”ZAROK Û ÇÎROK” (Destpêka Pedagojiya Kurdî)”

Lokman Polat

Dewletên dagirker ên tirk, areb û farisan îcaze nadin, nahêlin ku li dibistanan bi kurdî perwerde bê kirin. Ev sed salin ku desthilatdariya dewleta Kemalîst, şoven û nîjadperest a tirk ku ji asya navîn koç kirin hatin bi xêra kurdan re bûn misilman û ji bo ku kurdan ji wan re rê vekir derbasê rojavayê anatoliyê bûn û li wir li ser axa ruman/bîzansiyan bi cih û war bûn, û herweha dewleta farisên parsekçî ku ji Hîndîstanê koç kirin û hatin û li welatê aryanan bi xêra kurdan re bi cih û war bûn nehêştine ku li dibistanan zarokên kurd bi zimanê xwe ê zikmakî perwerde bibin.

Ji bo zarokên kurd û perwerdeya kurdî pedagojî ciheke girîng digre û divê di vê hêlê de gelek pirtûkên îlmî, zanîstî bêne nivîsîn. Pirtûka Ramazan Pertev destpêk û çavkaniyeke gelek baş e ji bo pêşerojê. R. Pertev pirtûkek bi nav û naveroka xwe li ser pedagojiyê ye nivîsiye û pirtûk di nav weşanên “Doz”ê de li Stenbolê derketiye. Navê pirtûkê “Zarok û Çîrok (Destpêka Pedagojiya Kurdî)” ye. Pirtûk 168 rûpel e.

Pirtûka Ramazan Pertev ji hêla naveroka xwe gelek dewlemend e. R. Pertev zanîstê pedagojiyê ye. Wî li Stenbolê li zankoya Marmara beşa şêwirmendiya psîkolojîk xwendiye. Ew pisporê vî karî ye û herweha lêkolîner û aktîvîstekî ye.

Dema mirov kar û xebatek bi dilûcan bike, ji karê ku dike hez bike û bi ciddî bixebite, biserdikeve. Kar û xebata nivîsînê û pirtûk afirandinê jî wehaye. Nivîskar Ramazan Pertev bi kar û xebateke giranbiha û bi lêkolîneke berfireh li ser çîrok, zarok û pedagojiya kurdî pirtûkeke zanîst nivîsiye û pêşkêşê xwendevanên kurd û mamosteyên perwerdeya kurdî kiriye.

Ji girîngiya babetê, mijar, naverok, ravekirin, li hevûdu hunandina beşan û teknîka nivîsîna pirtûkê jî diyar dibe ku nivîskar Ramazan Pertev xebateke ciddî pêkaniye, ji karê xwe hez kiriye û bi hewes û hezkirina xwe bi şêweyeke profesyonelî pirtûka xwe amade kiriye û biserketiye.

Naveroka pirtûkê wisa dewlemende ku, divê her mamosteyên kurd ku li swêdê û li ewropayê dersa perwerdeya bi kurdî didin vê pirtûkê miheqeq bixwînin. Ev pirtûka hêja dê ji bo perwerdeya zarokên kurd bibe pêngaveke destpêkê û dê mamoste gelek siud ji vê pirtûkê wergirin û dê zarokên kurd gelek tiştên hêja ji vê pirtûkê fêr bibin.

Di pirtûkê de bi şêweyeke îlmî, zanîstî û bi analîzekî têgihîştî geşedana zarokan ya biyolojîk, civakî, zihnî hatiye ravekirin û li ser pirsgirêkên dema zarokatiyê hatiye sekinandin. Di beşa duyem a pirtûkê de vegotinên gelêrî, destan, efsane û çîrokên nûjen û têkildariya wan bi pedagojiyê re hatiye pêşkêşkirin.

Nivîskarê pedagog yên zanîst Ramazan Pertev di pirtûkê de li ser cureyên çîrokan jî sekiniye û kurtenirxandinek di derbarê çîrokên ajalan, çîrokên neasayî, çîrokên rasteqîn û çîrokên zincîreyî –rêzeçîrok- kiriye. Herweha ew li ser beşên çîrokê, destpêka çîrokê, bingeha çîrokê, dawiya çîrokê, lehengên çîrokê û bi gelemperî taybetiyên çîrokan sekiniye û dîtin û ramanên zanîst pêşkêşê xwendevanan kiriye.

Teknîkên vegotina çîrokê hemû çîroknivîserên kurd yên nûjen eleqeder dike û lewre jî divê nivîskarên ku niha novel –çîrok- kurteçîrok dinivîsin divê vê pirtûka hêja bixwînin. Di dawiya pirtûkê de çend mînak ji çîrokên psîkoanalîtîk hene ku hêjayê xwendinê ne û divê nivîskarên çîroknivîs van kurteçîrokên psîkoanalîtîk bixwînin.

Nivîskarê kurd Ramazan Pertev wek hinekan neeletewş, wî wek zanîstan bi ciddî, bi şêweyeke îlmî zanîstî lêkolîneke berfireh kiriye û hêj pirtûka xwe nivîsiye. Ji xwe ji çavkaniyên herdu beşên pirtûkê diyar dibe ku wî bi ciddî û bi zanîstî vê pirtûka xwe nivîsiye.

Di beşa yekem de navên sîûheşt – 38 – çavkaniyan û di beşa duyem de navên çilûheft – 47 – çavkaniyan hatine destnîşan kirin. Wî ji ber van çavkaniyan, bi lêkolîneke îlmî zanîstî û bi zanîna xwe vê pirtûka hêja bi kurdî nivîsiye. Ez wî pîroz dikim ku xebateke weha hêja û giranbiha pêkaniye. Nivîskar Ramazan pertev û nivîskar û lêkolînvanên wek wî ku kar û xebatên ciddî pêk tînin û pirtûkên hêja dinivîsin, berhemên hêja diafirînin, dikarin li ser romana kurdî û çîroka kurdî a nûjen jî lêkolîn bikin û pirtûkên analîzî ên giranbiha binivîsin.

Nivîsîna wî ya romaneke kurdî jî ji bo min mizgîniyeke. Ez hêvîdarim ku ew dê di demeke nêzîk de nivîsîna romana xwe ya bi kurdî biqedîne û pêşkêşê xwendevanên kurd bike. Ez wekî xwendevanekî pirtûkên kurdî û berhemên edebî/wêjeyî yên bi kurdî, ez ê bi dilxweşî romana wî jî – ku ji bo edebiyata kurdî dê bibe dewlemendiyek – bixwînim. Ez ji niha ve texmîn dikim ku dê romana romannivîser Ramazan Pertev weke vê pirtûka wî berhemeke ciddî be û hêjayê xwendinê be.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *