Hejmareke senator û Kongirêsmanan dixwazin ku piştevanîkirina Kurdan bibe şertê serdana Sûdanî ji bo Amerîkayê

Heşt senator û Kongirêsmanên Amerîkayê daxwazê ji Serokê Amerîkayê dikin ku piştevanîkirina Kurdan bike şertê serdana Serokwezîrê Îraqê ji bo Amerîkayê.

Heşt senator û Kongirêsmanên Amerîkayê nameyekê arasteyî Serokê Amerîkayê Joe Biden dikin û daxwaz dikin ku, kêmkirina hejmona Îranê û piştevanîkirina Kurdan bike şertê serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Waşintonê.

Ew senator û Kongirêsman herwesa daxwaz dikin ku, Îraq budceya Herêma Kurdistanê bişîne û dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî bike.

Pêştir Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Jake Sullivan jî daxwaz ji Sûdanî kiribû ku arêşeyên bi Herêma Kurdistanê re çare bike, paşî serdana Amerîkayê bike.

Biryar e 15ê Nîsana îsal Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Amerîkayê bike û li Koçka Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive.

Pareke naveroka wê nameyê:

Hêşta Hikûmeta Îraqê nêzîktirîn dosta Îranê ye û her sal sê milyar dolaran dide milîşyayên Heşda Şebî.

Wan milîşyayan zêdetirî 180 caran êrîş kiriye ser Amerîkayiyan û herwesa Kurdistanê jî.

Çavên xwe li wê yekê digirin ku Îraq kareb û gaza xwezayî ji Îranê dikire û dolarî dide wê.

Herêma Kurdistanê li deverê hevpareke giring e.

Hikûmeta Îraqê bi hevparî bi Îranê re li dijî hevpeymanên me yên Kurd kar dike, pereyê xelkî biriye û boriya veguhastina petrolê ji bo Tirkiyeyê girtiye, di demekê de ku ew çavkaniya aborî ya Herêma Kurdistanê bû.

Divê em yekser kêmkirina hejmona Îranê û piştevanîkirina hevparên xwe yên Kurd ji bo her serdaneke Serokwezîrê Îraqê bikin şert.

Divê tu wesa bikî ku Îraq pereyê Herêma Kurdistanê bide û wesa bikî ku wê petrolê bifiroşe ya ku li benderê Ceyhanê maye.

Nabe tu rêyê bidî ku zêdetir dolar bi rêya Îraqê bigehe Îranê.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *