DÎMENÊN RÊWÎTÎYÊKE DÛR Û DIRÊJ -II

Cano Amedî

Bi taybetî welatê Bûlgarîyayê ji ber ku cîranê tirkan e, xuy û qerekterê cîranê xwe baş girtine(!) Qerekter û keyfîyeta wan herdu cîranan dişibîya hev. Derîyê Kapikuleyê, derîyê gumrukê yê herî girîng û mezin e. Ew kesên ku bi otomobîlan rêwîtîyê dikin, bi giranî di vî derîyî dê derbas dibin. Bûlgarîya di nav welatên ku bûne endamê Yekîtîya Ewropayê de, li gorî nêrîn û çavdêrîya min, welatê herî xirab û paşdemayî bû. Burokrasî, helwest û qerakterê karmendên wan gelek zêdetir dişibîya ya tirkan. Otoban û rêyên bajarên Bulgarîya, li gorî welatên cîran paşdemayî bûn. Bulgarîya di warê karên narkotîk û xirabîyê de jî şirîkê Tirkîyê ye. Sîstema yekrengî û yekdengî xuyaye ku burokrasîyeke li gorî cîranê xwe amade kirine.
Yugoslavya di demên nêzîk de bû çend dewlet (Sirbîstan, Hırvatîstan, Slovenya, Makedonya Bakûr, Qeredax û Qosova). Piştî şerê “navxweyî” li wê erdnîgarîyê hilweşandinên mezin, travma û guhertinen civakî pêk hatin. Lê belê gava mirov di nav Sirbîstan, Hirvatîstan û Slovenya de derbas dibe mirov dibe şahide guhertin û helwestên wan. Do yek dewletbûn, lê îro cîranê hev in. Peywendî û têkilîyên wan yên sînorî bi dîyalogên medenî didome. Piştî em ji Amedê bi rê ketin, li ser rêgeha Tirkîye, Bulgarîya, Sirbîstan, Hirvatîstan, Slovenya û Avusturya em gihîştin Swisreyê. Di çend deran de em di nav axa Almanya û Fransa de jî derbas bûn. Ji ber ku rêwîtîya me bi otomobîla taybetî bû, problemê me yên lezkirinê tune bû. Em li gorî dilê xwe, li gorî taqata ajotinê tevdigerîyan. Em li kêderê diwestîyan, li wê derê radiwestîyan, me bêhna xwe vedida. Di rê de, me gelek caran rewşa welatên ku em tê de derbas dibûn, bi welatê xwe re muqayese dikir. Erdnîgarîya me, demsal û av û hewa me; çem û rûbarên me, çiya û deştên me; zozan û gelîyên me, ne kêmî yên wan welatana bûn. Mixabin, bêdewletî û bêdesthilatdarî rê li ber bêbextî û bêmecalîyê vedike. Çavkanîyên welatê me yên sererd û binerd, ji yên wan zêdetir in, lê belê bêxwedî û wargeha talana dagirkerîyê ye. Bêxwedîtî bi xwe re “garana guran” tîne. Îro rewşa welatê me di wê astê de ye.
Dîroka nêz ya welatên Ewropayê bi şer û pevçûnan derbas bûye. Şerê kantonan, şerê olî û mezhebî, şerê netewî û şerê cîhanê yê yekem û duyem, gelekî fikir û ramanên balkêş radixe ber çavan. Piştî ewqas barbarî û zilmê, çi mucîze çêbûn ku rewşa welatên Ewropayê, çand û hunera wan, hûqûq û sîstema serwerîya wan gihîşt vê qad û merhaleyê?
Dused sal berê niştîcîhên Ewropayê welatê xwe terk dikirin, ber bi Emerikayê ve koç dikirin. Gelo çi hate huherandin ku îro Ewropa bûye stargeha penaber û koçberan? Çima û ji ber çi, kesên ku dikevin tengasîyê berê xwe didin welatên Ewropayê? Çepgir, oldar, dijber an jî kesên bi sîstema desthilatdar re nelihevkirîne, çima sîstema dijberê xwe weke lîmanên ewlehîyê dibîne? Em baş dizanin ku derdor, kesên mûxalîf ji bo ku xwe ji ber pêlên zilmê rizgar bikin, berê xwe didin welatên Ewropayê. Sîstema wan, hûqûq û serwerîya wan rê dide helwestên bi vî rengî…
Gelo ew îradeya ku li ser vê erdnîgarîyê dewlet damezrandîye, çima li erdnîgarîya em li ser dijîn bi ser neketîye? Sedemên serneketinê çi ne? Bingeha probleman, ol, ideolojî ye, yan jî tunebûna hişmendîya netewî ye, yan jî tiştekî din e? Em hemû baş dizanin ku hişmendîya netewî li ser hîmên dewletbûnê, bi sembol û armancên desthilatdarîye bi ser dikeve. Parastina berjewendîyên netewî erkê niştimanîye; gelo ev hişmendî çima li ser mêrga netewîbûnê geş nabe û her ku diçe di nav dîwarên îdeolojîk de dixitime? Divê bersîvek van pirsan bi herkesî re hebe û bêşik be!
Rêwîtîya me ji ber ku dirêj û li ser çend welatan bû, çavdêrî û agahdarî jî li gorî wê gerê dirêj dibe. Ji bo mijar dirêj nebe, ez dê niha bîhnwedanekê bidimê da ku ev nivîs bê xwendin. Pişt re ez dê di derbarê welatên Ewropayê de çavdêrîyên xwe bi we rê parve bikim.
Em baş bizanibin ku Kurdistan bihuşt e, rojbaş kurdistanîno!
03.09.2024
Cano Amedî

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *