Sala 2021 gelo wê çi bi xwe re bîne!

Cano AMEDÃŽ

Xuya ye li Tirkiyeyê û Îranê, sala 2021 an wê encamên pandemîyê raxe ber çavan.

Li seranserê cîhanê qeyranên siyasî, darayî, civakî û ehlaqî, wê bandoreke erênî bi xwe re neyne.

Xwanê ye ku li van welatan, di warê serwerî û desthilatdarî de, wê hewldanên dîktatorî zêde bibe. Lê ji ber rewşa pandemîyê, sîstema rêvebirî, darayî, perwerdeyî û tenduristîyê de dê guhertinên cuda pêk bên.

Ji niha ve, qeyranên bênav, civat dîl girtîye. Buhabûna bê ser û ber, bazara perê reÅŸ û madeyên hiÅŸberîyê, nikare “qulikên reÅŸ”  sîstema  gendelî û dîktatorîyê li ser lingan bihêle!

Li dunyê û erdnîgarîya Rojhilata Navîn de pêlên guhertinan, lehiyên qeyranên civakî û darayî, dê rojevê dîl bigire.

Em bixwazin an nexwazin bandora wan qeyranan bi şêweyekî zindî û germî, wê li ser me tesîrek giran çêbike.

Dirêjahîya pêvajoya qeyranan wê çewa be, ne dîyar e. Lewra desthilatdarên dunyayê li gor berjewendîyên xwe qirîzên kontrolkirî bi rê ve dibin. Guhertin û nuhbûn li gor daxwaz û stratejîya berjewendîyên wan pêk tê.

Di demên ewha de, civatên bi rêxistinî û amadekar, dikarin ji qeyran û qirîzên siyasî feyde bibînin.

Gelê Kurdistanê û hêzên netewî, divê her “perçe” li gor ÅŸert û mercên xwe, li gor berjewendîyên netewî û giÅŸtî tevbigere. Stratejîya parastina destkeftin û serwerîya Kurdistanê, her kes û hêz divê weke erka netewî bibîne û rol bigire.

Tirkiye û ÃŽran, xebata tunekirin û binaxkirina têkoşîna netewa Kurd, dimeşînin. Ger kadroyên siyasî, rewÅŸenbîr û aliyên siyasî, li ser bingehekî netewî, bi hewldanên hevbeÅŸ û hevpar bikaribin sîwanekî rasteqîn û aktîf amade bikin, serkêşîya kar û barên pratîkî bikin, ez bawerim wê rolekî girîng û dîrokî bi cîh bînin. 

Bi taybetî siyasetmedarên bakûrê Kurdistanê, divê êdî dev ji gilî û gazinên bê wate berdin, rexne û şîretan li beşên din nekin, li ser êş û birînan bisekinin, li rîya dermankirinê bigerin. Divê baÅŸ bizanibin ku nexweÅŸ jî ew in, bijîşkê dermankirinê jî ew bi xwe ne! 

Hêvî dikim ku sinifa siyaseta Kurdistanî, li gor berjewendîyên netewî û dahatûya gelê Kurdistanê tevbigerin.

Heta ku sîyaseta îtîfaqan, li ser bingehekî netewî, li gor xalên dewletbûnê, Parastina destkeftî û serwerîya Kurdistanê, li gor berjewendîyên netewî û erdnîgarîya Kurdistanê pêk neyê, paÅŸeroja tevgera bakûrê Kurdistanê ne zelal e. 

Di destpêka sala nû de, ez hêvî dikim ku hemû alîyên sîyasî yên netewî li ser pîvanên netewî xwe li hemberî bahoz û tofanên di kûrahîya asoyê de xuya dike, amade bin, xwe ji nû ve organîze bikin û li gorî pêwestiyên demê, li gorî ÅŸert û mercên pêvajoyê tevbigerin. Di warê helwest û seknên xwe de,  bi şêweyekî rasteqîn rojevê tayin bikin û rengê aktorîya xwe nîşan bidin.

Temenê nifşên 40 salên dawî, bi hêvî û gazinan derbas bû, lê dîsa jî divê em bê hêvî nebin, her diçe derfet û îmkanên nû peyder dibin, hespê felekê dikare demeke nêzîk de li ber deriyê Kurdistanê bisekine.

Dewletên dagîrker, bi sîyaseta hovane û emperyal, her diçe ber bi qeyran û alozîyan ve dimeşin.

Pêwîst e, serverîya siyasî ya Kurdistanê, rol û erkê netewî bi cîh bîne.

Bi hêvî û daxwazên netewî, ez carek din sala nû li Kurdistanîyan pîroz dikim. Sala nû bila bibe bersîv û berbanga dewletbûnê! 01.01.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *