Dîroka Amedê bi vekolînan rohnî dibe!

Di encama lêkolînên arkeolojîk ên li Sûra Amedê gelek berhemên dîrokî hatin dîtin û herwiha derket holê ku Artûkî girêdayî sultanê Kurd Selahedînê Eyûbî bûne.

Li Wargeha Amîda ya li Sûra Ameda Bakurê Kurdistanê ev heyamek e xebat û lêgerînên arkeolojîk birêve diçin û heyama îsal ya wan xebatan temam bû.

Lêgerînên arkeolojîk yên li wê navçeya Sûrê ji aliyê Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyê ve di bin rêveberiya mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Îrfan Yildiz de pêk tên.

Di encama wan lêgerînan de hejmareke zêde ya berhemên dîrokî hatin dîtin ku dîroka beşek ji wan digije sala 6100 a berî zayînê.

Prof. Dr. Îrfan Yildiz aşkere dike ku di wan lêgerîn û vekolînan de kenalên avê, sîstema kalorîferê ku 1800 salî ne û gorên 1700 salî hatine kifşkirin û beşeke berhemên din ên dîrokî hatine dîtin.Sîkeyên hatine dîtin

Yildiz dibêje, Koşka Artûkî ji aliyê hikûmdarê Artûkiyan Nasireddîn Mehmûd ve di salên 1200-1220an de hatye avakirin û amaje bi wê kir ku gelek berhemên dîrokî yên li Amedê ji aliyê Nasireddin Mehmûd ve hatine avakirin.

Îrfan Yildiz behsa kifşeke din a girîng dike ku di encama vekolînên wan de hatiye dîtin û dibêje, ji sîkeyên hatine dîtin diyar dibe ku Artûkî girêdayî Eyûbiyan e.

Yildiz amaje bi wê jî kir, li ser wan sîkeyan heloyê du serî heye ku ew nîşana Nasireddun Mehmûd e û got, “Me par sîkeyeke Nasireddun Mehmûd dîtibû ku li Amedê çê kiribû. Me îsal 3 sîkeyên din jî derxistin, amadekirina van sîkeyan li Amîdayê girîngiya Artûkiyan a bi Amîdayê nîşan dide. Em ji wan sîkeyan têdigihijin ku Artûkiyên Heskîf û Amîdayê girêdayî Eyûbiyan e, ji ber ku navê hikûmdarê Eyûbiyan Melik Adil Ebubekir jî li ser heman sîkeyan e. Herwiha me gelek sîkeyên din ên serdema Îslamê dîtin, sîkeyên serdemên Eyûbî û Akkoyunî jî balkêş in.”“Diyar dibe ku Artûkî girêdayî Eyûbiyan e”

Prof. Yildiz aşkere jî dike di vekolînan de seramîkên serdemên Bîzans, Roma û Îslamê hatine ditin û bi gotina wî “gelek balkêş in.”

Di dewama axaftina xwe de Yildiz tekeziyê li ser wê dike ku ew sîke û seramîkên ku hatine dîtin ji bo zanîna dîrokên serdemên Amîdaya li Sûrê girîng in û dibêje, “Wargeha Amîda yek ji wan bajaran  e ku 8 hezar sal e bêyî navber jiyan lê berdewam e. Ji sîkeyên hatine dîtin derdikeve holê ku hikûmdarên Akkoyunî û Eyûbî vê derê weke paytext bikar tînin.”“Sîke û seramîkên ku hatine dîtin ji bo zanîna dîrokên serdemên Amîdayê girîng in”

Yildiz amaje bi wê jî dike, ew vekolîna arkeolojîk a li Wargeha Amîdayê ji bo bajarê Amedê xwedî girîngiyeke mezin e û daxwaz kir ku ji bo peydakirina kifşên nû piştevaniya bo xebata wan bê zêdekirin.

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/040120216

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *