Divê hemû Kurd,   ji “Kurdistanê” û Nevaf Bîlek re xwedî derkeve…

Îbrahîm GUÇLU 

Nevaf Bîlek, ji bajarê Kurdistanê Sêrtê ye. Yanî di sînorê Dewleta Tirk de, bes  ne Diyarbekîr, 22 Bajarên Kurdistanê din hene. Sînorê Kurdistanê di nav Dewleta kolonyalîst ya Tirk de ji Sîwasê dest pê dike, li sînorê Başurê Kurdistanê, Rojhelata Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê dawî tê. Min ev tarîfa bi dehan caran di telewîzyonên Tirkan de û di rojnameyan Tirkan de aniye ser zimên. Lê Dewleta Kolonyalîst ya Tirk, ji bona berjewendiya xwe ya nîjadperestî vê rastiyê napejirîne, dema ku ji “Kurdistanê” tê qal kirin, dozgerên wan  ji bona ku ew kurdên ji Kurdistanê qal dikin, bên siza kirin, di derbarê wan de lêpirsîn dest pê dikin. Di van rojên dawî de Nevaf Bîlek ji bona ku ji “Kurdistanê” qal kiriye, gotiye ku “Diyarbekîr bajarekî Kurdistanê yê girîng e” di derbarê wî de jî dozger lêpirsîn dest pê kiriye.

Dikarim bibêjim ku bo dewleta Tirk ya kolonyalîst û nîjadperestên Tirk, “Kurdistan” sendromek û tirsek e. Dema dibhîzin ku li dinyayê li dewletekê qala Kurdistanê tê kirin; li ser navê Kurdistanê û neteweya Kurd û Mafên Neteweya Kurd dezgeheke civakî û çandî ava bibe, nîjadperestiya Dewleta Tirk qerektereke patalojîk qezen dike.

Nevaf Bîlek ji malbateke bi navûdeng ya kurd e û malbata wan kurdperwer in. Kalikê Nevaf Bîlek, li hemberî Dîktatoriya Kemalîstan/CHP ji bona mafên çarenivisiya neteweya kurd, serxwebun û azadiya Kurdistanê, di nav serhildanên Kurdistanê de cî girtin, di encamê de jî hatin îdam kirin û hatin şehîd kirin.

Nevaf Bîlek, endamê Meclîsa CHPê ye, ew jî bi serê xwe hewcedarî şirovekirinê ye. Ev rastiya tehl hezar mixabin trajediya kurdan û siyasetvanên kurd e.  

Em nûha werin ser bûyerê û koriya Dewleta Tirk. 

Nevaf Bîlek, endamê Meclîsa CHPê ye. Ew ji Sêrtê tê li Diyarbekîrê beşdarî Kongreya Şaxa CHPê ya Diyarbekîrê dibe û di kongreyê de qise dike. Pişt re jî di Telewîzyonên Kurdistanê de diyar dike ku “Diyarbekîr bajarê Kurdistanê yê gelek girîng û xweşik e.” 

Piştî ev axiftina Nevaf Bîlek, di raya giştî de bû axiftineke gelek bi navûdeng. Nîjadperestên Tirk dest bi êrîşê kirin. Siyasetvanên Tirk û partiyên siyasî yên Tirk ev daxuyaniya Nevaf Bîlek kirin hêncet û malzemaya siyasetê. 

Divê bê zanîn ku pirsa Kurdistanê û neteweya Kurd divê nebe malzemeya siyasetê. 

Piştî ku bûyer di raya giştî de bû navûdeng jî, Dozgerê Diyarbekîrê di derbarê Nevaf Bîlek de lêpirsîn dest pê kir. 

*Ez di telewîzyonên Tırkan de, di rojnameyên Tirkan de, li emnîyet û li dadgehên Dewleta Tirk her demê navê welatê xwe “Kurdistanê” gelek bi hêsanî bi kar tînim. Li Dadgehan, di parêznameyên xwe de gelek bi rehetî neteweya kurd, welatê xwe Kurdistanê, rizgarî û serxwebûna welatê xwe Kurdistanê; dagirkerî, kolonyalîzma Tirk, zulma ku Dewleta Tirk di dîrokê de û îro li neteweya Kurd dike, tînim ser zimên. Ezê nûha şunda jî ev helwesta xwe bi xurtî bidomînim. 

Divê hemû kurd xwediyê vê helwestê bin. Lewra her kurdek ji bo mafên neteweya Kurd û Kurdistanê xwedî berpirsiyar e. 

*Di derbarê Nevaf Bîlek de lêpirsîn çêkirin û doz vekirin, li dijî Neteweya Kurd, Mafên mitleq yên neteweya Kurd, li dijî realîteya dîrokî, li dijî îlma siyasî, li dijî pêkvejiyana neteweyên cûda û kurdan û tirkan e. 

Nîjadperestî ye û li dijî hiqûqa navneteweyî ye. 

Li dijî azadiya fikir û xweîfadekirinê ye. 

Li dijî Peymanên navneteweyî ye. 

Li dijî Peymana Neteweyên Yekgirtî û Peymana Mafê Mirovî ya Ewrûpayê û li dijî Beyannameya Mafê Mirovî ya Navneteweyî ye. 

*Zîhnîyeta kolonyalîst û nîjadperestî, Dewleta Tirk û siyasetvanên Tirk û partiyên siyasî yên Tirk, kor kiriye. 

Tiştekî gelek aşkere û pozîtîf û ilmî heye ku her neteweyek li ser erdekî jiyana xwe didomîne. Ew erda jî dibe welatê wan.  Wek mînak Neteweya Ereb li ser axekê jiyana xwe didomîne. Ew axa welatê wan e. Bi Erebîstanê tê binav kirin. Ji bona Bulgaran, ji bona Tirkan, ji bona Farisan, ji bona Rusan jî heman rastî heye. 

Kurd wek gel û netewe jî, bi hezaran salen ku li ser axeke jiyana xwe didomîne. Ew axa jî welatê wan e. Welatê kurdan û, neteweya kurd e,  bi “Kurdistanê” bi nav dibe. 

Hezar mixabin Dewleta Tirk û berpirsiyarên dewletê ji bona neteweyên din vê rastiyê dipejirînin, lê ji bona Kurdan nîdaperestiya wan û berjewendiya wan ya kolonyalîst wan kor dike. Kurdistanê red dikin, welatê kurdan Kurdistan dibe mijara dozan li dadgehan. Di encamê de sed hezaran kurd hatin siza kirin. Katlîamên kurdan jî, bi vê hişmendiyê çêbûn. 

*Kurdistan, di Împeratoriya Osmaniyan de wek welatê kurdan dihat nas kirin. Kurdistan, welatekî ortonom bû. 

* Serokê Kemalîstan dema ku xwest împeratoriya Osmanî têk bibe û dewleta taqima xwe ava bike, bi Kurdan re bi nasnameya wan, bi wan re danûstandin kir, li welatên wan li Kurdistanê kongre çêkirin. Soz da kurdan ku Kurdistan dê bibe otonomiyek û xweseriyeke hîn zêde firehtir û hîn zêde desthilatdar u xwediyê maf. 

*Kurdistan welatekî hevbaş bû. Lê di sala 1639an de encama Peymana Qesri Şêrînê di navbeyna Împeratoriyên Fars û Osmanî de bû dubeş. Di sala 1926an de encama Peymana Lozanê bû çar beş. Beşa mezin din axa Dewleta Kemalîstan de ma. Beşên din jî di nav Axa du dewletên ereb û Îranê de man. 

Li Îranê Eyalata Kurdistanê fermî heye. 

Li Iraqê Dewleta Federe ya Kurdistanê heye. Dewleta Tirk jî wê resmî nas dike. Bi Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê re xwediyê danûstandinê. 

Serokkomarê Dewleta Tirk R. T. Erdogan, dema Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî vexwenda Kurdistanê û bajarê Diyarbekîrê jî, qala Kurdistanê kir. 

Di emcamê de dibêjim ku ji bona ku hemû kurd ji Kurdistanê re xwedî derkevin, divê

Nevaf  Bîlek re jî xwedî derkevin. Dema di derheqê wî de doz vebe, ezê wek parêzer û wek xwediyê mijarê jî beşdarî doza wî bibim.

Diyarbekîr, 16. 10. 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *