjin. Lewra Serok Barzanî û PDKêdewleta Kurdistanê diparêzin. Ji bona dewletavakirinê , referandûma serxwebûna Kurdistanê bibe biryar, xebetekebêhempa meşandin. Di dest pêkê de YNKê qane kirin. Pişt re partiyên din mecbur bûn ku piştgiriya referandûmaserxwebûna Kurdistanê bikin.

di encamê de Beşekî YNKê û Goranê bi hev re, bipiştgiriya PKKê sedam ku Kerkuk îşgal kirin.

Hîç şik tune ku dema mirov û partiyek li Başûrê Kurdistanêdoza tiştekî nekê û mafên xwe rewa ya dewletbûnêneparêze, tu cara Bexda ji wan re deng dernexe, eksê jiwan re dibe alîkar. dema kurd û partiyek doza mafê xwe rewa û yasayî bike Bexda li dij derdikeve, ji bona pêşiya xebatê bigre astengiyan zêde dike.

zanin ku dema ku Kekrku hat îşgal kirin, Bexdayê gelekgirîngi da bajarê Silêmaniyê û hewil da ku Silêmaniyê jiKurdistanê cuda bike. Beşek berpirsên parêzgeha Silêmaniyên YNK û Goran ev yek bi daxûyaniyên xwe pejirandin.

Di 16ê oktobera 2017an de piştî referandûmê mehekê, beşek jiYNK li gel Goran Kerkûk Firoton. PDK bi serê xwe û imkanên xwe bi xwîna şehidan xaka Kurdistanê li himberartêşa Iraqê û Milîsên Heşda Şeibî parast. Her kurdek yekêdizane. dema dengdanê de merc ji gelek sedeman dikarebête guhertin. Eger bi rasti kurd dengên xwe bidin pêşerojaKurdistanek serbixwe, ji PDKê pêve tu alternatifek tuneye kudeng bidin.

Hezar mixabin gelek cara di dîroka tevgera azadiyaKurdistanê de hatiye xûyakirin ku, hinek ji kurdan heyranêdijminên xwe ne. Ev kurd hez dijminên miletê xwe dikin. Loma di dîroka neteweya kurd de xiyanetê mezin hatine rojevê. Di merheleyê de , ev yek di gelek daxûyaniyên aliyên siyasî û partiyên Başûrê Kurdistanê de diyar dibe.

“Her dengek be aliyên li dijê Kurdistanê û di bin bandoraBexdayê de siyasetê dikin bigrin, dibe dengên rûreşîyê. NabêKurd dengê xwe bidin xiyanetê û bi awayekî şirîkatiyê bikin.”

Loma divê kurd û kurdistanî deng nedin xiyanetê. Jiberjewendiya xwe ya milî û ji bona dewleta Kurdistanê dengêxwe bidin PDKê.

PDKê dikare bi xûrtî mafên rewa ya dewletbûna Kurdistanêbiparêze.

Amed, 5ê Gulana 2018an

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *